NAVENDA NÛÇEYAN – Dewleta tirk gundên Kobanê û Eyn Îsayê bombebaran kir.
Êrişên dewleta tirk ên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê berdewam in. Li gorî nûçeya Ajansa Nûçeyan a Hawarê (ANHA); dewleta tirk di êrişên xwe de noqteya leşkerên rejîma Şamê ya li gundê Koranê yê li rojhilatê Kobanê hedef girt. Di encama êrişê de 2 leşkerên rejîmê birîndar bûn. Kesên birîndar rakirin Nexweşxaneya Kobanê. Her wiha dewleta tirk gundên Mişêrfa û Dibis ên Eyn Îsayê jî bombebaran kir.