ENQERE - Endamê MYK’a HDP’ê Cîhan Aydin asta tecrîda li Îmraliyê li gorî nêrîna desthilatdariyan a li hemberî pirsgirêka kurd diguhere û wiha got: “Heta ku dev ji polîtîkaya tecrîdê bernedin, dê alozî û gengeşiya li welêt bi dawî nebe.”
Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan li Girtîgeha Tîpa F a bi Ewlekariya Bilind a Îmraliyê di bin şert û mercên giran ên tecrîdê de tê ragirtin û ev 20 meh in tu agahî jê nayên girtin. Parêzerên Abdullah Ocalan di 22’yê mijdara 2021’an de bi daxwaza “hevdîtina lezgîn” serî li Dadgeriya Înfazê ya Bûrsayê dabûn. Dadgeriyê jî biryara qedexeya hevdîtina bi parêzeran re ya ji bo 6 mehan ku di 12’ê cotmeha 2021’an de hatibû dayîn û biryara qedexeya hevdîtina bi malbatê re ya ji bo 3 mehan ku di 18’ê tebaxa 2021’an de hatibû dayîn weke hincet nîşan da û ev serlêdan red kir. Li gel ku biryara qedexeyê di 18’ê mijdara 2021’an de bi dawî dibû, îcar jî cezayên “disiplînê” weke hincet hatin nîşan dan û nehiştin ku hevdîtinên bi malbat û parêzeran re bên kirin. Li ser vê yekê, malbat û parêzerên Ocalan di 12’ê gulanê de bi sedema ku hevdîtin bi hinceta cezayên disiplînê bi awayekî “derhiqûqî” tên astengkirin, serî li Dadgeha Makeqanûnê (AYM) dabûn.
Hevdîtina herî dawî ya bi Abdullah Ocalan re di 25’ê adara 2021’an de li ser telefonê hat kirin. Birayê Ocalan, Mehmet Ocalan li ser telefonê pê re axivî lê axaftin di niviyê de hatibû qutkirin.
SERDANA ÎMRALIYÊ YA CPT’YÊ
Şandeya CPT’yê ku di navbera dîrokên 20-29’ê îlonê de hatibû Tirkiyeyê, çû serdana Îmraliyê û ragihandibû ku bi Abdullah Ocalan û 3 girtiyên din re hevdîtin kiriye. Parêzerên Buroya Hiqûqê ya Sedsalê di 13’ê cotmeha 2022’yan de bi rayedarên CPT’yê re hevdîtineke rû bi rû kirin û dan zanîn ku CPT’yê derheqê şert û mercên Ocalan de agahî parve nekirine. Di daxuyaniyê de hat ragihandin ku li gor agahiyên ber destê wan, di dema serdana CPT’yê de Abdullah Ocalan derneketiye hevdîtinê.
SERLÊDAN BÊBERSIV TÊN HIŞTIN
Piştî vê hevdîtinê, Hevserokên Giştî yên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Pervîn Buldan û Mîthat Sancar, Berdevka HDP’ê Ebrû Gunay û biraziyê Ocalan Endamê Lijneya Rêveberiya Navendî ya HDP’ê Omer Ocalan ji ber ku ev 20 meh in agahî ji Ocalan nayên girtin, bi daxwaza hevdîtinê serî li Wezareta Dadê dan. Lê belê wezaretê bersiva serlêdanê neda û bi heman daxwazê îcar di 30’ê mijdarê de Hevseroka Giştî ya Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Saliha Aydenîz û parlamenterên HDP’ê Gulistan Kiliç Koçyîgît, Nûran Îmîr û Erdal Aydemîr kirin.
BINGEHEKE HIQÛQÎ TUNE YE
Endamê Lijneya Rêveberiya Navendî (MYK) yê HDP’ê Cîhan Aydin da zanîn ku bingeheke nebersivandina serlêdanan tune ye û wiha got: “Mekanîznamaya hiqûqî ya Tirkiyeyê, li gorî geşedanên siyasî teşe digire. Tecrîda li ser birêz Ocalan, li dijî hiqûqa navneteweyî ye. Tevî pêşniyar û biryarên Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) û rêxistinên hiqûqê yên navneteweyî jî bi israr tecrîdê didomînin. Roja ku tecrîda li Îmraliyê ketiye meriyetê heta niha weke amûra dîzaynkirina siyaseta Tirkiyeyê tê bikaranîn. Asta tecrîdê, li gorî nêzikatiya desthilatdariyan a li hemberî pirsgirêka kurd diguhere. Beriya niha gelek caran daxwazên parêzeran çêbûn. Bi sedan, bi hezaran parêzeran xwestin polîtîkaya tecrîdê bi dawî bibe û serlêdan kirin. Lê hikûmet bi israr vê polîtîkayê didomîne. Tu bingeheke nebersivandina serlêdanan a hiqûqî nîne. Ev, polîtîkayeke dewletê ye.”
REWŞA ALOZIYA DI NAVA CIVAKÊ DE
Bi domdarî Aydin diyar kir ku heta dewlet dev ji polîtîkaya tecrîdê bernede dê alozî û rageşiya di nava civakê de xelas nebe û wiha pê de çû: “Hem kurdan û hem jî tevahiya civakê beriya niha êşa vê kişandin. Lewma jî divê tavilê dawî li vê polîtîkayê bînin. Divê astengiyên li ber hevdîtina birêz Ocalan a bi malbat û parêzeran re bên rakirin. Buroya Hiqûqê ya Sedsalê got ku birêz Ocalan derneketiye hevdîtina bi CPT’yê re. Ev yek, skandal e. Rêxistineke pêşîlêgirtina îşkenceyê ya navneteweyî di mijareke wiha ya hesas de agahiyên şaş dide. Ev yek, pêbaweriya wan tune dike. Heke hevdîtinek nehatibe kirin, divê hûrgiliyên vê rastiyê yek bi yek bi raya giştî re parve bike.”
GELO DÊ BIBE SEDEMA MUEYÎDEYÊN LI SER TIRKIYEYÊ?
Aydin, got ku têkildarî tecrîda ser Abdullah Ocalan di asta navneteweyî de ji hêla hiqûqê ve çendek encam hatine bidestxistin û wiha bi dawî kir: “Di mijara bicihanîna biryarên DMME’yê de Tirkiye astengiyan derdixîne. Ev nêzîkatî dê bike ku li Tirkiyeyê mueyîde bên ferzkirin. Divê Komîteya Wezîran ji ewil hişyariyê bike û piştre jî ji Tirkiyeyê nexşerêyekê bixwaze. Heke bi van biryaran neke, divê endamtiya wê ya konseyê bidin sekinandin û ji endamtiyê derxînin. Em ê bibînin bê ka Konseya Ewropayê dê prosedûreke wiha bêxe meriyetê yan na.”
MA / Firat Can Arslan