‘Êrişên ser Rojava dijminatiya dewletê ya sîstematîk a li dijî kurdan e’

  • rojane
  • 11:22 22 Mijdar 2022
  • |
img
AMED -  Endamê MYK’a DBP’ê Farûk Tatli diyar kir ku armanca dewleta tirk ên ji êrişên li dijî Rojava tenê hilbijartin nîne û wiha got: “Êrişên li dijî Rojava, dijminatiya dewletê ya sîstematîk a li dijî gelê kurd e. Divê kurd ji hêza xwe bawer bin. Serkeftin a gelê me ye.” 
 
Dewleta tirk di derengiya şeva 19’ê mijdarê de bi balafirên şer êrişî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û Herêma Federe ya Kurdistanê kmir. Di êrişê de qadên sivîlan hedef hatin girtin û herî kêm 13 sivîl hatin qetilkirin. Ji ber êrişên dewleta tirk, ji çar aliyên Kurdistanê û cîhanê bertekên tund hatin nîşandan. Tekildarî mijarê  Endamê Lijneya Rêveberiya Navendî (MYK) ya Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Farûk Tatli bi ajansa me re axivî û got ku ev êriş li dijî hemû kurdan hatiye kirin. 
 
 ‘KOBANÊ NEKET LI BER XWE DA’
 
Farûk Tatli bal kişand ser têkoşîna gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ya di salên 2011’an de û got ku vê têkoşînê bi xwe re Şoreşa Rojava anî ku bo hemû cîhanê bûye mînak. Bi domdarî Tatli gotinên Serokkomarê AKP’î Tayyîp Erdogan ên di dema berxwedana Kobanê de ku digot; “Kobanê hat ket ha dikeve” û ev tişt anî ziman: “Lê Kobanê neket û li ber xwe da. Bi berxwedana Kobanê re hevkarê wan DAIŞ têk çû. Hemû cîhanê dizanî ku DAIŞ’ê bi hevkariya Tirkiyeyê êriş dikirin. Tirkiyeyê ji her alî ve piştgirî da DAIŞ’ê.”
 
BIRYARÊN MGK’Ê
 
Di berdewamê de Tatli biryarên Lijneya Ewlekariya Neteweyî (MGK) ya Tirkiyeyê û ev nirxandin kir: “Bi azadkirina Kobanê û serkeftina kurdan a di hilbijartina 2015’an re Tirkiye di şerê derûniyê de têk çû. Piştî vê têkçûnê, Tirkiyeyê biryarên MGK’ê yên di sala 2014’an de girtibûn xist meriyetê. Li dijî kurdan şerê taybet da destpêkirin. Ew şerê taybet heta îro jî didome. Piştre jî êrişî Efrîn, Cerablus û Serêkaniyê kirin û dagir kirin. Piştre jî ji bo êrişeke li dijî tevahiya Rojava amadekarî kirin. Di vê çarçoveyê de bi DYA û Rûsyayê re hevdîtin kirin. Rûsya ji ber şerê Ûkraynayê tengijiye û ji bo ku xwe ji vê tengijîne derîne jî pêşiya Tirkiyeyê vedike. Bi vî awayî bazareke qirêjî li ser kurdan tê kirin. Ev bi hezaran sala ye kurdan qir dikin û niha jî dixwazin projeyên nû li ser kurdan çêbikin.” 
 
‘JI BO XWE JI ALOZIYAN XELAS BIKIN ÊRIŞÎ KURDAN DIKIN’
 
Bi domdarî Tatli destnîşan kir ku desthilata AKP-MHP’ê ji bo bikare xwe li krîz û aloziyan xelas bike, êrişî kurdan dike û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Desthilatdariya AKP-MHP’ê bi wan êrişan dixwaze xwe li ser lingan bigire. Bi qetilkirina kurdan dixwaze di hilbijartinê de bi ser keve. Ji hêla aborî, siyasî û civakî ve krîzeke mezin dijîn û nikarin welêt birêve bibin. Êdî mafya û tiryarkfiroş welêt birêve dibin û dixwazin bi qirkirin û dijminatiya li kurdan xwe li ser pêyan bigirin. Divê gelê tirk ji vê fedî bike. Heta ku li Rojhilata Navîn pirsgirêka kurdan çareser nebe, ne demokrasî pêş dikeve û ne jî aborî baş dibe. Divê pirsgirêka kurd bê çareserkirin û kurd azad bibin.” 
 
‘DIVÊ GELÊ KURD JI HEZA XWE BAWER BE’
 
Tatli, bi lêv kir ku armanca êrişên dewleta tirk ne tenê hilbijartin e û wiha derbirî: “Hilbijartin, tenê parçeyeke biçûk e.  Dijminatiya dewleta ya li dijî kurdan e. Vê dewletê hebûna xwe li ser dijminatiya li kurdan ava kiriye. Anku tenê planeke AKP-MHP’ê ya hilbijartinê nîne. Plana dewletê û ya hêzên navdewletî ye. Projeyên hêzên navneteweyî ji bo Rojhilata Navîn hene. Gelê kurd jî mejiyê dewletê baş nas dike. Di sala 2014’an de jî ji bo êrişên nû MGK’ê biryar dan. Lê divê gelê kurd ji heza xwe bawer be. Me ev hêz, di şerê Kobanê û Şoreşa Rojava de dît. Kurd, ev 40 sal in bi hêza xwe li ber xwe didin. Em kurd ne tenê li dijî dewleta tirk lê li dijî hêzên navdewletî li ber xwe didin. Lewma divê em li benda kesekî nebin, ji hêza xwe bawer bin û yekitiya xwe xurt bikin.” 
 
‘DEMA MIJAR DIBE KURD HEMÛ KES BÊDENG DIBE’
 
Tatli, diyar kir ku li Tirkiyeyê dema mijar dibe kurd kesen ku ji xwe re dibêjin demokrat û muxalîf jî dengê xwe dernaxin û wiha got: “Ev 40 sal in li Kurdistanê şer heye. Xwezaya Kurdistanê tê wêrankirin û çekên kîmyewî tên bikaranîn. Lê ev derdor bêdeng in. Ev jî ji bandora nîjadperestî û tirkîtiyê ye. Ji ber gotina ‘dibe ku çekên kîmyewî hatibin bikaranîn’, Şebnem Korur Fîncanci girtin. Lê partiyên muxalîf piştgirî dan desthilatdariyê. Partiyên di Tifaqa Ked û Azadiyê de li dijî vê derketin û me bi hev re daxuyanî dan lê ev yek kêm e. Divê dengê xwe bêhtir bilind bikin û piştgiriyeke xurtir bidin.” 
 
‘EDÎ KÊRÊ HESTÎ JÎ DERBAS KIR’
 
Di dawiya axaftina xwe de Tatli anî ziman ku armanca dewletên ya ji êrişan têkbirina vîna kurdên azad e û ev tişt anî ziman: “Divê gelê kurd baş bizane ku êrişên heyî ne tenê li dijî gelê Rojava, Başûr û PKK’ê ne. Dixwazin li ser axa Kurdistanê koletiyê pêşbixin û osmaniya nû li kurdan ferz bikin. Jixwe Kurdistan ji çar aliyan ve hatiye dagirkirin. Lê armanca ji van êrişan ew e ku vîna kurdên azad têk bibin. Dixwazin ruhê berxwedan û azadiyê tune bikin. Anku heke kurd li gerstêrka Marsê jî tiştekî ava bikin, dê ev dewlet êrişî wir bike. Ji ber ku kurdên azad û serbixwe naxwaze. Divê ew êriş wisa bê fehmkirin. Siyasetmedarê kurd xistin zindanê, konseren hunermendên kurd tên qedexekirin. Anku ji her alî ve êriş dike. Edî kêrê hestî jî derbas kir. Ji ber wê divê em li ber xwe bidin. Dê ev desthilatdarî di hilbijartinê de jî têk biçe û serkeftin dê bibe para me.” 
 
MA / Mahmût Altintaş
 

Sernavên din

23/11/2022
16:50 Ji girtiyê ku înfaza wî taloqkirin re gotin: Heke zarokên te çêbibin dê bişînî çiyê?
16:21 HSD: Di êrişan de 7 sivîl û 2 şervanên YAT’ê jiyana xwe ji dest dan
16:15 Komxebata Xwendekaran: Bi têkoşîna şoreşgerî dikare êriş bên pûçkirin
15:50 Li Şirnexê serdana goristanê hat astengkirin
15:34 Malbata Şenyaşar: Dê li ser sindoqê bersiva pêwîst bê dayîn
15:27 ‘Êrişî destkeftiyên Rojava dikin’
15:08 Ji jinên girtî re nameyên piştgiriyê hatin şandin
15:04 Hêzên Demokrasiyê yên Amedê: Bila 47 kesên binçavkirî bên berdan
14:32 Mazlum Ebdî: Sê birayên êrişkara Taksîmê dema ji bo DAIŞ'ê şer dikirin hatin kuştin
13:51 Doza îşkenceya li Qursa Qur’anê hat taloqkirin
13:44 Di doza rojnameger Oruç û Muftuoglû de biryarek derneket
13:26 Li Girtîgeha Dumluyê tecrîd hat protestokirin
13:20 Ji bo Rojhilat banga greva giştî
13:11 Kongra Star: Îdiaya me mezin û hêviya me xurt e
12:24 ATB’ê ji bo Seroka TTB’ê Fîncanci bang kir
12:08 ‘Divê rewşenbîrên vî welatî bi dengekî bilind li dijî şer derkevin’
11:57 Yildirim ku bi berxwedana rojiya mirinê hatibû berdan dîsa şandin girtîgehê
11:46 Danişîna doza Tahir Elçî hat taloqkirin
11:34 Dîmenê helîkoptera li Metînayê hatiye xistin hat weşandin
11:30 Salih Muslim: Tirkiye li gorî serê xwe tevdigere lê dê rojekê li cihekî biqelibe
10:54 Li Sûriyeyê di nava 11 salan de 756 rojnameger hatin qetilkirin
10:41 'Rêxistinbûyîna jina kurd ew çavtirsandî kirine'
10:21 Ji bo meşa 25’ê Mijdarê ya li Êlihê bang: Wer in em li dijî tundî û şer bimeşin
10:01 HSD’ê bîlançoya êrişên 24 saetan eşkere kir
09:41 Swîsreyê bo Rojava daxuyanî da: Divê rêz ji hiqûqa navneteweyî re bê girtin
09:34 Akar li xwe mikûr hat ku çekên kîmyewî bi kar tînin
09:28 4 caran xaniyê wî hat şewitandin û kurekî wî hat kuştin: Ji ya xwe daneket xwarê
09:05 Darbirîna li Besta û Cûdî didome: Niha jî çav berdane Gabarê
09:04 'Ciwan dê li dijî tiryakê serwext bibin û vê pergalê birûxînin'
09:03 Li sînor bang kirin: Dem dema xwedîderketina li Rojava ye
09:02 Jinên êzidî: Bi fikra Ocalan birînên xwe derman dikin
09:01 Sonmez: Jinên HDP’î li dijî siyaseta nêrza têkoşînê bihêz dikin
09:00 ROJEVA 23'YÊ MIJDARA 2022'YAN
08:34 Li Duzceyê bi pileya 6.0 erdhej pêk hat
22/11/2022
22:53 Zarokê li Amedê hatibû binçavkirin hat berdan
19:47 Platforma Ked û Azadiya ya Mêrdînê: Ne şeer, pêdivî bi aştiyê heye
19:32 TJA û HDP'ê li Stewrê serdana gel kir
18:33 Ji Amedê girtî Denîzê sirgûnî Kayseriyê kirin
17:15 Yuksekdag bertek nîşanî şandeya dadgehê da: Berdana bi derewkî
16:58 Sebahat Tuncel: DMME’yê mafdariya raperîna me piştrast kir
16:57 Malbatên girtiyan di Nobeta Edaletê de bertek nîşanî êrişên Tirkiyeyê dan
16:48 Ji NY’ê banga Îranê: Daxwazên azadiyê bibersivînin
16:42 Gergerlîoglû: Bi gotina ‘dîn, îman, Sakarya’ êrişî Rojava dikin
16:20 TJA li Botanê gund bi gund bi jinan re dicive
16:11 Ber bi 25’ê Mijdarê ve: Em ê bêjin ‘Jin jiyan azadî’ û azad bibin
15:42 Danişîna doza Kizilkaya û Dîcle hate taloqkirin
15:18 Îsam Ebdullah kêliya ku bi kameraya xwe êrişên Tirkiyeyê radigihand hat qetilkirin
15:15 4 gundên Geverê 11 roj in di bin dorpêçê de ne
15:01 DFG û MKGP: Çapemeniya Azad di tu şert û mercan de bêdeng namîne
14:20 Ji bo piştevaniyê ji Şebnem Korur Fînanci re qert hatin şandin
14:14 BMG: Tekane çareserî têkoşîna hevpar e
14:12 Dozger ji rojnamevan Çapan re ceza xwest
13:58 ÇHD: Di mijara teqîna li Taksîmê de hewl didin gel manîpule bikin
13:46 Serokên baroyan li dijî qedexeyên walîtiyan in
13:38 Parêzerên Abdullah Ocalan ji bo hevdîtinê serlêdan kirin
13:32 Buldan: AKP’ê kampanyaya hilbijartinê bi şer da destpêkirin
13:21 Danişîna doza rojnamevan Çelîk û Yayla hat lidarxistin
13:06 Amerîka, Fransa, Rûsya û Almayayê ji bo Rojava daxuyanî dan
13:04 Malbata Şenyaşar: Yên dev ji Rabîayê berdayîn dê sibe dev ji wekîlê xwe jî berdin
12:59 Akar dîsa gotinên her carê dubare kir: Di envantera me de çekên kîmyewî nînin
12:52 Parlamentoya Iraqê dê bi rojeva êrişên Îran û Tirkiyeyê bicive
12:51 Bi hinceta ‘qedexeyê’ nehiştin malbatên girtiyan çalakiya xwe li dar bixin
12:39 Dayika girtî: Li Girtîgeha Kalkandereyê greva birçîbûnê hatiye destpêkirin
12:38 4 zarokên bi îdiaya 'al daxistine' hatibûn binçavkirin, hatine derbkirin
12:21 Tifaqa Ked û Azadiyê wê li Îzmîrê bi gel re were gelhev
11:48 ‘Îktidar ji bo faşîzma xwe sazûman bike gavên bilez diavêje’
11:48 Kujerê Ozlem G’yê hate girtin
11:22 ‘Êrişên ser Rojava dijminatiya dewletê ya sîstematîk a li dijî kurdan e’
11:12 Dr. Mansouran: Rûxandina rejîma Îranê bûye vîneke civakî
11:12 Ji bo Semra Guzel serî li AYM’ê hat dayîn
10:48 Rojnamevan Bûldan: Berxwedana gel a li dijî rejîma Îranê xurtir didome
10:33 Binçavkiriyên Enqereyê hatin berdan
10:19 Doza Dedeogûllari: Desthilatdariyê bi gotinên xwe bingehê ji komkujiyên nû re çêdike
09:41 Bila girtiyê nexweş Emîn Guler bê berdan
09:13 Jinên şirnexî: Li dijî tundiyê divê em bibin yek
09:07 Li Efxanistanê berxwedan: Astenga herî mezin a li ber pergala Talîban jin in
09:04 Parêzer Kaya: Bi tecrîdê nahêlin fikrên Ocalan bigihên gelan
09:02 Hevserokê PENa Kurd Fîdan: Dengê nivîskariya kurdî bi ser siyasetê neketiye
09:01 'Serokatiya cemxaneyê tunekirina civat û baweriyên cuda ye'
09:00 ROJEVA 22'YÊ MIJDARA 2022'YAN
21/11/2022
23:28 Endamê SES'ê Mûstafa Yaşa hat berdan
21:59 Berteka amediyan a li dijî êrişan: Bijî berxwedana Kobanê
18:58 Têkildarî êrişa li Taksîmê 5 kesên din jî hatin girtin
18:34 'Pêşketinên berxwedana jinê geştir dibin'
18:02 Tirkiyeyê ji hewayê ve êriş bir ser Amûdê
17:58 Nûçegihanê Yenî Yaşamê Bedîr hat berdan
16:52 ‘Em ê ji bo jiyana azad a zarokan têbikoşin’
16:39 Rewşenbîran bang li rêxistinên navneteweyî kir: Pêşî li ber êrişên Tirkiyeyê bigirin
16:36 Êrişên li dijî Rojava hatin protestokirin: Kobanê wê nekeve
16:36 Çerkezoglû: Em ê teslîmî tirsê nebin
16:00 TJA li Qilebanê bi jinan re civiya
15:59 Banga beşdariya meşên 25’ê Mijdarê hat kirin
15:55 Doza Kobanê: Tifaqa jinan wê pergala heramiyan hilweşîne
15:51 Ji bo endamên HPG’ê Yavûz û Sarûhan mewlîd hatin dayîn
15:30 Maseya Îslamê ya HDP’ê li Wanê panel li dar xist
14:30 'Şer ekolojiyê talan dike’
14:20 Platforma Jinan a Rihayê çû serdana Emîne Şenyaşar
14:09 Erdogan gefa êrişa bejahî li Rojava xwar
14:04 Baroyên Kurdistanê ji bo çareseriya siyasî bang li hikûmetê kirin
13:50 Ugur Kaymaz û bavê wî Ahmed Kaymaz hatin bibîranîn