Hevserokên HDP'î: Kesên doza azadiyê dikin dive tev li meşê bibin

  • rojane
  • 09:00 10 Kanûn 2022
  • |
img
AMED - Hevserokên HDP'ê yên Amedê Gulîstan Atasoy û Zeyyat Ceylan ji bo beşdariya li çalakiya girseyî ya li dijî tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan ku dê di 11'ê kanûnê de li Amedê bê lidarxistin banga kirin: “Kesên ku daxwaza edalet û azadiyê dikin, divê tev li çalakiya li Amed û Wanê bibin.”
 
Rêberê PKK’ê Abdûllah Ocalan 24 sal in di Girtîgeha Îmraliyê ya Tipa F'yê de bi awayekî girankirî tê tecrîdkirin. Serlêdanên hevdîtinê yên malbatê û parêzeran jî bi hincetên wekî "cezayê dîsîplînê" tên astengkirin. Herî dawî Komîteya Pêşîgirtina Li Îşkenceyê ya Konseya Ewropayê (CPT), daxuyandibû ku di 20-29'ê Îlonê de serdana Girtîgeha Îmraliyê kiriye, lê têkildarî Ocalan û her sê girtiyên din ên di Girtîgeha Îmraliyê de tiştek bi raya giştî re parve nekiribû. Bereksê vê parêzerên Ocalan jî diyar kiribûn ku Ocalan hevdîtina bi CPT'yê re red kiriye. Piştî vê gelek derdoran bertek nîşanî vê helwesta CPT'yê dan.
 
Kongreya Civaka Demokratîk (KCD), Tevgera Jinên Azad (TJA), Partiya Heremên Demokratîk (DBP), Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), Federasyona Komeleyên Hiqûqî û Piştgiriyê ya bi Malbatên Girtî û Hikumxwaran re ya Medê (MED TUHAD-FED), Komeleya Hiqûqnasên Ji Bo Azadiyê (OHD) û Dayîkên Aştiyê dê li dijî tecrîda sîstematîk a li ser Rêberê PKK'ê Abdûllah Ocalan di 11'ê Kanûnê de li Amedê û di 12'ê Kanûnê de jî li Wanê çalakiyên girseyî li dar bixin.
 
Hevserokên HDP'ê yên Amedê Gulîstan Atasoy û Zeyyat Ceylan têkildarî çalakiya girseyî ku dê li Amedê bê lidarxistin axivîn û ji bo beşdarîbûna çalakiyê bang kirin. 
 
‘TECRÎD TENÊ BI ÎMRALIYÊ NE SÎNORKIRÎ YE’
 
Hevserokê HDP'ê yê Amedê Zeyyat Ceylan bi lêv kir ku ew ê di 11'ê Kanûnê de li dijî tecrîdê û wekî fînala çalakiya Nobeda Edaletê ya malbatên girtiyan  çalakiyeke girseyî li dar bixin û wiha axivî: “Pewistiya civakê, ya Kurdistan û Tirkiyeyê aştiyeke mayinde ye. Lê mixabin desthilata AKP-MHP'ê bi sepanên tecrîdê û êrişan şereke dijwar li dijî zindanan û bi taybetî jî li dijî gelê kurd daye destpêkirin û van pêkanînên xwe hê jî berdewam dike. Ji ber vê, em dibêjin şikandina tecrîda li ser birêz Ocalan di heman demê de pêşîvekirina li pêvajoyeke aştiyê ye jî. Ji ber vê yekê divê tecrîda li ser birêz Ocalan bê şikandin.Tecrîda li ser birêz Ocalan ne tenê bi Îmraliyê re sînorkirî ye. Li tevahiya zindanan û civakê belav bûye û şer niha li tevahiya kurdan hatiye ferzkirin. Ev şer jî, bi xwe re krîzeke pir mezin derxistiye holê.”
 
‘DIVÊ TECRÎD BÊ ŞIKANDIN’
 
Ceylan "pêvajoya çareseriyê" ya di navbera 2013-2015'an de bibîr xist û got ku wê demê dengê birêz Ocalan ê aştiyane aramiyek di nav civakê de ava kiriye, gelê kurd û tirk xwedî li vê pêvajoyê derketine. Ceylan destnîşan kir ku desthilata AKP'ê ji bo berjewendiyên xwe pêvajoyê xirab kiriye û ev tişt anîn ziman: “Wan berjewendiya xwe di şer de dît, ji wê rojê bi şûnde jî tecrîdeke girankirî li ser birêz Ocalan hatiye ferzkirin. Em HDP û hezên demokrasiyê, parêzvanên mafên mirovan, hiqûqnas û rewşenbîr jî vê yekê qebûl nakin. Em dibêjin, çi dibe bila bibe divê tecrîda li ser birêz Ocalan bê şikandin, dengê aştiyane yê birêz Ocalan bigihîje gel û em pêşiya xwînrijandinê û şer bigrin. Ev tecrîd li ser zindanan jî hatiye ferzkirin. Divê li dijî vê yekê dengekî bilind bê derxistin ku tecrîd bê şikandin, pêşî lê bê girtin û dawî li zilm û zora li ser zindanan bê.”
 
Ceylan anî ziman ku dê di 11'ê Kanûnê de ji bo fînala çalakiya Nobeda Edaletê ya malbatên girtiyan û bidawîkirina pêkanînên tecrîdê çalakiyeke girseyî li dar bixin û ji bo beşdariya li çalakiyê bang kir: “11 mehê em ê meşekê li dar bixin û piştî meşe jî em ê daxuyaniyekê bidin. Ji bo tevlîbûna li çalakiyê em hemû gelê xwe yê bi rûmet, sazî û dezgeyên civaka demokratîk vedixwînin vê çalakiyê. Tevlîbûn çi qas xurt be, em ê encameke ew qas xurt bigirin. Çalakiya di 11'ê mehê de ne çalakiya destpêkê ne jî ya dawî ye. Çalakiyên me yên demokratîk ên girseyî dê di rojên pêş de jî berdewam bikin. Heta tecrîd neşikê û pêşî li ber vî şerê qirêj ê li kurdan hatiye ferzkirin neyê girtin û deriyên zindanan ji bo girtiyên nexweş û girtiyên ku înfaza wan hatiye şewitandin neyên vekirin dê ev sekn û berxwedana me berdewam bike. Xebatên me yên ji bo çalakiya 11'ê mehê berdewam dikin û em hemû gelê xwe vedixwînin vê çalakiyê. Em bawer in ku dê wê rojê tevlîbûneke pir xurt, dengekî demokratîk û dengekî encamgirtî li Amedê derkeve holê.”
 
‘BÊ DENGÎ TECRÎDE KÛRTIR DIKE’
 
Hevseroka HDP'ê ya Amedê Gulîstan Atasoyê jî têkildarî mijarê diyar kir ku çalakiya ku dê li dar bixin li dijî tecrîd û polîtikayên şerê taybet helwestek e û wiha got: “Ev çalakî dê peyam û helwesta ku dê pirsgirêka kurd çawa çareser bibe, nîşan bide. 21 meh in tecrîdeke kûr heye û li dijî vê tecrîdê bêdengiyek di nav siyasetmedaran de heye. Helbet kesên ku qala edalet û mafê mirovan dikin kêmasiya wan jî heye. Zêdetirî 600 girtiyên nexweşînên giran li wan peyda bûne hene û bi awayekî kêyfî nayên berdan. Di heman demê de şer heye, lê ev binpêkirina mafan û şer ne di rojeva wan kesan de ye ku ji xwe re dibêjin 'em demokrat in.' Helbet ev yek bi vê tecrîdê re giredayî ye û bêdengiya wan jî tecrîde kûrtir dike.”
 
‘PEVAJOYEKE DÎROKÎ YE’
 
Atasoyê di berdewama axaftina xwe de destnîşan kir ku ew di pêvajoyeke dîrokî de derbas dibin û wiha pê dê çû: “Bi taybetî pirsgirêka kurd û hemû pirsgirêkên civakê dikarin di vê pêvajoyê de çareser bibin. Heke xwedîderketineke xurt pêk were û hemû beşên civakê bi hev re bitêkoşin, em bawer in ev pêvajo dê veguherê serdemeke nû. Ji bo girîngiya pêvajoye bê destnîşankirin, li Amedê em mal bi mal digerin û her tim bang li raya giştî dikin.”
 
BANGA JI BO BEŞDARBÛNÊ
 
Atasoyê di dawiya axaftina xwe de bi lêv kir ku polîtikayên tecrîdê û şer herî pir bandorê li jinan dikin û ji bo tevlîbûna li çalakiya ku dê di 11'ê Kanûnê de li Amedê bê lidarxistin bi taybetî jin, bang her kesî kir û got: “Êrişên zayendî û nijadperest li dijî siyasetmedarên jin, dûrxistina jinan a ji hemû qadên civakî û siyasî, êrişên li dijî destkêftiyên jinan hemû girêdayî polîtikayên şer û tecrîdê ne. Li Rojhilatê Kurdistanê û Îranê dirûşmeya “Jin jiyan azadî” olan dide û ev dirûşme bûye wekî şiyara bidestxistina maf û azadiyên jinê. Yên ku ew dirûşme avakirine jî jinên kurd bûn. Tu zext û tundî nikarin pêşiyê li têkoşîna jinan û dirûşmeya, 'Jin jiyan azadî'yê bigrin. Ji bo civak azad bibe, demokrasî û edalet pêk were, divê jin pêşengiya vê tekoşînebikin. Ji ber vê yekê, ji bo meşa ku dê bi dirûşmeya “Jin jiyan azadî”yê pêk were, banga me bi taybetî ji bo jinan, gelê Amedê û rêxistinên demokratîk ev e ku tevlî çalakiyê bibin. Kesên ku daxwaza edalet û azadiyê dikin divê tevlî çalakiya Amed û Wanê bibin.”
 

Sernavên din

12/12/2022
21:47 48 kesên ku li Wanê hatibûn binçavkirin hatin berdan
20:54 Li Amedê li dijî destdirêjiya li zarokan çalakiya 'xeleka mor'
19:35 Cenazeyê endamê HPG’ê Tok piştî 5 mehan radestî malbatê hat kirin
18:48 Banga ji bo mîtînga 'Em nikarin debara xwe bikin'
18:28 Banga ji bo xwedîderketina li doza GOÇÎZDER'ê
16:43 Di doza girtina HDP’ê de geşadaneke nû
15:44 Dosyeya ku bûye sedema sekinandina cînayeta Sîncar dê bê lêkolînkirin
15:35 Doza teqîna Pasûrê hate taloqkirin
15:27 Dayikên Aştiyê yên Rihayê bi laçikên spî çalakî li dar xistin
15:15 Qeyûmê Êlihê ji bo ‘Serkeftina Milazgirê’ 400 û ji bo TUGVA’yê 270 hezar TL xerc kir
15:02 Li Duhokê êrişî hêzên asayişê hate kirin
14:53 Di Nobeta Edaletê de wê tecrîd were şermezarkirin
14:33 Polîsan li Wanê êrişî meşa li dijî tecrîdê kirin
14:16 Ji bo mitîngê bang kirin: Li dijî bêedaletiyê em ê li Enqereyê bin
14:01 Li Zambiyayê cenazeyê 27 penaberan hatin dîtin
13:35 ÎSÎG: Di mijdarê de 127 karkeran jiyana xwe ji dest daye
12:55 Li Meclisê rageşiya Weqfa Hîranûrê: Berpirsyar îktîdar e
12:41 Malbata Şenyaşar: Doza ku serokkomar alîgir be wê adil nebe
11:57 Polîsan li Stenbolê jinek qetil kir
11:35 Sewqên girtiyê nexweş Ayik ên nexweşxaneyê tên betalkirin
11:16 Ceyrana mizgefta ku fatûreya wê nehatiye dayîn hate birîn
11:14 TUÎK’ê daneyên bêkariyê parve kir
10:51 Kiliçdaroglû ber bi Wezareta Dadê ve meşiya
10:37 Di encama darizandina 18 rojan de Mecîd Riza Rehneverd hate darvekirin
10:34 Hevserokê DFG’ê Altan: Heke çapemenî azad nebe civak jî azad nabe
09:03 Li dijî hişmendiya qedexeker wê konsera ‘Em ê bêjin’ were lidarxistin
09:03 CPT bixwaze dikare bike
09:01 ROJEVA 12'Ê KANÛNA 2022'YAN
11/12/2022
23:45 Li kampa koçberan a Hewlêrê şewat derket: Zarokekî 17 salî jiyana xwe ji dest da
22:47 Li Rihayê salvegera 27’emîn a KESK’ê hate pîroz kirin
19:40 Nagihan Akarsel li Zurîhê hat bibîranîn
19:31 HDP û DBP li Egeyê bi gel re civiyan
18:30 Amedsporê li deplasmana Duzcesporê pûanek stand
18:10 Di hevdîtinên budçeyê de xwestin kurdî bibe zimanê fermî
16:45 Surucu: Ji qadên ber projeya GAP’ê diketin tenê li sedî 35’an avdanî tê kirin
16:06 Tîma Futbolê ya Jinan a Amedsporê tîma Fenerbahçeyê têk bir
15:56 Keskîn: AKP’ê bi dewleta kûr re li hev kir
15:27 Kaya: Hemû xerabiyên xwe di bin ol û alayê de vedişêrin
14:49 Li Amedê protestoya tecrîdê: Muxatab Abdullah Ocalan e
14:31 Gelê Wanê ji bo meşa sibe amade ye: Werin em bi hev re tecrîdê têk bibin
14:08 Tevî biryara dadgehê jî qeyûm 306 karkeran mexdûr dike
13:54 Ciwanan di konferansa xwe ya Rihayê de bertek nîşanî tecrîdê dan
13:12 Malbata Şenyaşar: Hemû dinya vê bêedaletiyê dişopîne
13:08 TJA’yê ji bo ‘mafên mirovan’ daxuyanî da: Em ê têkoşîna xwe bidomînin
12:44 Tevî êrişan jî li gelek bajarên Îranê meş hatin lidarxistin
12:16 Di êrişa dewleta tirk de sivîlek hate qetilkirin
11:52 Kurdo Baksî hêjayî xelata 'Azadiya Îfadeyê ya David Isak' hat dîtin
11:39 Dozgerê berê ji bo tecawiza li nava cemaetê hişyarî kir: Dibe ku delîl bên tunekirin
11:04 NPG’ê piştî îdiaya Akar ku digot ‘şande çûye’ daxuyanî da
10:46 Nexweşiya girtî ji malbata wî hat veşartin
10:09 Şandeya Hikûmeta Başûr dîsa çû Bexdayê
10:03 ‘Gelê herêma Soranê ji ber êrişên dewleta tirk koçber dibe’
09:56 Konseya Federe ya Swîsreyê: Em geşedanên têkildarî îdiayên çekên kîmyewî dişopînin
09:38 Ji Latîn Amerîkayê bo kurdan bang li civaka navneteweyî hat kirin
09:02 Xwendekarên Fakûlteya Hiqûqê: Berxwedana me didome
09:01 ‘Di budçeya 2023’yan de ne kesên teqawidbûyî lê şer heye'
09:00 Seroka Navenda Parastina Mafên Zarokan Hamîdî: Dewlet divê dest ji rewakirina kiryarên terîqetan berde
09:00 ROJEVA 11'Ê KANÛNA 2022'YAN
10/12/2022
21:15 Di êrişên Tirkiyeyê de leşkerekî rejîma Şamê mir
19:41 Li Amedê jina 91 salî ya ji avahiyê ket xwarê jiyana xwe ji dest da
19:06 Li Mexmûrê starta çalakiyên li dijî tecrîdê
17:28 Tirkiyeyê êrişî Kobanê, Til Temir û Eyn Îsayê kir
17:08 Ji bo girtiyê di beşa lênêrîna awarte de bêhiş e banga berdanê hate kirin
16:57 ‘Di bingeha binpêkirinan de neçareserkirina pirsgirêka kurd heye’
16:40 Ramazan Ateş ê di sala 1992’yan de hatibû girtin tehliye bû
16:33 Ji bo meşa li dijî tecrîdê bang kir: Em ê li dijî faşîzmê li kolanan bin
16:17 HDP’ê bersiva Soylû da: Yên ku ji te bitirsin bila wek te bin
16:06 Li Mûşê civîna ciwanan: Kesên ku derfetê didin tarîkatan sûcdar in
15:52 Hat xwestin ku girtiya nexweş Ozge Ozbek bê berdan
15:39 Kiliçgun Ûçar: Di bingeha tundiya li Tirkiyeyê de bêhiqûqiya li Îmraliyê heye
15:13 'Tahîr Guldal ji ber xemsariyê jiyana xwe ji dest da'
14:55 ÎHD: Li Girtîgeha Kiriklarê îşkence li girtiyê nexweş hatiye kirin
14:50 Qeyûm Amed bi tûxreya Osmanî da naskirin
14:38 Li Wanê banga meşê hate kirin: Heta tecrîd neyê şikandin çareserî nikare bê axaftin
14:32 Dayikên Şemiyê xwestin kujerên Demîr û Akîpa bên darizandin
13:54 Çalakiya malbatên windakiriyan: Polîtikayên bêcezakirine li dijî kurdan pêk tên
13:30 Malbata Şenyaşar: Em ê serbikevin
13:21 ‘Dibe ku hilbijartin bibe destpêka stratejiyeke xurt’
12:41 Serpel û çawişê pispor ji ber bertîlê hatin girtin
12:40 Girtiyê nexweş Gurdal li Geverê hate veşartin
12:18 ‘Sedemê binpêkirina mafên mirovan a sereke pirsgirêka kurd e’
12:13 104 qurbanî hatin bibîranîn: Em ê raperîna xwe mezin bikin
11:49 Dadgeha Îstînafê biryara doza Şenyaşar xera kir: Divê her du dosye bibin yek
10:51 Cenazeyê Bedîrhan Abî li Wanê hate veşartin
10:42 Prz. Akîpa: ‘Jin jiyan azadî’ di pergalê de derzên kûr afirand
10:11 Rojnamevan Ozûgûrlû: Tevgera bejahiyê wê Tirkiyeyê têk bibe
09:02 Perwerdehiya di konteyneran de!
09:01 Ji bo bernameya vekirinê ya Erdogan qada tenduristiyê kirin qada avahiyan û firotin
09:00 Hevserokên HDP'î: Kesên doza azadiyê dikin dive tev li meşê bibin
09:00 ROJEVA 10'Ê KANÛNA 2022'YAN
08:21 Girtiyê nexweş Tahîr Gurdal 13 roj piştî taloqkirina cezayî jiyana xwe ji dest da
09/12/2022
21:47 Cenazeyê Abî piştî 6 salan dan malbatê
18:41 Kesên di Nobeda Edaletê hatibûn binçavkirin, hatin berdan
18:35 Herêma Bradostê hat bombebarankirin
17:02 ‘Zewicandina’ zaroka 6 salî: Em neçar in ku bi vê tarîtiyê re têbikoşin
16:27 Bîlançoya ‘Binpêkirinên Mafên Mirovan’: Pirsgirêka herî girîng pirsgirêka kurd e
16:21 Tifaqa Ked û Azadiyê dê bi gel re bicive
16:20 ‘Bacên me weke tank û top li me vedigerin’
15:48 Li Çemçoyê çekên kîmyewî tên bikaranîn
15:47 Xizmên girtiyan guh nedan dorpêç û qedexeyan