Rihayî: Em nîv kîlo goşt dikirin û bêhn dikin

  • rojane
  • 09:02 16 Mijdar 2022
  • |
RIHA - Li Rihayê welatiyan bal kişandin ser bihabûnê û wiha gotin: "Em nîv kîlo goşt dikirin û bêhn dikin. Hema bêhna goşt bê me bes e."
 
Li welêt krîza aborî ji ber polîtîkayên desthilata AKP'ê her diçe kûrtir dibe. Ji ber vê fiyetê her tiştî biha dibe. Li Rihayê welatiyan got ku xelasiya ji krîza aborî, bi çûna desthilata AKP'ê pêkan e.
 
'EM GOŞT BÊHN DIKIN'
 
Kadîr Înce yê 48 salî yê penêrfiroş bi van gotinan tinazê xwe bi rewşa aborî ya Tirkiyeyê kir: "Jiyan super e, em debara xwe dikin. Em heftê 2 kîlo goşt dikirin, em peqlewê dikirin. Em pir qezenc dikin." Înce diyar kir ku herî dawî mehek berê nîv kîlo goşt kiriye û wiha got: "Em li malê 8 kes in. Em nîv kîlo goşt dikirin û bêhn dikin. Em dibêjin bêhna goşt bê bes e. Em bêhn dikin, cardin dixin sarincê."
 
FIYETÊ PENÊR 4 QATAN ZÊDE BÛYE'
 
Înce bibîr xist ku desthilat dibêje "her kes dikare her tiştî bikire" û wiha axivî: "Lê ez nikarim bikirim. Ên dikirin ez pir meraq dikim bê çawa dikarin bikirin. Gava ez ji wan dipirsim, dibêjin ji kal û bavê me ji me re maye." Înce anî ziman ku berî penêr bi 15 lîreyan dikirîn û bi 20 lîreyî difirotin û got ku lê niha bi 55 lîreyan dikirin û bi 60 lîreyî difiroşin.
 
BANG LI CIWANAN KIR
 
Jineke ku nexwest navê wê bê eşkerekirin jî diyar kir ku nikare debara xwe bike û ev tişt anî ziman: "Sedema vê bihab, dewlet e. Dixwazin me bi saxî bikujin. Çareya wê sindoq in. Ciwanino biaqil bin, em ne biaqil bûn, lê hûn biaqil bin."
 
'EM NIKARIN DEBARA XWE BIKIN'
 
Îsmaîl Dogan ê 62 salî ku li ser înşeatan dixebite jî ev tişt gotin: "Em nikarin debara xwe bikin. Me kîsek şekir bi 100 lîreyî dikirî, lê niha bûye 500 TL. Tûpê metbexê bûye 300 lîre. Her tiş 3-4 qat biha bûye. Îjar em ê çawa debara xwe bikin." Dogan bilêv kir ku heqdesta wî 200 lîre ye û wiha bertek nîşan da: "Ma tu yê bi 200 lîreyî çi bikirî? Krîz heye. Kes nikare wê rast bike." 
 
BERPIRS DESTHILAT E
 
Mehmet Bakir ê 24 salî ku betal e got ku debar zor bûye. Bakir diyar kir ku ji ber vê rewşê difikire xwe bikuje û wiha axivî: "Aborî rûxiyaye. Li Rihayê tu kar tune ye." Bakir anî ziman ku her tişt biha bûye û wiha pê de çû: "Bavê min pakêta cixareyê dide min. Pakêtekê dikire nîviyê wê dide min." Bakir destnîşan kir ku berpirsê vê rewşê rêveberên vî welatî û desthilata heyî ye û wiha got: "Çareserî çûna ji vî welatî ye."
 
Welatiyê bi navê Mehmet Candogdû jî destnîşan kir ku li vî welatî pergala aborî û perwerdehiyê rûxiyaye û nikarin debara xwe bikin.
 
Candogdû bilêv kir ku berpirsê vê rewşê hikûmet û Erdogan e û wiha got: "Divê biçe ku ev mesele çareser bibe." 
 
Mîzbah Ûndûç jî bal kişand ser bihabûnê û got ku Tirkiye ji welatên Afrîkayê jî xirabtir bûye.
 
MA / Mujdat Can - Omer Akin
 
 

Sernavên din

18/03/2023
15:03 Nisêbîna rengîn xwe ji Newroza azadiyê re amade dike
14:34 Dayikên Şemiyê: Bi kujerên salên 90’î travmayên me der nekin
14:05 Xizmên Windayan li aqûbeta Mungan û Kursep pirsîn
13:55 Li Hatayê bekçiyan tundî li mexdûrên erdhejê kir
13:46 Sibê wê li Antalyayê agirê Newrozê bê pêxistin
13:15 Kujêrê malbata Şenyaşar li nexweşxaneya lê tedawî didît jiyana xwe ji dest da
12:55 Ji partiyên Kurdistanî peyama Newrozê: Em bi ruhê yekitiya neteweyî qadan tije bikin
12:03 Li Semsûrê avahiya 3 qatî ya bixesar xwe bi xwe hilweşiya
11:54 Li Serhedê amadekariyên Newrozê temam bûn
11:40 Derbarê Pûtîn de biryara girtinê hate dayîn
11:31 Li Geverê mirinek bi guman
11:30 Bafil Talabanî ji bo şervanên QSD’ê peyameke sersaxiyê weşand
11:17 Malbata Şenyaşar: Yên zilmê dikin wê axir û dinyaya wan wêran bibe
11:16 Ji bo Newroza Mêrsînê bang kirin: Werin em serhildana xwe bikin yek
10:44 Li Êlihê amadekariyên Newrozê bi dawî bûn: Em li qada Newrozê hesab bixwazin
10:27 Qoser ji Newrozê re amade ye: Em qesra Dehaqan bi serê wan ve hilweşînin
10:26 Qeymeqamtiyê xizmên AKP’î û MHP’iyan wergirtin kar
10:09 Parêzer Dînç: Divê CPT demildest rapora xwe ya Îmraliyê eşkere bike
09:57 Qada Yenîkapiyê ji bo agirê Newrozê amade ye
09:30 Nexweşxaneya Elkê tevî rapora “Ji erdhêjê re ne qayime” jî nayê valakirin
09:21 Dê ji bo azadiya Abdullah Ocalan biqîrin
09:02 Onlîk ê ji konebajar hat derxistin: Piştî erdhejê, lehiyê li me da!
09:01 Banga ji bo Newrozê: Em tecrîdê bişikînin
09:01 'Girtîgeha Amedê divê bibe muzeya hevrûbûnê'
09:00 ROJEVA 18'Ê ADARA 2023'YAN
17/03/2023
20:20 Rêveberiya Xweser: Em ê bi ruhê Newrozê civaka xwe rizgar bikin
19:51 Ciwanan li Wanê agirê Newrozê gur kir
19:47 Li Cizîrê ji bo Newrozê belavok hatin belavkirin
19:43 Kiliçdaroglû hevdîtin bi Turkan Elçiyê re kir
17:40 QSD: 9 şervanên me di qezaya helîkopterê de şehîd bûn
17:36 Rojnamevanên ku li Rihayê hatibûn binçavkirin hatin berdan
17:34 Li Şirnexê 12 herêm hatin qedexekirin
16:54 Bûldanê li Rihayê serdana welatiyên ku bandor ji lehiyê girtin û malbat Şenyaşarê kir
16:53 Ji bo Newroza Wanê banga tevlibûnê hate kirin
16:47 Hejmara qurbaniyên lehiyê gihîşt 18 kesan
16:36 Agirê Newrozê wê li 39 navendan were vêxistin
16:21 Hevserokê KCD’ê Ozturk: Em soz didin wê hesabê bidin
16:12 Girtiyê nexweş ê rewşa wî xedar e dîsa hat girtin
15:23 Ji bo Newrozê bang li ciwanan hate kirin: Em ruhê serhildanê belav bikin
15:13 Li Dîlok û Mereşê bîranînên çilrojê
14:38 Cizîra Botan wê li Qada Newrozê cejna xwe pîroz bike
14:37 Dosyayên parêzbendiyan ên 3 parlamenteran şandin Meclisê
13:33 Buldan: Derfet heye ku em vê feraseta dizî, talan û nelirêtiyê têk bibin
13:07 Sancar: Em ê bi avakirina jiyana nû re hesab ji berpirsiyarên felaketê bixwazin
12:57 Rojnamevan Yildirim hate berdan
12:50 Li Rihayê 2 rojnameger hatin binçavkirin
12:50 Aydenîz: Gelê me wê di 14’ê Gulanê de ji desthilatê hesab bipirse
12:19 Malbatan ji bo hevdîtina li Îmraliyê serî li serdozgeriyê dan
11:52 Dê rojnameger Bayram bibin Enqereyê
11:51 Li Mehsertê jineke ciwan awayeke guman jiyana xwe ji dest da
11:39 Malbata Şenyaşar: Serokkomar kesê komkujî pêk anî diparêz e
11:34 HDP’ê xwest têkildarî Kizilayê Komîsyona Lêkolînê ya Meclisê bê avakirin
11:34 HDP’ê ji bo çilroja erdhejê vîdeo parve kir: Hûn dê hesabê bidin
11:29 ‘Balavxane di nava jiyanê de bûye mîna odeyeke biçûk’
11:23 Li Îranê 7 girtiyên kurd hatin bidarvekirin
11:13 Di dosyeya HDK’ê ya Tekîrdagê de derbarê 38 kesan de doz hat vekirin
11:01 Alîkariya 10 hezar TL’an nedanê lê weke ku wergirtibe nîşan dan
10:20 Me xwe gihand 378 gundan, li 215 gundan 2 hezar û 151 cenaze hatine definkirin
10:15 Bajarê ku tevlibûna Newrozê sal bi sal lê zêdetir dibe: Wan
10:02 Ji 13 salî û vir ve Newrozê pîroz dike: Ji bo azadiyê wê agir gur bibe
09:38 Kekê Kemal Kûrkût: Bila ev Newroz bibe wesîleya edaletê
09:02 Li Botanê kelecana Newrozê: Em ê hesab ji Dehaqan bipirsin
09:01 Berteka ji bo bazarkirina qanûna 6284'an: Têkoşîna jinan wan çavtirsandî dike
09:01 Cotkarên islehiyeyî li benda alîkariyê ne
09:00 'Me ji AFAD'ê konteyner xwest got 'herin bikirin'
09:00 Ege ji bo Newrozê amade ye
09:00 Ji 92'yan heya niha tev li hemû Newrozan bûye: Em ji bo van rojan têkoşiyan
09:00 ROJEVA 17'Ê ADARA 2023'YAN
16/03/2023
21:20 Li Rihayê xebatên lêgerînê didomin
20:33 Li Enqereyê agirê ewil ê Newrozê hat vêxistin
20:28 Rojanmevan Hamdûllah Bayram hat binçavkirin
19:20 ​​​​​​​Tê gotin ku MÎT'ê zirnevanekî efrînî revandiye
18:20 Li Kobanê û Hesekê ji ber lehiyê 2 zarok jiyana xwe ji dest dan
17:55 Hejmara kesên ji ber lehiyê jiyana xwe ji dest dan gihîşt 17'an
17:35 Tifaqa Ked û Azadiyê dê di bin heman banî de tevlî hilbijartinê bibe
16:23 Tifaqa Ked û Azadiyê li hev kir
16:05 Ji bo zarokê di lehiyê de winda bû xebatên lêgerînê hatin destpêkirin
15:58 Kolanên Amedê bi pankartên Newrozê hatin xemilandin
15:57 Li Amedê qezaya trafîkê: Ajokar di wesayîtê de asê ma
15:44 Rezervên Bankaya Navendî dihelin
15:33 Li ser sînorê Rojhilat bi pileya 5.3’yan erdhej çêbû
14:53 Li Bolûyê bi pileya 4,8 erdhej çêbû
14:52 Şaxa SES’ê ya Merdînê ji ber nelirêtiyê derheqê cîgirê serbijîşk de gilî kir
14:48 Ji Erdogan îtîrafek nû: Derfetên di destê me de têr nakin
14:41 Qurbaniyên Helebçeyê hatin bibîranîn: Bila weke qirkirinê bê naskirin
14:32 Rejîma Îranê kolberekî 14 salî birîndar kir
14:29 Emîne Şenyaşar: Ji ber vê zilmê dê kevir jî bibarin
14:25 ‘Ji bo ku qeraxê Çemê Dîcleyê ji îmarê re vekin, konbajar hat avakirin’
14:16 Newroza Enqereyê li Anitparkê tê pîrozkirin: Dê ji Dehaqan hesab bê pirsîn
14:02 Doza Hevserokê Giştî yê ÎHD’ê Turkdogan hate taloqkirin
13:56 Serokê YSK’ê: Dê li 15 welatên nû sindoq bên danîn
13:53 Buldan û Sancar dê bi TÎP û EMEP’ê re hevdîtinê bikin
13:45 TMMOB’a Rihayê: Rêveberên ku berpirsyarin bila îstîfa bikin
13:30 AKP ji bo Serokkomariyê kom bû
12:59 Li Cizîrê qezaya trafîkê: Kesek mir, yek jî birîndar bû
12:36 Li kesê nêçîra pezkoviyan dikir 261 hezar TL ceza hate birîn
12:35 Amadekariyên ji bo Newroza Stenbolê didomin
11:59 Esad: Heta Tirkiye leşkerên xwe venekişîne dê bi Erdogan re hevdîtinê nekim
11:53 Tifaqa Ked û Azadiyê civiya
11:42 Serlêdanên namzetên HDP’ê dest pê dikin: Dê distûra du serdeman naguhere