Ji OHD û DTO'yê piştgiriya ji bo Nobeda Edaletê: Binpêkirina mafan îşkence ye

  • rojane
  • 09:13 16 Mijdar 2022
  • |
img
AMED -  Hevseroka Şaxa OHD ya Amedê Ozûm Vûrgûn û Seroka DTO'yê ElÎf Tûran di salvegera çalakiya "Nobeda Edaletê" ya malbatên girtiyan de anîn ziman ku daxwazên malbatan hiqûqî ne û gotin ku binpêkirina mafên girtiyan îşkence ye.
 
Li girtîgehên Tirkiyeyê binpêkirinên mafên jiyanê yên girtiyan her roj zêde dibin. Li gorî daneyên Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD), di girtîgehan de 651 jê giran hezar û 517 girtiyên nexweş hene. Lê tevî vê yekê jî Saziya Tiba Edli (ATK) der heqê girtiyên nexweş de biryara "dikare di girtîgehê de bimîne" dide û bi vê biryarê berdana girtiyên nexweş tê astengkirin û ji ber vê gelek girtiyên nexweş di girtîgehan de jiyana xwe ji dest didin. 
 
Ji bo girtiyên nexweş û girtiyên ku înfaza wan hatiye şewitandin bên berdan malbatên girtiyan li Amedê di 16’ê Mijdarê 2021’ê de dest bi çalakiya nobeda edaletê kirin. Piştî Amedê, malbatên girtiyan li Enqere, Wan, Îzmîr û Stenbolê jî dest bi çalakiyê kiribûn. 
 
Malbatên girtiyan ên Amedê salek e çalakiya "Nobeda Edaletê" li dar dixn. Lê tevî vê yekê jî daxwazên wan hê jî pêk nehatine. Malbatên girtiyan gelek caran di çarçoveya Nobeda Edaletê de çûbûn Enqereyê û serdana partiyên siyasî kiribûn û partiyên siyasî jî ji bo piştgiriyê û çaresrekirina pirsgirêkên wan soz dabûn. Lê partiyên siyasî heta niha soza ku dabûn malbatan bi cih neanîne. 
 
Malbatên girtiyan bi piştgiriya gelek saziyên Amedê di salvegera çalakiya Nobeda Edaletê de wê careke din ji bo çareseriya pirsgirêkên girtiyan bang bikin. Hevseroka Komeleya Hiqûqnasên Ji Bo Azadiyê (OHD) ya Şaxa Amedê Ozum Vûrgûn û Seroka Odeya Bijîşkan a Amedê (DTO) Elîf Tûran jî piştgirî dan çalakiya malbatan û xwestin ku daxwazên malbatan bi cih werin. 
 
‘MAFÊ TENDÛRISTIYÊ TÊ BINPÊKIRIN’
 
Tûranê diyar kir ku ji girtîgehan gelek name ji wan re tên û girtî ji ber binpêkirina mafên tendûristiyê bi gilî û gazin in. Tûranê bal kişand ser çalakiya  malbatên girtiyan ku ji bo girtiyên nexweş û girtiyên ku înfaza wan hatiye şewitandin bên berdan li dardixin û wiha axivî: “Ji ber ku mafê girtiyan tê binpêkirin, malbatên girtiyan ev salek e ku di çalakiya edaletê de ne. Dema li derve binpêkirinên mafan zêde dibin, ev herî pir bandorê li ser girtîgehan dike. Mehmet Emîn Ozkanê 80 salî çendî nexweşekî rewşa wî giran e jî, nayê berdan. Saziya Tiba Edlî (ATK)  berdana gelek girtiyên nexweş taloq kir. Ji bo Aysel Tûglûk jî gotibûn 'dikare girtîgehê de bimîne' lê Fakulteya Tibê ya Kocaeliyê der heqê wê de rapora "nikare di girtîgehê de bimîne da. Ji ber vê divê der barê girtiyên nexweş de tenê ne ATK, pisporên tendûristiyê jî biryarê bidin.”
 
‘BINPÊKIRINA MAFAN ÎŞKENCE YE’
 
Tûranê di berdewama axaftina xwe de destnîşan kir ku li gorî zagonên navneteweyî jî binpêkirina mafê tendûristiyê ya girtiyan sûc e û wiha pê dê çû: “Li gorî zagonên navneteweyî, kesek ketibê girtîgehê tenê mafê wî/ê yê azadiya qut dibe, lê ji bilî mafê azadiyê, mafê yên derve çi bin ên girtiyan jî heman maf in. Yanî çawa ku yên li derve dikarin biçin nexweşxaneyê yên girtî jî dikarin biçin. Lê heke mafê girtiyan bê binpêkirin, ev bi tena serê xwe îşkence ye. Ji ber vê em dibêjin ku heke girtiyên nexweş nikaribin di girtîgehê de pêdiviyên xwe dabîn bikin divê heyetek serbixwe vê yekê binirxîne û biryara berdanê bide. Jixwe daxwaza malbatan jî ev e. Divê daxwaza wan bi cih were.”
 
‘HIQÛQA DIJMINATIYÊ YE'
 
Parêzer Ozum Vûrgûnê jî der barê mijarê de anî ziman ku salek e malbatên girtiyan bi daxwaza edaletê di çalakiya Nobeda Edaletê de ne û ev tişt gotin: “Malbatên girtiyan ji bo girtiyên nexweş û girtiyên ku înfaza wan hatiye şewitandin bên berdan dest bi çalakiya Nobeda Edaletê kirin. Malbatên girtiyan heftê 3 rojan, roja sêşemê li ber Girtîgeha Amedê ya Tîpa D'yê, roja çarşemê li ber ATK'ê û roja pêncşemê jî li ber Edliyeya Amedê çalakiya Nobeda Edaletê li dar dixin. Çalakiya malbatan mafek e hiqûqî ye." 
 
Vûrgûnê bilêv kir ku li girtîgehan her diçe binpêkirinên mafan zêde dibin û wiha got: "Girtiyên nexweş nayên berdan û înfaza girtiyên ku cezayê wan qediyayê tê şewitandin. Yanî ev yek bêhiqûqiya li Tirkiyeyê nîşan dide. Cezakirina girtiyên nexweş hiqûqa dijminatiyê ye.”
 
‘DARIZANDINEKE CUDA LI GIRTÎGEHAN AVA BÛYE’
 
Vûrgûnê bibîr xist ku heta niha 49 girtiyan di girtîgehan de jiyana xwe ji dest dane û wiha got: “Tevî nexweşiyên giran jî ATK rapora, ‘dikarê di girtîgehê de bimîne’ dide girtiyan. Rêveberiya ATK'ê di destê Wezirê Dadê û Wezirê Tendûristiyê de ye. ATK jî li gorî talîmatên dewletê tevdigere. Ji ber van bêhiqûqiyan divê heyeteke serbixwe lêkolînan bike. Bi hincetên cuda înfaza girtiyan tê şewitandin, darizandineke cuda li girtîgehan ava bûye. Ev jî girêdayî dewletê ye.”
 
BANGA JI BO PIŞTGIRIYA NOBEDA EDALETÊ 
 
Vûrgûnê di dawiya axaftina xwe de destnîşan kir ku sepanên bêhiqûqî herî pir li hemberî girtiyên siyasî tên pêkanîn û ji bo piştgiriya çalakiya Nobeda Edaletê ya malbatên girtiyan bang kir: “Bêhiqûqiya li girtîgehan dibe sedema binpêkirina mafê jiyanê ya girtiyan. Mehmet Emîn Ozkan û Aysel Tûglûk jî yek ji van mînakan in.  Li dijî vê bêhiqûqiyê, berxwedana malbatan têkoşîneke hevpar jî derdixe hole. Daxwazên malbatan hiqûqî ne û mafdar in. Divê li dijî vê bêhiqûqiyê tu kes bêdeng nemine û piştgiriyê bide çalakiya malbatan.”
 
MA/ Mahmût Altintaş

Sernavên din

16/11/2022
12:55 Berdevka TJA’yê Gokkan: Parastina min ‘jin jiyan azadî’ ye
12:04 Di şantiyeya Navenda Fînansê de şewat derket: Kesek mir, 3 kes birîndar bûn
11:45 Muslim: Têkiliya êrişkar bi OSO’yê re heye
11:23 Qetilkirinên bakurê Kurdistanê ji Erdogan hate pirsîn
11:22 ŞanoWanê dest bi atolyeya şanoyê kir
10:54 ‘Jin bihêz in lewma ziravê wan diqete lê dê bi êrişên xwe bi me nekarin’
10:36 Danişîna biryarê ya doza Dedeogûllari sibe tê lidarxistin
09:19 Moşek li Polonyayê ket: NATO dê bicive
09:13 Ji OHD û DTO'yê piştgiriya ji bo Nobeda Edaletê: Binpêkirina mafan îşkence ye
09:03 Aktivîstên jin: Berxwedana li Îranê bi felsefeya Ocalan bi ruh û can dibe
09:02 Rihayî: Em nîv kîlo goşt dikirin û bêhn dikin
09:01 Hevserokê HDP'ê yê cezayê hepsa malê lê hatiye birîn: Ceza delîla kîmyasalê ye
09:00 ROJEVA 16’Ê MIJDARA 2022’YAN
15/11/2022
21:19 Çalakiya rûniştinê ya jinan bi dawî bû
21:07 Li Dersimê Seyîd Riza û hevrêyên wi hatin bibiranîn
17:38 Li Hezexê zarokek mirî hat dîtin
17:08 Li rojhilatê Kurdistanê greva giştî dest pê kir
17:00 Li Silopiyayê jinan dest çalakiya rûniştinê kir
16:51 Bekîr Bozdag bi wêneyên girtiyên nexweş re rûbirû ma
16:46 Li Kampa Holê 2 zarok hatin qetilkirin
16:12 Dadgehê îdia kir ku qetilkirina endamên malbata Dedeogûllari bi qesta qirkirinê nehatiye kirin
16:02 Lİ Êlihê jinan ji bo 25’ê Mijdarê daxuyanî dan
15:39 Nobeta Edaletê: Dawî li şerê qirêjî bînin
15:37 66 kesên beşdarî bîranîna Tahîr Elçî bûne hatine fîşkirin!
15:25 Li Pirsûsê qeyûm hat protestokirin
15:07 HDK’ê banga hevrûbûna bi Dêrsimê re kir
15:06 ‘Kes nikare pêşî li ber têkoşîna azadiyê ya jinan bigire’
14:51 Hevdîtinên telefonê yên Albasahir ên bi serokê MHP’î re derketin holê
14:38 ‘Wêjeya li zindanan bi mêjiyekî azad û îradeyek xurt tê hilberandin’
13:39 Buldan: Em êrişa Stenbolê ji komkujiyên Pirsûs, Amed û Enqereyê nas dikin
13:38 2 jinên ku otobûsê li wan da jiyana xwe ji dest dan
13:16 Li gorî Bozdag îşkence tune ye û standartên demokrasiyê pir baş in!
13:04 PYD: Tirkiye ji bo êrişan bingehê amade dike
12:23 Malbatên girtiyan: Em zilma li ser zarokên xwe qebûl nakin
12:12 Li Demîrel a HDP’î 5 meh cezayê hefsê hate birîn
12:01 Bîlançoya 7 mehan a şer hat eşkerekirin
11:57 TUÎK’ê rêjeya bêkariyê eşkere kir
11:51 Parlamenter Dag bêûsûliyên li Şaredariya Amedê bir rojeva Meclisê
11:48 Koca: 6 birîndar li lêniherîna awarte ne
11:37 Malbata Şenyaşar: Baweriya me emir dike ku li dijî zilmê bêdeng nemînin
11:24 Girtî Erkol piştî hevdîtina bi malbatê re li erdê hat kaşkirin
11:13 Hejmara nû ya Kovara Golikê bi berga ‘Jin jiyan azadî’ derket
11:10 Li Geverê operasyona leşkerî hat destpêkirin
11:05 Hejmara binçavkirinên ji ber teqîna Stenbolê derket 50’an
10:58 AYM’ê ji bo hevşaredarên ku neanîn danişînê biryara binpêkirinê da
10:34 Baroya Stenbolê du roj piştre daxuyanî da
10:11 KCK: Tu eleqeya tevgera me bi teqîna li Taksîmê re nîne
10:07 Hejmara 50’an a Pêveka Jinê ya Yenîşamê derket
09:51 Girtiyê nexweş Çelîk: Girtiyan terkî mirinê dikin
09:04 Leşkeran şivan tazî kirin û îşkence li wan kirin
09:04 Malbatên girtiyan: Dengê Nobeda Edaletê bibihîsin
09:02 Nivîskarê elewî Beyî: Dewlet divê pêşî hesabê komkujiyan bide
09:01 Parêzer Enmek: Çareserî li Îmraliyê ye
09:01 Îşkenceya ku li Amara Dwlayê hatiye kirin di rapora ATK'ê de jî hatiye destnîşankirin
09:00 Derbarê siyasetmedar Aysel Tûglûkê de îdianameyeke nû
09:00 ROJEVA 15’Ê MIJDARA 2022’YAN
08:15 Li Edeneyê 5 kes hatin binçavkirin
14/11/2022
21:13 Nivîskarên girtî bi bîr anîn
16:49 Li Girtîgeha Antalyayê mafê tedawiyê yê girtiyan tê binpêkirin
16:48 Jiyan Tosûn a ku hedef hat nîşandan: Saziyên fermî agahiyên min belav kirin
16:23 Mazlum Ebdî: Eleqeya hêzên me bi êrişa li Stenbolê re nîne
16:18 Li Girtîgeha Eregliyê kurdî li girtiyan hatiye qedexekirin
15:48 Dê 25’ê Mijdarê bi dirûşma ‘Jin jiyan azadî’ pêşwazî bikin
15:34 Di encama êrişa rejîma Îranê de 2 pêşmergeyan jiyana xwe ji dest dan
15:30 TJA li Hezexê bi jinan re civiya: Kesek nikare rê li ber têkoşîna me bigire
15:21 Ji 357 kesan daxuyaniya hevpar: NA ji tundiya rejîma Îranê re
15:11 NPG: Tu eleqeya me bi teqîna li Stenbolê re nîne
14:41 Akdenîz: Tengkirina bantê sansûr e
14:41 Dozger cezayê li Onder hatiye birîn kêm dît û serî li îstînafê da
14:35 Wezareta Pêşmergeyan çû serdana Bexdayê
14:34 Ji bo çalakiyên ku dê 3 rojan li Îranê bidomin bang hat kirin
13:11 Tê xwestin jina ji Îranê ku derbarê wê de biryara darvekirinê heye dersînor bikin
13:02 Jinên îzmîrî dê di 25’ê Mijdarê de dakevin kolanan
12:51 Hevberdevkê Maseya Îslamê ya HDP’ê Ay ji bo bernameya sibe bang li gelê Amedê kir
12:38 Têkildarî teqîna li Taksîmê 46 kes hatin binçavkirin
12:31 Kesên li Taksîmê jiyana xwe ji dest dayîn hatin bibîranîn
12:26 Rapora qeyûmê Amedê: Hemû neguhêzbar hatine hecizkirin, bi 23 milyon lîre lale hatine kirîn
12:01 Ferît Şenyaşar: AKP’î di xwe de rû nabînin ku li Rihayê derkevin nava gel
11:47 Meclisên Ciwanan: Em ê rê nedin planên kaotîk
11:39 Jin cîhanek bêtundî diaxivin: Çareserî têkoşîna hevpar e
11:24 Îranê êrişî baregehên Komele û PDK-Î’yê kir
11:21 Li dijî rojnamegerên li Girtîgeha Jinan a Sîncanê hewldanên ‘taybet’
11:13 Rapora Dîwana Çavdêriya Darayî: Şaredariya Agiriyê deynê xwe kêm nîşan da
10:33 Parêzer Tosun ku hedef hatibû nîşandan li dozgeriyê gilî kir
10:20 Rapora qeyûm a Dîwana Çavdêriya Darayî: Lîmîta deynkirinê 12 qat derbas kirine
10:11 Têkildarî teqînê kesek hat binçavkirin
09:59 Li ser navê kesekê din tê girtin: Tevî belgeyan jî serlêdan tê redkirin
09:07 Baroya Şirnexê ji ber nivîsên nîjadperest gilî kir
09:05 Parêzerê Guven: Dadgeh ne çalakiyê rabûrdûyê darizandiye
09:02 'Bila li şûna girtîgehan bûdçe ji bo tenduristî û perwerdehiyê bê veqetandin’
09:01 Salvegera rizgarkirina Şengalê di sala 7’emîn de ye: Rêveberiya Xweser paşve gav naavêje
09:00 Li girtiya nexweş Tenzîle Acar muayeneya kelemçekirî hatiye ferzkirin
09:00 ROJEVA 14'Ê MIJDARA 2022'YAN
13/11/2022
22:55 Roja Nivîskarên di Girtîgehan de: Zindan bûye qada afirîneriyê
20:42 HDP'ê derbarê teqîna Taksîmê de daxuyanî da
19:48 Di panela şoreşê de serhildana rojhilatê Kurdistanê hat silavkirin
19:18 Amedspor û Tarsûsspor beramber man
18:12 Piştî teqînê herka Twitterê rawestiya
17:00 Malbatên girtiyan hatin ba hev: Girtîgeh pirsgirêka tevahiya civakê ye
16:46 Rejîma Îranê bi kesên reformîst hewl dide çalakiyan têk bibe