‘Jin bihêz in lewma ziravê wan diqete lê dê bi êrişên xwe bi me nekarin’

  • jin
  • 10:54 16 Mijdar 2022
  • |
img
AMED - Parêzer Canan Arin, bi lêv kir ku desthilata AKP’ê tundiya li ser jinan weke amûra zextê bikartîne û wiha got: “Jin bihêz in û muxalefetê herî baş dikin. Lewma ziravê wan ji me diqete. Lê dê bi me nekarin.” 
 
Bi mazûvaniya Amedê 25’emîn Komcivîna Stargehên Jinan/Navendên Şêwirmendiyê di navbera 12-14’ê mijdarê de bi tev li bûna 300’î zêdetir jinan pêk hat. Komcivîn bi hevkariya Komeleya Jinan a Rosayê û Weqfa Mor Çatiyê pêk hat. Yek ji damezrînera Weqfa Mor Çatiyê parêzer Canan Arin, li ser stargehan, pratîkên qeyûmên li herêmê û têkoşîna hevkar a jinan ji ajansa me re nirxandin kirin. 
 
‘MUXALEFETA HERÎ XURT JIN DIKIN’
 
Arin, qal kir ku karê qeyûman ê ewil bû hedef nîşandana saziyên jinan û wiha got: “Gelek ji karê qeyûman hez kirin. Dixwazin herkesên ku li dijî polîtîkayên wan derdikevin bêdeng bikin, zextan lê bikin û ji holê rabikin. Li herêmê bi jinan dest bi van êrişan kirin. Ji ber ku ziravê wan diqete. Ji ber ku jin bi hêz in û muxalefeta herî baş dikin. Ev ne tenê li Tirkiyeyê, li cîhanê jî wisa ye. Ji ber wê yekê ji bo jinan bêdeng bikin û zextê lê bikin tişta ji destê wan tê dikin.”
 
‘JIN TEQEZ RÊYEKÊ DIBÎNIN’
 
Arin, bi lêv kir ku bi girtina jinan saziyeke fermî nemîne jî jin bêçare nînin û wiha berdewam kir: “Em dikarin bibêjin saziyeke fermî nemeya lê jin bêçare nînin wê teqez rêyekê bibînin. Nebe ji vir telefonê vedikin, li Stenbolê bi Mor Çatiyê re diaxive li Enqereyê yan bajarekî din bi telefonê hevkariyê dikin. An ku jin teqez rêyekê dibîne. Ev rewş nîşan dide ku desthilata AKP’ê piştevaniya tundiya li ser jinê dike û zexta li ser jinê weke amûra zextî bikartîne. Lê dê bi me jinan nekarin.” 
 
‘BI VÊ HIŞMENDIYÊ HIQÛQ BÊÇARE YE’
 
Arin, da zanîn ku tevî ku li bajarên nifûsa wan ji 100 hezarî zêdetirî vekirina stargehan mecburiye jî li gor vê yekê naçin û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Divê ewilî dadger, dozger û dadgehên ku rêgezên hiqûqê yên nivîskî pêk bînin bibînin. Em dozan vedikin lê mixabin li gor daxwaza me encam nagirin. Ji ber ku serokê AKP’ê çi biryarê bide wisa derdikeve. Ji ber ku dijhiqûqî ji bo wan ne girîng e.”
 
‘EM Ê TÊKOŞÎNÊ HEVKAR BIKIN’
 
Arin, destnîşan kir ku wê jin tevî hemû êrişan dest ji têkoşîna xwe bernedin û axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Em ê ji kolanan venakişin, bi girseyî bimeşin, em ê bi rêxistinên navnetewî re têkiliya xwe qut nekin, heke zexta zewacê bikin em ê nezewicin, heke welidînê ferz bikin em ê nekin. Tundiya zilam li her derê tundî ye. Em ji Stenbolê dibêjin li dijî bûyerên li vir derdikevin, em di nav piştevaniyê de ne, kesên li vir jî bi bûyereke li Stenbolê re dikevin nava piştevaniyê. Wê zextê zêde bikin, dê hêj gelek tişt bi serê me werin, em ê bikevin girtîgehan lê dê bi me nekarin.” 
 
MA / Eylem Akdag

Sernavên din

16/11/2022
12:56 Çalakiya Nobeta Edaletê ya Malbata Şenyaşar didome
12:55 Berdevka TJA’yê Gokkan: Parastina min ‘jin jiyan azadî’ ye
12:04 Di şantiyeya Navenda Fînansê de şewat derket: Kesek mir, 3 kes birîndar bûn
11:45 Muslim: Têkiliya êrişkar bi OSO’yê re heye
11:23 Qetilkirinên bakurê Kurdistanê ji Erdogan hate pirsîn
11:22 ŞanoWanê dest bi atolyeya şanoyê kir
10:54 ‘Jin bihêz in lewma ziravê wan diqete lê dê bi êrişên xwe bi me nekarin’
10:36 Danişîna biryarê ya doza Dedeogûllari sibe tê lidarxistin
09:19 Moşek li Polonyayê ket: NATO dê bicive
09:13 Ji OHD û DTO'yê piştgiriya ji bo Nobeda Edaletê: Binpêkirina mafan îşkence ye
09:03 Aktivîstên jin: Berxwedana li Îranê bi felsefeya Ocalan bi ruh û can dibe
09:02 Rihayî: Em nîv kîlo goşt dikirin û bêhn dikin
09:01 Hevserokê HDP'ê yê cezayê hepsa malê lê hatiye birîn: Ceza delîla kîmyasalê ye
09:00 ROJEVA 16’Ê MIJDARA 2022’YAN
15/11/2022
21:19 Çalakiya rûniştinê ya jinan bi dawî bû
21:07 Li Dersimê Seyîd Riza û hevrêyên wi hatin bibiranîn
17:38 Li Hezexê zarokek mirî hat dîtin
17:08 Li rojhilatê Kurdistanê greva giştî dest pê kir
17:00 Li Silopiyayê jinan dest çalakiya rûniştinê kir
16:51 Bekîr Bozdag bi wêneyên girtiyên nexweş re rûbirû ma
16:46 Li Kampa Holê 2 zarok hatin qetilkirin
16:12 Dadgehê îdia kir ku qetilkirina endamên malbata Dedeogûllari bi qesta qirkirinê nehatiye kirin
16:02 Lİ Êlihê jinan ji bo 25’ê Mijdarê daxuyanî dan
15:39 Nobeta Edaletê: Dawî li şerê qirêjî bînin
15:37 66 kesên beşdarî bîranîna Tahîr Elçî bûne hatine fîşkirin!
15:25 Li Pirsûsê qeyûm hat protestokirin
15:07 HDK’ê banga hevrûbûna bi Dêrsimê re kir
15:06 ‘Kes nikare pêşî li ber têkoşîna azadiyê ya jinan bigire’
14:51 Hevdîtinên telefonê yên Albasahir ên bi serokê MHP’î re derketin holê
14:38 ‘Wêjeya li zindanan bi mêjiyekî azad û îradeyek xurt tê hilberandin’
13:39 Buldan: Em êrişa Stenbolê ji komkujiyên Pirsûs, Amed û Enqereyê nas dikin
13:38 2 jinên ku otobûsê li wan da jiyana xwe ji dest dan
13:16 Li gorî Bozdag îşkence tune ye û standartên demokrasiyê pir baş in!
13:04 PYD: Tirkiye ji bo êrişan bingehê amade dike
12:23 Malbatên girtiyan: Em zilma li ser zarokên xwe qebûl nakin
12:12 Li Demîrel a HDP’î 5 meh cezayê hefsê hate birîn
12:01 Bîlançoya 7 mehan a şer hat eşkerekirin
11:57 TUÎK’ê rêjeya bêkariyê eşkere kir
11:51 Parlamenter Dag bêûsûliyên li Şaredariya Amedê bir rojeva Meclisê
11:48 Koca: 6 birîndar li lêniherîna awarte ne
11:37 Malbata Şenyaşar: Baweriya me emir dike ku li dijî zilmê bêdeng nemînin
11:24 Girtî Erkol piştî hevdîtina bi malbatê re li erdê hat kaşkirin
11:13 Hejmara nû ya Kovara Golikê bi berga ‘Jin jiyan azadî’ derket
11:10 Li Geverê operasyona leşkerî hat destpêkirin
11:05 Hejmara binçavkirinên ji ber teqîna Stenbolê derket 50’an
10:58 AYM’ê ji bo hevşaredarên ku neanîn danişînê biryara binpêkirinê da
10:34 Baroya Stenbolê du roj piştre daxuyanî da
10:11 KCK: Tu eleqeya tevgera me bi teqîna li Taksîmê re nîne
10:07 Hejmara 50’an a Pêveka Jinê ya Yenîşamê derket
09:51 Girtiyê nexweş Çelîk: Girtiyan terkî mirinê dikin
09:04 Leşkeran şivan tazî kirin û îşkence li wan kirin
09:04 Malbatên girtiyan: Dengê Nobeda Edaletê bibihîsin
09:02 Nivîskarê elewî Beyî: Dewlet divê pêşî hesabê komkujiyan bide
09:01 Parêzer Enmek: Çareserî li Îmraliyê ye
09:01 Îşkenceya ku li Amara Dwlayê hatiye kirin di rapora ATK'ê de jî hatiye destnîşankirin
09:00 Derbarê siyasetmedar Aysel Tûglûkê de îdianameyeke nû
09:00 ROJEVA 15’Ê MIJDARA 2022’YAN
08:15 Li Edeneyê 5 kes hatin binçavkirin
14/11/2022
21:13 Nivîskarên girtî bi bîr anîn
16:49 Li Girtîgeha Antalyayê mafê tedawiyê yê girtiyan tê binpêkirin
16:48 Jiyan Tosûn a ku hedef hat nîşandan: Saziyên fermî agahiyên min belav kirin
16:23 Mazlum Ebdî: Eleqeya hêzên me bi êrişa li Stenbolê re nîne
16:18 Li Girtîgeha Eregliyê kurdî li girtiyan hatiye qedexekirin
15:48 Dê 25’ê Mijdarê bi dirûşma ‘Jin jiyan azadî’ pêşwazî bikin
15:34 Di encama êrişa rejîma Îranê de 2 pêşmergeyan jiyana xwe ji dest dan
15:30 TJA li Hezexê bi jinan re civiya: Kesek nikare rê li ber têkoşîna me bigire
15:21 Ji 357 kesan daxuyaniya hevpar: NA ji tundiya rejîma Îranê re
15:11 NPG: Tu eleqeya me bi teqîna li Stenbolê re nîne
14:41 Akdenîz: Tengkirina bantê sansûr e
14:41 Dozger cezayê li Onder hatiye birîn kêm dît û serî li îstînafê da
14:35 Wezareta Pêşmergeyan çû serdana Bexdayê
14:34 Ji bo çalakiyên ku dê 3 rojan li Îranê bidomin bang hat kirin
13:11 Tê xwestin jina ji Îranê ku derbarê wê de biryara darvekirinê heye dersînor bikin
13:02 Jinên îzmîrî dê di 25’ê Mijdarê de dakevin kolanan
12:51 Hevberdevkê Maseya Îslamê ya HDP’ê Ay ji bo bernameya sibe bang li gelê Amedê kir
12:38 Têkildarî teqîna li Taksîmê 46 kes hatin binçavkirin
12:31 Kesên li Taksîmê jiyana xwe ji dest dayîn hatin bibîranîn
12:26 Rapora qeyûmê Amedê: Hemû neguhêzbar hatine hecizkirin, bi 23 milyon lîre lale hatine kirîn
12:01 Ferît Şenyaşar: AKP’î di xwe de rû nabînin ku li Rihayê derkevin nava gel
11:47 Meclisên Ciwanan: Em ê rê nedin planên kaotîk
11:39 Jin cîhanek bêtundî diaxivin: Çareserî têkoşîna hevpar e
11:24 Îranê êrişî baregehên Komele û PDK-Î’yê kir
11:21 Li dijî rojnamegerên li Girtîgeha Jinan a Sîncanê hewldanên ‘taybet’
11:13 Rapora Dîwana Çavdêriya Darayî: Şaredariya Agiriyê deynê xwe kêm nîşan da
10:33 Parêzer Tosun ku hedef hatibû nîşandan li dozgeriyê gilî kir
10:20 Rapora qeyûm a Dîwana Çavdêriya Darayî: Lîmîta deynkirinê 12 qat derbas kirine
10:11 Têkildarî teqînê kesek hat binçavkirin
09:59 Li ser navê kesekê din tê girtin: Tevî belgeyan jî serlêdan tê redkirin
09:07 Baroya Şirnexê ji ber nivîsên nîjadperest gilî kir
09:05 Parêzerê Guven: Dadgeh ne çalakiyê rabûrdûyê darizandiye
09:02 'Bila li şûna girtîgehan bûdçe ji bo tenduristî û perwerdehiyê bê veqetandin’
09:01 Salvegera rizgarkirina Şengalê di sala 7’emîn de ye: Rêveberiya Xweser paşve gav naavêje
09:00 Li girtiya nexweş Tenzîle Acar muayeneya kelemçekirî hatiye ferzkirin
09:00 ROJEVA 14'Ê MIJDARA 2022'YAN
13/11/2022
22:55 Roja Nivîskarên di Girtîgehan de: Zindan bûye qada afirîneriyê
20:42 HDP'ê derbarê teqîna Taksîmê de daxuyanî da
19:48 Di panela şoreşê de serhildana rojhilatê Kurdistanê hat silavkirin
19:18 Amedspor û Tarsûsspor beramber man
18:12 Piştî teqînê herka Twitterê rawestiya
17:00 Malbatên girtiyan hatin ba hev: Girtîgeh pirsgirêka tevahiya civakê ye