Ji bo meşa Silopiya bang kirin: Em bikaranîna çekên kîmyewî bidin sekinandin

  • rojane
  • 10:12 2 Mijdar 2022
  • |
img
AMED - Parlamenterên HDP’ê yên Amedê Remziye Tosûn û Îmam Taşçier ji bo meşa ku dê li dijî bikaranîna çekên kîmyewî li navçeya Silopiya bê li darxistin banga tev li bûnê li gel kirin û gotin: “Werin em bi hev re bikaranîna çekên kîmyewî bidin sekinandin.” 
 
Kongreya Civaka Demokratîk (KCD), Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), Partiya Herêmên Demokratîk (DBP), Komeleya Yekitî Çand Piştevanî û Alîkariya bi Kesên Xizmên Xwe li Dergûşa Şaristaniyê Winda Kirine re (MEBYA-DER), Komeleya Piştevaniya bi Malbatên Girtî û Hikûmxwaran re (TUAY DER) ya Amedê, Komeleya Lêkolînên Çand û Zimanên Mezopotamyayê (MED-DER), Navenda Çandê ya Mezopotamyayê (NÇM), Platforma Koçberiyê, Meclisa Ciwanan a HDP’ê û Tevgera Ekolojiyê ya Mezopotamyayê di 6’ê mijdarê roja yekşemê de li dijî çekên kîmyewî ku dewleta tirk li dijî endamên Hezên Parastina Gel (HPG) li herêmên Zap, Avaşîn û Metînayê yên Başûrê Kurdistanê bi kar tîne dê li navçeya Silopiya ya Şirnexê çalakiya ‘Li dijî çêkên kîmyewî meşa mirovahiyê’ li dar bixin. 
 
Parlamenterên HDP’ê yên Amedê Remziye Tosûn û Îmam Taşçier jî bertek nîşanî bikaranîna çekên kîmyewî yên dewleta tirk dan û ji bo tev li bûna çalakiyê bang li gel kirin. 
 
‘NE TENÊ MIJARA KURDAN E’
 
Îmam Taşçier, anî ziman ku bikaranîna çekên kîmyewî sûc e û di Neteweyên Yekbûyî (NY) de jî hatiye diyar kirin ku kî wan çekên kîmyewî bikarbîne wê hesab bide. Tasçier, bi lêv kir ku divê derbarê çekên kîmyewî ku ji aliye Tirkiyeyê ve tên bikaranîn dewlet û saziyên navneteweyî lêpirsîn bidin destpêkirin û wiha got: “Divê dewletên navneteweyî bi hev re bicivin û bikaranîna çekên kîmyewî tespît bikin. Kî çekên kîmyewî bikarbîne sûc e divê hesab bê pirsîn. Divê demildest derbarê çekên kîmyewî de lêpirsîn bê destpêkirin. Banga me ji saziyên navneteweyî yên berpirsyar re jî ew ê ku demildest lêkolînê bidin destpêkirin. Ev yek ne tenê mijara kurdan e.”
 
‘ŞERÊ QIRÊJ Ê LI DIJÎ KURDAN’
 
Di berdewama axaftina xwe de Taşçier, diyar kir ku ew jî ji bo balê bikişînin ser bikaranîna çekên kîmyewî dê di 6’ê mehê de li navçeya Silopiya meşekê li dar bixin û ji bo tev li bûna çalakiyê ev bang li gel kir: “Di Rojhilata Navîn de şerekî qirêj tê meşandin. Divê ji bo ku ev şerê qirêj bê tespîtkirin gelê kurd jî li nasname, dîroka xwe xwedî derbikeve û di nav hewldanê de be. Di dîrokê de gelek serhildanên kurdan ji ber ku xwedî derketin tunebûne têk çûne. Ji Şex Saîd, Seyîd Riza, Agirî, Dêrsim û Cizîra Botan gelek mînakên bi vî rengî hene ku ji bo azadiyê berdil hatine dayin lê ji ber ku xwedî derketin tunebûne têk çûne. Ji ber wê banga me li gelê kurd ew e ku, li dijî vî şerî bertek nîşan bidin û xwedî li rêxistina xwe derkevin. Ji bo ku balê bikişînin ser çekên kîmyewî û dinya jî bêdeng nemîne em dê li Silopiyayê meşekê li dar bixin. Heke em li dijî bikaranîna çekên kîmyewî bertek nîşan nedin dinya jî wê bêdeng bimîne. Ji ber wê banga me ya li gel ew e ku tev li meşa Silopiya bibin, li dijî şer bertek nîşan bidin ku ev şer bê rawestandin û kurd jî weke hemû miletên cîhane li ser axa xwe azad bijîn.  Banga me ya ji dewlet û saziyên navteweyî re jî ew e ku bila vî şerî bi awayekî demokratîk çareser bikin.”
 
‘TIRKIYE BI SALAN E ÇEKÊN KÎMYEWÎ BIKARTÎNE’
 
Remziye Tosûn jî destnîşan kir ku dewleta Tirkiyeyê bi salan e çekên kîmyewî bikartîne û ev tişt gotin: “Li navçeya Cizîr û Sûrê jî me dît, li wir bombaya ku jê re dibêjin mîsket bikaranîn lê înkar kirin gotin ‘me bikar neaniyê’.  Weke ku ew bombe înkar kirin niha jî çekên kîmyewî înkar dikin. Lê bi parvekirina wan dimenên ku çekên kîmyewî bandor li 2 ciwanên kurd kiriye aşkera bû ku çekên kîmyewî tên bikaranîn. Li Kurdistanê, Tirkiyeyê û gelek deverên dinyayê derbarê çekên kîmyewî de daxuyanî hatin dayîn. Şebnem Korûr Fîncanci jî bi mebesta çekên kîmyewî hat girtin.” 
 
‘EM BI HEV RE LI DIJÎ ŞER BISEKININ’
 
Tosûn, di berdewamiya axaftina xwe de ji bo tev li bûna meşa Silopiya ev bang li gel kir: “Di 6’ê mehê de dê li Silopiya û Stenbolê li dijî bikaranîna çekên kîmyewî meşa mirovahiyê bê li dar xistin. Banga me ji hemû gelê Kurdistanê re ew e ku tev li van meşan bibin. Çekên kîmyewî îro li her derê qedexe ne lê li çiyayên Kurdistanê bi awayekî vekirî çekên kîmyewî tên bikaranîn. Ji ber wê yekê banga me ji hemû kesen ku dibêjin em xwedî wijdanin re ew e ku tev li çalakiyê bibin û em bi hev re li dijî vî şerî bisekinin.”
 
 

Sernavên din

03/03/2023
13:59 Ji TÎHV’ê rapora erdhejê: Derfetên cemaweriyê baş nehatin bikaranîn
13:34 Malbata Şenyaşar Nobeta xwe ya Edaletê didomîne
12:28 Li Islahiyeyê avahiyên hilweşiyayî saxlem, avahiyên saxlem jî hilweşiyayî hatine qeydkirin
12:00 Li ser medyaya civakî wêneyên zarokan: Gelo ev zarok tên firotin?
11:37 Di heyama AKP’ê de bi hezaran mirov ji ber xemsariyê mirin lê kesek jî îstîfa nekir!
11:36 Çiqas bextewar im ku dicemidim!
11:04 Bi rojane kon negihandin mexdûra erdhejê ya lingên wê bi protez in
10:59 ENAG: Enflasyona salane derket ji sedî 126'an
10:54 Li herêma erdhejê xizmeta tenduristiya hevişîner tune ye
10:21 Navenda piştevaniyê bû mala mexdûrên erdhejê: Em ê bajarê xwe neterikînin
10:20 'Desthilat ji bo bêkêrî û kêmasiyên wê neyên bihîstin, êrişî rojnamevanan kir'
10:10 Welatiyên astengdar di rewşeke zehmet de ne
09:41 ‘Bavê leheng’ û bêçaretî!
09:40 Dilxwazên erdhejê: Îktidara ku xwest piştevaniyê asteng bike bi ser neket
09:36 ‘Yên xelas bûn’ berê xwe dan gund: Nifûs bû du qat
09:05 Ji bo piştevaniyê ji Almanyayê hatin Hatayê
09:04 ‘Piştevaniya gel ji hêza dewletê wêdetir e'
09:04 Rengê 8'ê Adara îsal: Mor-reş û hesabpirsîn
09:03 'Alîkarî zû bihata kirin ewqas kesî jiyana xwe ji dest nedida'
09:02 BDP'iyên ku avahiyên qaçax xera kirin tên darizandin
09:01 Giravokên Çemê Dîcleyê tên dagirkirin, qeyûm û walî xwe li bêdengiyê danîne!
09:00 ROJEVA 3'YÊ ADARA 2023'YAN
02/03/2023
21:03 Li Aydinê jinek hat qetilkirin
18:54 KNK'ê serdana Silêmaniyê kir: Li dijî Peymana Lozanê helwesteke hevpar divê
16:52 Bozgeyîk: Dixwazin avaniya demografik a Hatayê biguherînin
16:38 Jin xwe ji 8’ê Adarê re amade dikin: Em bi hêrs in, em ê hesab ji vê zilmê bixwazin
16:25 Daxuyaniya Komkujiya Parîsê: Divê têkiliya kujer a bi Tirkiyeyê re bê lêkolînkirin
16:12 Hestiyên li Zîlanê hatin dîtin şandin ATK’ê
16:10 Danişîna Doza Vartînîsê dîsa hate taloqkirin
15:49 DFG: Hejmara rojnamegerên girtî derket 88’an
15:07 Doza ‘Qirkirina Ermenan’ a Turkdogan: Divê bi paşerojê re hevrû bibe
14:57 Di şewata febrîqeyê de karkerekî jiyana xwe ji dest da
14:37 Koçyîgît: Mafê 3 milyon û nîv xwendekaran hatiye desteserkirin
14:34 AYM dê têkildarî biryara bloqekirina alîkariya ‘xizîneyê’ bicive
14:33 Berdevka TJA’yê Ayşe Gokkan sewqî Girtîgeha Sîncanê hat kirin
14:06 Karkerên înşaetê: Bila çêkirina înşaetên li herêmên erdhejê bê sekinandin
13:59 Ji bo asansorên li herêmên erdhejê hişyarî
13:39 Gelo çi bêhn bû diçû qeymeqam!
13:38 Li Dêrazorê teqîn çêbû: 5 kes mirin 40 kes birîndar bûn
13:25 Ferît Şenyaşar: Wezîr ji bo nobeta me nebîne di deriyê piştê re dikeve hundir
13:15 Jinên şirnexî çûn serdana mexdûrên erdhejê
13:10 Gunay: Navê vê tofanê AKP-MHP bi xwe ye
13:00 Aydenîz: Hevhelalkirin bi hesabdayînê dibe
12:42 Parêzerên Abdullah Ocalan ji bo biçin Îmraliyê serlêdan kirin
12:38 Hejmara Demokratîk Modernîteyê ya 42’yemîn derket
12:19 Bi rojane li benda biryara hilweşînê ya wezaretê ne
11:53 Îdiaya xwekuştinê ya li midûriyeta polîsan: Polîsan ew bi kamerayê temaşe kirin
11:52 PDK’ê li Metînayê 3 baregehên leşkerî ava kir
11:44 Li Îranê jinek hat darvekirin
11:42 Jin li herêma erdhejê ne: Em ê bi piştevanî û wêrektiyê jinûve ava bikin
11:31 Roja 25’emîn a erdhejê: Kon nîne, di serayê de dimînin
11:13 Mexdûra erdhejê ji bo dilxwazan xwarinê çêdike
11:08 Talabanî ji PDK’ê re got: Divê em alîkariyê bidin xwişk û birayên xwe yên Rojava
10:45 Navçeya ku bi rant, îmara taybet û betonan hatiye fetisandin: Elbistan
10:32 ‘Keça min ji ber sarmayê mir’
09:48 'Em ê ji bo alîkarî piştevaniya jinan her li qadê bin'
09:41 Başaran: 8’ê Adarê roja hesabxwestina ji îktidara hilweşîner e
09:15 7 rojan tevî bavê xwe yê astengdar li derve maye: Tu alîkariyek ji Semsûrê re nehat
09:08 'Ez ê bi vî halê xwe yê nexweş çawa ji nû ve mala xwe ava bikim?'
09:07 Li Semsûrê her tişt ji bo zarokan!
09:07 Derz li dîwarê bendavê ketine, gundî nobedê digirin: Demildest divê tevdîr bên girtin
09:04 Mexdûrê erdhejê yê hatayî: Silavan li serokê me bike!
09:02 Jiyaneke di navbera mirin û xizaniyê de: Kolberî
09:01 Heywanên li herêma erdhejê bi xetereyeke mezin re rû bi rû ne
09:00 ROJEVA 2'YÊ ADARA 2023'YAN
01/03/2023
23:12 Encamnameya konferansa 'Azadî ji bo Ocalan' hat eşkerekirin
21:46 Konferansa Azadî ji bo Ocalan: Azadiya Abdullah Ocalan, azadiya me hemû gelên bindest e
20:12 QSD: Tirkiyeyê di Sibatê de 24 caran êriş kir
19:02 TJA û HDP'ê li Meletiyê serdana jinan kirin
18:23 Çalakiya 8'ê Adarê ya TJA'yê hat astengkirin
17:07 Li Mereşê tenê li goristanekê 6 hezar kes hatine veşartin
16:40 Ayşe Gokkan û 6 girtiyên jin hatin sewqkirin
16:14 Hat îdiakirin ku jineke ciwan li Wanê întîhar kiriye
16:13 Doza li Ceren Sozerî û Evrenselê hatiye vekirin, hate taloqkirin
15:56 Giliyê kesa ku di medyaya dîjîtal de kurd hedef nîşandan hate kirin
15:28 TJA’yê li Semsûrê got: Em ê hêrsa xwe bikin sedema têkoşîna xwe
15:11 Di protestoya li Stenbolê de 8 kes hatin binçavkirin
15:09 ‘Divê berpirsyar îstîfa bikin’
15:02 TMMOB'ê ji bo pêşî lêgirtina zêdekirina kirê pêşniyara 'buroyên kontrolê' kir
14:56 ‘Em ê bajarên hilweşiyayî bi piştevaniya jinan jinûve ava bikin’
14:32 Malbata Şenyaşar: Hûn nikarin ser heqîqetan bigirin
14:28 Senedê sûriyeyî gihişt cihê ortopedîk ku pêdiviya wî pê hebû
14:18 Jinên Botanê starta 8’ê Adarê dan: Em ê bi hevre jiyaneke nû ava bikin
14:14 Jinên KESK'ê bernameya xwe ya 8'ê Adarê eşkere kirin
14:00 Erdogan têkildarî hilbijartinê daxuyanî da
14:00 Ji girtiyê ku xwest tev li şîna bavê xwe bibe 40 hezar lîre hate xwestin
13:43 Li Yewnanistanê qezaya trênê: 32 mirin, 85 kes birîndar bûn
13:34 DAKAP’ê komxebatên xwe yên 8’ê Adarê dan destpêkirin
13:33 ‘Birayê min 18 roj piştre derxistin, di destê min de tenê hejmara gora wî heye’
13:06 Konferansa ‘Ji bo Ocalan azadî ji bo cîhanê aştî’ didome
12:49 Dewleta tirk êrişî Şengalê kir: Birîndar hene
12:43 Konên li Parka Koşûyolû bi zexta ‘bertîlê’ û qutkirina ceyranê hatin valakirin
12:19 Bîlançoya şer a meha sibatê
12:17 Bîlançoya êrişên Tirkiyeyê ya li dijî bajarên Rojava
12:11 ‘Cenazeyek hat jibîrkirin, min xist devê kemçeyê û heta sibehê li bendê sekinîm’
12:00 Li Hatayê bi pileya 4,8 erdhej çêbû
11:59 Ji şerê Sûriyeyê reviyan lê bûn qûrbaniyên erdhejê
11:58 ‘Qada Zarokan a Ûgûr Kaymaz’ hate avakirin
11:33 Nesîmî Aday: Dixwazin erdhejê bi kar bînin û kurdên elewî yên Mereşê koçber bikin
11:13 Zincîr…