Ji ber ‘şahidên nepen’ bertek nîşanî şandeya dadgehê dan: Tu ferqa we ji hev nîne

  • rojane
  • 15:35 3 Mijdar 2022
  • |
img
ENQERE - Parêzer Kenan Maçoglû di Doza Kobanê de têkildarî Merdan Ruştuovalioglû ku ji ewil weke “şahidê nepen” û piştre jî weke şahidê aşkera tev li dozê bûye dîmen da temaşekirin û ji şandeya dadgehê re wiha got: “Ez di navbera we û şahidên nepen û yên aşkera de tu ferq û cudahiyan nabînim.” 
 
Rûniştina 7’emîn a 18’emîn danişîna Doza Kobanê ku Hevserokên Giştî yên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ên berê Selahattîn Demîrtaş û Fîgen Yuksekdag, endamên MYK’a HDP’ê ya berê jî di nav de 21 jê girtî 108 siyasetmedarjê tên darizandin, li 22’yemîn Dadgeha Cezayê Giran a li Kampûsa Girtîgeha Sîncanê hat dîtin. 
 
Girtiyên li Girtîgeha Sîncanê di danişînê de amade bûn û siyasetmedarên li girtîgehên cuda tên ragirtin jî bi rêya Pergala Deng û Dîmen (SEGBÎS) beşdarî danişînê bûn. Di danişînê de parêzerên Komeleya Hiqûqnasên ji bo Azadiyê (OHD) û gelek kesên din jî amade bûn. 
 
Girtiyên li Girtîgeha Sîncanê di danişînê de amade bûn û siyasetmedarên li girtîgehên cuda tên ragirtin jî bi rêya Pergala Deng û Dîmen (SEGBÎS) beşdarî danişînê bûn.
 
Danişîn, bi xwendina ewraqên li dosyayê hatine zêdekirin dest pê kir. Piştre jî siyasetmedaran da zanîn ku dê mafê xwe yê axaftinê yê derheqê ewraqan de piştre bi kar bînin. 
 
KIŞANAK: DERHEQÊ SÛCDARIYA PÊDANKERIYÊ DE TU NÛVE NÎNIN
 
Siyasetmedara kurd Gultan Kişanak da zanîn ku zêdetirî hezar û 400 ewraq li dosyayê hatine zêdekirin û wiha got: “Ez ê mafê xwe yê axaftinê yê derheqê vê mijarê de piştre bi kar bînim. Ji bo ku em bikarin ji hev cuda bikin bê ka bi kîjan sedemê, ji bo kîjan bûyerê, bi kê da ye kirin, divê em yek bi yek li hemû dosyayan binêrin û gotina xwe amade bikin. Heke di destê wan de ji bo pêdankeriyê nûveyek hebûya,  dê em jî tev li wan dozan bihatina kirin lê em tev li wan dozan nekirin. Van belgeyan ji kesê pispor re bişînin bê ka ev belgeye dê çiqas demê de bên lêkolînkirin. Dixwazim ku mafên me yên di vê mijarê de veşartî bimînin.”
 
DEMÎRTAŞ: TU ÎFADE LI SER ME NÎNIN KU ME DA BE KIRIN 
 
Hevserokê Giştî yê HDP’ê yê Berê Selahattîn Demîrtaş jî diyar kir ku bi dehhezaran ewraq bi awayekî dijîtal ji wan re hatine şandin û wiha domand: “Heke bi rastî jî darizandinek hebûya, bêyî ku hewcehî bi lêkolînkirina van belgeyan bibînin, dê me baweriya xwe bi şandeya bianiya û parastin jî nekira. Ji ewraqên hatine tê fêmkirin ku heke em tenê di dosyayekê de jî weke pêdanker bihatina dîtin, dê me jî tev li dosyayê bikirana. Derheqê min de tenê yek sûcdariya pêdankeriyê nîne. Ne di doza lêpirsînê de û ne jî di nava ewraqan de heye. Heta di bûyereke şikandina cama wesayîtê de jî nîne. Lê tevî vê rastiyê jî hûn me bi sûcê pêdankeriyê didarizînin.” 
 
‘EZ Ê DERHEQÊ MUTALAAYÊ DE GOTINEKÊ NEBÊJIM’
 
Aktîvîsta TJA’yê Ayla Akat Ata jî da zanîn ku tevahiya ewraqên têkildarî bûyerên di pêvajoya 6-8’ê Cotmehê de qewimîn kêm in û ev tişt anî ziman: “Ez ê derheqê van dosyayan de tiştekî nebêjim. Em bi kompasekê tev li van dosyayan hatin kirin. Lewma jî dê gotinekê nekim.” 
 
Piştî siyasetmedaran jî parêzer Kenan Maçoglû dîmeneke ku derheqê şahid Merdan Ruştuovalioglû de amade kiribû da temaşekirin. Maçoglû, destnîşan kir ku Merdan Ruştuovalioglû berê “şahidê nepen” bû û şandeyê herî zêde ji wî hez dikir. Maçoglû bi domdarî wiha got: “Dema Merdan diaxiviya, dema we jê pirs dikirin, dema Merdan bersiv dida, hûn ji vê gelek keyfxweş dibûn. Dema Merdan şahidiya nepen dikir, hûn mîna ku zarokê we be lê xwedî derketin. Lê Merdan 8 sal piştre derket holê. Bawerim hikmeta Xwedê ye, di nava van 8 salan de bêyî ku agahiya kesekî jê hebe, di carekî de xwe gihand dadgeha we. Merdan, îfadeyeke bi qasî 130 rûpelan da. Ev jî bes nekir êdî hûrgilî vegotin. Her kes bi awayekî li cihekî dît û heta gotinên wisa balkêş kir ku digot tev li civînên rayedarên payebilind ên rêxistinê bûye.” 
 
‘DI NAVBERA WE Û ŞAHIDAN TU FERQ NÎNE’
 
Bi domdarî Maçoglû destnîşan kir ku şahid Ruştuovalioglû bi qasî 10 saetan derew kirine û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Piştre jî çû. Di îfadeyên xwe de her tim qala kesekê bi navê ‘Şahîn’ dikir. Dibêje ku kesê bi navê Şahîn jiyana xwe ji dest daye. Kesekê mirî weke şahidê xwe nîşan dide. Li cihekî Şahîn êdî xistiye serê xwe. Tevahiya çîroka xwe li gorî Şahîn amade kiriye. Digot qey dê îfadeyên wî yên li emniyetê bên jibîrkirin. Jixwe piştî ku Merdan hatî vê derê we îfadeyên wî yên li emniyetê dan me. Nexwe we nedidan. Gelo wateyeke van gotinên me bo we heye? Ne bawerim. Min got belkî hûn ji van gotinên min şerm bikin lewma min vegot. Lê ez ji wê jî ne bawer im. Di navbera tiştên ku şahidên nepen û aşkere dikin û kirinên we de tu ferq û cudahî nîne.” 
 
Parêzer Cemîle Turhalli Balsak jî diyar kir ku di ewraqên li dosyayê hatine zêdekirin de bêmimkiniyeke teqez heye û wiha got: “Di nava rojê de bi dehan belge li dosyayê hatine zêdekirin. Ji bo ku venihêrîneke baş çêbibe, diviya bû demek berê ev ewraq ji me û miwekîlên me re bihatina şandin. Tevî ewqas gotinên hevnegirtî yên Merdan Ruştuovalioglû jî, gelo dê dadgeha we hêjta biryara girtinê bide? Yek ji yekemîn berpirsyartiya dadgeheke bêalî ew e ku hemû agahî û belgeyan ji me re bişînin û ji bo lêkolînkirina wê jî demekî pêwîst bide. Rewşa heyî veguherî rewşeke bisînorkirinê.” 
 
DESTWERDAN LI PARASTINA PARÊZERAN KIR
 
Balsak, da zanîn ku dixwaze li ser navê siyasetmedara kurd Aynûr aşan mafê axaftinê bigire lê şandeya dadgehê got ku divê wekaletnameya xwe pêşkeş bike. Li ser vê yekê Balsak CMK bi bîr xist lê gotina wê ji hêla şandeya dadgehê ve hat qutkirin. 
 
Parêzer Cahît Kirkazak jî bertek nîşanî şandeya dadgehê da. Ji ber ku her carê gotina axaftvanan dihat birîn, siyasetmedaran bertek nîşan dan û gotin; “Bêtehemûliya li hemberî kurdî ye.” 
 
Balsak, piştre dîsa mafê axaftinê girt û xwest ku Aşan were berdan. 
 
Piştre jî şandeya dadgehê saet û nîvan navber da danişînê. 
 

Sernavên din

04/11/2022
20:35 Rojbîn Perîşan li Amedê bi dirûşmeya 'jin jiyan azadî' hat pêşwazîkirin
18:40 Rojnamevan Şahînliyê bi awayekî destkelemçekirî muayene kirine
18:03 Serdanên piştevaniyê yên ji bo MA û Jinnewsê didomin
16:46 Agahî ji Brûkanliyê xwe şewitand nayê wergirtin
16:45 2’yemîn Konferansa Jinan a Navnetewî sibê dest pê dike
16:45 Di komkujiya Bartine de kesekî din jî jiyana xwe ji dest da
16:30 SOLIDAIRES û SNJ’ê ji bo rojnamevanên kurd banga piştevaniyê kirin
16:30 Berxwedana Jînayê di roja 50’an de ye
16:17 ÎHD’a Amedê: Em ê di aştiyê de israr bikin
16:05 ‘Em ê bi rêxistinbûyîna xwe bersivê bidin tecrîdê’
15:49 DFG: Hejmara rojnamevanên girtî gihîşt 88’an
15:42 Xizmên girtiyan: Tekane daxwaza me edalet e
15:41 Dayikan ji bo “Meşa Mirovahiyê” bang kirin: Bila êriş bên sekinandin
15:34 Çalakiya li Zanîngeha Dîcleyê didome: Meclisê dengê me bihîst lê rektor nebihîst
15:21 Sedemê cezayê li Guvenê hatiye birîn: Cezakirina wê pêdiviyeke lezgîn e
14:44 Doza Kobanê: Ev rojên tarî dê derbas bibin
14:38 Biryara jêrzemînên Cizîrê ya AYM’ê: Binpêkirin nîne, hêza kuştinê ji neçarî bûye
14:14 Parêzer Aryen Tûran hate berdan
14:09 Di Doza Kobanê de banga çekên kîmyewî li Akar hat kirin: Envanterên TSK’ê veke
14:03 Malbat û wasiyê Abdullah Ocalan ji bo hevdîtinê serî li dozgeriyê dan
13:50 ‘Bila parêzer Aryen Tûran bê berdan’
13:49 Meclisa Ciwanan a HDP'ê: Îktidar budçeyê ne ji ciwanan re ji şer re vediqetîne
13:18 Malbata Şenyaşar: Daxwaza me daxwaza herkesên ku dibêjin em mirov in e
12:59 Banga ‘Meşa Mirovahiyê’: Çekên kimyasal sûc e
11:42 HDP’ê ji bo 4’ê Mijdarê got: Xwestin vîna gelê me bişikînin lê nekarîn rê li ber meşa me bigirin
11:21 Leşkerek li Başûr di şer de hate kuştin
11:19 Şaredariya Panosê Rojên Çand û Hunerê li dar dixe
11:17 Belgefîlma 'Girtîgeh an jî Sirgûn’ li Bernê hat pêşandan
11:13 Daxwaza ‘budçeya perwerdeya zimanê dayikê’ nehate qebûlkirin
11:02 Ji bo meşa 6’ê mijdarê bang: Hûn jî li dijî sûcê şer tev li meşê bibin
10:50 Birîna daran a li Xozatê 5 meh in bênavber didome
10:47 Bi tarîfeya ‘tîcaretxaneyê’ fatûreyên ceyranê li girtiyan tên birîn
10:32 Rejîma Îranê cezayê darvekirinê da hunermendê kurd Samîn Yassîn
10:22 HDK’ê ji bo 6’ê mijdarê bang kir: Em xwedî li keleha berxwedanê derkevin
10:20 Rûreşiya Komarê
10:02 Xelatên Pêşbirka Helbestan a Arjen Arî sibê tên dayîn
09:53 Dayikên Aştiyê: Heke em xwe bêdeng bikin, wê demê em jî dibin şirîkê sûc
09:11 Hevserokê HDP'a Amedê Ceylan: HDP, li hemberî êrişên faşîzan ên AKP-MHP'ê bi ser ketiye
09:05 Pêşangeha li dijî talankirina xwezayê
09:04 Rêxistinên civaka sivîl: Em tev li Meşa Mirovahiyê bibin
09:03 Li Girtîgeha Dûmlûyê nahêlin tav li girtiyan bixe!
09:02 Gelê Wanê: Em tenduristiya Abdullah Ocalan mereq dikin
09:01 Parlamentera alman ji bo çekên kîmyewî serî li OPCW'yê da
09:00 ROJEVA 4'Ê MIJDARA 2022'YAN
08:16 Li Îzmîrê bi pileya 4,9 erd hejiya
03/11/2022
22:36 Li herêma leşkeriyê cenazeyê cerdevanekî hat dîtin
22:31 Li Şirnexê 20 karkerên kana komirê bi jehrê ketin
21:36 Tirkiyeyê cardin êriş bir ser Şengalê: Ciwanek jiyana xwe ji dest da
18:01 Hurriyet Dogan piştî 18 salan ji girtîgehê derket
16:49 Tirkiye Biradostê bombebaran dike
16:42 Serokwezîrê berê yê Pakistanê Han di êrişa sûîqestê de birîndar bû
16:33 Ji bo buroya MA’yê serdana piştevaniyê
16:05 Parêzerên îranî ji bo parastina gel bang kirin
15:57 Li Mêrsînê ji bo ‘Meşa Mirovahiyê’ bang hate kirin
15:35 Ji ber ‘şahidên nepen’ bertek nîşanî şandeya dadgehê dan: Tu ferqa we ji hev nîne
15:32 ANF: Cenazeyê leşkerekî di destê HPG’ê de ye
15:27 ‘Bila tecrît bê bidawîkirin, girtiyên nexweş bên berdan’
15:20 ‘Em guhertina cihê avahiyê qebûl nakin’
15:17 ÎSÎG: Di 10 mehan de hezar û 521 karkeran canê xwe ji dest dane
14:07 Aydogan: Heke li dijî kîmyasalê bertek zêde bibin wê encam were girtin
13:48 Jiyana Ronaghî yê li Îranê hatiye girtin di talûkêyê de ye
13:40 Malbata Şenyaşar: Heke Fadil Şenyaşar neyê berdan em ê biçin Meclisê
13:38 Ji BMG'ê banga meşa 6’ê mijdarê: Em ji şerê qirêj re bêjin bes e
13:29 Parêzerên Abdullah Ocalan ji bo hevdîtinê dîsa serî li dozgeriyê dan
13:25 Girtiyan ji bo lêkolînkirina bikaranîna çekên kîmyewî serlêdan kir
13:21 Gunay: Pirsgirêka me ne bi komarê re lê bi karektera wê ya yekperest re ye
12:51 Li girtîgeha Eregliyê girtiyek li dijî tecrîda giran, agir berda bedena xwe
12:22 TUÎK’ê enflasyon kêm nîşan da
12:18 Malbatên girtiyan: Edî bes e em vê zilmê qebûl nakin
12:18 Rojnamegerên girtî li benda name û pirtûkan e
12:17 Ajokarên TIR’an ên li Girtîgeha Makuyê tên ragirtin dest bi rojiya mirinê kirin
11:49 Rojnameger Bûlût zilma li dijî girtiyên nexweş ragihand
11:34 KCDP: Di nava 10 mehan de 275 jin ji hêla zilaman ve hatin qetilkirin
11:18 #NûçeyekêJîTuBişîne
11:01 Jina ku polîs destdirêjî lê kiriye: Hêj niha jî gefan dixwe, bila were girtin
10:38 Mûayeneya bikelemçe li rojnamevan Şahînlî ferz kirin
10:28 ENAG: Enflasyon derket ji sedî 185’an
10:15 Şirnex xwe ji bo ‘Meşa Mirovahiyê’ amade dike: Em dengê xwe derxînin
10:13 Bi çavê rojnamegerekî girtî Girtîgeha Sîncanê
10:01 Fermandar Newroz Rojhilat: Çi bibe bila bibe em ê herêma xwe biparêzin
09:02 Ji jinên êzidî: Wan em ji komkujiyê xelas kirin, divê em xwedî li wan derkevin
09:02 Konferansa Jinê ya Navneteweyî ya 2'yan: Dê alternatîfa modernîteya kapîtalîst bê nîqaşkirin
09:01 Hevseroka KURD-AKAD'ê: Li dijî çekên kîmyewî avakirina toreke piştevaniyê bivênevê ye
09:01 ‘Em di 6'ê Mijdarê de li Taksîmê li dijî çekên kîmyewî li hev kom dibin'
09:00 ROJEVA 3'YÊ MIJDARA 2022'YAN
08:43 Senatorê Baskî ji bo rojnamevanan pêşniyazpirsek pêşkeş kir
02/11/2022
21:04 Hûlûsî Akar li Colemêrgê ye
20:54 Li Wanê 3 keya hatin binçavkirin
16:59 Buldan çû serdana MA û JINNEWS’ê: Dê pênûsa wan li erdê nemîne
16:54 Di Nobeta Edaletê de bertek nîşanî ferzkirina ‘poşmantiyê’ dan
16:37 Oluç: Hûn neçarin ku çand û baweriyan li makeqanûnê binivîsin
16:36 Di hilbijartina Danîmarkayê de çepgir bi ser ketin
16:30 Cezayê hefsê li rojnamevan Şahîn û Gayip hate birîn
16:11 OHD’ê serdana xwendekarên fakulteya hiqûqê kir
15:45 Di doza Denîz Poyraz de giliyê dadgeh û cendirmeyan hat kirin
15:42 Sekreterê Giştî yê NATO’yê wê serdana Tirkiyeyê bike
15:36 Tevî gefên rejîma Îranê jî çalakî belav dibin
15:12 Kedkarên perwerdeyê li gelek bajaran dev ji kar berdan û daxwazên xwe ragihandin
14:49 Doza Navenda Civakê ya Tarlabaşiyê hat taloqkirin
14:49 Dayikên Aştiyê jî dê tev li ‘Meşa Mirovahiyê’bibin