Aktivîstên jin: Berxwedana li Îranê bi felsefeya Ocalan bi ruh û can dibe

  • jin
  • 09:03 16 Mijdar 2022
  • |
WAN - Jinan anî ziman ku mirov nikare berxwedana li Îranê derî tespîta Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan ku gotibû "Sedsala 21'ê dê bibe sedsala jinê" binirxîne û gotin ku berxwedan dê bi felsefeya Ocalan bi ruh û can bibe. 
 
Berxwedana li rojhilatê Kurdistanê û Îranê ku piştî qetilkirina Jîna Emînî dest pê kir, her diçe berbelavtir dibe. Yek ji taybetmendiyên vê berxwdanê ku wê ji berxwedanên din cudatir dike pêşengtiya jinê ye û li dora dirûşmeya "Jin, Jiyan, Azadî"yê xwe birêxistin dike.
 
Jinan destnîşan kir ku dirûşmeya "Jin, Jiyan, Azadî" ji felsefeya Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan welidiye û wiha gotin: "Ya ku li Îranê bi ruh û can bûye paradîgmaya Ocalan e."
 
PARADÎGMAYA OCALAN
 
Aktivîsta mafên jinan Neslîhan Şedal diyar kir ku mirov nikare şoreşa li Rojhilat û Îranê derî tespîta Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan ku gotibû "Sedsala 21'ê dê bibe sedsala jinê" binirxîne. Şedalê destnîşan kir ku jin hem li Rojhilata Navîn hem li Kurdistanê hem jî li cîhanê pêşengiya tevger û berxwedanên civakî dikin û wiha got: "Jin li hemberî hemû komkujî û êrîşan li ber xwe didin. Pergala zilamsalarî jî hebûna xwe bi qirkirina jinê didomîne û tiştekî ku mirov nikare jê re bibêje jiyan li jinan ferz dike. Jin êdî li hemberî vê serî radikin. Dibêjin ew vê jiyanê û vê pergalê qebûl nakin. Lewma jin û gel hema rojekê be jî dest ji kolanan bernadin. Em dibînin ku jin qalibên li wan tên ferzkirin rûdixînin û hemû kodên zayendparêz deşîfre dikin."
 
SERÎHILDANA ÎŞTARÊ
 
Şedalê bilêv kir ku li Îranê jin çalakiyên xwe rengîn dikin û bal kişand ser çalakiyeke jinên îranî ku boyax avêtine hewzên li bajaran û ew sor kirine. Şedalê da zanîn ku ev çalakî dişibe çalakiya Xwedawend Îştarê û ev tişt anî ziman: "Ev çalakî di mîtolojiyê de serîhildana Îştarê tîne bîra me. Îştar, li hemberî feraseta ku dest dirêjî wê dike hemû çem, robar, gol û behran di nava xwînê de dihêle û jiyanê radiwestîne. Li Îranê jî em dibînin ku jin berxwedanê dihûnin û xwe disipêrin dîroka xwe."
 
'DAWIYA PERGALA ZILAMSALARÎ'
 
Bi domdarî Şedalê anî ziman ku jin dê li Îran û Rojhilatê bibin cihê guherîneke kokdar û wiha domand: "Em wiha difikirin ku dê pergala baviksalarî ya global nikaribe xwe ji vê berxwedanê xelas bike. Ev berxwedan, dê li cîhanê, deverên din ên Rojhilata Navîn û Kurdistanê jî rû bide. Me berê dirûşma 'Jin, Jiyan, Azadî'yê di Şoreşa Rojavayê de jî dît. Niha heman tişt li Rojhilatê pêk tê. Ev yek nîşan dide ku êdî pergala zilamsalarî dê nikaribe pêşî li ber şoreşa jinê bigire. Divê mirov me her derî bi felsefeya 'Jin, Jiyan, Azadî' birêxistin bikin. Divêtim şoreşa jinê ya li Rojhilatê bê silavkirin û li dor vê şoreşê xwerêxistinbûyîn bê kirin."
 
FELSEFEYA OCALAN BI RUH Û CAN DIBE
 
Şedalê tespîta"Heya jinên civakekê azad nebe civak azad nabe" a Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan bibîr xist û ev tişt anî ziman: "Feraseta ku heya jin azad nebe civak azad nabe, ji aliyê her kesî ve hatiye fêmkirin û têkoşîna ji bo wê didome." 
 
Aktîvîsta Tevgera Jinên Azad (TJA) Şukran Şenê jî diyar kir ku li Îranê hêrsa jinan xwe daye der û wiha derbirî: "Em dibînin ku li vir Şoreş dê bi jinê pêk bê. Ew hêrsa jinê ya ku tim hatiye xitimandin xwe li vir dide der. Dirûşma 'Jin, Jiyan, Azadî'yê li vir hemû jinan dibewîne. Şoreşa li wir jî xwe bi dirûşmeya 'Jin, Jiyan, Azadî'yê kiriye yek."
 
'JIYANA JI BO GELAN'
 
Aktîvîsta TJA'yê Denîz Oztekînê jî paradîgmaya demokratîk, ekolojîk û azadiya jinê ya Ocalan bibîr xist û wiha axivî: "Ev paradîgma, ji bo tevahiya gelan jiyan e. Ev paradîgma, li Rojavayê bi bedêlên giran bi ruh û can bû û niha jî li Rojhilatê têkoşîneke wekeî wê heye. Gava em li Şoreşa Îranê mêze dikin em helwesta bibiryar a jinan dibînin. Li Îranê jin vê yekê kêl bi kêl dihûnin û paş de gav navêjin."
 
'JIN PERGALA HEYÎ QEBÛL NAKIN'
 
Oztekînê bilêv kir ku jin êdî pergala baviksalariyê qebûl nakin û got: "Jin, li qadan bi bedêlên giran azadiya xwe bi dest dixin. Li Îranê 43 sal in jin hepsî malê hatine kirin û azadiya wan hatiye tunekirin. Jin di şexsê Jîna Emîniyê de veguherîn hêrseke mezin. Jin êdî pergalê qebûl nekirin û tifaqa xwe ava kirin. Azadiya jinê, azadiya civakê ye."
 
MA / Berîvan Kûtlû

Sernavên din

16/11/2022
13:24 Gelo serokê MHP’î tê parastin?
12:56 Çalakiya Nobeta Edaletê ya Malbata Şenyaşar didome
12:55 Berdevka TJA’yê Gokkan: Parastina min ‘jin jiyan azadî’ ye
12:04 Di şantiyeya Navenda Fînansê de şewat derket: Kesek mir, 3 kes birîndar bûn
11:45 Muslim: Têkiliya êrişkar bi OSO’yê re heye
11:23 Qetilkirinên bakurê Kurdistanê ji Erdogan hate pirsîn
11:22 ŞanoWanê dest bi atolyeya şanoyê kir
10:54 ‘Jin bihêz in lewma ziravê wan diqete lê dê bi êrişên xwe bi me nekarin’
10:36 Danişîna biryarê ya doza Dedeogûllari sibe tê lidarxistin
09:19 Moşek li Polonyayê ket: NATO dê bicive
09:13 Ji OHD û DTO'yê piştgiriya ji bo Nobeda Edaletê: Binpêkirina mafan îşkence ye
09:03 Aktivîstên jin: Berxwedana li Îranê bi felsefeya Ocalan bi ruh û can dibe
09:02 Rihayî: Em nîv kîlo goşt dikirin û bêhn dikin
09:01 Hevserokê HDP'ê yê cezayê hepsa malê lê hatiye birîn: Ceza delîla kîmyasalê ye
09:00 ROJEVA 16’Ê MIJDARA 2022’YAN
15/11/2022
21:19 Çalakiya rûniştinê ya jinan bi dawî bû
21:07 Li Dersimê Seyîd Riza û hevrêyên wi hatin bibiranîn
17:38 Li Hezexê zarokek mirî hat dîtin
17:08 Li rojhilatê Kurdistanê greva giştî dest pê kir
17:00 Li Silopiyayê jinan dest çalakiya rûniştinê kir
16:51 Bekîr Bozdag bi wêneyên girtiyên nexweş re rûbirû ma
16:46 Li Kampa Holê 2 zarok hatin qetilkirin
16:12 Dadgehê îdia kir ku qetilkirina endamên malbata Dedeogûllari bi qesta qirkirinê nehatiye kirin
16:02 Lİ Êlihê jinan ji bo 25’ê Mijdarê daxuyanî dan
15:39 Nobeta Edaletê: Dawî li şerê qirêjî bînin
15:37 66 kesên beşdarî bîranîna Tahîr Elçî bûne hatine fîşkirin!
15:25 Li Pirsûsê qeyûm hat protestokirin
15:07 HDK’ê banga hevrûbûna bi Dêrsimê re kir
15:06 ‘Kes nikare pêşî li ber têkoşîna azadiyê ya jinan bigire’
14:51 Hevdîtinên telefonê yên Albasahir ên bi serokê MHP’î re derketin holê
14:38 ‘Wêjeya li zindanan bi mêjiyekî azad û îradeyek xurt tê hilberandin’
13:39 Buldan: Em êrişa Stenbolê ji komkujiyên Pirsûs, Amed û Enqereyê nas dikin
13:38 2 jinên ku otobûsê li wan da jiyana xwe ji dest dan
13:16 Li gorî Bozdag îşkence tune ye û standartên demokrasiyê pir baş in!
13:04 PYD: Tirkiye ji bo êrişan bingehê amade dike
12:23 Malbatên girtiyan: Em zilma li ser zarokên xwe qebûl nakin
12:12 Li Demîrel a HDP’î 5 meh cezayê hefsê hate birîn
12:01 Bîlançoya 7 mehan a şer hat eşkerekirin
11:57 TUÎK’ê rêjeya bêkariyê eşkere kir
11:51 Parlamenter Dag bêûsûliyên li Şaredariya Amedê bir rojeva Meclisê
11:48 Koca: 6 birîndar li lêniherîna awarte ne
11:37 Malbata Şenyaşar: Baweriya me emir dike ku li dijî zilmê bêdeng nemînin
11:24 Girtî Erkol piştî hevdîtina bi malbatê re li erdê hat kaşkirin
11:13 Hejmara nû ya Kovara Golikê bi berga ‘Jin jiyan azadî’ derket
11:10 Li Geverê operasyona leşkerî hat destpêkirin
11:05 Hejmara binçavkirinên ji ber teqîna Stenbolê derket 50’an
10:58 AYM’ê ji bo hevşaredarên ku neanîn danişînê biryara binpêkirinê da
10:34 Baroya Stenbolê du roj piştre daxuyanî da
10:11 KCK: Tu eleqeya tevgera me bi teqîna li Taksîmê re nîne
10:07 Hejmara 50’an a Pêveka Jinê ya Yenîşamê derket
09:51 Girtiyê nexweş Çelîk: Girtiyan terkî mirinê dikin
09:04 Leşkeran şivan tazî kirin û îşkence li wan kirin
09:04 Malbatên girtiyan: Dengê Nobeda Edaletê bibihîsin
09:02 Nivîskarê elewî Beyî: Dewlet divê pêşî hesabê komkujiyan bide
09:01 Parêzer Enmek: Çareserî li Îmraliyê ye
09:01 Îşkenceya ku li Amara Dwlayê hatiye kirin di rapora ATK'ê de jî hatiye destnîşankirin
09:00 Derbarê siyasetmedar Aysel Tûglûkê de îdianameyeke nû
09:00 ROJEVA 15’Ê MIJDARA 2022’YAN
08:15 Li Edeneyê 5 kes hatin binçavkirin
14/11/2022
21:13 Nivîskarên girtî bi bîr anîn
16:49 Li Girtîgeha Antalyayê mafê tedawiyê yê girtiyan tê binpêkirin
16:48 Jiyan Tosûn a ku hedef hat nîşandan: Saziyên fermî agahiyên min belav kirin
16:23 Mazlum Ebdî: Eleqeya hêzên me bi êrişa li Stenbolê re nîne
16:18 Li Girtîgeha Eregliyê kurdî li girtiyan hatiye qedexekirin
15:48 Dê 25’ê Mijdarê bi dirûşma ‘Jin jiyan azadî’ pêşwazî bikin
15:34 Di encama êrişa rejîma Îranê de 2 pêşmergeyan jiyana xwe ji dest dan
15:30 TJA li Hezexê bi jinan re civiya: Kesek nikare rê li ber têkoşîna me bigire
15:21 Ji 357 kesan daxuyaniya hevpar: NA ji tundiya rejîma Îranê re
15:11 NPG: Tu eleqeya me bi teqîna li Stenbolê re nîne
14:41 Akdenîz: Tengkirina bantê sansûr e
14:41 Dozger cezayê li Onder hatiye birîn kêm dît û serî li îstînafê da
14:35 Wezareta Pêşmergeyan çû serdana Bexdayê
14:34 Ji bo çalakiyên ku dê 3 rojan li Îranê bidomin bang hat kirin
13:11 Tê xwestin jina ji Îranê ku derbarê wê de biryara darvekirinê heye dersînor bikin
13:02 Jinên îzmîrî dê di 25’ê Mijdarê de dakevin kolanan
12:51 Hevberdevkê Maseya Îslamê ya HDP’ê Ay ji bo bernameya sibe bang li gelê Amedê kir
12:38 Têkildarî teqîna li Taksîmê 46 kes hatin binçavkirin
12:31 Kesên li Taksîmê jiyana xwe ji dest dayîn hatin bibîranîn
12:26 Rapora qeyûmê Amedê: Hemû neguhêzbar hatine hecizkirin, bi 23 milyon lîre lale hatine kirîn
12:01 Ferît Şenyaşar: AKP’î di xwe de rû nabînin ku li Rihayê derkevin nava gel
11:47 Meclisên Ciwanan: Em ê rê nedin planên kaotîk
11:39 Jin cîhanek bêtundî diaxivin: Çareserî têkoşîna hevpar e
11:24 Îranê êrişî baregehên Komele û PDK-Î’yê kir
11:21 Li dijî rojnamegerên li Girtîgeha Jinan a Sîncanê hewldanên ‘taybet’
11:13 Rapora Dîwana Çavdêriya Darayî: Şaredariya Agiriyê deynê xwe kêm nîşan da
10:33 Parêzer Tosun ku hedef hatibû nîşandan li dozgeriyê gilî kir
10:20 Rapora qeyûm a Dîwana Çavdêriya Darayî: Lîmîta deynkirinê 12 qat derbas kirine
10:11 Têkildarî teqînê kesek hat binçavkirin
09:59 Li ser navê kesekê din tê girtin: Tevî belgeyan jî serlêdan tê redkirin
09:07 Baroya Şirnexê ji ber nivîsên nîjadperest gilî kir
09:05 Parêzerê Guven: Dadgeh ne çalakiyê rabûrdûyê darizandiye
09:02 'Bila li şûna girtîgehan bûdçe ji bo tenduristî û perwerdehiyê bê veqetandin’
09:01 Salvegera rizgarkirina Şengalê di sala 7’emîn de ye: Rêveberiya Xweser paşve gav naavêje
09:00 Li girtiya nexweş Tenzîle Acar muayeneya kelemçekirî hatiye ferzkirin
09:00 ROJEVA 14'Ê MIJDARA 2022'YAN
13/11/2022
22:55 Roja Nivîskarên di Girtîgehan de: Zindan bûye qada afirîneriyê
20:42 HDP'ê derbarê teqîna Taksîmê de daxuyanî da
19:48 Di panela şoreşê de serhildana rojhilatê Kurdistanê hat silavkirin
19:18 Amedspor û Tarsûsspor beramber man
18:12 Piştî teqînê herka Twitterê rawestiya