Buldan çû serdana MA û JINNEWS’ê: Dê pênûsa wan li erdê nemîne

  • rojane
  • 16:59 2 Mijdar 2022
  • |
img
ENQERE - Hevseroka Giştî ya HDP’ê Pervîn Buldan çû serdana nûçegihanên MA û JINNEWS’ê û wiha got: “Pênûsa wan, pênûsa rûmetê ye û dê hevalên wan li erdê nehêlin.” 
 
Hevseroka Giştî ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Pervîn Buldan bi mebesta piştevaniyê çû serdana buroyên Ajansa Mezopotamya (MA) û JINNEWS’ê yên Enqereyê. Serokwekîlê Koma HDP’ê Sarûhan Olûç jî di serdanê de amade bû. Buldan, ji hêla rojnameger Huseyîn Aykol û nûçegihanan ve hat pêşwazîkirin. 
 
‘KESEK NIKARE PÊŞÎ LI HEQÎQETÊ BIGIRE’ 
 
Di serdanê de Buldan diyar kir ku polîsan di dema binçavkirinê de hewl daye bi îşkenceyê serê rojnamegeran bitewînin û wiha got: “Em baş pê dizanin ku bi Qanûna Sansûrê re dixwazin rastiyên li Tirkiyeyê veşêrin û bikin ku ev rastî bi gel re neyên parvekirin. Heke li welatekî rojnameger bên girtin û qanûna sansûrê bê derxistin, bizanin ku li wî welatî nelirêtî û neheqiyên pir mezin tên kirin. Girtina rojnamegeran û derxistina qanûna sansûrê nîşan dide ku desthilatdariya AKP-MHP’ê dê di demên pêş de nelirêtî û neheqiyên mezintir bikin. Hevalên me yên rojnameger ên hatine girtin, ji bo ku rastiyê bi gel re parve bikin dixebitiyan. Lê heta ku Çapemeniya Azad hebe, dê li vî welatî rastî her tim bi gel re bê parvekirin.”
 
‘PÊNÛSA ROJNAMEGERÊN HATINE GIRTIN PÊNÛSA RÛMETÊ YE’ 
 
Bi domdarî Buldan got ku kevneşopiya Çapemeniya Azad heta niha rastî gelek zextan hatiye û wiha pê de çû: “Kevneşopiya Çapemeniya Azad, peyrewên Mûsa Anter in. Van rojnamegeran, pênûsa Mûsa Anter, Ferhat Tepe, Metîn Goktepe û gelek rojnamegerên din ên hatine qetilkirin li erdê nehiştin. Kirin ku heqîqet derkeve holê û rastî bi gel re parve kirin. Pênûsa van hevalên me yên hatine girtin dê tu carî nekeve erdê. Pênûsa wan pênûsa rûmetê ye. Dê hevalên wan nehêlin ev pênûsa rûmetê bikeve erdê. Banga me ew e ku kedkarên Çapemeniya Azad di zûtirin demê de bên berdan. Em silavên xwe bo hevalên xwe yên rojnameger ên girtî dişînin. Ji bo MA û JINNEWS’ê jî derbasî be.” 
 
40 ROJNAMEGER DI GIRTÎGEHÊ DE NE 
 
Rojnameger û nivîskar Huseyîn Aykol jî da zanîn ku niha 40 rojnameger di girtîgehê de ne û doza 160 rojnamegeran jî didome. Aykol,  bi domdarî wiha axivî: “Bi giştî 200 hevalên me di bin zexta dewletê de ne. Dibe ku di carekî de bên girtin. Tevî van zextan jî rojnameyên me ev 33 sal in tên çapkirin, ajansên me dixebitin û televîzyonên me weşanên xwe dikin. Bi meha ye îdianameya 16 rojnamegerên li Amedê hatine girtin nehatiye amadekirin. Niha jî 9 rojnamegerên din girtin. Beriya hilbijartinan ku ev hilbijartin pir girîng in, dixwazin Çapemeniya Azad bêdeng bikin. Lê çi dikin bila bikin, hewce bike em ê bi stajyeran re bixebitin lê dîsa jî em ê bi ser kevin.” 
 
Serokwekîlê Koma HDP’ê Sarûhan Olûç jî diyar kir ku heta niha kesekî nekariye Çapemeniya Azad bêdeng bike û dê kesek nekare jî. 
 

Sernavên din

04/11/2022
18:40 Rojnamevan Şahînliyê bi awayekî destkelemçekirî muayene kirine
18:03 Serdanên piştevaniyê yên ji bo MA û Jinnewsê didomin
16:46 Agahî ji Brûkanliyê xwe şewitand nayê wergirtin
16:45 2’yemîn Konferansa Jinan a Navnetewî sibê dest pê dike
16:45 Di komkujiya Bartine de kesekî din jî jiyana xwe ji dest da
16:30 SOLIDAIRES û SNJ’ê ji bo rojnamevanên kurd banga piştevaniyê kirin
16:30 Berxwedana Jînayê di roja 50’an de ye
16:17 ÎHD’a Amedê: Em ê di aştiyê de israr bikin
16:05 ‘Em ê bi rêxistinbûyîna xwe bersivê bidin tecrîdê’
15:49 DFG: Hejmara rojnamevanên girtî gihîşt 88’an
15:42 Xizmên girtiyan: Tekane daxwaza me edalet e
15:41 Dayikan ji bo “Meşa Mirovahiyê” bang kirin: Bila êriş bên sekinandin
15:34 Çalakiya li Zanîngeha Dîcleyê didome: Meclisê dengê me bihîst lê rektor nebihîst
15:21 Sedemê cezayê li Guvenê hatiye birîn: Cezakirina wê pêdiviyeke lezgîn e
14:44 Doza Kobanê: Ev rojên tarî dê derbas bibin
14:38 Biryara jêrzemînên Cizîrê ya AYM’ê: Binpêkirin nîne, hêza kuştinê ji neçarî bûye
14:14 Parêzer Aryen Tûran hate berdan
14:09 Di Doza Kobanê de banga çekên kîmyewî li Akar hat kirin: Envanterên TSK’ê veke
14:03 Malbat û wasiyê Abdullah Ocalan ji bo hevdîtinê serî li dozgeriyê dan
13:50 ‘Bila parêzer Aryen Tûran bê berdan’
13:49 Meclisa Ciwanan a HDP'ê: Îktidar budçeyê ne ji ciwanan re ji şer re vediqetîne
13:18 Malbata Şenyaşar: Daxwaza me daxwaza herkesên ku dibêjin em mirov in e
12:59 Banga ‘Meşa Mirovahiyê’: Çekên kimyasal sûc e
11:42 HDP’ê ji bo 4’ê Mijdarê got: Xwestin vîna gelê me bişikînin lê nekarîn rê li ber meşa me bigirin
11:21 Leşkerek li Başûr di şer de hate kuştin
11:19 Şaredariya Panosê Rojên Çand û Hunerê li dar dixe
11:17 Belgefîlma 'Girtîgeh an jî Sirgûn’ li Bernê hat pêşandan
11:13 Daxwaza ‘budçeya perwerdeya zimanê dayikê’ nehate qebûlkirin
11:02 Ji bo meşa 6’ê mijdarê bang: Hûn jî li dijî sûcê şer tev li meşê bibin
10:50 Birîna daran a li Xozatê 5 meh in bênavber didome
10:47 Bi tarîfeya ‘tîcaretxaneyê’ fatûreyên ceyranê li girtiyan tên birîn
10:32 Rejîma Îranê cezayê darvekirinê da hunermendê kurd Samîn Yassîn
10:22 HDK’ê ji bo 6’ê mijdarê bang kir: Em xwedî li keleha berxwedanê derkevin
10:20 Rûreşiya Komarê
10:02 Xelatên Pêşbirka Helbestan a Arjen Arî sibê tên dayîn
09:53 Dayikên Aştiyê: Heke em xwe bêdeng bikin, wê demê em jî dibin şirîkê sûc
09:11 Hevserokê HDP'a Amedê Ceylan: HDP, li hemberî êrişên faşîzan ên AKP-MHP'ê bi ser ketiye
09:05 Pêşangeha li dijî talankirina xwezayê
09:04 Rêxistinên civaka sivîl: Em tev li Meşa Mirovahiyê bibin
09:03 Li Girtîgeha Dûmlûyê nahêlin tav li girtiyan bixe!
09:02 Gelê Wanê: Em tenduristiya Abdullah Ocalan mereq dikin
09:01 Parlamentera alman ji bo çekên kîmyewî serî li OPCW'yê da
09:00 ROJEVA 4'Ê MIJDARA 2022'YAN
08:16 Li Îzmîrê bi pileya 4,9 erd hejiya
03/11/2022
22:36 Li herêma leşkeriyê cenazeyê cerdevanekî hat dîtin
22:31 Li Şirnexê 20 karkerên kana komirê bi jehrê ketin
21:36 Tirkiyeyê cardin êriş bir ser Şengalê: Ciwanek jiyana xwe ji dest da
18:01 Hurriyet Dogan piştî 18 salan ji girtîgehê derket
16:49 Tirkiye Biradostê bombebaran dike
16:42 Serokwezîrê berê yê Pakistanê Han di êrişa sûîqestê de birîndar bû
16:33 Ji bo buroya MA’yê serdana piştevaniyê
16:05 Parêzerên îranî ji bo parastina gel bang kirin
15:57 Li Mêrsînê ji bo ‘Meşa Mirovahiyê’ bang hate kirin
15:35 Ji ber ‘şahidên nepen’ bertek nîşanî şandeya dadgehê dan: Tu ferqa we ji hev nîne
15:32 ANF: Cenazeyê leşkerekî di destê HPG’ê de ye
15:27 ‘Bila tecrît bê bidawîkirin, girtiyên nexweş bên berdan’
15:20 ‘Em guhertina cihê avahiyê qebûl nakin’
15:17 ÎSÎG: Di 10 mehan de hezar û 521 karkeran canê xwe ji dest dane
14:07 Aydogan: Heke li dijî kîmyasalê bertek zêde bibin wê encam were girtin
13:48 Jiyana Ronaghî yê li Îranê hatiye girtin di talûkêyê de ye
13:40 Malbata Şenyaşar: Heke Fadil Şenyaşar neyê berdan em ê biçin Meclisê
13:38 Ji BMG'ê banga meşa 6’ê mijdarê: Em ji şerê qirêj re bêjin bes e
13:29 Parêzerên Abdullah Ocalan ji bo hevdîtinê dîsa serî li dozgeriyê dan
13:25 Girtiyan ji bo lêkolînkirina bikaranîna çekên kîmyewî serlêdan kir
13:21 Gunay: Pirsgirêka me ne bi komarê re lê bi karektera wê ya yekperest re ye
12:51 Li girtîgeha Eregliyê girtiyek li dijî tecrîda giran, agir berda bedena xwe
12:22 TUÎK’ê enflasyon kêm nîşan da
12:18 Malbatên girtiyan: Edî bes e em vê zilmê qebûl nakin
12:18 Rojnamegerên girtî li benda name û pirtûkan e
12:17 Ajokarên TIR’an ên li Girtîgeha Makuyê tên ragirtin dest bi rojiya mirinê kirin
11:49 Rojnameger Bûlût zilma li dijî girtiyên nexweş ragihand
11:34 KCDP: Di nava 10 mehan de 275 jin ji hêla zilaman ve hatin qetilkirin
11:18 #NûçeyekêJîTuBişîne
11:01 Jina ku polîs destdirêjî lê kiriye: Hêj niha jî gefan dixwe, bila were girtin
10:38 Mûayeneya bikelemçe li rojnamevan Şahînlî ferz kirin
10:28 ENAG: Enflasyon derket ji sedî 185’an
10:15 Şirnex xwe ji bo ‘Meşa Mirovahiyê’ amade dike: Em dengê xwe derxînin
10:13 Bi çavê rojnamegerekî girtî Girtîgeha Sîncanê
10:01 Fermandar Newroz Rojhilat: Çi bibe bila bibe em ê herêma xwe biparêzin
09:02 Ji jinên êzidî: Wan em ji komkujiyê xelas kirin, divê em xwedî li wan derkevin
09:02 Konferansa Jinê ya Navneteweyî ya 2'yan: Dê alternatîfa modernîteya kapîtalîst bê nîqaşkirin
09:01 Hevseroka KURD-AKAD'ê: Li dijî çekên kîmyewî avakirina toreke piştevaniyê bivênevê ye
09:01 ‘Em di 6'ê Mijdarê de li Taksîmê li dijî çekên kîmyewî li hev kom dibin'
09:00 ROJEVA 3'YÊ MIJDARA 2022'YAN
08:43 Senatorê Baskî ji bo rojnamevanan pêşniyazpirsek pêşkeş kir
02/11/2022
21:04 Hûlûsî Akar li Colemêrgê ye
20:54 Li Wanê 3 keya hatin binçavkirin
16:59 Buldan çû serdana MA û JINNEWS’ê: Dê pênûsa wan li erdê nemîne
16:54 Di Nobeta Edaletê de bertek nîşanî ferzkirina ‘poşmantiyê’ dan
16:37 Oluç: Hûn neçarin ku çand û baweriyan li makeqanûnê binivîsin
16:36 Di hilbijartina Danîmarkayê de çepgir bi ser ketin
16:30 Cezayê hefsê li rojnamevan Şahîn û Gayip hate birîn
16:11 OHD’ê serdana xwendekarên fakulteya hiqûqê kir
15:45 Di doza Denîz Poyraz de giliyê dadgeh û cendirmeyan hat kirin
15:42 Sekreterê Giştî yê NATO’yê wê serdana Tirkiyeyê bike
15:36 Tevî gefên rejîma Îranê jî çalakî belav dibin
15:12 Kedkarên perwerdeyê li gelek bajaran dev ji kar berdan û daxwazên xwe ragihandin
14:49 Doza Navenda Civakê ya Tarlabaşiyê hat taloqkirin
14:49 Dayikên Aştiyê jî dê tev li ‘Meşa Mirovahiyê’bibin
14:36 Çalakiya greva birçîbûnê ya li dijî çekên kîmyewî di roja 10’an de didome