MÊRSÎN - Şaxa OHD’a Mêrsînê serî li Baroya Mêrsînê da ku ji bo rakirina astengiyên li pêşiya hevdîtinên parêzeran a bi Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan re bikevin nava liv û tevgerê.
Şaxa Komeleya Hiqûqnasên ji bo Azadiyê (OHD) a Mêrsînê têkildarî astengkirina hevdîtina parêzeran a bi miwekîlên xwe Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan ku ev 20 meh in agahî jê nayên girtin û Omer Hayrî Konar, Veysî Aktaş û Hamîlî Yildirim ku li Girtîgeha Tîpa F a bi Ewlekariya Bilind a Îmraliyê tên ragirtin, serî li Baroya Mêrsînê dan. Şaxa OHD’a Mêrsînê têkildarî serlêdana xwe li avahiya komeleyê daxuyanî da. Di daxuyaniyê de pankarta “Tecrîd sûcekî li dijî mirovahiyê ye” hatibû vekirin û daxuyanî ji hêla parêzer Sebahat Gençtarîh ve hat xwendin.
'QANÛNÎ NÎNE’
Di daxuyaniyê de Gençtarîh anî ziman ku li Îmraliyê tecrîdeke girankirî heye û tevî hemû hewldanan jî ev zêdetirî saleke tu agahî ji Ocalan, Konar, Aktaş û Yildirim nayên girtin. Gençtarîh, bi domdarî wiha got: “Weke ku raya giştî jî pê dizane, birêz Ocalan piştî hevdîtina bi parêzerên xwe re ya di 27’ê tîrmeha sala 2011’an, heta 2’yê gulana 2019’an nekarî bi tu awayî bi parêzerên xwe re hevdîtinê bike. Ev yek bi awayekî derhiqûqî hate kirin. Di 8’ê mijdara sala 2018’an de jî Parlamentera HDP’ê ya girtî Leyla Guven û bi hezaran girtiyên siyasî dest bi çalakiya greva birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger kirin. Di encama çalakiyê de parêzeran di 2’yê gulana 2019’an de hevdîtina ewil pêk anîn û heta 7’ê tebaxa 2019’an ku hevdîtina dawî hatibû kirin, bi giştî 5 caran bi miwekîlên xwe re hevdîtin kirin. Li gorî mewzûata neteweyî û navneteweyî, mafê hevdîtinê yê parêzeran ê tu kesên di girtîgehê ewqas nayê binpêkirin. Anku ev rewşa îstîsna, bi awayekî derqanûnî tê domandin. Her wiha di pergala hiqûqê ya li Îmraliyê de weke çalereşekê tê bikaranîn.”
‘DI ÇARÇOVEYA PEYWIRA XWE DE ME SERLÊDAN KIR’
Bi domdarî Gençtarîh anî ziman ku tecrîda li Îmraliyê di heman demê de tê wateya neçareserkirina pirgirêka kurd jî û wiha domand: “Weke parêzerên OHD’ê, em di ferqa vê mijarê de ne û ji bo ku ev çalereş hêj mezintir nebe û bêhtir bandorê li civakê neke, me heta niha gelek hewldan kirin. Di gulana sala 2021’an de li dijî tecrîdê bi pêşengtiya me kampanya hat destpêkirin û bi îmzeya 768 hempîşeyên xwe, me daxuyanî da. Demekî kin berê jî me tevî saziyên weke ÇHD, ÎHD, CÎSST, TÎHV û TOHAV’ê, ji bo bidawîkirina tecrîdê serî li Komîteya Pêşîlêgirtina Îşkenceyê ya Konseya Ewropayê (CPT) da. Her wiha hevserokên me yên giştî jî hem ji bo axaftina tecrîdê û hem jî ji bo hevdîtina parêzeran a li Îmraliyê, serî li Wezareta Dadê dan.”
EV 5 MEH IN BERSIV NAYÊ DAYÎN
Di berdewamê de Gençtarîh bi lêv kir ku li ser hewldanên wan, rêxistinên hiqûqê yên herî mezin ên Ewropayê ELDH, AED û Lawyers for Lawyersê jî ji bo li dijî tecrîdê bikevin nava liv û tevgerê û biçin serdana Îmraliyê, di 5’ê nîsana 2022’yan de serî li CPT’yê dan. Gençtarîh, daxuyanî wiha bi dawî kir: “Herî dawî jî me bi tevlibûna 775 parêzaran li dijî astengkirina hevdîtina parêzeran a di 10’ê hezîrana 2022’yan de, di navbera 10-17’ê hezîranê de serî li Wezareta Dadê da. Li gel ku bi ser re 5 meh derbas bûne jî hêj bersiv nehatiye dayîn. Dê li dijî tecrîda ser birêz Ocalan û sê girtiyên din ên li Îmraliyê tên ragirtin, têkoşîna me ya hiqûqî bidome. Di vê çarçoveyê de ji bo ku peywirên baroyan ên di vê mijarê de bi bîra wan bînin, me serlêdan bo wan kirin. Banga me ji bo Yekitiya Baroyên Tirkiyeyê û hemû baroyan ew e ku berpirsyariyên xwe pêk bînin û bikevin nava liv û tevgerê.”