17 sal di ser bombekirina Pirtûkxaneya Ûmûtê re derbas bûn

  • rojane
  • 09:04 8 Mijdar 2022
  • |
img
COLEMÊRG - 17 sal di ser bombekirina "Pirtûkxaneya Ûmût"ê re derbas bûn. Wekî doza JÎTEM'ê, Mûsa Anter û gelek dozên din Doza Pirtûkxaneya Ûmût ku wek doza Şemzînanê tê zanîn jî bi bêcezatiyê bi dawî bû. 
 
Li Şemzînana Colemêrgê di 9'ê Mijdara 2005'an de Pirtûkxaneya Ûmûtê hatibû bombekirin. Di dema bombekirinê de "dewleta kûr" li ser sûc hatibû zevtkirin. Lê belê efser Alî Kaya û Ozcan Îldenîz ku wekî "zarokên baş" hatibûn binavkirin di 20'ê Kanûna 2021'ê de hatibûn beraetkirin. 
 
Xwediyê Pirtûkxaneyê Ûmûtê Seferî Yilmaz di salvegera bombebarankirina pirtûkxaneyê de bal kişand ser polîtîkaya bêcezatiyê û got: "Sirf ji ber ku em kurd in, her tiştî mubah dibînin." 
 
BERSÛC HATIN BERAETKIRIN
 
Yilmaz anî ziman ku êriş li ber çavê gelê Şemzînanê, midûriyeta polîsan û yekîneyên eskerî hatiye kirin û got ku piştî êrişê bi hewldanên rêxistinên civaka sivîl û baroyan kiryar hatine binçavkirin. Yilmaz pêvajoya piştî êrişê bibîr xist û ev tişt gotin: "Dadgehê kiryar berdabûn, lê ji ber bertekên raya giştî cardin hatibûn binçavkirin û heyeta dadgehê 39 sal ceza li kujerê birîbûn. A rast diviyabû 2-3 caran cezayê muebeda giran li wan bihata birîn, lê kujer bi 39 salan hatibûn xelatkirin. Lê di dawiyê de ji ber ku hin ferdên heyeta dadgehê dozger ji endamtiya FETO'yê hatibûn darizandin, dosye xera bûbû û darizandin ji nû ve dest pê kiribû. Di darizandina nû de Dadgeha Cezayê Giran a 1'ê ya Wanê bêyî lêkolînekê bike û delîlan binirxîne biryara beraetê dabû." 
 
POLÎTÎKAYEKE DEWLETÊ YE
 
Yilmaz bilêv kir ku beraetkirina kujeran ew matmayî nehiştine û gotina serokwezîra wê demê Tanûs Çîllerê bibîr xist ku gotibû, "Hem ên ji bo dewletê guleyan berdidin hem jî yên guleyan dixwin bi şeref in." Yilmaz da zanîn ku ev pêvajo tenê ne pêvajoyeke ku heyama Tansû Çîllerê dihewîne û wiha domand: "Mixabin ev polîtîka di 20 salên AKP'ê de jî hat pêkanîn. Di seranserê dîroka komarê dekurd bi komkujiyan re rû bi rû mane. Helbet divê mirov vê yekê wekî polîtîkayeke dewletê bibîne. Şaş e ku mirov bibêje 'di dema AKP'ê de wiha bûbû.' Kurd, di seranserê dîroka komarê de bi van bêhiuqûqîtiyan re rû bi rû mane. Lewma gava bersûc li ser sûc bên zevtkirin jî bi hinceta kêmbûna delîlan tên berdan. Gava rewş wiha bibe, nexwe divê em asta darazê ya heyî baş bibînin. Ji ber vê yekê di vî 20 salî de kî çi anîbe serê kurdan, ew kes hatine xelatkirin. Ev cezayên wekî xelatkirinê pêşî li ber hin bûyerên cuda vekirine." 
 
‘EV BIRYARA ENCAMA LIHEVKIRINA AKP-ERGENEKONÊ YE'
 
Yilmaz bal kişand ser Doza Mûsa Anter û Doza JÎTEM'ê jî ku ketibûn ber "demboriyê". Yilmaz destnîşan kir ku bi "demboriyê" kujer tên parastin û wiha domand: "Ev polîtîka, bi zanebûnî tê pêkanîn. Ev bêhiqûqîtî çawa berê hatiye kirin, dê niha jî bidome. Ger li Tirkiyeyê demokratîkbûyîneke rasteqîne çênebe ev bêhiqûqîtî dê bidome. Darizandinên tên kirin jî formalîte ne. Di dosyeya me de jî tu şahid nehatin guhdakirin, li cihê cih kifş nehat kirin, esnafên li derdorê nehatin guhdarkirin. Bi vî awayî biryara beraetê dan. Me îtiraz kir, lê wer xuya ye dê biryareke cuda neyê dayîn. Ev biryar piştî ku desthilata AKP'ê û Ergenekonê li hev kirin hat dayîn."
 
Yilmaz di dawiya axaftina xwe de wiha got: "Ger li Tirkiyeyê demokratîkbûyîneke rasteqîn çêbibe, dê komkujî rû nedin. Bombekirina Pirtûkfiroşa Ûmûtê û beraetkirina van kesan rûyê edaleta li Tirkiyeyê dide der. Vê peyamê didin; 'Daraza min ev e, ger mirovek hatibe kuştin jî ev qas ne girîng e. Ji ber ku kurd e, her tişt mubah e'." 
 
ÇI QEWIMÎBÛ?
 
Di 9'ê Mijdara 2005'an de li Şemzînana Colemêrgê Pirtûkfiroşa Ûmûtê hatibû bombekirin. Di vê bûyerê de ku 17 sal di ser re derbasbûne Mehmet Zahîr Korkmaz jiyana xwe ji dest dabû û Metîn Korkmaz jî birîndar bûbû. Piştî teqînê bi saya gel 3 kesên bombe avêtibûn dikanê li ser sûc hatibûn zevtkirin û teslîmî rayedaran hatibûn kirin. Her wiha bi vê re di wesayîtên van kesan de çek, êlegên hicûmê, lîsteya navên kesan û krokiyên cihên ku dê bihatana bombekirin hatibûn dîtin û bi vî awayî planên "dewleta kûr" aşkere bûbûn. 
 
Berî Pirtûkfiroşa Ûmûtê bê bombekirin bi rojekê, yanî di 8'ê Mijdarê de, 3 kes bi wesayîteke plakaya wê 30 AK 933 hatine Şemzînanê. Kesên di vê wesayîtê de li navenda navçeyê daketin û gelek caran di ber Pasaja Ozîpekê re derbas bûne. Ev yek bala gel kişandie. Jixwe piştî teqînê şahidan gotibû, di 8'ê Mijdarê de wan ev kesên xerîb dîtine. Di sibeha 9'ê Mijdarê de heman wesayît dîsa hatiye navenda navçeyê û li ber avahiya AKP'ê sekiniye. Li gorî îfadeyên hatibûn dayîn plansazî bi vî awayî bûye: Wê bombe bihatana têketana pasajê û wê bi wesayîta li derve ji deverê bireviyana. 
 
Bombekirina Pirtûkfiroşa Ûmûtê, li Colemêrgê û navçeyên wê xeleka dawî ya teqînan bû ku di 4 mehên dawî de pêk hatibûn. Nexasim jî di navbera 1'ê Çileyê û 9'ê Mijdara 2005'an de piranî jê li Şemzînanê 22 çalakiyên bombeyî pêk hatibûn. Di 5'ê Tebaxa 2005'an de li ber Garnîzona Leşkerî ya Şemzînanê bombeyek teqiyabû û di wê teqînê de 5 leşker miribûn. Di 1'ê Îlona 2005'an de li Mîtînga 1'ê Îlonê di wesayîtekê de bombeyek teqiyabû û xesareke mezin a maddî rû dabû. Beriya teqîna li Şemzînanê bi hefteyekê di navbera Fermandariya Cendirmeyan a Şemzînanê û garnîzona leşkerî de, di wesayîtekê de bombeyek teqiyabû û di vê teqînê de 6 esker, 3 polîs û 16 sivîl birîndar bûbûn. Di van teqînên li ser hev pêk hatıbûn de tiliya "Turk Întîkam Tûgayi" (Tûgaya Tolhildanê ya Tirk) hebû ku ev tûgay di Tîrmeha 2005'an de li Geverê danezanên gefxwarinê belav kiribûn. Di vî 4 mehî de bûyera dawî li Pirtûkfiroşa Ûmûtê pêk hatibû. Pirtûkxane hatibû bombekirin. 
 
Di 9'ê Mijdarê de Seferî Yilmaz û esnafên Pasaja Ozîpekê wekî her carê wê rojê jî ji bo navrojê bi hev re rûniştine. Gava Seferî Yilmaz û hevalên xwe li ser sifreyê rûniştine bombe hatiye avêtin. Wê kêliyê Seferî Yilmaz diqîre û dibêje "bombe..." Wê gavê snaf jî baz dane derve û di wê kêliyê de bombe li ber Pirtûkfiroşa Ûmûtê teqiyaye. Paşê êrişkaran bombeya duduyan avêtine hundirê pasajê. Di bûyerê de xwediyê Pirtûkfiroşa Ûmûtê Seferî Yilmaz bi saxî filitiye, lê Mehmet Zahîr Korkmaz jiyana xwe ji dest daye. Welatiyê bi navê Metîn Korkmaz jî bi giranî birîndar bûye.
 
Piştî vê pevçûn û bazdanê, gava ev kes ber bi wesayîta xwe ve baz dane gel pêşiya wesayîtê girtiye û her sê kesan zevt kiriye. Her sê kesên hatibûn zevtkirin, ew kes bûn ku gel berê ew dîtibûn. Piştî gel dest daniye ser wesayîtê û nasnameyê wan kesan, derketiye holê ku dudu jê elemanê Teşkîlata Îstixbarata Cendirmeyan (JÎT) bûne; Alî Kaya û Ozcan Îldenîz û îtirafkar Veysel Ateş. 
 
Li ser van her sê kesan nasnameyên leşkerî, di wesayîtên wan de krokî û çek hatine dîtin. Wesayîta Renaûlt a bi plakeya 30 AK 933 ya Fermandariya Cendirmeyan a Colemêrgê bûye û di bagaja wê de 3 keleşnîkof, 10 şarjor, malzemeyên bombeyan, êlegên esker û polîsan hatine dîtin. Piştî bûyer hatiye bihîstin bi hezaran şemîznanî daketine kuçeyan û li têketin û derketina navçeyê barîkat danîne û rê girtine. Piştî demeke kurt Qeymeqamê Navçeyê û Midûrê Emniyeta Navçeyê hatine cihê bûyerê û xwestine bi gel re biaxivin. Lê bûyer zêdetir gur bûne. Her sê kesên hatibûn zevtkirin ji dêvla emniyetê birine qereqola cendirmeyan û bi vî awayî bûyer gurtir bûye. Gel ber bi qeymeqamtiyê û saziyên cemaweriyê ve meşiyaye û xwestiye kesên hatine zevtkirin teslîmî emniyetê bên kirin. Piştî soz tê dayîn ku dê wan bibin emniyetê, vê carê hatiye xwestin ku Serdozgeriya Komarê li ber çavên gel lêkolînê bike. Dozger di heman rojê de hatiye cihê bûyerê û gava dest bi lêkolînê kiriye li jora cihê bûyerê careke din dengê çekan hatiye. Gava çawîşê pispor Tanjû Çavûş xwestiye derkeve derveyî navçeyê, gel wî daye sekinandin û piştî ev yek hatiye bihîstin çawîşê navbirî gel guleberan kiriye. Di vê bûyerê de 6 kes birîndar bûne. Ji kesên birîndar Alî Yilmaz, di rêya nexweşxaneyê de jiyana xwe ji dest daye. Piştî ev jî hatiye bihsîtin careke din bûyer gur dibin. Hema bibêje hemû kuçe û kolanên navçeyê vediguherîne qada şer. Gel, li hemû têketin û derketinên navçeyê noqteyên lêgerînê çêkiriye. Lê dîsa jî gel dev ji wesayîta çek û krokî têde bûne bernedaye. Dozger saeet di 22.00'yan de careke din hatiye cihê bûyerê û lêkolîna mayî kiriye. Ev bûyer li navçeyên din jî berbelav bûne. Di 10'ê Mijdarê di çalakiyên şermezarkirinê yên li Geverê de Îslam Bartin, Ergîn Mengeç û Abdulhalîk Geylanî jî jiyana xwe ji dest dane. 
 
Piştî bûyerê rayedarên dewletê li ser hev du daxuyanî dane. Piştî bûyerê bi rojekê Serfermandarê Giştî di daxuyaniya xwe de gotiye: "Tê gotin hin kesên esker jî daxilî nav vê bûyera xembar bûne. Ev bûyer bi her awayî întiqalî meqamên edlî hatiye kirin." Her wiha Serfermandarê Giştî yê wê demê Hîlmî Ozkok jî gotibû: "Me di warê îdarî de lêpirsîn daye destpêkirin. Merciyên edlî jî lêpirsîna edlî dikin. Divê em li bendê bên. Ez ne personelên xwe tawanbar dikim, ne jî diparêzim." 
 
Serokwezîrê wê demê Recep Tayyîp Erdogan jî piştî bûyerê bi 3 rojan yanî di 11'ê Mijdara 2005'an de gotibû: "Kî dibe bila bibe, kî kiribe jî wê bedêla vê yekê bide. Bila tu kes ne li benda îltimas û parastinê be. Çi bikeve ser milê darazê wê bi awayekî herî baş pêk bîne." 
 
Fermandarê Hêzên Bejahiyê Yaşar Buyukanit jî ji bo bersûc Alî Kaya gotibû: "Ez wî nas dikim, zarokekî baş e." Piştî bûyerê hatibû gotin ku Buyukkanit û Alî Kaya bi hev re xebitîne û heta bi hev re kooperatîfek çêkirine û serokê vê kooperatîfê jî Alî Kaya bûye. 
 
Piştî bûyerê Alî Kaya, Ozcan Îldenîz û îtirafkar Veysel Ateş 2 rojan li Miduriyeta Polîsan hatine girtin. Lê di daxuyaniyên rayedaran de hatibû gotin ku "der barê bûyerê de tenê kesek di binçavan de ye, wekî din kes nehatiye binçavkirin." Ev nîşe û daxuyanî bal kişandiye. Piştî gel ev yek bihîstiye careke din daketiye kuçe û kolanan. Piştî vê careke din hatiye daxuyandin ku hejmar ne yek, 3 kes bûne. Piştî îfadeya li dozgeriyê her sê kes hatine berdan. Vê carê jî gel serî rakiriye. Bi vê re hes sê kesan cardin şandine dadgehê û hatine girtin. 
 
Li gorî belgeyên derketin holê; Alî Kaya û Ozcan Îldenîz gava li cendirmeyê di binçavan de bûne nivîsek dane amadekirin. Di nivîsê de hatiye gotin ku "ji bo peywireke fermî li Şemzînanê" bûne, lê piştî fermandarên fermî nivîs îmze nekirine ev plansazî pêk nehatiye. Heger plansaziya Kaya û Îldenîz pêk bihata, wê ji bo her duyan belgeyên fermî bihatana amdekirin ku ji bo peywireke fermî li Şemzînanê bûne û wê ji bo "peywira li dijî terorê" nehatana girtin.
 
PÊVAJOYA DOZÊ 
 
Di 19'ê Hezîrana 2006'an de Dadgeha Cezayê Giran a 3'yan a Wanê, bi sûcê" kuştina mirovan", "avakirina rêxistinê" 39 sal û 5 meh û 10 roj ceza li binefser Kaya û Îldenîz û îtirafkar Veysel Ateş birîbû. Li ser îtiraza parêzerên bersûcan Daîreya Ceza ya 9'an a Dadgeha Bilind di 16'ê Gulana 2007'an de temyîzê temam kiribû û cezayê hatibû birîn xera kiribû. Di 13'ê Hezîrana 2007'an de careke din doz li Dadgeha Cezayê Giran a 3'yan a Wanê dest pê kiribû. Dadgehê jî di 14'ê Îlona 2007'an de biryara "nepeywirdariyê" dabû û dosyeyê ji Dadgeha Leşkerî ya Wanê re şandibû. Dadgeha Leşkerî ya Wanê jî di 14'ê Kanûna 2007'an de, di danişîna ewil de bersûc tehliye kiribûn. Dadgeha Leşkerî, di 22'yê Çileya 2010'an de xwestibû dosyeyê ji Dadgeha Cezayê Giran a Colemêrgê re bişîne. Lê piştî îtiraza parêzeran dosyeyê ji Dadgeha Lihevnekirinê re şandibû. Dadgeha Lihevnekirinê jî ji ber hin guherînên di Qanûna Bingehîn de, di 2'yê Gulana 2011'an de dosyeya Doza Şemzînanê careke din ji Dadgeha Cezayê Giran a 3'yan a Wanê re şandibû. 
 
Piştî dosye ji Dadgeha Cezayê Giran a 3'yan a Wanê re hatibû şandin, her sê bersûc di 9'ê Hezîrana 2011'an de careke din hatibûn girtin. Di 10'ê Çileya 2012'an de binefser Alî Kaya û Ozcan Îldenîz û îtirafkar Veysel Ateş bi sûcê "kuştina mirovan" û "avakirina rêxistinê" hatibûn cezakirin û 39 sal û 5 meh û 10 roj ceza li wan hatibû birîn. Di danişîan dawîn a li Dadgeha Cezayê Giran a 3'yan a Wanê de, dadgehê pêşî ji sûcê "avakirina rêxistinê" derbarê her sê bersûcan de biryara beraetê, paşê ji ber sûcê "kuştin û birîndarkirina mirovan" biryara ji nû ve darzandinê dabû û her sê bersûc berdabûn.
 
Piştî îtirazan darizandin li Dadgeha Cezayê Giran a 1'ê ya Wanê ji nû ve dest pê kiribû û dadgehê di 20'ê Kanûna 2021'ê de "zarokên baş ê dewletê" beraet kiribû. 
 
Dosye ji bo temyîzê ji Dadgeha Bilind re hatibû şandin.
 
 
 

Sernavên din

08/11/2022
11:28 Li Wanê 6 penaber ji zinar ketin xwarê
11:23 Elmanya ji bo Fîncanci name ji Erdogan re şand: Bila bê berdan
10:49 Serhildana li rojhilatê Kurdistanê û Îranê berdewam dike
09:17 Malbatên ku zarokên wan di jêrzemînan de hatin qetilkirin: Em ê doza heqê zarokên xwe bikin
09:07 Sîbel Balaç: Me li dijî bêedaletiyê mafê xwe yê rêxistinbûyînê parast
09:05 Îdianameya kujerê Berîvan Alturkê hat amadekirin
09:04 17 sal di ser bombekirina Pirtûkxaneya Ûmûtê re derbas bûn
09:01 Tevî hemû delîlan jî kujerên Evgun nehatine zevtkirin!
09:00 ROJEVA 8'Ê MIJDARA 2022'YAN
07/11/2022
20:09 50 kesên di meşa li dijî çekên kîmyewî de hatibûn binçavkirin hatin berdan
16:30 Şandeyeke amerîkî hat Enqereyê
16:29 Li Agiriyê qeza pêk hat: 7 kes mirin 11 kes birîndar bûn
16:24 Di êrişa dewleta tirk de şervanekî HSD’ê jiyana xwe ji dest da
16:17 Xwendekarên Zanîngeha Dîcleyê: Ev der Amed e û em ê li ber xwe bidin
14:10 Tirkiye dibe sedem ku kolera li Sûriyeyê belav bibe
14:02 Seroka Giştî yê DÎSK’ê serdana Malbata Şenyaşar kir: Ev têkoşîn Tirkiyeyê vedibêje
14:02 Dîmenên dema artêşa tirk cenazeyên leşkeran dişewitîne hatin weşandin
13:42 Bihayê zêran di nava hefteyekê de ji sedî 2 zêde bû
13:32 Pirtûkên ku bi îdiaya ‘delîlên sûc’ desteser kiribûn dîsa li rojnamegeran vegerandin
12:01 Bavê aktîvîstê îranî Ronaghî li pêşiya girtîgehê krîza dil derbas kir
11:57 Li Belucistanê 15 girtî hatin bidarvekirin
11:44 Berê xwe bidin çiyayan hûn ê xweşikbûna payîzê bibînin
11:37 Piştî NATO’yê vê carê jî Swêd serdana Tirkiyeyê dike
11:31 Konferansa Jinan a Navneteweyî bi dawî bû: Tora têkoşîna hevpar hat ragihandin
11:11 Jin wê di 25’ê Mijdarê de li Tunela Taksîmê bin
10:33 Li Baselê Dîwana Dengbêjiyê hate lidarxistin
10:22 Ji JINNEWS’ê çeteleya tundiyê ya cotmehê
10:21 Meşa Mirovahiyê: Ji bilî berxwedanê tu çare nînin
10:16 Li Sengawê 2 DAIŞ’î hatin kuştin
10:15 Chomsky xwest ku bikaranîna çekên kîmyewî bê lêkolînkirin
09:01 Mêrsîn bi bermayiyan qirêj dibe, nexweşî zêde dibin
09:00 ROJEVA 7'Ê MIJDARA 2022'YAN
07:16 Kesên li Stenbolê hatibûn binçavkirin hatin berdan
06/11/2022
22:49 Li Herêma Kurdistanê leşkerek hate kuştin 3 jî birîndar bûn
20:52 Konferansa Jinan a Navnetewî: Jiyana tê xwestin bi şoreşê pêkane
18:59 Li Silopiya di meşa li dijî çekên kîmyewî de 32 kes hatin binçavkirin
18:45 Li Stenbolê 80 kes hatin binçavkirin
17:53 Tîma Futbolê ya Jinan a Amedsporê bi Trabzonsporê re 1 û 1 ma
17:08 Ji Stenbolê bang kirin: Heta ku were lêkolînkirin em ê li qadan bin
16:46 TÎP: Em ê li hemberî êrişên faşîst serî netewînin
15:54 12 parlamenteran ji Parlamentoya Başûr îstîfa kirin: Em nabin şirîkê derqanûntiyê
15:33 Li her kolana derdikeve Îstîklalê li ber xwe dan
14:41 Ji 300 rewşenbîran bo rejîma Îranê bang: Dawî li zextên xwe bîne
14:35 Li Wanê operasyana leşkerî hate destpêkirin
14:35 Li Global Boksê bikaranîna çekan hat protestokirin
14:13 Malbata Şenyaşar: Yên ku aliyê zaliman digirin dê winda bikin
13:55 Li Îranê dengê şoreşê bilind dibe
13:38 Parlamenterên Iraqê bang li hikûmetê kirin: Li dijî êrişan bêdeng nemîne
12:47 Bi hezaran kesan li dijî çekên kîmyewî kolan bi kolan li ber xwe dan
12:30 Ji bo ‘Meşa Mirovahiyê’ çol û çiyayan derbas dikin
12:22 Di kampa leşkerî ya Somaliyê de teqîn: 5 kes mirin, 11 kes birîndar bûn
12:21 Prof. Dr. Altintaş: Gotina ‘bila YOK were girtin’ êdî dibe fantazî
11:30 Li Silopiyayê ‘Meşa Mirovahiyê’ dest pê dike
11:18 Baroyan ji bo ‘çareserkirina pirsgirêka kurd’ bang kirin
10:17 Di kana madenê ya Zonguldakê de teqîn: 4 karker birîndar bûn
09:55 Philippe Leruth: Rojnamegerên hatine girtin, rûmeta rojnamegeriya li Tirkiyeyê ne
09:28 Di şer û pevçûnên li Başûr de 2 leşker hatin kuştin
09:04 Seroka Odeya Bıjişkan a Amedê: Em girtina Şebnem xoceyê qebûl nakin
09:04 'Îmrali xala destpêkê ya bêhiqûqîtiyê ye'
09:03 'Desthilat dixwaze ser sûcên xwe binixumîne'
09:01 Lêpirsîna Kader Ortakayayê daxilî nava yên 'kiryar nediyar' kirin
09:00 ROJEVA 6'Ê MIJDARA 2022'YAN
05/11/2022
21:47 Xelatên Pêşbirka Helbestan a Arjen Arî hatin dayîn
19:44 Gelê Silopiyayê vexwandin ‘Meşa Mirovahiyê’
16:51 Bi pankartê banga ‘Meşa Mirovahiyê’ hate kirin
16:29 ÎHD: Bila rojnamevan û Fîncanci bên berdan
16:20 Rewşa girtiyê ku bi teşhîsa xelet hatiye emeliyatkirin giran bû
16:02 Polîsan dîsa gef li fîrmaya otobusê xwar ku rojnameya Xwebûnê nebe
15:54 Deklarasyona 25'ê Mijdarê: Li dijî faşîzm û qirkirina jinan dem dema azadiya jinan e
15:40 Li Erdîşê mirina biguman a jinekê
15:22 Di çalakiya ‘Rûniştina F’ de hat xwestin ku girtiya nexweş Çakir bê berdan
15:08 ÎHD'ê aqûbetên Bayram, Yakar û Toraman pirsîn
14:35 Ji bo welatiyên 27 sal berê hatin gulebarankirin û şewitandin edalet hat xwestin
14:18 Baroya Amedê bertek nîşanî beraetkirina serokê MHP’ê da
13:55 2’yemîn Konferansa Jinan a Navneteweyî li Berlînê dest pê kir
13:49 Li Bedlisê operasyona leşkerî hate destpêkirin
13:42 Orbay ji Stenbolê heta Heciya Kurda hat pêşwazîkirin
13:32 Fîncanci: Ez ê tevkariya xwe ya li heqîqetê bidomînim
13:12 EMEP’ê ji bo piştevaniyê serdana ajansa me kir
13:11 Heman dadgerî Mûsa Orhan tehliye kir û serokê MHP’yî jî da beraetkirin
13:02 ‘Li Iraqê hebûna leşkerên tirk dagirkerî ye’
12:18 Malbata Şenyaşar: Rojên ku heqîqet derkeve holê nêz in
12:18 Parêzer Aryen Tûran: Em ê her bêhiqûqiyan vebêjin
12:00 Li Xarpêtê ji ber deynî şer kirin: 3 kes mirin
11:47 Eyşe Efendî: Divê kurd li dijî çekên kîmyewî hêza xwe bikin yek
11:30 Malbatên girtiyan: Çapemeniya azad rastiya me ye
11:30 Bi veguhestina pirtûkan xwestin girtiyê nexweşê giran Boltan îşkence bikin
11:07 Banga ji bo ‘Meşa Mirovahiyê’ ya li Silopiya: Bila hesab bidin
10:07 Li Kurdistanê ji bendavan ber bi kîmyasalê ve: Talana ekolojîk didome
09:37 Xwendekarên Zanîngeha Dîcleyê: Heke xwesteka me neyê cih em ê biçin ber deriyê rektoriyê
09:37 Di Doza Kobanê de biryara navberê hate dayîn: Yorûlmaz û Bagcik hatin berdan
09:09 Bavê Xemgîn Kiçî yê bi çekên kîmyewî hat qetilkirin: Ji bo Xemgînan çû, serê me netewand
09:04 Banga ji bo 'Meşa Mirovahiyê': Werin em bi hev re li dijî çekên kîmyewî têbikoşin
09:02 'Em li axa xwe bikaranîna çekên kîmyewî qebûl nakin'
09:01 Li Îmraliyê 'hîle-î şerriye' didome
09:00 ROJEVA 5'Ê MIJDARA 2022'YAN
04/11/2022
23:18 Sancar: Desthilat herî zêde ji çapemeniya azad ditirse
22:39 Doza Kobanê: Hûn jinên kurd didarizînin
21:46 Abdulhamît Orbay piştî 30 salan ji girtîgehê derket
20:35 Rojbîn Perîşan li Amedê bi dirûşmeya 'jin jiyan azadî' hat pêşwazîkirin