Xoy û Urmiye: Gel ji rejima Îranê gelek kişand

img
NAVENDA NÛÇEYAN - Riya ku di navbera çiyayan de mîna marekî dilife li pey xwe dihêlim û di deşteke bi rengên payizê xemilîye de derbas dibim, dikevime Xoyê. Piştî li vî bajarê ku gelheya wê nêzî 500 hezarî ye digerim, derbasî Ûrmiyeyê dibim. Kesên bi wan re diaxifim dibêjin ku gel ji rejima Îranê pir kişandiye.
 
 
Piştî ji Deriyê Sînor ê Xoy-Razi derbas dibim li texsiyeke ku diçe Xoy'ê siwar dibim. Di texsiyê de bi Azeriyekî ji Tebrîzê ku li Wanê jî kargeha wî heye re diaxifim. Behsa gengeşiyên li Îranê dike û di derbarê ewlehiyê de min hişyar dike. Ez dibêjimê ku berê min du carên din jî Îran ziyaret kiriye û derbarê welat de hin agahiyên min hene. Lê ew dibêje, "Ev car pir cuda ye. Divê tu pir hay ji xwe hebî. Çend roj berê du tûrîstên Îran ziyaret kiribûn hatin girtin. Bawerim haya te jê tune ye" û dirêj dirêj divê ez hay ji çi hebim li pey hev rêz dike: "Xwe ji cihê ku qerebalixe biparêze. Wênekêşa te hebe di stiyû xwe de hilnegire. Bi taybet ji daîreyên dewletê dûr bisekine û nebe nebe tu wêne û vîdeoyên van saziyan bikişînî. Di hejmara polîsên sivîl de zêdebûneke berbiçav heye û bo vê yekê bi herkesî re pêwendî daneyine. Dema ferq bikin tu biyanî yî dibe tiştên nexweş bêne serê te. Taybet jî êvaran qet dernekeve derve." 
 
'RUYÊ MIROVAN NAKENE'
 
Ji aliyekî ve li hişyariyê vî welatiyî guhdar dikim, ji aliyê din ve jî rasterast ji vî Îranîyî dixwazim hîn bibim bê daxwaza gelê daketiye kolanan çiye. Behsa krîza aborî, buhabûnê, daketina rêjeya pereyê Îranê, tûndîyan, ketine îmaja Îraniyan li cîhanê û heqaretên polîsên Gaşt e Îrşad li ser jinan dike û wiha dibêje: "Ruyê mirovan nakene. Heya cihekî mirov dikare li hemberî hejariyê li ber xwe bide, bûhabûnê deyine aliyekî, lê ger êdî tûndî hatin asta bêrûmetkirinê wê çaxê mirov hew îdare dike. Di dawiya wê de mirin jî hebe. Ji ber wê di van çalakiyên niha dest pê kirine de tişta hemû Îranî anî cem hev xwedîterketina li rûmeta mirovahiyê bû. Kuştina jinekê (Jîna Emînî) ku qaşo li gorî qaîdeyên Îslamî serê xwe nenixumandiye kir kû hêrsa gel bifûre." Piştî axaftinê hejmara telefona xwe dide min û dibêje ger pêdiviyek çêbibe ez dikarim lê bigerim. 
 
 
NIVÎSÊN LI SER DÎWARAN TÊNE REŞKIRIN!
 
Riya ku di navbera çiyayan de mîna marekî dilife li pey xwe dihêlim û di deşteke bi rengên payizê xemilîye re derbas dibim dikevime Xoyê. Li vî bajarê ku gelheya wê nêzî 500 hezarî ye û Kurd û Azerî bi hev re dijîn, ber bi sûka Xoyê ya antîk ku nêzî Darvazeh Sangî ye ve dimeşim. Bazar qerebalix e û tevgereke asayî heye; lê di rojeva welatiyan de tenê çalakiyên ku li hemû Rojhilat û hin bajarên Îranê belav bûne heye. Dîsa li nava bajêr li ser gelek dîwaran dirûşmên "Jin Jiyan Azadi", "Zen, Zendegî, Azadî", "Jîna Emînî", "Merg ber Diktatör (Ji Dîktator re mirin)" hatine nivîsîn. Lê piraniya wan nivîsan ji hêla mamûrên dewletê ve hatine reşkirin. Ji kesên ku bi wan re diaxifim hîn dibim ku heya niha ji bilî çend çalakiyên biçûk tu çalakî li vî bajarî pêk nehatine. 
 
 
Dema tême cihê texsiyên diçine Urmiyeyê dixwazim wêneyekî bikişînim. Ciwanek nêzî min dibe û diyar e dixwaze balê bikişîne ser bêdengiya vî bajarî dibêje, "bi kişandina wêneyên van bêrihan dema xwe derbas neke." Dema dibêjim min wêneyên tabelayên riya Salmas, Urmiye, balefirgeh û zanîngehê kişandiye dibêje, "Tu baş dikî, wêneyên wan tabelayan ji wêneyan van kesan çêtir e." Ez dixwazim bipirsim bê çima wisa dibêje; lê hişyarî têne bîra min û tenê ji wî ciwanî re dibişirim. 
 
BUHABÛN RASTERAST BALÊ DIKIŞÎNE
 
Li Îranê di rêwîtiya navbera bajêran de hûn bixwazin dikarin bi tena serê xwe texsiyekê kirê bikin. Ji ber benzîn li vî welatî pir erzan e (lîtreyek 1.30 kuruş e) heqê texsiyê jî erzan e. Lê ger hûn bixwazin heqê çar rêwiya na tenê heqê rêwiyekî bidin wê gavê hûn li benda temambûna rêwiya dimînin û piştre bi erzanî derdikevine rê. Ez jî nêzî texsiyekê dibim ku du rêwiyê wê hene. Bi min re em dibine sê rêwî û piştî rêwiyê çaremîn jî tê, texsî bi rê dikeve. Urmiye bi qenderê 130 kîlometreyî dûrî Xoyê ye û di dema rêwîtiyê de ji bilî meseleyên malbatê yên her sê rêwiyan, di texsiyê de tu tişt nayê axaftin. Ajokarê ciwan piştî me li navenda Urmiyeyê peya kir, min berê xwe da qada herî qerebalix a bajêr. 
 
Heyanî Meydana Welayetî Faqîh dimeşim. Bazara Dîrokî ya Urmiyeyê jî li vê meydanê ye û cadeyên mezin yên weke Montezerî, Taleqanî, 17 Şahrivar û Îmam jî ji vê noqteyê dest pê dikin. Ji ber wê ev der pir bi tevger e. Dikandar û firoşkar bi telaş dixwazin tiştinan bifiroşin lê gel ji ber buhabûnê mecbûr nemîne destê xwe navêje berîka xwe. Dema li cadeyan digerim gelek jin û xwendekarên servekirî dibînim. Kesên li ber dikanên xwe rûniştine û li ser piyan diaxifin dema van jinan dibînin serê xwe dizîvirînin li wan dinihêrin û dibişirin. Lê yên ku bi hêrs li wan dinihêrin jî ne kêm in. 
 
 
'GEL JI RÊVEBIRAN GELEK KIŞAND' 
 
Bi mamûrekî dewletê ku ji pêkanînên rejimê neraziye re hevdîtin dikim. Behsa dewlemendiya Îranê dike û wiha dibêje: "Îran ji hêla dewlemendiyên sererd û binerd ve di cîhanê de di nava çend welatan de cih digire. Lê welatî hêjar in ji nêza dimirin. Qeyrana aborî li aliyekî, rejîma Mollayan ku bi polîtîkayên paşverû jiyana mirovan dîzayn dike li aliyekî. Welatî bêzar bûne. Binihêrin ev cadeya hanê jê re dibêjin Cadeya Danişgede. Dewlemendên Urmiyeyê li ser vê cadeyê dijîn. Li bajarekî weke Urmiyeyê ku nifûsa wê derdora milyonekê ye, ji bilî welatiyên vê cadeyê hemû welatî feqîr û hêjar in. Hema bêje ev rêje ji sedî 95 e. Li Urmiyeya ku deşteke wê yî fireh heye, axa wê bi bereket e, bi bax û baxçeyên tirî û sêvan navdar e, însan nikarin bi dilekî rihet nanekî bibin malên xwe. Vî gelî ji rêveberên rejimê ku ji bilî têşedayina jiyana mirovan serê wan ji tiştekî din re naşixule gelek kişandiye û hê jî dikişîne. Gel dixwaze kêliyek berî kêliyekê ev biçin." 
 
LI ÛRMIYEYÊ BÊDENGIYEK HEYE
 
Ev mamûrê ku ji ber ewlehiyê ez naxwazim navê wî bidim bi xwe jî Azerî ye û dibêje li Urmiyeyê Azerî û Kurd di nava hev de dijîn û her du gel jî bi zimanên hev dizanin. Ez çalakiyan du meh in berdewam dikin dipirsim û wiha dibêje: "Urmiye navenda rêveberiya Eyaleta Azerbaycana Xerbî ye. Gelek zanîngeh jî li vî bajarî hene. Lê weke bajarên eyaleta Kurdistanê ne çalak e. Tenê çend çalakiyên biçûk çêbûn. Sedemên vê yekê jî hene. Ji ber navenda rêveberiyê ye, hemû hêzên çekdar û ne çekdar yên dewletê li vî bajarî hene. Hejmara wan jî pir zêde ye. Pêkûtî pir in û li gelek cade û meydanan bênavber polîs digerin û polîsên bi motor jî li serê cadeyan nobetê digirin. Dîsa êvara bi ser malan de digirin û kesên ji wan bi guman in çalakiyan li dar bixin binçav dikin. Lê ligel vê yekê jî di van rojên dawî de êvaran li taxan hin çalakî hene." 
 
EZ NE DIKARIM TUMEN BISTÎNIM NE JÎ XETA TELEFONÊ
 
Dema li cadeyan digerim weke mamûrê dewletê jî digot li serê cadeyan polîsên ku di destên wan de kaleşnîkof hene û nobetê digirin dibînim. Her wiha li ser hin cadeyên qerebalix polîsên bi motor jî rawestiyane. Ji bo pereyên xwe bikime Tumen dikevime çend dikanên sarafan. Lê ji tevan heman bersivê digirim. "Tumen tune". Dema sedema wê dipirsim jî yek dibêje ku dolarek li derdora 35 hezar tumenî ye û ji ber ev rewş tim diguhere kes naxwaze dolar bi tumen biguherîne. Bêyî ku dolarê li cem min bikime tumen, ji neçarî tumenên ku ji rêwîtiyên min ên Îranê yî berê mane bi îdare xerc dikim. Ji bo xeteke telefonê ya ÎranSel bistînim jî diçime Post Bank'ê. Li Îranê xetên telefonan li Post Bank'ên saziyên dewletê ne tê firotin. Lê li vir jî destevala derdikevim. Piştre li 3 Post Bankên din jî digerim û ji tevan destevala vediqetim. Dema nasnameya min dixwazin, ez pasaporta xwe dirêjî wan dikim, lê bêyî hincet bibêjin an dibêjin "xet tune ye" an jî dibêjin "em xet nadin". Pirsa min a hînbûna sedemê jî bê bersiv dihêlin. 
 
Di roja sisêyan de ji xebatkarekî otela lê dimînin rica dikim ku bo xetekê bistînim ji min re bibe alîkar. Em bi hev re diçine Post Bank'eke ku xebatkarê otelê nas dikin û radihêjin pasaporta min ji bo xetekê li ser navê min vekin. Lê piştî agahiyên min bar dike li ser hişyariyeke di ekrana kompîturê de li min dizîvire û dibêje ew nikare xet bide. Bi vî awayî baweriya min a ku ez ê karibim xeteke telefonê bistînim bi dawî dibe û derdikevim.
 
KESÊN LI BAJARÊN DIN YÊN EYALETÊ TÊNE BINÇAVKIRIN TÎNINE URMIYEYÊ
 
Ji wir vediqetim û careke din li kolanan digerim. Weke Xoy'ê li vir jî li ser gelek dîwaran dirûşm hatine nivîsîn lê ev dirûşm tev hatine reşkirin. Bi çend çavkaniyên min yên din re jî dixwazim hevdîtin bikim lê nikarim xwe bigihînim wan. Ji ber vê yekê jî diçime du muzexaneyên Urmiyeyê zîyaret dikim. 
 
Ji ber navenda rêveberiya Eyaleta Azerbaycana Xerbî ye kesên ji destpêka çalakiyan û heya niha têne binçavkirin tînine Urmiyeyê. Ji Bokan, Mahabad, Salmas, Pîranşar, Serdeşt û hin deverên din tê gotin ku heya niha bi sedan kes anîne Urmiyeyê û li navendên binçavkirinê têne rawestandin. Her wiha kesên li van bajarên din di dema xwepêşandanan de bi giranî birîndar dibin jî li nexweşxaneyên vî bajarî têne tedawî kirin. Piştî gera li vî bajarî berê xwe didime Mahabada ku ligel heya niha di nava du mehan de gelek kesan jiyana xwe ji dest daye û birîndar bûye jî ji kolanan venekişiyaye. 
 
Sibê: Li Mahabadê gel bi paşve gav navêje
 
MA / Abdurrahman Gok
 

Sernavên din

26/11/2022
13:06 Binçavkiriyên pankarta Kurdistanê li miduriyeta polîsan tên ragirtin
13:06 Rencuzogûllari: DAIŞ li ser axa di bin garantoriya dewleta tirk de rehet digere
12:14 Polîsan lingê Turker a tev li meşa 25’ê Mijdarê bûbû şikand
11:57 Xwişka Garîbe Gezer: Ji kesên dixwazin re delîl pir in lê nîyeta dozger nîne
11:56 Digotin 6 saet emrê wê heye, lê 45 salî ye!
11:21 Bi keviran êrişî rêxistina HDP'a Çûkûrovayê kirin
10:48 Belavkarê Ozgur Gundemê Adnan Işik 29 sal berê hate qetilkirin
10:31 Parêzera girtiyê du destên wî nînin: Dewlet tolê dihilîne
10:13 Mak Pirtûk dest bi pirtûkfiroşiyê kir
09:11 Xoy û Urmiye: Gel ji rejima Îranê gelek kişand
09:03 ‘Qedexekirina konseran asîmlasyon e'
09:02 Surucu: Divê dawî li tecrîda li ser Ocalan bê
09:01 Rapora pêzaniyê: Kî li kê xistiye nediyar e, lê her kes li hev dixe
09:00 ROJEVA 25'Ê MIJDARA 2022'YAN
25/11/2022
22:20 Li Şirnexê panela 25'ê Mijdarê hat lidarxistin
21:34 Li Stenbolê dirûşmeya 'jin, jiyan, azadî' olan da
21:25 Li Cizîrê 23 kes serbest hatin berdan
20:07 Li Amedê ji 47 kesên hatibûn binçavkirin 31 kesên din jî hatin berdan
18:30 Dîmenên îşkencekirina Garîbe Gezerê derketin holê
18:08 Leyla Guven: Dê hesabê bidin
17:53 Kişanak: Dîtina kiryaran dê dîroka Tirkiyeyê rûnî bike
16:37 Hejmara binçavkiriyên li Mêrsînê derket 25’an
16:20 Ji ber cezayê muebbetê lê hatiye birîn nehiştin bi dayika xwe ya nexweş re biaxive
16:02 Nobeta Edaletê hat astengkirin
15:44 QSD'ê bîlançoya êrişên dewleta tirk ên 2 rojan aşkere kir
15:29 Li Girtîgeha Eregliyê zexta psîkolojîk dikin
14:49 HDP: Êrişên li ser Guzelê bi rêya Meclisê hatin berdewamkirin
14:34 Di Roja Têkoşîna li Dijî Tundiya Ser Jinê de polîsan tundî li jinan kir
14:17 Komîna Tevna Jînê strana bi navê “Jîna’yê” strand
14:15 Jin li qadan e: Li dijî tundiyê peyamên têkoşîna hevpar
12:53 Bi pankartan êrişên hewayî şermezar kirin
12:37 Jinan li Mêrdînê got: Me carekê tovê jiyanê li vê xakê reşandiye û dê têkoşîna her bidome
12:17 Êrişên Tirkiyeyê yên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê berdewam in
12:08 Li Eskîşehîrê xwendekar hatin binçavkirin
12:07 Emîne Şenyaşar ‘li dijî tundiyê’ ev 627 roj in li ber xwe dide
12:02 Ji bo tevlibûna danişîna ‘doza tacîza zayendî’ banga tevlibûnê hat kirin
11:18 Li Mêrsînê 15 kes hatin binçavkirin
11:07 Îdianameya derheqê Fîncanci de hat amadekirin
10:44 Çalakiyên li Cadeya Îstîklalê hatin qedexekirin
10:43 Şehba û Zirgan hatin bombebarankirin
10:30 Platforma Yekitiya Jinan: Jinan serî netewandin, pêşengtiyê dikin
10:21 Rojnameger Boran: Rûsyayê bi berdêla veguhestina HTŞ’ê li Efrînê, destûra êrişê da
09:15 Prof. Dr. Aktar: Gava mesele hat ser kurdan konsensusa neteweyî çêbû
09:13 Min tirs danî aliyekî û çûme Rojhilat û Îranê
09:05 Mele: Bikaranîna kîmyasalê li dijî mirovahiyê ye, guneh û heram e
09:04 ‘Muxalefeta ku dema mijar dibe Ocalan û kurd xwe li bêdengiyê datîne nikare pirsgirêkan çareser bike'
09:02 KNK: Me seferberiya yekitiya neteweyî îlan kir
09:01 Akademîsyen Zebarî: Ev komîsyon ji bo hilweşandina rejîma Erdogan belgeyeke mezin e
09:00 ROJEVA 25'Ê MIJDARA 2022'YAN
24/11/2022
22:32 Li Sîlopiyayê karkerekî jiyana xwe ji dest da
21:31 Agir bi konê koçeran ket: Zêdetirî sed heywanên wan mirin
21:27 Li Farqînê polîsekî xwe kuşt
18:59 Hasan Dal piştî 30 salan ji girtîgehê derket
18:53 ‘Faşîzma AKP-MHP’ê nikare têkoşîna me têk bibe’
17:49 Têkildarî mirina Garîbe Gezer biryara neşopandinê hate dayîn
17:01 Wezîrê Tenduristiyê yê Herêma Kurdistanê pirsa kîmyasalê bêbersiv hişt
16:41 OHD’ê ji bo Abdullah Ocalan serî li Baroya Rihayê da
16:35 ‘Şahid’ îfadeya xwe qebûl nekir, Akdag dîsa nehate berdan
16:21 Li Wanê welatiyekî ji ber bêkariyê hewl da xwe bikuje
16:17 Li Edeneyê jinek hat qetilkirin
16:16 Banqeya Navendî polîtîkaya xwe ya faîzê daxist
16:10 Jinan ji bo 25’ê Mijdarê daxuyanî dan: Em ê li qadan bin
16:09 Ji Amerîkaya Latîn û Efrîqayê bertekên li dijî êrişên ser Rojava: Divê em bikevin nava tevgerê
15:46 Stranbêj Derya Cengîz ji ber gotina stranekê lêborîn xwest
15:29 ÎHD’ê bîlançoya salekê ya tundiya li ser jinan a bakurê Kurdistanê eşkere kir
15:16 Li melayê ku destdirêjî li zarokekî kirî 21 sal cezayê hefsê hat birîn
14:32 MKGP: Rojnamegerên girtî di zûtirin demê de berdin
14:22 Girtiyên nexweş ên sewqî Girtîgeha Eregliyê hatin kirin di hucreyên yekkesî de tên ragirtin
14:15 Malbatên girtiyan: Zarokên me tiştekî ku jê poşman bibin nekirine
13:47 Greva birçîbûnê ya li Girtîgeha Dûmlûyê: Em zilmê qebûl nakin
13:37 Tê îdiakirin ku polîsan li Bazîdê welatiyek înfaz kir
13:23 Li Êlihê jin ji meşê re amade ne: Em ê dengê xwe bilind bikin
12:52 Malbata Şenyaşar: Nobeta me ya edaletê dê bandora perperokî bike
12:08 Encamên Pêşbirka Çîrokan a Şerzan Kûrt hatin eşkerekirin
12:07 Partiyên kurd: Yekitiya neteweyî ji duh lezgîntir e
11:40 Ji 47 binçavkiriyên Amedê 9 jê hatin berdan
11:02 Bernameya meha kanûnê ya Şanoya Bajêr a Amedê eşkere bû
10:43 Prof. Norman Paech: Tirkiye Peymana NY’ê binpê dike
10:42 Meclisa Leşkerî ya Kobanê: Mafê me yê şerkirin û parastinê heye
10:21 Berdevkê YPG’ê Mehmûd: Dê tu êriş bêbersiv nemînin
09:16 Di hunerê de têkoşîna bi kodên mêr re: Dengê heram li her derê olan dide
09:15 Rojnamevan Oremar: Êdî vegera berxwedana Rojhilat tune ye
09:12 EMEP û TÎP: Li dijî şer û kîmyasalê em ê li kolanan bin
09:09 Dozger ji bo tundiya polîsan got, 'şideteke hevgirtî' ye!
09:08 Ji Mahabad’ê heya Tehranê li kolanan çi dibe?
09:05 Jin vexwendin Meşa 25'ê Mijdarê: Em ê bi felsefeya 'jin jiyan azadî' qadan tije bikin
09:02 Amedî: Tirkiye ji bo her 4 parçe hev nebînin êriş dike
09:00 ROJEVA 24'Ê MIJDARA 2022'YAN
23/11/2022
23:44 Qamişlo hat bombebarankirin
21:21 Tirkiyeyê Kampa Holê bombebaran kir
19:56 Ji Girtîgeha Amedê ya Jinan 2 girtiyên din jî hatin sirgûnkirin
16:50 Ji girtiyê ku înfaza wî taloqkirin re gotin: Heke zarokên te çêbibin dê bişînî çiyê?
16:21 HSD: Di êrişan de 7 sivîl û 2 şervanên YAT’ê jiyana xwe ji dest dan
16:15 Komxebata Xwendekaran: Bi têkoşîna şoreşgerî dikare êriş bên pûçkirin
15:50 Li Şirnexê serdana goristanê hat astengkirin
15:34 Malbata Şenyaşar: Dê li ser sindoqê bersiva pêwîst bê dayîn
15:27 ‘Êrişî destkeftiyên Rojava dikin’
15:08 Ji jinên girtî re nameyên piştgiriyê hatin şandin
15:04 Hêzên Demokrasiyê yên Amedê: Bila 47 kesên binçavkirî bên berdan
14:32 Mazlum Ebdî: Sê birayên êrişkara Taksîmê dema ji bo DAIŞ'ê şer dikirin hatin kuştin