‘Kovara Destarê li dijî her cureyê wêjeya serdest raperîneke wêjeyî ye’

img
AMED – Hevgerînendeyên Giştî yên Kovara Destarê Heval Dilbihar û Jîn Aryenê destnîşan kirin ku Destar li dijî her cureyê wêjeya serdest raperîneke wêjeyi ye û ew dixwazin li dijî modernîteya kapîtalîst wêjeya xwebûnî û gerdûnî ji nû ve saz bikin. 
 
Kovara Destarê bi dirûşmeya, “Destarê kurdî hûr dihêre” û bi armanca sazkirin û pêşxistina 'Wêjeya Xwebûnî û Gerdûnî" di meha Hezîranê 2021’ê de dest bi wêşanê kiribû. Kovar bi zaravayên kurdî; kurmancî, kirmanckî, soranî, hewramî û kelhûrî weşanê dike. Heta niha 6 hejmarên kovarê der çûne. Di kovarê de ji çar aliyên Kurdistanê, Ewropa û Qafqasyayê nivîskar dinivîsin. Kovar, ji beşên sereke yên wek; Destarê Kurmancî, Kirmanckî, Soranî, Hewramî û Kelhûrî pêk tê. Di naverokê de jî beşên cuda yên wek Raman, Lêkolîn û Vekolînên Wêjeyî, Rexneya Wêjeyî, Wêjeya Devkî, Roman, Çîrok, Ceribandin, Helbest, Werger, Wêjeya Cîhanê û Kovargeriya Kurdî cih digirin. Piştî hejmara 5’an, hejmara 6’an a Kovara Destarê bi dirûşmeya, ‘Dem dema wêjeya kurd-î ya şoreşger û xwebûnsaz e’ di 12’ Mijdarê de derket û diyarî Jîna Emînî û Nagîhan Akarselê hat kirin.
 
Hevgerînendeyên Giştî yên Kovara Destarê Heval Dilbihar û Jîn Aryenê têkildarî kovarê û wêjeya kurdî pirsên Ajansa Mezopotamyayê (MA) bersivandin. 
 
We navê kovarê çima kir Destar? Gelo mirov dikare têkiliyeke çawa di navbera wêjeya kurdî û destarî de saz bike?
 
 
Destar, xwedî felsefeyekê ye, bingeha wê ya dîrokî, civaknasî, bîrdozî û wêjeyî heye. Her çi qas Destar wekî amûreke çandiniyê xuya dike jî, lê têgeheke bingehîn a wêjeyê ye jî. 
 
Heval Dilbihar: Di gerdûnê de her giyanewer û tişt bi navê xwe pênaseya xwe diyar dike. Ji ber vê nav ne tenê danasîneke teknîkî ye. Nav xwebûnê diyar dike. Ew ji bo weşengeriyê jî wisa ye, Navê kovar, pirtûk an jî berhemeke wêjeyî giyanê naveroka wan e. Kovara Destarê jî navê xwe li ser vê bingehê saz kir. Destar berî her tiştî xwedî felsefeyekê ye, bingeha wê ya dîrokî, civaknasî, bîrdozî û wêjeyî heye. Destar di dîrokê de amûreke hilberînê ya bingehîn û sereke ye. Destar felsefeyeke jiyanê ye, jiyaneke bihevrebûyî. Destar bi çend kesan tê gerandin û di nav de kolektîfbûyîn heye. Li gor lêkolînên dîrokî jî destar ji aliyê kurdan ve hatiye dîtin. Di dema gerandin û hêrandina destarê de stranên li ser vî karî hatine gotin, şevbuhêrk hatine lidarxistin, bi vî awayî têkiliya di navbera destar û wêjeyê de jî saz bûye. 
 
Dema ku em qala serdema nûjên a ku di navenda wê de kapîtalizm heye yan jî qala desthilatdaran dikin dibêjin çerxa xwe digerînin, anku dema ku em qala çerxê dikin desthilatdar û serdest tên bîra me; lê destar civakê, xwezabûnê, jinê û jiyaneke hevpar tîne bîra me, jixwe ev jî çavkaniya wêjeyê ye. Wêjeya rasteqîn xwe li gor heqîqeta civakê, jinê û jiyaneke hevpar saz dike, bi taybetî jî ev yek ji bo kurdan wisa ye. Ji ber vê yekê her çi qas Destar wekî amûreke çandiniyê xuya dike jî, (lê) têgeheke bingehîn a wêjeyê ye jî. 
 
Me konsepta kovarê jî li ser peyv, têgeh û diyardeya destarê saz kir. Yanî dema ku me navê Destarî saz kir, me aliyên wê yên civakî, felsefî, sosyolojîk, wêjeyî û dîrokî li ber çavan girt û li ser vê bingehê xwest destarê wêjeyî saz bikin.
 
Wêjeya ku em bi riya kovara Destarê digerînin, wêjeyeke rexnegir e; li dijî wêjeya heyî, wêjeya serdestan, wêjeya desthilatdaran, wêjeya ku bi çerxa hişmendiya desthilatdariya mêrê serdest digere…
 
Kovara Destarê halî hazir di wêje û rexnegeriya kurdî de roleke çawa dilîze?
 
Heval Dilbihar: Destar çawa ku xwe digihîne bi hezaran salan beriya niha, Kovara Destarê jî di wateya wêje û zimanê kurdî de xwe digihîne bi hezaran salan beriya niha. Me bingeha kovara Destarê li ser felsefeya Modernîteya Demokratîk saz kir, wêjeya wê jî wêjeya Modernîteya Demokratîk e ku em jê re wêjeya xwebûnî û gerdûnî jî dibêjin. 
Wêjeya ku em bi riya kovara Destarê digerînin, wêjeyeke rexnegir e; li dijî wêjeya heyî, wêjeya serdestan, wêjeya desthilatdaran, wêjeya ku bi çerxa hişmendiya desthilatdariya mêrê serdest digere, wêjeya modernîst, wêjeya postmodernîst, olperest, nîjadperest û  rexnegir e. Kovara Destar li dijî wan,  wêjeya xwebûnî, gerdûnî û civakî diparêze. Rêxnegeriya me li dijî hemû feraset, hişmendî û nêzikatiya serdestan e. Em dixwazin bi riya kovara Destar wêjeya xwebûnî û gerdûnî ji nû ve saz bikin. Navênda vê felsefeya xwebûnî û gerdûnî jî jina azad û civaka azad e. Heta niha gelek kovar û berhemên wêjeyî yên kurdî hatine sazkirin, lê gelemperiya wan, nêrîna xwe yan ji hişmendiya serdest a Ewropa, yan ji olperestiyê, yan jî ji modernîzmê digirin. Em li dijî vê rewşê rexnegir nêzik dibin û dibêjin ku navenda wêjeya kurdî û kurdewar Kurdistan e û di heman demê de jî hemû gerdûn e. Kurd niha di gelek mijaran de pêşengiya cihanê dikin. Çawa ku 4-5 hezar sal beriya niha jî kurdan pêşengiya wêje û gelek tiştan kirine niha jî tevî ewqas dagirkerî û êrişan jî vê pêşengiyêji nû ve bi pêş dixin.
 
Destar kovara miletekî bindest e ku bi polîtikayên bişaftinê re rû bi rû ye. Gelo dagirbûna Kurdistanê û polîtikayên bişaftinê bandoreke çawa li ser kovarê dike?
 
Heval Dilbihar: Bi salan e li ser gelê kurd polîtikayên pişaftinê ji gelek milan ve tên meşandin. Netewdewlet û taybetî jî netew dewleta tirk di asta komkujiya çandî de li ser gelê kurd gelek kiryarên hovane dimeşîne. Pişaftin û tunehesibandina çand û zimanê kurdî bi awayekî plankirî tê meşandin. Ev yek ji bo wêjeya kurdî jî wisa ye. Wêje giyan û bîra civake ye. Ji ber vê wêjekujî di heman deme de bîrkujî, netewkujî û dîrokkujî ye. Bi wêjekujiyê dixwazin di şexşê kurdan de mirovahîkujiyekê bi pêş bixin. Lê tekoşîna behempa ya kurdan pêşî li vê armancê girt. Bi taybetî jî Tekoşîna Azadiya Kurdistanê ya destanî, ku 50 sal e tê meşandin wek hemû qadan qada wêjeyê jî ji nû ve vejand. Lê kiryarên pişaftinê yên li ser zimanê kurdî hê jî bi rengên cuda tên meşandin û bandorê li ser wêje û kovaran jî dike. Heke îro zimanê kurdî di dibîstanan de zimanê perwerdehiya fermî bûya, kovara Destar ku îro li bakur bi bi hezaran tê xwendin dê bi 10 hezaran bihata xwendin, wêjeya kurdî dê hê behtir belav bibûya. Lê tevî vê jî Destarê kurdan hê jî dihere. Wêjeya Destar wêjeya şoreşger e. Ji ber vê fonksîyonê Destar hem bi zimanekî wêjeyî digere û dihêre, hem jî li dijî her cureyê desthilatdar, serdest û kêdxwariyê raperîneke wêjeyi ye, di heman demê de jî Destar, xwedî xeteke birdozîk û polîtîk e. 
 
Kovara Destar ne tenê kovareke berhemên wêjeyî ye, wek armanc giyanekî wêjeyî yê kurdan e. 
 
Kovara Destarê bi mijarên xwe û naveroka xwe ve ji hêla gel ve bersiveke çawa dît? Hûn bêgûman banga xwendina kovarê ji bo her kurdîhezan dikin. Gelo kurdîhez çima divê kovara Destarê bixwînin?
 
Heval Dilbihar: Pêşketina zimanekî girêdayî pêşketina wêjeya wî zimanî ye. Wêje qada bingehîn a civakê ye, di gelek milan de keseyata civakê diyar dike. Kurdeke/î ku berhemên Ehmedê Xanî, Lîza Xanim û Cegerxwîn bixwîne bi wê/wî bîrek pêk tê. Ew bîr jî di nav xwe de hişmendiyekê saz dike. Ew hişmendî jî nêrîneke xwebûnî û gerdûnî saz dike. Ji ber vê heke kurdek bixwaze li ser kurdbûneke xwebûnî û gerdûnî jiyanekê saz bike divê wêjeya xwebûnî û gerdûnî di xwe de bi cih bike. Kovara Destar jî navnîşana vê yekê ye. Gelê kurd, jin û civanên kurd heke 6 hejmarên Kovara Destar bixwînin û xwe berdin bîra kovara Destar, ê baş bibînin ku di kovarê de xwebûna wan, giyanê xwebûnî û gerdûniya kurdewar veşartiye. Kovara Destar ne tenê kovareke berhemên wêjeyî ye, wek armanc giyanekî wêjeyî yê kurdan e. 
 
Kovara Destarê di avakirina wêjeya kurdî ya serbixwe de roleke çawa dide jinê, jin di qada wêjeya kurdî de xwe çawa û çiqas tînin ziman?
 
Jîn Aryen: Kovar rolêke taybet nade jinê, lê di nav jiyanê de rola ku jinê girtiyê û ked û têkoşîna jinê bi awayekî berhemdar û wêjeyî derdixe pêş. Nêrîna jinê û nêrineke jîneolojîk ji bo me esas e. Bi qasî ku ji destê me tê em dixwazin jin jî xwe di kovarê de bibînin û nas bikin.
 
Jin hem wekî zayend hem wekî çînekê di hedefa êrişên dewleta baviksalarî de ne. Di Wêjeya Şoreşger û Xwebûnparêz de dengê jinê çawa derdikeve? Gelo wêje dikare xwe ji polîtîkbûnê rizgar bike?
 
Parastina xwebûnê  jî di heman demê de helwesteke şorêşgerî ye. Îro dema dayik bi zarokên xwe re bi zimanê xwe diaxivin ev jî helwesteke şorêşgerî ye…
 
Jîn Aryen: Berovajiya vê em dibêjin, polîtîka, wêje, huner, tekoşîna azadiya jinê û daxwaza azadiya gelan hemû bi hev re ye. Jiyan yekpare ye em nikarin jiyanê parçe bikin.  Îro polîtîkaya heyî ya serdestan xwe li ser jiyanê ferz dike. Dixwaze ku qadeke xweser ya wêjeyê ava bike û kesên jin, ciwan û kedkaran jî ji vê qadê dûr bixe. Heke kesên hunermend û nivîskar ji polîtikayê bên dûrxistin nava polîtikayê û jiyanê dê were valakirin. Rewşenbîr û hunermend îro ji civakê jî tên dûrxistin û bi awayekî elîtîst derdikevin pêş. Jixwe serdest jî dixwazin vê yekê ava bikin. Lê em jî dibêjin polîtika di nav jiyanê de ye. Dema em tiştekî dinivisînin di wê nivîse de armancek heye, peyama ku em dixwazin bidin heye. Ev jî polîtîka ye. Di nava nivîse de jî bandora jiyanê heye û em nikarin xwe ji vê dûr bixin. Ev polîtîkaya serdestan herî zêde jî li ser jinê bandorê dike, lewre  kesên herî zêde ji qada polîtikayê tên dûrxistin jin in. Ev qad weke qada mêran tê hesibandin jixwe û li hemû meclîsên cîhanê di hejmarê de jî jin pir kêm in. Ji ber vê pêwîstê jin li dijî vê yekê bi awayekî şoreşger tevbigerin. Serdest di qada wêjeyê de jî, di civakê de jî dixwazin li gor xwe rolmodelên jinê ava bikin. Yanî  wan li gor xwe kirasek ji jinê re dirûne û dixwazin wî kirasî li jinê bikin. Mêr divê li gor xwe ji jinê re rolan nenivisîne, hest û ramanên jinê herî baş jin dikarin bînin zimên. Lê di wêjeye de nivîskarên mêr li gor xwe jinê dinivisînin û dixwazin ku hişmendî û nêzîkatiya jinê jî li gor wê teşê bigre. Jin li dijî vê hişmendiya mêrane pewîst e ku bi awayekî şoreşger wêjeya xwe ji nû ve saz bike. 
 
Dirûşmeya me ya ‘Wêjeya Şoreşger û Xwebunsaz’  jî li ser vê bingehê ye. Lewre parastina xwebûnê  jî di heman demê de helwesteke şorêşgerî ye. Îro dema dayik bi zarokên xwe re bi zimanê xwe diaxivin ev jî helwesteke şorêşgerî ye, ku di bin qirkirina bişaftinê de ew parastina xwebûna xwe,  çand û zimanê  xwe dikin. 
 
Hejmara 6'an a Kovara Destarê bi dirûşmeya, 'Dem dema wêjeya kurd-î ya şoreşger û xwebûnsaz e' derket û we ev kovar diyarî Jîna Emînî û Nagîhan Akarselê kir. Hûn dikarin hinekî qala dirûşmeya kovarê û sedema diyarîkirina vê dirûşmeyê bikin?
 
Jîn Aryen: Îro li çar aliyê Kurdistanê bi pêşengtiya jinê û ciwanan di qadên cuda de şorêş pêk tên. Îro hemû cihan jî qebûl dike ku di nav civakê de guhertinek polîtîk pêş dikeve û pêşengiya vê jî kurd û jinên kurd dikin. Ji ber wê em dikarin bibejin ku em di dem û erdnîgariyeke şoreşgerî de dijîn.
 
Îro ji bo wêjeya kurdî jî pêwîst e ku wêjeyeke şoreşger bê sazkirin. Lewre tevî ew qas şoreş pêk tên û têkoşîneke bêhempa tê dayin, wêjeya kurdî qels dimîne. Li gor min tiştên ku em jin û gelê kurd dijîn berdêlên ku tên dayin, mixabin di heman astê de di wêjeya kurdî de cih nagire. Ev rojên dîrokî ku em tê de dijîn pewîst e biteyise wêjeyê jî.  Ji ber vê sedemê jî em dibêjin, ‘Dem Dema Wêjeya Kurdî ya Şoreşger e’. 
 
Di dîrokê de hinek dem hene ku wek mîlad tên pênasekirin, ji ber ku pêvajoyeke tê destpêkirin û dibe wek sembolek. Jîna Emînî jî ji bo tekoşîna gelê kurd û tekoşîna azadiya jinê sembolek e. Di sala 1955’an de jina bi navê Rosa Parks ji ber ku çermê wê reş bû li Amerîkayê ji gelek mafên mirovî bêpar bû û kesên reş nehiştin di otobosê de jî rûnin.  Rosa Parks li ser vê çalakiyeke dide destpêkirin û ew çalakî dibe sedema têkoşîna azadiya mirovên ku çermê wan reş e û hemû cihanê jî belav dibe. Pêvajoya piştî qetilkirina Jîna Emînî û sekna Jîna Emînî ya li dijî desthiladariya Îranê jî  hinek dişibe vê rewşê. Sekna Jîna Emînî û şehadeta wê li Rojhilatê Kurdistanê û Îranê pêvajoyek da destpêkirin û ev serhildan hê jî berdewam dike. Ji ber vê jî em dibêjin ku jina li ser roman bê nivîsandin, helbest bê xwendin û di her qadê wêjeyê de cih bigrin ew jin in. 
 
Nagîhan Akarsel jî ji bo me di heman wateyê de ye. Nagîhan Akarsel beriya nasnameya xwe ya rojnamegerî û nivîskariyê têkoşereke jina kurd e. Gelek lêkolîn û nivîsên Nagihan Akarsel hene ku bûne xeta me ya  jîneolojiyê û nêrîna me ya jinê ku çawa biteyisînin wêjeyê diyar dike. Ji ber vê yekê Nagîhan Akarsel di tekoşîna jinan û kurdan de di asteke cuda de ye. Ji ber vê têkoşîn û heqîqetê, awayekî hovane li başûrê Kurdistanê hate qetilkirin. Me jî ji ber van sedeman û ji bo bîranîna wan hejmara 6’an a kovara Destarê diyarî Jîna Emînî û Nagîhan Akarselê kir.
 
MA / Mahmût Altintaş
 

Sernavên din

21/11/2022
13:50 Ugur Kaymaz û bavê wî Ahmed Kaymaz hatin bibîranîn
13:48 Li Qerqamişê roket tên barandin lê nayê zanîn kî diavêje
13:17 Li Egeyê di 9 mehan de 573 binpêkirinên mafan qewimîn
13:16 Derbarê parêzer Aryen Turan de îdianame hat amadekirin
12:55 Tifaqa Ked û Azadiyê: Em ê ji bo mafên zarokan têbikoşin
12:13 Elbeşîr îdia kir ku ew ji aliyê YPG’ê ve bi îdiaya endama OSO’yê ye hatiye girtin
12:12 Jinek li Îzmîrê hat qetilkirin
12:12 Bi nivîsên ser dîwaran êrişên Tirkiyeyê protesto kirin
11:56 Parêzeran ji bo Abdullah Ocalan serî li Baroya Stenbolê dan
11:53 Welatiyê li Dêrsimê hatibû binçavkirin hat berdan
11:39 Rojnamevana amerîkî Bodette: Hêzên garantor çavên xwe li êrişên Tirkiyeyê digirin
11:38 Di rêveberiya 23 baroyan de ku ji 228 kesan pêk tê tenê 59 jin cih digirin
11:35 Girtiyê nexweşê penceşêrê 19 roj in li nexweşxaneyê bi kelemçekirî tê tedawîkirin
11:06 Jinan li pêşiya Girtîgeha Sîncanê got: Dê serkeftin a jin, jiyan, azadî be
10:48 ‘Dem bi giyanê seferberiyê dema bilindkirina têkoşîna azadiya neteweya kurd e’
10:13 TJA: Li dijî polîtîkayên şer ên dewletê biherikin Tunela Taksîmê
10:06 Aldar Xelîl: Têkoşîna me bi êrişan lawaz nabe û divê kurdistanî xwedî li berxwedanê derkevin
09:19 Rejîma Îranê dîsa êrişî baregehên partiyên Rojhilat kir
09:18 TJA wê biryarên konferansê bi komîsyonên ku ava bike bixe meriyetê
09:15 ‘Jin çareseriyê di paradîgmaya Abdullah Ocalan de dibînin’
09:09 Qeyûmê Sêrtê mal û milkê şaredariyê derxistiye ber firotinê
09:03 Doza Malbata Dedeogûllari: Xalên têkildarî sûcê li dijî mirovahiyê esas nehatin girtin
09:02 Girtiyê ku milê wî tune ye di hucreya yekkesî de tê ragirtin
09:00 ROJEVA 21'Ê MIJDARA 2022'YAN
08:55 Li dijî qehwexaneyeke Amedê êrişa çekdarî: 3 kes birîndar bûn
20/11/2022
22:54 Rojavayê Kobanê careke din hate bombekirin
22:30 Roket avêtin Deriyê Sînor ê Oncupinarê
22:19 Erdem ê ku piştî 30 salan hat berdan bi girseyî hat pêşwazîkirin
22:00 Komxebata Tifaqa Kurdistanî û Platforma Jinên Kurd: Bêdengî hevkariya sûcê şer e
21:12 Xelkê rojavayê Kurdistanê li dijî êrişan li ser pêya ye
19:50 Amedspor di lîgê de ket rêza yekemîn
19:37 Di şexsê Jîna û Nagihan de jinên qetilkirî hatin bibîranîn
18:47 Li Artûklûyê pirsgirêkên jinan hatin gotûbêjkirin
18:11 ‘Rojava ji bo mirovahiyê hêvî ye’
17:17 Encama 13'emîn Pêşbirka Wêneyan a Ceylan Onkol eşkere bû
16:53 HRE: Di êrişên hewayî de 5 şervanên me jiyana xwe ji dest dan
16:52 Navên 3 leşkerên rejîmê yên di êrişên Tirkiyeyê de hatin kuştin eşkere bûn
16:51 Beştaş: Êrişa li dijî Kobanê êrişa li dijî 50 milyona kurdan e
16:15 Bertekên li dijî êrişan: Kobanê rûmet e û em ê rûmeta xwe biparêzin
15:56 Ji Mêrdînê ber bi sînor ve sewqiyata leşkerî hat kirin
15:55 Di çalakiya şermezarkirina êrişan a li Dêrsimê de polîsan êrişî gel kir
15:33 ÎHD: Li Kurdistanê herî kêm mafên jiyanî yên 132 zarokan hatine binpêkirin
15:31 Hêrsa li dijî êrişan mezin dibe: Bi hezaran kes li Qamişlo û Amûdê daket qadan
14:47 Êrişa Tirkiyeyê li Şirnex û Mûşê hat protestokirin
14:31 HSD’ê têkildarî êrişên Tirkiyeyê daxuyanî da: Dê bêbersiv nemînin
14:14 Banga ji bo Rojava: Dakevin qadan û rê li ber sûcên Tirkiyeyê bigirin
13:13 Li Kanîreşê tûp teqiya: Kesek birîndar bû
13:07 HDP ji ber êrişan dê sibe civîna awarte li dar bixe
12:50 Parlamenterê Iraqê: Tirkiyeyê çekên kîmyewî bi kar anîn
12:44 Malbata Şenyaşar: Rêya jiyana biedalet piştevanî ye
12:40 Serhildana 'Jin, jiyan, azadî" di hefteya 10’an de ye
12:33 Bertekên li dijî êrişan: Roj roja bi ruhê Kobanê rabûna ser pêyan e
12:13 Di êrişên Tirkiyeyê de 11 sivîl û rojnamegerek hatin qetilkirin
11:56 Tirkiyeyê li Kobanê nexweşxane kir hedef û bi temamî rûxand
11:40 Rojava dê li dijî êrişan dakeve qadan
11:38 Di êrişa li dijî Şerayê de 10 leşkerên rejîma Sûriyeyê hatin kuştin
11:33 Mazlûm Ebdî: Heke êriş bidomin dê ziyan bigihije her kesî
11:14 Li Dêrikê Komkujî: Di encama êrişa Tirkiyeyê de 9 kes hatin qetilkirin
11:08 Di êrişa hewayî de nûçegihanê ANHA’yê hate qetilkirin
10:56 Hevserokê Herêma Firatê: Dixwazin vîna me têk bibin lê em ê bi bersiveke dîrokî bi ser kevin
10:28 ‘Kovara Destarê li dijî her cureyê wêjeya serdest raperîneke wêjeyî ye’
10:14 BMG: Kobanê dê nekeve, em ê faşîzmê hilweşînin
10:13 Tirkiyeyê dîsa êrişî Kobanê kir
09:58 Emeliyata girtiyê bi penceşêrê ketiye bi derengî tê xistin
09:56 ‘Yên ku naxwazin cenazeyên zarokên xwe ji ATK’ê wergirin, bila tev li Nobeta Edaletê bibin’
09:46 Di wesayîtên biraziyên serokên AKP û MHP’î de tiryak hat girtin
09:10 Zarokên ku xeyalên wan hatine têkbirin
09:10 Da pey şopa jiyana Meryem Xanê, xwe gihand agahiyên rasteqîn
09:08 Koçerên ku ji Bestayê vegeriyan: Çar aliyê me kamera bûn
09:07 Sara Aktaş: Têkoşîneke ku navenda wê azadiya jinê nebe dê encam negire
09:00 ROJEVA 20’Ê MIJDARA 2022’YAN
08:33 Foza Yûsif: Em ê serî netewînin û xaka xwe biparêzin
08:14 KCDK-E û DBP: Divê hemû kes li her derê xwedî li Rojava derkeve
07:54 Mazlum Ebdî: Bi êrişê gef li tevahiya herêmê tê xwarin
07:47 Artêşa tirk noqteyên rejîma Şamê bombebaran kir
00:48 Gelek deverên Rojava û Herêma Federe ya Kurdistanê hatin bombebarankirin
19/11/2022
20:19 Li Amedê kesek ji ber dûmanê fetisî
18:45 Banga TJA û Platforma Jinan a Şahmaranê ya ji bo têkoşîna li dijî tundiyê
18:36 TJA li Elkê bi jinan re civiya
17:55 Meclîsa Jînan a HDP’a Geverê jin vexwadin meşa 25'ê Mijdarê
16:38 Îfadeyên kesên ji teqîna Taksîmê hatin girtin derketin holê
16:37 Konsera 25’ê Mijdarê bi hinceta ‘ewlehiyê’ hate astengkirin
16:14 Faîlên jinên hatin windakirin hatin pirsîn: Em edaletê dixwazin
16:13 Hat xwestin girtiyê nexweş Şahîn tavilê bê emeliyatkirin
15:57 Keskîn: Sedema pirsgirêkên li Tirkiyeyê îdeolojiya fermî ye
15:42 Li aqûbeta zarokên windakirî pirsîn
15:22 ÎHD: Girtiya nexweş Acar berdin
15:10 Sancar li Agiriyê axivî: Hûn ne bêalternatîfin, HDP heye
15:09 Têkildarî êrişa Taksîmê 8 kesên din hatin binçavkirin
14:51 Li Amedê panela ‘azadiya çapemeniyê’ hate lidarxistin
14:18 Xwişka Hayrettîn Eren: Dewlet dibe şirîkê sûc
13:30 DTO’yê bertek nîşanî binçavkirina Dr. Mûstafa Yaşa da
13:19 Tora li Dijî Tundiyê: Bila Mûsa Sevîm bê girtin
12:43 Li Egeyê jin dê bi dirûşma 'Jin jiyan azadî' dakevin qadan
11:46 Li Amedê zarokek hat binçavkirin
11:39 Malbata Şenyaşar: Heya edalet neyê em ê dest ji têkoşîna xwe bernedin
11:03 Temellî: Îktidar di Taksîmê de li ser sûc hat zeftkirin
10:34 Girtiyê li Girtîgeha Eregliyê: Nikarim bêhnê bistînim
10:03 Li Girtîgeha Sîncanê sepanên 12’ê Îlonê di dewrê de ne
09:41 'Xwendekar ne yekîne ne jî şeqşeqkerên we ne'