Jinên şirnexî: Li dijî tundiyê divê em bibin yek

  • jin
  • 09:13 22 Mijdar 2022
  • |
img
ŞIRNEX - Li Şirnexê jinên ku li hemû qadan li dijî hişmendiya serdest a mêrî têdikoşin gotin: "Jin, jiyan û azdî ye. Divê em li dijî neheqî û tundiya mêran bibin yek." 
 
Li Tirkiyeyê û Kurdistanê ji ber polîtîkayên hikûmeta AKP-MHP’ê heta niha bi hezaran jin rastî tundiyê hatine û gelek ji wan jî hatine qetilkirin. Kujer jî ji aliyê desthilata heyî ve tim tên parastin û xelatkirin. Zilamên ku ji polîtîkayên bêcezakirinê sûd û hêz digirin her carê serî li tundiyê didin. Jin jî li dijî tundiyê ku di qada perwerde, tendûristî û siyasetê de û li malê rastî her cure tundiyê tên têdikoşin. Li Şirnexê jinên ku li dijî tundî, kedxwarî û tunehesibandinê li ber xwe didin axivîn.
 
'JI JINAN RE STATÛYÊN JÊR TÊN DAYIN'
 
Sekretera Sendîkaya Kedkarên Tenduristiyê (SES) a Şaxa Şirnexê hemşîre Mîhrîban Şensesê bi lêv kir ku ew di qada tendûristiyê de rastî neheqiyên mezin tên û wiha axivî: "Ez wekî jineke xebatkar a tenduristiyê rastî gelek zehmetiyan têm. Beriya her tiştî, pergala xebatê ya nobedê ku ji aliyê pergalê ve hatiye ferzkirin, jinê ji mal û malbata xwe dûr dixe. Ji bo kedkarên ducanî hefteya 32’yemîn gelek zehmet e. Û 8 hefte betlaneya piştî zayînê jî ji bo dayik û zarok demeke pir kurt e. Daxwazên ji bo kreşxaneyên li cihên kar nayên bicihanîn û jinên kedkar zehmetiyan dikişînin ku ev dibe sedema destjêberdana ji kar."
 
Şensesê da zanîn ku ji sedî 90'ê rêvebir û çavdêrên saziyan ji mêran pêk tên û ev tişt gotin: "Ji jinan re statûyên jêr tên danîn û zîhniyeta serdest a mêrî hem di qada tenduristiyê de hem jî di hemû qadên jiyanê de derdikeve pêşberî me. Bi giştî jin kêm tên dîtin. Di hegemonyayeke bi vî rengî ya zîhniyeta mêrî de têkoşînkirin zehmet e. Ji ber ku ji serî heta binî bi vê pergalê tevdiger in. Li hemberî vê yekê sendîkaya me ji bo van pirsgirêkên karkerên jin xebatên xwe didomîne. Meclîsên jinan ji bo çareseriya pirsgirêkan xebatên xwe didomîne."
 
JI BO TÊKOŞÎNÊ BANG LI JINAN KIR
 
Şensesê di dawiya axaftina xwe de bang li jinan kir ku li her derî bitêkoşin û wiha got: "Pêşî divê jin zanibin ka ew çi qasî bihêz in. Şoreşa jinê ya li Îranê ku welatekî cîran e, bi wefata Mahsa Jina Emîniyê dest pê kir û dengê xwe li hemû cîhanê belav kir. Her wiha dayika me Emîne Şenyaşar ku ev sal û nîv e nobeda edaletê digire, hêza jinê nîşan dide. Dema jin li hev kom bibin û dest bi têkoşînê bikin, encam teqez serketin e. Ez bang li hemû jinên kedkar dikim ku ji bo azadiya jinê û civakê têbikoşin." 
 
'EM HEQÊ KEDA XWE NAGIRIN'
 
Ji Egitîm-Sen a Şirnexê mamoste Dîlan Olgûn Mîrhanê diyar kir ku ew di qada perwedehiyê de ne tenê ji bo jinan, di heman demê de ji bo nifşeke azad jî têdikoşin û got: "Amûrên dibistanê; nebûna germkirinê, sarbûn, amûrên teknolojîk, kêmasiya alîkariyê... Ji van ya herî girîng jî ew e ku kesên di rêveberiyê de cih digirin nahêlin ku li ser mijarekê bixebitin."
 
Mîrhanê bilêv kir ku ew di civaka serdest a mêrî de rastî zehmetiyan tên û axaftina xwe wiha domand: "Baweriya min bi hêza hevgirtinê heye. Wekî jinekê haya min ji hêza me jinan heye. Her çi qas em jin wekî zindiyên hestiyar bên pênasekirin jî, em jin zindiyên herî afirîner, hestiyar û avaker ên xwezayê ne. Ji ber ku hemû çalakiyên me ji bo jiheqderketina zehmetiyan û serrastkirina xeletiyan e, ji bo me ne zehmet e ku em hevkariyê bikin. Ji bo jiheqderletina van zehmetiyan faktora herî mezin ev e. Em kedê didin, lê em heqê keda xwe nagirin. Em ji bo xwendekarên xwe û pêşeroja wan têdikoşin. Em bi tena serê xwe vî şerî dikin. Maeşên ku em di vê heyamê de distînin hinekî di ser sînorê birçîbûnê re ye. Ji ber vê yekê em di warê aborî de jî zehmetiyan dikişînin. Em mamoste ku di warê aborî de zehmetiyan dikişînin, nikarin perwerdehiyeke baş bidin. Dema em di peydakirina hewcedariyên xwe yên herî bingehîn de jî zehmetiyan dikişînin, nayê hêvîkirin ku em jîngeheke perwerdehiyê ya baş biafirînin. Em dixwazin ji aliyê manewî ve bên xelatkirin û rûmetkirin. Ji bo vê jî divê di serî de jin bibin yek û têbikoşin." 
 
'EM RASTÎ TUNDIYA POLÎSAN TÊN'
 
Aktivîsta Tevgera Jinên Azad (TJA) Meryem Eşkarayê jî anî ziman ku li herêmê ew rastî her cure astengiyê û tundiya dewletê tên û wiha got: "Jin li her qadê rastî tundiyê tê. Di nava 2-3 mehan de nêzikî 10 jin ji aliyê mêran ve hatin qetilkirin. Pergala mêrperest û baviksalarî û yên bi vê hişmendiyê tevdigerin li dijî vê tundiyê xwe bêdeng dikin. Heta niha tu carî nehatiye dîtin ku zilamek ji aliyê jinekê ve hatiye qetilkirin. Em dixwazin ku bibin dengê jinên herêmê û li hemberî tundiya mêrî a li dijî jinê, jin xwe birêxistin bikin. Daxuyaniyên ku em dixwazin li ser tundiya mêr bidin û li ser qetilkirina jinan bidin rastî astengiya tên. Her xebateke me û çalakiyên me rastî êrîşan tên. Bi her awayî tundiyê didin meşandin. Ji 7 saliyan heya 70 saliyan hemû jin rastî êrişan tên. Ew çi qasî êrîşî me bikin û tundiyê li me bikin jî em ê her tim wê tundiyê teşhîr bikin. Jin be, êrîş dikin. Wekî TJA'yê me xwest ku starta 25'ê Mijdarê bidin, lê careke din em rastî tundiya wan hatin. Bêtemûliya wan a li hemberî jinê pir e. Di şexsê jinê de her cureyê tundiyê dikin. Dewlet dizane jina birêxistin, civaka birêxistin e. Bi taybetî jinên kurd ê têkoşer rastî tacîz, êrîş û tundiya dewletê tên. Em ê bi têkoşîna xwe fikrê azad li her derê belav bikin." 
 
'JIN HEM LI MAL Û HEM JÎ LI DERVE DIXEBITE'
 
Ji jinên bajêr Sahîle Aslanê ku di temenekî biçûk de hatiye zewicandin û niha di nava malê de li hemberî hişmendiya desthilatdar têdikoşe jî diyar kir ku ew di nava malê de heqê keda xwe bi dest naxe û wiha axivî: "Ez di 14 saliya xwe de zewicîm. Ez ji Edeneyê hatim Şirnexê. Wê demê debar li ser pezxwedîkirinê bû. Di navbera jiyana niha û ya berê de ferq û cudahî heye. Jinan bi her awayî zehmet kişandiye. Dema ku mêr diçin derve kar dikin jî dibêjin, 'jin li malê rûniştine.' Lê ew jin heta êvarî dixebite û ji wî bêtir dixebite. Ji xwedîkirina zarokekî heta karê malê hemû li ser milê jinê ye. Min gelek jin dîtine bi hevjînê xwe re serê sibehê diçin kar û êvaran jî tên li malê dixebitin. Lê keda jinan nabînin. Jin çi qasî biweste jî lazim e ku dengê xwe dernexîne. Ji jinan re axaftin tune ye. Divê wekhevî hebe. Ji jinên ku serê xwe radikin hez nakin. Ez bi xwe hem li derve dixebitim hem jî li malê dixebitim. Jin ax e, jin jiyan e û her tişt e. Bê jinê jiyan nabe. Çiqasî jin bên kuştin dinya xwe ker dike. Dinya ji jinan re ker e. Lê dema ku tiştek tê serê zilamekî dinya hildiweşe. Jin gelek tên perçiqandin. Lazim e ku jin bibin yek û li ber xwe bidin. Divê jin bibin yek ku pirsgirêkên xwe çareser bikin. Heger em xwedî li hev dernekevin kesek xwedî li me dernakeve. Divê her jinek rabe ser pêyan û li ber xwe bide. Jin, jiyan, azadî ye. Bila bes jin bên kuştin, bila bes jin rastî tundiyê bên. Em naxwazin jin êdî bigirîn. Divê em dest bidin hev û li hemberî zordestiyê serî rakin." 
 
'DI ŞAREDARIYÊ DE WEKHEVÎ TUNE YE'
 
Endama Meclisa Şaredariya Şirnexê ya HDP'ê Gûrbet Guleşê jî anî ziman ku şaredariya ku bi aqlê mêr ve tê birêvebirin îradeya jinê nas nake û ev tişt gotin: "Em endamên meclîsê yên şaredariya Şirnexê yên HDP'î 4 jin û 4 mêr in. Lê belê yê AKP'ê 16 zilam in û 2 jin in. Em li hemberî hişmendiyeke mêrperest têdikoşin. Heta niha ji bo jinan yek xebateke berbiçav nehatiye meşandin. Heger di qada jinê de bîrimek yan jî xebatek kiribin jî ev ji aliyê zilaman ve hatiye birêvebirin. Me her carê îtîrazî vî tiştî kir. Lê her carê ji me re digotin, 'bila zilam be.' Gelek bîrimên wan û midûriyetên wan jî hene, lê hemû zilam in. 2 cîgirên şaredariyê Şaredariyê hene. Li şûna ku yek ji van jin be, her dû jî mêr in. Li gorî serê xwe biryarê didin. Wekhevî tune ye. Heta niha jî me tu wekhevî di şaredariyê de nedîtiye. Me zêde wekî îrade nabînin. Cîgirê şaredariyê bi rihetî dikare ji hevaleke me ya jin re bibêje, 'tu neaxive.' Em dixwazin ku qadên jinan vekin. Lê belê ji ber ku şaredarî ji aliyê mêran ve hatiye dagirkirin, jin nikarin heta şaredariyê bên derdê xwe û pirsgirêkên xwe bînin zimên. Di bin çend lêgerînan de derbas dibin heta ku bi şaredar re hevdîtinê dikin. Jin ji ber wê rehet nayên şaredariyê û daxwaziyên xwe nayanin zimên. Divê di şaredariyê de wekhevî hebe. Ji bo pergala wekheviyê û avakirina qadên jinan, em têdikoşin û li ber xwe didin."
 
MA / Zeynep Dûrgût
 
 

Sernavên din

23/11/2022
16:50 Ji girtiyê ku înfaza wî taloqkirin re gotin: Heke zarokên te çêbibin dê bişînî çiyê?
16:21 HSD: Di êrişan de 7 sivîl û 2 şervanên YAT’ê jiyana xwe ji dest dan
16:15 Komxebata Xwendekaran: Bi têkoşîna şoreşgerî dikare êriş bên pûçkirin
15:50 Li Şirnexê serdana goristanê hat astengkirin
15:34 Malbata Şenyaşar: Dê li ser sindoqê bersiva pêwîst bê dayîn
15:27 ‘Êrişî destkeftiyên Rojava dikin’
15:08 Ji jinên girtî re nameyên piştgiriyê hatin şandin
15:04 Hêzên Demokrasiyê yên Amedê: Bila 47 kesên binçavkirî bên berdan
14:32 Mazlum Ebdî: Sê birayên êrişkara Taksîmê dema ji bo DAIŞ'ê şer dikirin hatin kuştin
13:51 Doza îşkenceya li Qursa Qur’anê hat taloqkirin
13:44 Di doza rojnameger Oruç û Muftuoglû de biryarek derneket
13:26 Li Girtîgeha Dumluyê tecrîd hat protestokirin
13:20 Ji bo Rojhilat banga greva giştî
13:11 Kongra Star: Îdiaya me mezin û hêviya me xurt e
12:24 ATB’ê ji bo Seroka TTB’ê Fîncanci bang kir
12:08 ‘Divê rewşenbîrên vî welatî bi dengekî bilind li dijî şer derkevin’
11:57 Yildirim ku bi berxwedana rojiya mirinê hatibû berdan dîsa şandin girtîgehê
11:46 Danişîna doza Tahir Elçî hat taloqkirin
11:34 Dîmenê helîkoptera li Metînayê hatiye xistin hat weşandin
11:30 Salih Muslim: Tirkiye li gorî serê xwe tevdigere lê dê rojekê li cihekî biqelibe
10:54 Li Sûriyeyê di nava 11 salan de 756 rojnameger hatin qetilkirin
10:41 'Rêxistinbûyîna jina kurd ew çavtirsandî kirine'
10:21 Ji bo meşa 25’ê Mijdarê ya li Êlihê bang: Wer in em li dijî tundî û şer bimeşin
10:01 HSD’ê bîlançoya êrişên 24 saetan eşkere kir
09:41 Swîsreyê bo Rojava daxuyanî da: Divê rêz ji hiqûqa navneteweyî re bê girtin
09:34 Akar li xwe mikûr hat ku çekên kîmyewî bi kar tînin
09:28 4 caran xaniyê wî hat şewitandin û kurekî wî hat kuştin: Ji ya xwe daneket xwarê
09:05 Darbirîna li Besta û Cûdî didome: Niha jî çav berdane Gabarê
09:04 'Ciwan dê li dijî tiryakê serwext bibin û vê pergalê birûxînin'
09:03 Li sînor bang kirin: Dem dema xwedîderketina li Rojava ye
09:02 Jinên êzidî: Bi fikra Ocalan birînên xwe derman dikin
09:01 Sonmez: Jinên HDP’î li dijî siyaseta nêrza têkoşînê bihêz dikin
09:00 ROJEVA 23'YÊ MIJDARA 2022'YAN
08:34 Li Duzceyê bi pileya 6.0 erdhej pêk hat
22/11/2022
22:53 Zarokê li Amedê hatibû binçavkirin hat berdan
19:47 Platforma Ked û Azadiya ya Mêrdînê: Ne şeer, pêdivî bi aştiyê heye
19:32 TJA û HDP'ê li Stewrê serdana gel kir
18:33 Ji Amedê girtî Denîzê sirgûnî Kayseriyê kirin
17:15 Yuksekdag bertek nîşanî şandeya dadgehê da: Berdana bi derewkî
16:58 Sebahat Tuncel: DMME’yê mafdariya raperîna me piştrast kir
16:57 Malbatên girtiyan di Nobeta Edaletê de bertek nîşanî êrişên Tirkiyeyê dan
16:48 Ji NY’ê banga Îranê: Daxwazên azadiyê bibersivînin
16:42 Gergerlîoglû: Bi gotina ‘dîn, îman, Sakarya’ êrişî Rojava dikin
16:20 TJA li Botanê gund bi gund bi jinan re dicive
16:11 Ber bi 25’ê Mijdarê ve: Em ê bêjin ‘Jin jiyan azadî’ û azad bibin
15:42 Danişîna doza Kizilkaya û Dîcle hate taloqkirin
15:18 Îsam Ebdullah kêliya ku bi kameraya xwe êrişên Tirkiyeyê radigihand hat qetilkirin
15:15 4 gundên Geverê 11 roj in di bin dorpêçê de ne
15:01 DFG û MKGP: Çapemeniya Azad di tu şert û mercan de bêdeng namîne
14:20 Ji bo piştevaniyê ji Şebnem Korur Fînanci re qert hatin şandin
14:14 BMG: Tekane çareserî têkoşîna hevpar e
14:12 Dozger ji rojnamevan Çapan re ceza xwest
13:58 ÇHD: Di mijara teqîna li Taksîmê de hewl didin gel manîpule bikin
13:46 Serokên baroyan li dijî qedexeyên walîtiyan in
13:38 Parêzerên Abdullah Ocalan ji bo hevdîtinê serlêdan kirin
13:32 Buldan: AKP’ê kampanyaya hilbijartinê bi şer da destpêkirin
13:21 Danişîna doza rojnamevan Çelîk û Yayla hat lidarxistin
13:06 Amerîka, Fransa, Rûsya û Almayayê ji bo Rojava daxuyanî dan
13:04 Malbata Şenyaşar: Yên dev ji Rabîayê berdayîn dê sibe dev ji wekîlê xwe jî berdin
12:59 Akar dîsa gotinên her carê dubare kir: Di envantera me de çekên kîmyewî nînin
12:52 Parlamentoya Iraqê dê bi rojeva êrişên Îran û Tirkiyeyê bicive
12:51 Bi hinceta ‘qedexeyê’ nehiştin malbatên girtiyan çalakiya xwe li dar bixin
12:39 Dayika girtî: Li Girtîgeha Kalkandereyê greva birçîbûnê hatiye destpêkirin
12:38 4 zarokên bi îdiaya 'al daxistine' hatibûn binçavkirin, hatine derbkirin
12:21 Tifaqa Ked û Azadiyê wê li Îzmîrê bi gel re were gelhev
11:48 ‘Îktidar ji bo faşîzma xwe sazûman bike gavên bilez diavêje’
11:48 Kujerê Ozlem G’yê hate girtin
11:22 ‘Êrişên ser Rojava dijminatiya dewletê ya sîstematîk a li dijî kurdan e’
11:12 Dr. Mansouran: Rûxandina rejîma Îranê bûye vîneke civakî
11:12 Ji bo Semra Guzel serî li AYM’ê hat dayîn
10:48 Rojnamevan Bûldan: Berxwedana gel a li dijî rejîma Îranê xurtir didome
10:33 Binçavkiriyên Enqereyê hatin berdan
10:19 Doza Dedeogûllari: Desthilatdariyê bi gotinên xwe bingehê ji komkujiyên nû re çêdike
09:41 Bila girtiyê nexweş Emîn Guler bê berdan
09:13 Jinên şirnexî: Li dijî tundiyê divê em bibin yek
09:07 Li Efxanistanê berxwedan: Astenga herî mezin a li ber pergala Talîban jin in
09:04 Parêzer Kaya: Bi tecrîdê nahêlin fikrên Ocalan bigihên gelan
09:02 Hevserokê PENa Kurd Fîdan: Dengê nivîskariya kurdî bi ser siyasetê neketiye
09:01 'Serokatiya cemxaneyê tunekirina civat û baweriyên cuda ye'
09:00 ROJEVA 22'YÊ MIJDARA 2022'YAN
21/11/2022
23:28 Endamê SES'ê Mûstafa Yaşa hat berdan
21:59 Berteka amediyan a li dijî êrişan: Bijî berxwedana Kobanê
18:58 Têkildarî êrişa li Taksîmê 5 kesên din jî hatin girtin
18:34 'Pêşketinên berxwedana jinê geştir dibin'
18:02 Tirkiyeyê ji hewayê ve êriş bir ser Amûdê
17:58 Nûçegihanê Yenî Yaşamê Bedîr hat berdan
16:52 ‘Em ê ji bo jiyana azad a zarokan têbikoşin’
16:39 Rewşenbîran bang li rêxistinên navneteweyî kir: Pêşî li ber êrişên Tirkiyeyê bigirin
16:36 Êrişên li dijî Rojava hatin protestokirin: Kobanê wê nekeve
16:36 Çerkezoglû: Em ê teslîmî tirsê nebin
16:00 TJA li Qilebanê bi jinan re civiya
15:59 Banga beşdariya meşên 25’ê Mijdarê hat kirin
15:55 Doza Kobanê: Tifaqa jinan wê pergala heramiyan hilweşîne
15:51 Ji bo endamên HPG’ê Yavûz û Sarûhan mewlîd hatin dayîn
15:30 Maseya Îslamê ya HDP’ê li Wanê panel li dar xist
14:30 'Şer ekolojiyê talan dike’
14:20 Platforma Jinan a Rihayê çû serdana Emîne Şenyaşar
14:09 Erdogan gefa êrişa bejahî li Rojava xwar
14:04 Baroyên Kurdistanê ji bo çareseriya siyasî bang li hikûmetê kirin
13:50 Ugur Kaymaz û bavê wî Ahmed Kaymaz hatin bibîranîn