Di Doza Kobanê de banga çekên kîmyewî li Akar hat kirin: Envanterên TSK’ê veke

  • rojane
  • 14:09 4 Mijdar 2022
  • |
img
ENQERE - Hevseroka Giştî ya DBP’ê ya Berê Sebahat Tuncel di Doza Kobanê de diyar kir ku bikaranîna çekên kîmyewî sûcekî şer e û wiha bang li Wezîrê Parastinê yê Tirkiyeyê Hulusî Akar kir: “Ka envantera TSK’ê veke bê ka çekên kîmyewî di nav de hene yan na.” 
 
Rûniştina 8’emîn a 18’emîn danişîna Doza Kobanê ku Hevserokên Giştî yên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ên berê Selahattîn Demîrtaş û Fîgen Yuksekdag, endamên MYK’a HDP’ê ya berê jî di nav de 21 jê girtî 108 siyasetmedarjê tên darizandin, li 22’yemîn Dadgeha Cezayê Giran a li Kampûsa Girtîgeha Sîncanê hat dîtin.  
 
Girtiyên li Girtîgeha Sîncanê di danişînê de amade bûn û siyasetmedarên li girtîgehên cuda tên ragirtin jî bi rêya Pergala Deng û Dîmen (SEGBÎS) beşdarî danişînê bûn. Di danişînê de parêzerên Komeleya Hiqûqnasên ji bo Azadiyê (OHD), parlamenterên HDP’ê û gelek kesên din jî amade bûn. 
 
Danişîn, bi parastina siyasetmedaran dest pê kir. 
 
‘DI DOSYAYÊ DE DANEYÊN ŞÊNBER TUNE NE’
 
Ji ewil siyasetmedara kurd Ayşe Yagci axivî û da zanîn ku ev 22 meh in girtî ye. Bi domdarî Yagci anî ziman ku heta niha jî ji bo tevlikirina wê ya dosyayê daneyeke şênber jê re nehatiye dayîn û wiha dom kir: “Hewldaneke dijber a dadgeha we li hemberî min heye. Ez vê hewldanê ji hêla hiqûqî ve rast nabînim. Kesên di heman rewşa min de hatin berdan lê belê ji bo min îfadeyên Ulaş û Samî Baran hene. Îfadeyên wan ên şênber tune ne lê hûn vê yekê li dijî min bi kar tînin.” 
 
DARBEYA SIYASÎ YA 4’Ê MIJDARÊ
 
Piştre jî Hevseroka Giştî ya Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) a Berê Sebahat Tuncel axivî û salvegera darbeya siyasî ya 4’ê Mijdarê bi bîr xist. Bi domdarî Tuncel wiha got: “Li edliyeyê ji ber piştevaniyê hatim binçavkirin û ji ber ‘piştevaniyê’ hatim girtin. Her tim ji ber piştevaniyê tên darizandin. Li Amedê bombe hatibûn teqandin û mirovan jiyana xwe ji dest dabûn. Ev, darbeyeke siyasî ye. Tirkiye gelek caran bi darbeyên siyasî re rû bi rû ma ye ku DEP’î jî hatibûn girtin. Ev yek qedera kurdan nîne. Li şaredariyên me qeyûm hatin tayînkirin û bi dehhezaran siyasetmedarên me tên darizandin. Li Tirkiyeyê li dijî siyaseta kurd operasyoneke qirkirina siyasî heye ku bi destê hiqûqê tê kirin. Piştre jî dosyaya Kobanê tê darizandin û hêjta tê darizandin. Darbeya 4’ê Mijdarê îro bi rêya we tê domandin. 
 
JI ŞANDEYA DADGEHÊ RE: ALERJIYA WE BO KURDÎ HEYE 
 
Gelên Tirkiye, Kurdistan û cîhanê jî dizanin bê ka çi ye. Siyaseta demokratîk tê darizandin. Kî bixwaze bibe astengî, Erdogan wî digire. Niha jî li pêşiya Erdogan kurd astengî ne lewma li dijî wan operasyonên tesfiyekirinê dike. Çendek roj berê hinek dane hatin parvekirin. Tirkiye li cîhanê yek ji 10 welatên herî zêde girtî lê hene ye. Di mijara mafan de piştî Erebistana Siûdî ye. Li cihekî ku mekanîzmaya hiqûq û demokrasiyê ji holê tê rakirin, mekanîzmaya edaletê jî naxebite. Em vê yekê jî di sepanên we de dibînin. We ji hevala me ya Ayşe re got; ‘em exlaqê we nadarizînin.’ Li gorî me alerjiya we ji bo kurdî heye. We biryara sînorkirinê ya du rojan da. Ev nayê wê wateyê ku mafê parastinê tê dayîn. Lê em lêdpirsinîn bê ka şêweyê birêvebirina vê dozê li gorî exlaqê ye yan na. 
 
DEMA KURD DIKIN NAVÊ WÊ DIBE ‘TÊKOŞÎNA LI DIJÎ TERORÊ’ 
 
Exlaq, tê wateya pergala civakî. Gelo hûn me li gorî kîjan exlaqî didarizînin? Hûn li gorî qanûnan didarizînin an ji bo pergala dumendî? Darizandina li bajarên kurdan û yên li rojavayê welêt mîna hev nînin. Ev yek nîşan dide bê ka hiqûqa dumendî çawa dixebite. Hemû daxuyaniyên me weke sûc tên hesibandin. Dema partiyeke din dike ev yek dibe ‘mafê makeqanûnê’ lê dema kurd dikin jî navê wê dibe ‘têkoşîna li dijî terorê.’ Du qanûn hene; yek jê qanûna darbeyê û ya din jî têkoşîna li dijî terorê ya ji bo kurdan e. Pratîka van qanûnan em di jiyana xwe de jî dibînin. Em li vir di girtîgehê de tên ragirtin û nikarin biçin girtîgeha jinan. Ji bo sererastkirina nivîsa we me gelek caran nivîs nivîsandin. Lê kesên desthilatdar xwestin em li wir bimînin. Tiştekî hey jê re dibêjin mafê telefonê. Li girtîgeha me axaftina bidîmen heye lê em siyasetmedar dikarin hefteyê tenê 10 deqeyan bideng biaxivin. Me îtîraz kir û rêveberiya girtîgehê li ser navê min ji bo dadgehê Tirkiyeyê nivîs nivîsand û got; ‘ji bo lêkolînkirina înfaza Sebahat Tuncel nivîsê bişînin.’ Yek dadgehê pirsa ‘Ma tu serdozgeriya komarê yî’ jê nekir û nivîs şandin. We dît bê ka hiqûq çawa dimeşe? Ji karmendan bigire heta saziyan tevek jî xwe weke dadgeh dibînin. Di 29’ê cotmehê de ji me re negotin ku hevdîtina vekirî heye û ji me re gotin; ‘hûn ji têkoşîna li dijî terorê tên darizandin û nikarin vî mafî bi kar bînin.’ Gelo kî vî mafî dide van? 
 
DAXWAZA ŞANDEYÊN SERBIXWE
 
Her roj mirov tên qetilkirin. Nizanim bê ka qala pirsgirêkên xwe yên şexsî bikim an na. Lê belê li dijî kurdan qanûneke cuda di meriyetê de ye. Şebnem Korur Fîncanci got; ‘dibe çekên kîmyewî hatibin bikaranîn. Hewceye lêkolîn bê kirin.’ Ji ber vê gotinê hate girtin. Nabe ku li dijî van gotinan bibe qêre wêra te. Bila şandeyên serbixwe biçin lêkolînê bikin lê tune ne. Dixwazin qeyûm tayînî TTB’ê bikin. Dewleteke ji xwe bawer nake qêre wêr. Heke tu zêde bikî qêre wêr, wê demê di nava envantera te de pirgirêkek heye. Hulusî Akar, madem tu ji ewqas piştrastî, wê demê envanterên xwe veke û bila her kes bibîne bê ka çekên kîmyewî hene yan na. Bikaranîna  çekên kîmyewî sûc e û azadî ji holê hatine rakirin. Hevkarên desthilatdariyê welatparêzên vî welatî û yên din jî ‘terorîst in.’ Ji vir ne hiqûq lê pergala çetetiyê dikare derkeve.
 
ALERJIYA DEWLETÊ BO JINAN HEYE
 
Baweriya min bi şandeya we nayê. Gelo we îdianame xwendiye? Gelo ma em ji bûyerên 6-8’ê Cotmehê nayên darizandin? Lê belê ev yek ne di îdianameya dozger de û ne jî di hinceta girtinê de heye. Bahtiyar Çolak li şûna îdianameyê, bi tiştên cuda re mijûl bû. Baş e lê we çi dikir? Ne diyar e bê ka em ji ber çi tên darizandin? Ji ber pêdankeriyê ye? Wê demê binivîsin. Bila bê nivîsandin bê ka min ji kê re gotiye û bi kê daye kirin. Lê tiştekî wiha nîne. Heke we îdianame xwendibe, wê demê derheê min de delîleke şênber bînin. Di derheqê min de gotine; ‘ji ber ku endama HDK’ê ye, îxtîmal heye ku haya wê ji van tiştan hebe.’ Hûn dixwazin em bên cezakirin lê dê li gorî çi ceza bidin? Ev, dozeke kompasê ye û hûn li ser delîlên madî dilîzin. Saet di 21.30’an de bo Bîrcan Yorulmaz maîl hatiye. Lê dozger bi israr dibêje saet di 17.00’an de hatiye. Tenê ji bo ku neyê berdan vê dike. Madem we îdianame xwendiye, wê demê ji we dipirsim, gelo tê de ‘kadro’ hene? Tê de tune ne lê hûn biisrar dipirsin. Tiştên ku emniyetê derheqê me de pê dayîn jiberkirin dubare dikin. Bi taybet jî derheqê jinan de. Alerjiya dewletê li hemberî jinên kurd heye. Ji ber ku jin, hevserokatiyê û nûnertiya wekhev diparêzin. 
 
GIRTINA ROJNAMEGERÊN JIN
 
Gelo ev hêrs û nêzikatiyeke çawa ye? Nagihan Akarsel jineke kurd a rojnameger bû. Çi kiriye? Tenê ji bo fikra azadiya jinê xebitî ye lê hat qetilkirin. Kedkarên çapemeniyê hatin binçavkirin. Ji ber ku karê xwe dikirin, 4 jinên kurd hatin girtin. Di heman rojê de Edogan bi minasebeta sala sedemîn bangî rojnamegeran kir lê di heman rojê de li dijî çapemeniya kurdan operasyonkir. Vaye ji we re hiqûqa dualî. Em li vê derê faşîzma Hîtler û rewşa Tirkiyeyê ya heyî didin ber hev. Naziyan, cihû birin odeyên sabûnê û qetil kirin. Cihû ji kesayetiya hiqûqê derxistin û ew hemwelatî nebûn. Li Tirkiyeyê jî kurd ji kesayetiya hiqûqê hatine derxistin. Vê yekê herî baş jî em jin dizanin.” 
 
Şandeya dadgehê gotina Tuncel birî û pirsa “Hûn li gorî kîjan belgeyan diaxivin?” kir. 
 
KA DESTWERDANÊ LI AKP-MHP’Ê BIKIN EM Ê WÊ DEMÊ WE BIBÎNIN 
 
Tuncel jî bersiva “Jixwe rewşek heye ku hûn ji me fêm nakin” da û wiha domand: “Em ji we re dibêjin bê ka hûn me bi zîhniyeteke çawa didarizînin. Heke hûn ji feraseta cezakirina me derbikevin, wê demê dê fêm bikin. Heke daxwazeke we ya cezakirinê hebe, wê demê ceza bidin. Ez ji we re vedibêjim bê ka we mekanîzmaya hiqûqê xistiye rewşekî çawa. Hûn guhdarî dikin lê fêm nakin. Pergala demokratîk bi awayekî dê were vî welatî. Hûn bêhiqûqiyê dikin û berpirsyariyên xwe bi cih nayînin û piştre jî dibêjin çi eleqe heye. Ez ji we dipirsim; çi eleqeya vê îdianameyê bi sedemên girtina me heye? Ez ji we re vedibêjim bê ka hûn van derewan çawa weke ku rastî bin vedibêjin. Kurd hevşaredaran hildibijêrin, qeyûm tên tayînkirin. Parlamenteran hildibijêrin, hûn digirin. Ev jî herî zêde bi destê hiqûqê tê kirin. We wesfa AYM’ê jî guherand û tevek jî endamên AKP-MHP’ê ne. Gelo ma pêkane ku ji vir biryareke dijber derkeve. Heke sepanên we tenê bi dadgehê re bisînor mabûya, pirgsirêk nedibû. Lê hûn xebatên me yên ji bo azadiya jinê dikin mijara darizandinê. Tiştên demokratîk weke sûc nîşan didin. Ji ber ku mijara behsa xeberê HDP ye lewma ev tên kirin. Ka destwerdanê li AKP-MHP’ê bikin em ê wê demê we bibînin. 
 
TEVÎ ZEXTÊN WE JÎ KURD PÊŞ DIKEVIN
 
We AKP û MHP weke gilîker qebûl kir. Dewlet li dijî kurdan rêz bûye û ev tevek jî li hemberî me gilîker in. Dewlet li dijî HDP’ê ye, gelo ma ji bilî navekê din mirov dikare lê bike? Derheqê min de tiştekî şênber nîne. Tev li mitîngan bûme, panel li dar xistine û hwd. Ev peywirên min bêguman dê bikim. Dozger ji bo parastina Mesût Bagcik gotiye; ‘guh nedin parastina vî.’ Madem ku parastinên me nayên guhdarîkirin wê demê hûn çima ji me parastinê dixwazin? Wê demê werin li şûna me parastinê jî bikin. Hûn nikarin xwe têkilî naveroka parastinê bikin. Tevî ku me hûn red kirine jî hûn li vir in. Ev nayê wê wateyê ku darizandineke hiqûqî tê kirin. Tevî zextên we jî kurd pêş dikevin. Di dema hilbijartinê de HDP dê partiya diyarker be. Ez mutalaaya dozger qebûl nakim. Bila biçe ji xwe re hinek bixebite. Ev 6 sal in em di girtîgehê de ne. Lê me dev ji têkoşîna xwe berneda. Hûn dikarin bedenên me têxin hefsê lê nikarin dest bidin têkoşîna me. Hûn nikarin bi milyonan mirovan têxin hefsê. Tevî hemû zextan jî em bo demokratîkbûna Tirkiyeyê dixebitin. Lewma em li vir diaxivin nexwe li hemberî van îdiayan em hewcehî bi axaftinê jî nabînin.” 
 
Danişîn, bi parastina siyasetmedaran didome. 
 

Sernavên din

04/11/2022
18:40 Rojnamevan Şahînliyê bi awayekî destkelemçekirî muayene kirine
18:03 Serdanên piştevaniyê yên ji bo MA û Jinnewsê didomin
16:46 Agahî ji Brûkanliyê xwe şewitand nayê wergirtin
16:45 2’yemîn Konferansa Jinan a Navnetewî sibê dest pê dike
16:45 Di komkujiya Bartine de kesekî din jî jiyana xwe ji dest da
16:30 SOLIDAIRES û SNJ’ê ji bo rojnamevanên kurd banga piştevaniyê kirin
16:30 Berxwedana Jînayê di roja 50’an de ye
16:17 ÎHD’a Amedê: Em ê di aştiyê de israr bikin
16:05 ‘Em ê bi rêxistinbûyîna xwe bersivê bidin tecrîdê’
15:49 DFG: Hejmara rojnamevanên girtî gihîşt 88’an
15:42 Xizmên girtiyan: Tekane daxwaza me edalet e
15:41 Dayikan ji bo “Meşa Mirovahiyê” bang kirin: Bila êriş bên sekinandin
15:34 Çalakiya li Zanîngeha Dîcleyê didome: Meclisê dengê me bihîst lê rektor nebihîst
15:21 Sedemê cezayê li Guvenê hatiye birîn: Cezakirina wê pêdiviyeke lezgîn e
14:44 Doza Kobanê: Ev rojên tarî dê derbas bibin
14:38 Biryara jêrzemînên Cizîrê ya AYM’ê: Binpêkirin nîne, hêza kuştinê ji neçarî bûye
14:14 Parêzer Aryen Tûran hate berdan
14:09 Di Doza Kobanê de banga çekên kîmyewî li Akar hat kirin: Envanterên TSK’ê veke
14:03 Malbat û wasiyê Abdullah Ocalan ji bo hevdîtinê serî li dozgeriyê dan
13:50 ‘Bila parêzer Aryen Tûran bê berdan’
13:49 Meclisa Ciwanan a HDP'ê: Îktidar budçeyê ne ji ciwanan re ji şer re vediqetîne
13:18 Malbata Şenyaşar: Daxwaza me daxwaza herkesên ku dibêjin em mirov in e
12:59 Banga ‘Meşa Mirovahiyê’: Çekên kimyasal sûc e
11:42 HDP’ê ji bo 4’ê Mijdarê got: Xwestin vîna gelê me bişikînin lê nekarîn rê li ber meşa me bigirin
11:21 Leşkerek li Başûr di şer de hate kuştin
11:19 Şaredariya Panosê Rojên Çand û Hunerê li dar dixe
11:17 Belgefîlma 'Girtîgeh an jî Sirgûn’ li Bernê hat pêşandan
11:13 Daxwaza ‘budçeya perwerdeya zimanê dayikê’ nehate qebûlkirin
11:02 Ji bo meşa 6’ê mijdarê bang: Hûn jî li dijî sûcê şer tev li meşê bibin
10:50 Birîna daran a li Xozatê 5 meh in bênavber didome
10:47 Bi tarîfeya ‘tîcaretxaneyê’ fatûreyên ceyranê li girtiyan tên birîn
10:32 Rejîma Îranê cezayê darvekirinê da hunermendê kurd Samîn Yassîn
10:22 HDK’ê ji bo 6’ê mijdarê bang kir: Em xwedî li keleha berxwedanê derkevin
10:20 Rûreşiya Komarê
10:02 Xelatên Pêşbirka Helbestan a Arjen Arî sibê tên dayîn
09:53 Dayikên Aştiyê: Heke em xwe bêdeng bikin, wê demê em jî dibin şirîkê sûc
09:11 Hevserokê HDP'a Amedê Ceylan: HDP, li hemberî êrişên faşîzan ên AKP-MHP'ê bi ser ketiye
09:05 Pêşangeha li dijî talankirina xwezayê
09:04 Rêxistinên civaka sivîl: Em tev li Meşa Mirovahiyê bibin
09:03 Li Girtîgeha Dûmlûyê nahêlin tav li girtiyan bixe!
09:02 Gelê Wanê: Em tenduristiya Abdullah Ocalan mereq dikin
09:01 Parlamentera alman ji bo çekên kîmyewî serî li OPCW'yê da
09:00 ROJEVA 4'Ê MIJDARA 2022'YAN
08:16 Li Îzmîrê bi pileya 4,9 erd hejiya
03/11/2022
22:36 Li herêma leşkeriyê cenazeyê cerdevanekî hat dîtin
22:31 Li Şirnexê 20 karkerên kana komirê bi jehrê ketin
21:36 Tirkiyeyê cardin êriş bir ser Şengalê: Ciwanek jiyana xwe ji dest da
18:01 Hurriyet Dogan piştî 18 salan ji girtîgehê derket
16:49 Tirkiye Biradostê bombebaran dike
16:42 Serokwezîrê berê yê Pakistanê Han di êrişa sûîqestê de birîndar bû
16:33 Ji bo buroya MA’yê serdana piştevaniyê
16:05 Parêzerên îranî ji bo parastina gel bang kirin
15:57 Li Mêrsînê ji bo ‘Meşa Mirovahiyê’ bang hate kirin
15:35 Ji ber ‘şahidên nepen’ bertek nîşanî şandeya dadgehê dan: Tu ferqa we ji hev nîne
15:32 ANF: Cenazeyê leşkerekî di destê HPG’ê de ye
15:27 ‘Bila tecrît bê bidawîkirin, girtiyên nexweş bên berdan’
15:20 ‘Em guhertina cihê avahiyê qebûl nakin’
15:17 ÎSÎG: Di 10 mehan de hezar û 521 karkeran canê xwe ji dest dane
14:07 Aydogan: Heke li dijî kîmyasalê bertek zêde bibin wê encam were girtin
13:48 Jiyana Ronaghî yê li Îranê hatiye girtin di talûkêyê de ye
13:40 Malbata Şenyaşar: Heke Fadil Şenyaşar neyê berdan em ê biçin Meclisê
13:38 Ji BMG'ê banga meşa 6’ê mijdarê: Em ji şerê qirêj re bêjin bes e
13:29 Parêzerên Abdullah Ocalan ji bo hevdîtinê dîsa serî li dozgeriyê dan
13:25 Girtiyan ji bo lêkolînkirina bikaranîna çekên kîmyewî serlêdan kir
13:21 Gunay: Pirsgirêka me ne bi komarê re lê bi karektera wê ya yekperest re ye
12:51 Li girtîgeha Eregliyê girtiyek li dijî tecrîda giran, agir berda bedena xwe
12:22 TUÎK’ê enflasyon kêm nîşan da
12:18 Malbatên girtiyan: Edî bes e em vê zilmê qebûl nakin
12:18 Rojnamegerên girtî li benda name û pirtûkan e
12:17 Ajokarên TIR’an ên li Girtîgeha Makuyê tên ragirtin dest bi rojiya mirinê kirin
11:49 Rojnameger Bûlût zilma li dijî girtiyên nexweş ragihand
11:34 KCDP: Di nava 10 mehan de 275 jin ji hêla zilaman ve hatin qetilkirin
11:18 #NûçeyekêJîTuBişîne
11:01 Jina ku polîs destdirêjî lê kiriye: Hêj niha jî gefan dixwe, bila were girtin
10:38 Mûayeneya bikelemçe li rojnamevan Şahînlî ferz kirin
10:28 ENAG: Enflasyon derket ji sedî 185’an
10:15 Şirnex xwe ji bo ‘Meşa Mirovahiyê’ amade dike: Em dengê xwe derxînin
10:13 Bi çavê rojnamegerekî girtî Girtîgeha Sîncanê
10:01 Fermandar Newroz Rojhilat: Çi bibe bila bibe em ê herêma xwe biparêzin
09:02 Ji jinên êzidî: Wan em ji komkujiyê xelas kirin, divê em xwedî li wan derkevin
09:02 Konferansa Jinê ya Navneteweyî ya 2'yan: Dê alternatîfa modernîteya kapîtalîst bê nîqaşkirin
09:01 Hevseroka KURD-AKAD'ê: Li dijî çekên kîmyewî avakirina toreke piştevaniyê bivênevê ye
09:01 ‘Em di 6'ê Mijdarê de li Taksîmê li dijî çekên kîmyewî li hev kom dibin'
09:00 ROJEVA 3'YÊ MIJDARA 2022'YAN
08:43 Senatorê Baskî ji bo rojnamevanan pêşniyazpirsek pêşkeş kir
02/11/2022
21:04 Hûlûsî Akar li Colemêrgê ye
20:54 Li Wanê 3 keya hatin binçavkirin
16:59 Buldan çû serdana MA û JINNEWS’ê: Dê pênûsa wan li erdê nemîne
16:54 Di Nobeta Edaletê de bertek nîşanî ferzkirina ‘poşmantiyê’ dan
16:37 Oluç: Hûn neçarin ku çand û baweriyan li makeqanûnê binivîsin
16:36 Di hilbijartina Danîmarkayê de çepgir bi ser ketin
16:30 Cezayê hefsê li rojnamevan Şahîn û Gayip hate birîn
16:11 OHD’ê serdana xwendekarên fakulteya hiqûqê kir
15:45 Di doza Denîz Poyraz de giliyê dadgeh û cendirmeyan hat kirin
15:42 Sekreterê Giştî yê NATO’yê wê serdana Tirkiyeyê bike
15:36 Tevî gefên rejîma Îranê jî çalakî belav dibin
15:12 Kedkarên perwerdeyê li gelek bajaran dev ji kar berdan û daxwazên xwe ragihandin
14:49 Doza Navenda Civakê ya Tarlabaşiyê hat taloqkirin
14:49 Dayikên Aştiyê jî dê tev li ‘Meşa Mirovahiyê’bibin
14:36 Çalakiya greva birçîbûnê ya li dijî çekên kîmyewî di roja 10’an de didome