COLEMÊRG - Cenazeyê egerîlayê HPG’ê Kaya Mûsalo ku di 8’ê Tebaxê de li herêma Anîtos a Colemêrgê di şer de jiyana xwe ji dest dabû, piştî 116 rojan radestî malbatê hat kirin.
Gerîlayê HPG'ê Kaya Mûsalo (Kawa Ewrim) ku di 8'ê Tebaxê de li devera Anîtos a herêma Kato Marînûsê ya Colemêrgê di şer de jiyana xwe ji dest dabû, piştî 116 rojan radestî malbata wî hat kirin. Malbatê 3 meh berê ji bo cenaze serî li Serdozgeriya Komarê ya Colemêrgê dabû. Piştî encama DNA'yê diyar bû, malbatê cenazeyê Mûsalo ji "goristana bêkesan" wergirt û ber bi Wanê ve bi rê ket.
Cenazeyê Mûsalo li Goristana Karşiyaka ya Wanê hat veşartin.