AMED - Seroka Odeya Plansazên Bajêr a Stenbolê Pinar Pelîn Gîrîtlîoglûyê diyar kir ku polîtîkayên bajarbûniyê bi feraseteke nêrza tên birêvebirin û jin tên vederkirin û got ku bi pêkanînên wekî otobûsa pemberî texsiya pembe, parka jinê û qehwexaneya gel re polîtîkaya "jîngehên civakî" jinê bêtir hepsî malê dike.
Meclîsa Jinê ya Plaforma Ked û Demokrasiyê ya Amedê, di 26-27'ê Mijdarê de li Odeya Bazirganî û Pîşesaziyê ya Amedê (DTSO) komxebata "Kedxwariya Li Hemberî Jinê Di Kapîtalîzmê De" li dar xist. Seroka Odeya Plansazên Bajêr a Stenbolê ŞPO) Prof. Dr. Pinar Pelîn Gîrîtoglû jî tevlî komxebatê bû. Gîrîtoglûyê bandora polîtîkayên bajarbûnê ya li ser jinan ji ajansa me re nirxand.
JIN TÊN VEDERKIRIN
Gîrîtlîoglûyê anî ziman ku di polîtîkayên rêveberiyên navendî û xwecihî de jin tên vederkirin û got ku gelek polîtîkayên ku wekheviya zayendiya civakî paşguh dikin jinê neqewîn dikin. Gîrîtlîoglûyê destnîşan kir ku di vê pêvajoyê de jin rastî nêzîkatiyên cihêkar tên ku wekheviya zayendiya civakî paşguh dikin û wiha got: "Mînakên vê bi otobêsên pembe û teksxiyên pembe derketin holê. Parkên jinan û qehwexaneyên gel çend mînakên bi vî rengî ne. Ev hemû qada îstihdamê ya jinê sînordar dikin û jinê bi tenê dihêlin. Em vê yekê di polîtîkayên veguherdandina bajêr û jîngehên civakî de yên vê dawiyê jî dibînin. Îro ro li Tirkiyeyê tapo di destê zilaman de ye. Jin di qada xeyrîmenqûl de tên sînordarkirin û mafê wan ê gotinê tê astengkirin. Rayedarên dewletê bi sînordarkirina jinan re, civakîbûna wê jî asteng dike. Di veguherandina bajêr a herêmî de jî muxatabê desthilatê û rêveberiyên xwecihî zilam in. Jin bi temamî li derî vê pêvajoyê tên hiştin."
Gîrîtlîoglûyê bal kişand ser pêkanînên wekî "veguherandian bajêr" û jîngehên civakî" yên dibin sedema koçberiyê û wiha got: "Koçberkirin û bazarî herî zêde di ser jinê re tê kirin. Ev yek di polîtîkayên 'jîngehên civakî' de pir zelal xuya dike. Di bin navê 'jîngehên civakî de' jin bi piranî derî çeperê tên hiştin. Çûna van deranîstihdama jinê kêmtir dike. Bi taybetî jî jinên ji mafê perwerdehiyê bêpar, ber bi karên rojane û karên nava malê ve tên hêlkirin. Jina hewl dide debara xwe bike, her ku navbera wê û bajêr zêde dibe, kapasîteya wê ya îstihdamê jî kêm dibe. Ev yek, jinê hîn bêtir dişikîne û hîn bêtir hepsî malê dike. Rêveberiyên xwecihî di vî warî de awayekî jiyanê ferz dike û ji van pêkanînan hin jê bi zanebûnî tên kirin."
Gîrîtlîoglûyê da zanîn ku di rêveberiyên herêmî de temsîliyeta jinê pir hindik e û ên li ser navê bajêr biryarê didin zilam in û got ku divê di rêgeha bajêr de kotaya jinan esas bê girtin û pêdivî bi rêveberiyên xwecihî yên bi vî rengî heye.
MA / Zerrîn Sargût