Bavê Xemgîn Kiçî yê bi çekên kîmyewî hat qetilkirin: Ji bo Xemgînan çû, serê me netewand

  • rojane
  • 09:09 5 Mijdar 2022
  • |
ŞIRNEX - Bavê Xemgîn Kiçî (Yahya Şen) ku di êrîşên bi çekên kîmyewî de jiyana xwe ji dest dabû wiha got: "Ji me re her tim digot, 'Soz be ez ê serê we netewînim.' Serê me netewand. Spas ji bo keda wî. Em pê serbilind in."
 
Tirkiyeyê di 17'ê Nîsanê de li dijî herêmên Zap, Metîna û Avaşînê yên Başûrê Kurdistanê ji hewayê û bêjahiyê ve êrişeke berfireh da destpêkirin. Di êrişên ku bi hevkariya Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) tên kirin de, Tirkiye tevî bikaranîna çekên kîmyewî jî heta niha pêşketineke berbiçav bi dest nexistiye. Di êrişan de heta niha 2 hezar û 476 caran çekên kîmyewî yên cur bi cur hatine bikaranîn. Di 18'ê Cotmehê de Navenda Parastina Gel (NPG) nasnameya 17 endamên Hêzên Parastina Gel (HPG) û Yekîneyên Jinên Azad a Starê (YJA-Star) ku di êrişên bi çekên kîmyewî de jiyana xwe ji dest dabûn belav kiribûn û paşê jî dîmenên 2 HPG’iyên ku ji çekên kîmyewî bandor girtibûn hatibûn belavkirin. Ji kesên ku di êrîşên bi çekên kîmyewî de li Zapê jiyana xwe ji dest dabûn yek jê jî Xemgîn Kiçî (Yahya Şen) bû. 
 
Yahya Şen ji malbateke Koçer e û li navçeya Hezexa Şirnexê ji dayik bûye. Şen, heta pola 8'an a dibistana navîn xwendiye. Şen, di temenekî biçûk de bi zanistiya xwe bala her kesî kişandiye. Di 14 saliya xwe de lêgerîna wî ya nasnameya kurdî dest pê kiriye. Wê demê ji ber ku bavê wî ji bo debara malê ajokariya TIR'an kiriye, zêde bi bavê xwe re nemaye. Lê gava li cem bavê xwe bûye, heyraniya xwe ya li hemberî wî tim bi lêv kiriye. Şen, di wî temenê xwe de bi bavê xwe re ne wekî bav û kur, lê wekî hevalekî bûye. Pêvajoya naskirina nasnameya kurdî û lêhûrbûna wî di dema êrîşên çeteyên DAÎŞ'ê de yê li Rojava û Şengalê dest pê kiriye. Her çendî pêvajoya Rojavayê ew ber bi lêgerînekê ve biribe jî, lê tişta ku herî zêde bandorê lê kiriye zarokê êzidî Xemgînê 5 salî bûye ku li Şengalê ji çeteyên DAÎŞ'ê rizgar bûbû û hatibû Hezexê. Piştî ku Yahya Şen, Xemgîn nas dike ji bavê xwe re gotiye "Bavo tu niha Xemgîn danî li ser textê zêr jî tu nikarî ew xweşî û aramiya wî ya li cem malbata wî bidiyê.' Pişt re gotiye "Jiyan ne ev e, me ev heq nekiriye" û piştî çend mehan, di 2014'an de tev li nava refên PKK'ê bûye. Yahya Şen ku gava tevlî nava refên PKK'ê bûye, navê zarokê êzidî Xemgîn Kiçî li xwe dike. 
 
Hevşaredarê Hezexê yê qeyûm tayinî şûna wî hatiye kirin Mûrat Şen, bavê Yahya Şen, behsa kurê xwe kir.
 
Mûrat Şen
 
LÊGERÎNA WÎ YA NASNAMEYA KURD DEST PÊ DIKE 
 
Bav Şen diyar kir ku kurê wî her tim rûken bûye û got ku di temenekî biçûk de gavên gelekî mezin avêtine. Bav Şen wiha behsa kurê xwe kir: "Hevalê Xemgîn di zarokatiya xwe de hem bi xweşikiya xwe hem jî bi rûkeniya xwe bala mirovan dikişand. Tiştekî gelek cuda bû. Hevalên wî û mamosteyên wî yên dibistanê ji wî pir hez dikirin. Pir dihat hezkirin. Wê demê ji bo aboriya malbatê min ajokarî dikir. Em gelek bi hev re neman. Lê dema ku ez dihatim malê jî têkiliyên min û wî pir xurt bûn. Wê demê çi qasî zarok bû jî, lê têkiliya wî ya bi min re ya hevaltiyê bû. Pir dixwend û pirs dikir."
 
Bav Şen da zanîn ku bi taybetî Şoreşa Rojavayê bandoreke mezin li kurê wî kiriye û got: "Di sala 2014'an de ew fermana ku li ser civaka êzidî pêk hat, me ji şengaliyan re li ber deriyê şaredariyê cih çêkiribû. Carekê ji min re got, 'ez dixwazim bi te re werim wan bibînim.' Piştre em bi hev re çûn. Çû marketê ji zarokan re tişt kirîn. Em çûn zarokek li wir hebû û navê wî jî Xemgîn bû. Xemgîn jî zarokekî pir xweşik bû. Ji bavê xwe enfeksiyon girtibû. Em bi şev heya 11'ê şevê bi Xemgîn re man. Dema em vegeriyan Yahya ji min re got, 'Tu niha Xemgîn danî li ser textê zêr jî tu nikarî ew xweşî û aramiya wî ya li cem malbata wî bidiyê.' Min jî jê re got, 'Wele zehmet e.' Ji min re got, 'pêwîst e mirov piçekî li ser bifikire, ev jiyan ne wisa ye, me ev heq nekiriye.' Ez keniyam û min lê mêze kir û jê re got, 'tu perwerde didî min.' Min digot zarok e. Lê ji me mezinan bêtir fêm kiribû. Ne tenê hevalên wî her kesî ji wî pir hez dikir. Ji xwe ji min re digot, 'Ez miradê biçûk im' gelek henekçî bû. Min têr hembêz nekir, lê wî Kurdistanê tev hembêz kir. Îro bi mîlyonan kurd xwedî li wî derdikevin. Bi mîlyonan li pey şopa wî diçin. Ez xwe tenê hîs nakim. Hevaltiya wî xurt bû û heta ku bi hevalên xwe re çû şehadetê jî. Tu caran dev ji wê sekna xwe ya hevaltiyê berneda. Di dîmenên wî de, helbestekê li ser Gabarê dibêje. Hezkirina xwe ya li hemberî Gabarê tîne ziman. Mirovekî rûken bû. Ji me re her tim digot, 'Soz be ku ez ê serê we netewînim.' Rast e serê me netewand. Ez ji keda wî re spas dikim û bi wî serbilind im. Hêvî dikim ku ew yê dawiyê be. Dixwazin aramiyek çêbibe. Ev zarok di 14 saliya xwe de neheqiyê qebûl nakin. Dixwazin aşitî û aramî bikeve cîhanê." 
 
NAVÊ XEMGÎNÊ ÊZIDÎ LI XWE KIR
 
Bav Şen axaftina xwe wiha domand: "Li malê tu carî ji me re stran negotin. Lê bi rastî jî mirovekî pir vekirî bû. Zarokekî bi zarokan zarok, bi mezinan re mezin bû. Ew strana wî ya ku li ser Gabar û Cûdiym dibêje, min jî bandor jê girt. Mamosteyê wî yê dibistanê tirk bû. Dema pê hesiya ku Yahya çûye got, 'Li vir serok bû, hêvî dikim ku li wir jî bibe serok.' Ew hezkirina xwe li mamosteyê xwe jî dabû qebûlkirin. Dema navên wan hatin gotin, nasnavê wî Xemgîn bû. Navê zarokê êzidî Xemgîn rakiribû. Çimkî gotibû, 'tu Xemgîn danî li ser textê zêr jî ew ê li axa bigere.' Sedî sed bandor ji wî girt. Min digot dibe ku naveke din li xwe bike, lê navê Xemgîn li xwe kir."
 
'HEGER EV SÛC KIRIBIN DIVÊ HESAB BÊ PIRSÎN'
 
Mûrat Şen da zanîn ku ji bo bikaranîna çekên kîmyewî bê lêkolînkirin wan serî li rêxistinên tenduristiyê daye û wiha got: "Her kes dibêje ku bi bi çekên kîmyewî hatine qetilkirin. Me serî li rêxistina tendûristiyê kir. Ez bang dikim ku baro, OHD û ÎHD jî lêkolîn bikin. Çimkî li wir şerekî qirêj tê meşandin. Ez bang li rayadarên Tirkiyeyê jî dikim; hûn dibêjin çekên kîmyewî nehatine bikaranîn, heger wisa be nexwe bihêlin bila lêkolîn bên kirin. Heger ne wisa be wê ev sûc ji ser we jî rabe. Em malbat li ser bûyerê disekinin û dixwazin ku Tirkiye vê yekê zelal bike. Ez îro bimirim jî ez ê li ser zarokên xwe bikim wasiyet ku bipirsin. Ne tenê ez divê her malbat li ser bisekine. Îro heger dewletek ev sûc nekiribe, bila eşkere bike ku paqij e, lê heger kiribe jî divê hesab bê pirsin." 
 

Sernavên din

08/11/2022
11:59 'Heke daraz nikaribe mazlûman biparêze, kes nikare behsa edaletê bike’
11:37 Mîhrîcan bû bingeha nîqaşên şanoya serbixwe
11:28 Li Wanê 6 penaber ji zinar ketin xwarê
11:23 Elmanya ji bo Fîncanci name ji Erdogan re şand: Bila bê berdan
10:49 Serhildana li rojhilatê Kurdistanê û Îranê berdewam dike
09:17 Malbatên ku zarokên wan di jêrzemînan de hatin qetilkirin: Em ê doza heqê zarokên xwe bikin
09:07 Sîbel Balaç: Me li dijî bêedaletiyê mafê xwe yê rêxistinbûyînê parast
09:05 Îdianameya kujerê Berîvan Alturkê hat amadekirin
09:04 17 sal di ser bombekirina Pirtûkxaneya Ûmûtê re derbas bûn
09:01 Tevî hemû delîlan jî kujerên Evgun nehatine zevtkirin!
09:00 ROJEVA 8'Ê MIJDARA 2022'YAN
07/11/2022
20:09 50 kesên di meşa li dijî çekên kîmyewî de hatibûn binçavkirin hatin berdan
16:30 Şandeyeke amerîkî hat Enqereyê
16:29 Li Agiriyê qeza pêk hat: 7 kes mirin 11 kes birîndar bûn
16:24 Di êrişa dewleta tirk de şervanekî HSD’ê jiyana xwe ji dest da
16:17 Xwendekarên Zanîngeha Dîcleyê: Ev der Amed e û em ê li ber xwe bidin
14:10 Tirkiye dibe sedem ku kolera li Sûriyeyê belav bibe
14:02 Seroka Giştî yê DÎSK’ê serdana Malbata Şenyaşar kir: Ev têkoşîn Tirkiyeyê vedibêje
14:02 Dîmenên dema artêşa tirk cenazeyên leşkeran dişewitîne hatin weşandin
13:42 Bihayê zêran di nava hefteyekê de ji sedî 2 zêde bû
13:32 Pirtûkên ku bi îdiaya ‘delîlên sûc’ desteser kiribûn dîsa li rojnamegeran vegerandin
12:01 Bavê aktîvîstê îranî Ronaghî li pêşiya girtîgehê krîza dil derbas kir
11:57 Li Belucistanê 15 girtî hatin bidarvekirin
11:44 Berê xwe bidin çiyayan hûn ê xweşikbûna payîzê bibînin
11:37 Piştî NATO’yê vê carê jî Swêd serdana Tirkiyeyê dike
11:31 Konferansa Jinan a Navneteweyî bi dawî bû: Tora têkoşîna hevpar hat ragihandin
11:11 Jin wê di 25’ê Mijdarê de li Tunela Taksîmê bin
10:33 Li Baselê Dîwana Dengbêjiyê hate lidarxistin
10:22 Ji JINNEWS’ê çeteleya tundiyê ya cotmehê
10:21 Meşa Mirovahiyê: Ji bilî berxwedanê tu çare nînin
10:16 Li Sengawê 2 DAIŞ’î hatin kuştin
10:15 Chomsky xwest ku bikaranîna çekên kîmyewî bê lêkolînkirin
09:01 Mêrsîn bi bermayiyan qirêj dibe, nexweşî zêde dibin
09:00 ROJEVA 7'Ê MIJDARA 2022'YAN
07:16 Kesên li Stenbolê hatibûn binçavkirin hatin berdan
06/11/2022
22:49 Li Herêma Kurdistanê leşkerek hate kuştin 3 jî birîndar bûn
20:52 Konferansa Jinan a Navnetewî: Jiyana tê xwestin bi şoreşê pêkane
18:59 Li Silopiya di meşa li dijî çekên kîmyewî de 32 kes hatin binçavkirin
18:45 Li Stenbolê 80 kes hatin binçavkirin
17:53 Tîma Futbolê ya Jinan a Amedsporê bi Trabzonsporê re 1 û 1 ma
17:08 Ji Stenbolê bang kirin: Heta ku were lêkolînkirin em ê li qadan bin
16:46 TÎP: Em ê li hemberî êrişên faşîst serî netewînin
15:54 12 parlamenteran ji Parlamentoya Başûr îstîfa kirin: Em nabin şirîkê derqanûntiyê
15:33 Li her kolana derdikeve Îstîklalê li ber xwe dan
14:41 Ji 300 rewşenbîran bo rejîma Îranê bang: Dawî li zextên xwe bîne
14:35 Li Wanê operasyana leşkerî hate destpêkirin
14:35 Li Global Boksê bikaranîna çekan hat protestokirin
14:13 Malbata Şenyaşar: Yên ku aliyê zaliman digirin dê winda bikin
13:55 Li Îranê dengê şoreşê bilind dibe
13:38 Parlamenterên Iraqê bang li hikûmetê kirin: Li dijî êrişan bêdeng nemîne
12:47 Bi hezaran kesan li dijî çekên kîmyewî kolan bi kolan li ber xwe dan
12:30 Ji bo ‘Meşa Mirovahiyê’ çol û çiyayan derbas dikin
12:22 Di kampa leşkerî ya Somaliyê de teqîn: 5 kes mirin, 11 kes birîndar bûn
12:21 Prof. Dr. Altintaş: Gotina ‘bila YOK were girtin’ êdî dibe fantazî
11:30 Li Silopiyayê ‘Meşa Mirovahiyê’ dest pê dike
11:18 Baroyan ji bo ‘çareserkirina pirsgirêka kurd’ bang kirin
10:17 Di kana madenê ya Zonguldakê de teqîn: 4 karker birîndar bûn
09:55 Philippe Leruth: Rojnamegerên hatine girtin, rûmeta rojnamegeriya li Tirkiyeyê ne
09:28 Di şer û pevçûnên li Başûr de 2 leşker hatin kuştin
09:04 Seroka Odeya Bıjişkan a Amedê: Em girtina Şebnem xoceyê qebûl nakin
09:04 'Îmrali xala destpêkê ya bêhiqûqîtiyê ye'
09:03 'Desthilat dixwaze ser sûcên xwe binixumîne'
09:01 Lêpirsîna Kader Ortakayayê daxilî nava yên 'kiryar nediyar' kirin
09:00 ROJEVA 6'Ê MIJDARA 2022'YAN
05/11/2022
21:47 Xelatên Pêşbirka Helbestan a Arjen Arî hatin dayîn
19:44 Gelê Silopiyayê vexwandin ‘Meşa Mirovahiyê’
16:51 Bi pankartê banga ‘Meşa Mirovahiyê’ hate kirin
16:29 ÎHD: Bila rojnamevan û Fîncanci bên berdan
16:20 Rewşa girtiyê ku bi teşhîsa xelet hatiye emeliyatkirin giran bû
16:02 Polîsan dîsa gef li fîrmaya otobusê xwar ku rojnameya Xwebûnê nebe
15:54 Deklarasyona 25'ê Mijdarê: Li dijî faşîzm û qirkirina jinan dem dema azadiya jinan e
15:40 Li Erdîşê mirina biguman a jinekê
15:22 Di çalakiya ‘Rûniştina F’ de hat xwestin ku girtiya nexweş Çakir bê berdan
15:08 ÎHD'ê aqûbetên Bayram, Yakar û Toraman pirsîn
14:35 Ji bo welatiyên 27 sal berê hatin gulebarankirin û şewitandin edalet hat xwestin
14:18 Baroya Amedê bertek nîşanî beraetkirina serokê MHP’ê da
13:55 2’yemîn Konferansa Jinan a Navneteweyî li Berlînê dest pê kir
13:49 Li Bedlisê operasyona leşkerî hate destpêkirin
13:42 Orbay ji Stenbolê heta Heciya Kurda hat pêşwazîkirin
13:32 Fîncanci: Ez ê tevkariya xwe ya li heqîqetê bidomînim
13:12 EMEP’ê ji bo piştevaniyê serdana ajansa me kir
13:11 Heman dadgerî Mûsa Orhan tehliye kir û serokê MHP’yî jî da beraetkirin
13:02 ‘Li Iraqê hebûna leşkerên tirk dagirkerî ye’
12:18 Malbata Şenyaşar: Rojên ku heqîqet derkeve holê nêz in
12:18 Parêzer Aryen Tûran: Em ê her bêhiqûqiyan vebêjin
12:00 Li Xarpêtê ji ber deynî şer kirin: 3 kes mirin
11:47 Eyşe Efendî: Divê kurd li dijî çekên kîmyewî hêza xwe bikin yek
11:30 Malbatên girtiyan: Çapemeniya azad rastiya me ye
11:30 Bi veguhestina pirtûkan xwestin girtiyê nexweşê giran Boltan îşkence bikin
11:07 Banga ji bo ‘Meşa Mirovahiyê’ ya li Silopiya: Bila hesab bidin
10:07 Li Kurdistanê ji bendavan ber bi kîmyasalê ve: Talana ekolojîk didome
09:37 Xwendekarên Zanîngeha Dîcleyê: Heke xwesteka me neyê cih em ê biçin ber deriyê rektoriyê
09:37 Di Doza Kobanê de biryara navberê hate dayîn: Yorûlmaz û Bagcik hatin berdan
09:09 Bavê Xemgîn Kiçî yê bi çekên kîmyewî hat qetilkirin: Ji bo Xemgînan çû, serê me netewand
09:04 Banga ji bo 'Meşa Mirovahiyê': Werin em bi hev re li dijî çekên kîmyewî têbikoşin
09:02 'Em li axa xwe bikaranîna çekên kîmyewî qebûl nakin'
09:01 Li Îmraliyê 'hîle-î şerriye' didome
09:00 ROJEVA 5'Ê MIJDARA 2022'YAN
04/11/2022
23:18 Sancar: Desthilat herî zêde ji çapemeniya azad ditirse
22:39 Doza Kobanê: Hûn jinên kurd didarizînin