Êrişên li dijî Rojava hatin protestokirin: Kobanê wê nekeve

  • rojane
  • 16:36 21 Mijdar 2022
  • |
img
NAVENDA NÛÇEYAN – Li gelek bajarên bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê êrişên Tirkiyeyê yên li dijî Rojava hatin şermezarkirin û wiha hat gotin: “Kobanê neket û wê nekeve.” 
 
Tirkiye êrişî bajarên rojavayê Kurdistanê dike, hemwext êrişî başûrê Kurdistanê jî dike. Li gelek bajarên bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê êriş hatin protestokirin. 
 
WAN
 
Rêxistina HDP’ê ya Wanê, Rêxistina DPB’a Wanê, Dayikên Aştiyê û TJA li ber avahiya HDP’a Navçeya Artemêtê li dijî êrişan kom bûn. Gelek kes tev li daxuyaniya protestoyê bûn. Polîsan derûdora avahiya HDP’ê dorpêç kir. Parlamentera HDP’ê Muazzez Orhan ji nava dorpêçê derket û xwest daxuyanî bide lê polîsan ew asteng kir. Girseyê dirûşma "Bijî Berxwedana Kobanê", "Bijî Serok Apo" berz kirin. Di kêliya ku Orhan diaxivî de polîsan li hevseroka HDP’a Wanê Handan Karakoyûn da. 
Polîsan êrişî girseyê kir û belavkarê rojnameya Xwebûn û Yenî Yaşamê Şakir Bedîr kirin binçavan. 
 
GEVER 
 
Rêxistina HDP’ê ya Navçeya Geverê jî xwest daxuyanî bide çapemeniyê. Lê polîsan derûdora HDP’ê dorpêç kir û destûr neda daxuyaniyê. Li ser astengiyê welatî derketin şaneşîna avahiya HDP’ê û bi berzkirina dirûşmeyan helwesta polîsan protesto kirin. Polîsan bi dengê sîrenê xwestin dengê çalakgeran bitepisînin. Her wiha polîsan rojnamevanên nûçe dişopandin jî asteng kirin. 
 
Tevî dengê sîrenê jî Rêveberê HDP’ê Emîn Ertûş daxuyanî da û destnîşan kir ku armanca êrişan ew e ku DAIŞ’ê û bermayiyên wê ji nû ve bên zindîkirin. Ertuş diyar kir ku kurdan axa tu kesî dagir nekiriye, gefê li ewlehiya kesî nexwarine û yên dagirkeriyê dikin DAIŞ’ê û hevalbendên xwe ne.
 
EDENE
 
Rêxistina HDP’a Edeneyê û Hêzên Têkoşîna Yekbûyî yên Edeneyê hewl dan li ber avahiya HDP’a Navçeya Çûkûrovayê daxuyanî dan lê polîsan daxuyanî asteng kir. Polîsan tundiyê li welatiyan kirin. Polîsan di vê kêliyê de li nûçegihanê rojnameya Evrenselê Volkan Pekal dan. 
 
Polîsan êrişî girseyê kir û hevserokên HDP’a Edeneyê jî di nav de herî kêm deh kes birîndar bûn. Hevserokê HDP’a Edeneyê Mehmet Karakiş axivî û destnîşan kir ku ew naxwazin ku Tirkiye biçe axa welatek din dagir bike.
  
HATAY 
 
Rêxistina HDP’ê ya Navçeya Îskenderûnê jî li avahiya xwe daxuyanî da û êrişên li ser Rojava şermezar kir. Gelek kes tev li daxuyaniyê bûn. Hevserokê HDP’a Îskenderûnê Abdurrahîm Şahîn êrişên Tirkiyeyê şermezar kir û xwest êrişên Tirkiyeyê demildest bên rawestandin. Rêxistinên HDP’ê yên navçeyên Erzîn û Dortyolê yên Hatayê jî liber avahiyên xwe daxuyanî dan û êriş protesto kirin. 
 
MÊRSÎN 
 
Rêxistina HDP’ê ya Mêrsînê jî xwest li dijî êrişan li Parka Zarokên Azad daxuyanî bide. Beriya daxuyaniyê polîsan avahiya HDP’ê ya Bajêr dorpêç kirin û destûr nedan kes biçe avahiyê û jê derkeve. Polîsan biryara qedexeya walîtiyê ya çalakiyan hêcet nîşan da. Li ser astengkirinê girseyê li ber avahiyê çalakiya rûniştinê li dar xist. Gelek kes tev li çalakiyê bûn. Girseyê dirûşmên wek “Kobanê neket û wê nekeve”, “Kobanê hêvî ye, hêvî li ser pêya ye” û “Bijî berxwêdana Kobanê” berz kirin. 
 
Hevserokê HDP’a Mêrsînê Hoşyar Sariyildiz daxuyanî da û biryara qedexekirina çalakiyan a walîtiyê û êrişên Tirkiyeyê şermezar kir û destnîşan kir ku tu feydeya van polîtîkayên şer li gelan nabe û got: “Kobanê neket û wê nekeve.” 
 
 

Sernavên din

23/11/2022
19:56 Ji Girtîgeha Amedê ya Jinan 2 girtiyên din jî hatin sirgûnkirin
16:50 Ji girtiyê ku înfaza wî taloqkirin re gotin: Heke zarokên te çêbibin dê bişînî çiyê?
16:21 HSD: Di êrişan de 7 sivîl û 2 şervanên YAT’ê jiyana xwe ji dest dan
16:15 Komxebata Xwendekaran: Bi têkoşîna şoreşgerî dikare êriş bên pûçkirin
15:50 Li Şirnexê serdana goristanê hat astengkirin
15:34 Malbata Şenyaşar: Dê li ser sindoqê bersiva pêwîst bê dayîn
15:27 ‘Êrişî destkeftiyên Rojava dikin’
15:08 Ji jinên girtî re nameyên piştgiriyê hatin şandin
15:04 Hêzên Demokrasiyê yên Amedê: Bila 47 kesên binçavkirî bên berdan
14:32 Mazlum Ebdî: Sê birayên êrişkara Taksîmê dema ji bo DAIŞ'ê şer dikirin hatin kuştin
13:51 Doza îşkenceya li Qursa Qur’anê hat taloqkirin
13:44 Di doza rojnameger Oruç û Muftuoglû de biryarek derneket
13:26 Li Girtîgeha Dumluyê tecrîd hat protestokirin
13:20 Ji bo Rojhilat banga greva giştî
13:11 Kongra Star: Îdiaya me mezin û hêviya me xurt e
12:24 ATB’ê ji bo Seroka TTB’ê Fîncanci bang kir
12:08 ‘Divê rewşenbîrên vî welatî bi dengekî bilind li dijî şer derkevin’
11:57 Yildirim ku bi berxwedana rojiya mirinê hatibû berdan dîsa şandin girtîgehê
11:46 Danişîna doza Tahir Elçî hat taloqkirin
11:34 Dîmenê helîkoptera li Metînayê hatiye xistin hat weşandin
11:30 Salih Muslim: Tirkiye li gorî serê xwe tevdigere lê dê rojekê li cihekî biqelibe
10:54 Li Sûriyeyê di nava 11 salan de 756 rojnameger hatin qetilkirin
10:41 'Rêxistinbûyîna jina kurd ew çavtirsandî kirine'
10:21 Ji bo meşa 25’ê Mijdarê ya li Êlihê bang: Wer in em li dijî tundî û şer bimeşin
10:01 HSD’ê bîlançoya êrişên 24 saetan eşkere kir
09:41 Swîsreyê bo Rojava daxuyanî da: Divê rêz ji hiqûqa navneteweyî re bê girtin
09:34 Akar li xwe mikûr hat ku çekên kîmyewî bi kar tînin
09:28 4 caran xaniyê wî hat şewitandin û kurekî wî hat kuştin: Ji ya xwe daneket xwarê
09:05 Darbirîna li Besta û Cûdî didome: Niha jî çav berdane Gabarê
09:04 'Ciwan dê li dijî tiryakê serwext bibin û vê pergalê birûxînin'
09:03 Li sînor bang kirin: Dem dema xwedîderketina li Rojava ye
09:02 Jinên êzidî: Bi fikra Ocalan birînên xwe derman dikin
09:01 Sonmez: Jinên HDP’î li dijî siyaseta nêrza têkoşînê bihêz dikin
09:00 ROJEVA 23'YÊ MIJDARA 2022'YAN
08:34 Li Duzceyê bi pileya 6.0 erdhej pêk hat
22/11/2022
22:53 Zarokê li Amedê hatibû binçavkirin hat berdan
19:47 Platforma Ked û Azadiya ya Mêrdînê: Ne şeer, pêdivî bi aştiyê heye
19:32 TJA û HDP'ê li Stewrê serdana gel kir
18:33 Ji Amedê girtî Denîzê sirgûnî Kayseriyê kirin
17:15 Yuksekdag bertek nîşanî şandeya dadgehê da: Berdana bi derewkî
16:58 Sebahat Tuncel: DMME’yê mafdariya raperîna me piştrast kir
16:57 Malbatên girtiyan di Nobeta Edaletê de bertek nîşanî êrişên Tirkiyeyê dan
16:48 Ji NY’ê banga Îranê: Daxwazên azadiyê bibersivînin
16:42 Gergerlîoglû: Bi gotina ‘dîn, îman, Sakarya’ êrişî Rojava dikin
16:20 TJA li Botanê gund bi gund bi jinan re dicive
16:11 Ber bi 25’ê Mijdarê ve: Em ê bêjin ‘Jin jiyan azadî’ û azad bibin
15:42 Danişîna doza Kizilkaya û Dîcle hate taloqkirin
15:18 Îsam Ebdullah kêliya ku bi kameraya xwe êrişên Tirkiyeyê radigihand hat qetilkirin
15:15 4 gundên Geverê 11 roj in di bin dorpêçê de ne
15:01 DFG û MKGP: Çapemeniya Azad di tu şert û mercan de bêdeng namîne
14:20 Ji bo piştevaniyê ji Şebnem Korur Fînanci re qert hatin şandin
14:14 BMG: Tekane çareserî têkoşîna hevpar e
14:12 Dozger ji rojnamevan Çapan re ceza xwest
13:58 ÇHD: Di mijara teqîna li Taksîmê de hewl didin gel manîpule bikin
13:46 Serokên baroyan li dijî qedexeyên walîtiyan in
13:38 Parêzerên Abdullah Ocalan ji bo hevdîtinê serlêdan kirin
13:32 Buldan: AKP’ê kampanyaya hilbijartinê bi şer da destpêkirin
13:21 Danişîna doza rojnamevan Çelîk û Yayla hat lidarxistin
13:06 Amerîka, Fransa, Rûsya û Almayayê ji bo Rojava daxuyanî dan
13:04 Malbata Şenyaşar: Yên dev ji Rabîayê berdayîn dê sibe dev ji wekîlê xwe jî berdin
12:59 Akar dîsa gotinên her carê dubare kir: Di envantera me de çekên kîmyewî nînin
12:52 Parlamentoya Iraqê dê bi rojeva êrişên Îran û Tirkiyeyê bicive
12:51 Bi hinceta ‘qedexeyê’ nehiştin malbatên girtiyan çalakiya xwe li dar bixin
12:39 Dayika girtî: Li Girtîgeha Kalkandereyê greva birçîbûnê hatiye destpêkirin
12:38 4 zarokên bi îdiaya 'al daxistine' hatibûn binçavkirin, hatine derbkirin
12:21 Tifaqa Ked û Azadiyê wê li Îzmîrê bi gel re were gelhev
11:48 ‘Îktidar ji bo faşîzma xwe sazûman bike gavên bilez diavêje’
11:48 Kujerê Ozlem G’yê hate girtin
11:22 ‘Êrişên ser Rojava dijminatiya dewletê ya sîstematîk a li dijî kurdan e’
11:12 Dr. Mansouran: Rûxandina rejîma Îranê bûye vîneke civakî
11:12 Ji bo Semra Guzel serî li AYM’ê hat dayîn
10:48 Rojnamevan Bûldan: Berxwedana gel a li dijî rejîma Îranê xurtir didome
10:33 Binçavkiriyên Enqereyê hatin berdan
10:19 Doza Dedeogûllari: Desthilatdariyê bi gotinên xwe bingehê ji komkujiyên nû re çêdike
09:41 Bila girtiyê nexweş Emîn Guler bê berdan
09:13 Jinên şirnexî: Li dijî tundiyê divê em bibin yek
09:07 Li Efxanistanê berxwedan: Astenga herî mezin a li ber pergala Talîban jin in
09:04 Parêzer Kaya: Bi tecrîdê nahêlin fikrên Ocalan bigihên gelan
09:02 Hevserokê PENa Kurd Fîdan: Dengê nivîskariya kurdî bi ser siyasetê neketiye
09:01 'Serokatiya cemxaneyê tunekirina civat û baweriyên cuda ye'
09:00 ROJEVA 22'YÊ MIJDARA 2022'YAN
21/11/2022
23:28 Endamê SES'ê Mûstafa Yaşa hat berdan
21:59 Berteka amediyan a li dijî êrişan: Bijî berxwedana Kobanê
18:58 Têkildarî êrişa li Taksîmê 5 kesên din jî hatin girtin
18:34 'Pêşketinên berxwedana jinê geştir dibin'
18:02 Tirkiyeyê ji hewayê ve êriş bir ser Amûdê
17:58 Nûçegihanê Yenî Yaşamê Bedîr hat berdan
16:52 ‘Em ê ji bo jiyana azad a zarokan têbikoşin’
16:39 Rewşenbîran bang li rêxistinên navneteweyî kir: Pêşî li ber êrişên Tirkiyeyê bigirin
16:36 Êrişên li dijî Rojava hatin protestokirin: Kobanê wê nekeve
16:36 Çerkezoglû: Em ê teslîmî tirsê nebin
16:00 TJA li Qilebanê bi jinan re civiya
15:59 Banga beşdariya meşên 25’ê Mijdarê hat kirin
15:55 Doza Kobanê: Tifaqa jinan wê pergala heramiyan hilweşîne
15:51 Ji bo endamên HPG’ê Yavûz û Sarûhan mewlîd hatin dayîn
15:30 Maseya Îslamê ya HDP’ê li Wanê panel li dar xist
14:30 'Şer ekolojiyê talan dike’
14:20 Platforma Jinan a Rihayê çû serdana Emîne Şenyaşar
14:09 Erdogan gefa êrişa bejahî li Rojava xwar
14:04 Baroyên Kurdistanê ji bo çareseriya siyasî bang li hikûmetê kirin