Hevserokê DFG’ê Altan: Heke çapemenî azad nebe civak jî azad nabe

  • rojane
  • 10:34 12 Kanûn 2022
  • |
img

NAVENDA NÛÇEYAN - Hevserokê DFG’ê Serdar Altan da zanîn ku bi ser girtina wan re 6 meh derbas bûn lê hêj jî îdianameya wan nehatiye amadekirin û wiha got: “Divê were zanîn ku heke çapemenî azad nebe civak jî azad nabe û heta piştevanî nebe jî serkeftin nabe.” 

 
Di 8’ê hezîranê de 20 jê rojnameger bi giştî 22 kes di encama serdegirtinên malan de hatibûn binçavkirin. Piştî pêvajoya binçavkirinê ya 8 rojan, her 22 binçavkirî jî di 16’ê hezîranê de sewqî Edliyeya Amedê hatin kirin. Ji rojnamegerên sewqî edliyeyê hatin kirin Midûra JINNEWS’ê Safiye Alagaş, Hevserokê Komeleya Rojnamegeran a Dîcle Firatê (DFG) Serdar Altan, Edîtorê Ajansa Mezopotamyayê (MA) Azîz Oruç, Midûrê Karên Nivîsan ê Rojnameya Xwebûnê Mehmet Alî Ertaş û rojnameger Zeynel Abîdîn Bulut, Omer Çelîk, Mazlum Dogan Guler, Îbrahîm Koyuncu, Neşe Toprak, Elîf Ungur, Abdurrahman Oncu, Suat Doguhan, Remziye Temel, Ramazan Gecîken, Lezgîn Akdenîz û Mehmet Şahîn bi îdiaya “Endamtiya rêxistinê” hatin girtin. Ji rojnamegeran Gulşen Koçuk, Esmer Tunç, Mehmet Yalçin, Kadîr Bayram û Feynaz Koçuk û Îhsan Ergulen bi şertê kontrola edlî hatin berdan.
 
Hevserokê DFG’ê Serdar Altan ku ji 16’ê hezîranê heta niha li Girtîgeha Hejmar 2 ya bi Ewlekariya Bilind a Amedê tê ragirtin, têkildarî pêvajoya girtinê ya 6 mehan nivîsek nivîsand. 
 
Altan, got ku li gel ku bi ser girtina wan re 6 meh derbas bûne jî hêj îdianame nehatiye amadekirin û ev tişt anî ziman: “Ji Girtîgeha Hejmar 2 ya bi Ewlekariya Bilind a Amedê ez we tevan bi rêz û hurmet silav dikim. Spasiya hemû dost û rêhevalên xwe dikim ku bi meha ye dilê wan bi dilê me re lê dide û ji bo azadiya me ketine nava hewldanan. 
 
Weke ku tê zanîn bi ser operasyona li dijî me û saziyên me re 6 meh derbas dibin. Mixabin ev 6 meh in em ji azadiya xwe bêpar hatine hiştin û di nava çar dîwaran de tên ragirtin. Bêhiqûqiyên li pey hev ên piştî operasyona derhiqûqî, bi girtina me bi encam bû. Di pêvajoya 8 rojên binçavkirinê de hewl dan derheqê me de tawanbaweriyên bêbingeh biafirînin. Dema ser gihiştin ku nikarin bi ser kevin, wê demê jî biryara nepeniyê bo dosyaya me dan û hewl dan heqîqetê veşêrin û rastî neyê zanîn. Kamerayên saziyên ku em lê dixebitiyan, wênekeş, kompûter û hwd. weke ‘alavên sûc’ hatin nîşandan û bi vê yekê hewl dan rojnamegeran krîmînalîze bikin. Lê belê bi vê rewş û bizava xwe re tenê ketin rewşeke pêkenok ku weke henekên xwe bi aqilê mirovan bikin. Di dawiya dawî de ji 22 kesên hatine binçavkirin 16 jê rojnameger hatin girtin, saziyên me yên ku bi ser de girtibûn mehekê di bin dorpêçê de hiştin û xebatên hevalên me yên din hatin astengkirin. 
 
HEJMARA ROJNAMEGERÊN GIRTÎ ZÊDE DIBE
 
Me diyar kiribû ku bi ser van bêhiqûqiyan re 6 meh derbas bûne. Baş e lê di van 6 mehan de çi bû û çi nebû? Gelo bi girtina me re tiştek sererast bû yan jî ma her tişt baştir bû? Berevajî vê, piştî girtina me rewşa welat a xerab hêj xerabtir bû. Di mijara azadiya raman û xweîfadekirinê de hêj bêhtir paşde ketin. Lêpirsîn, doz û cezakirinên derheqê rojnamegeran de her ku çû zêdetir bûn. Hejmara rojnamegerên têne girtin roj bi roj zêdetir bû. Herî dawî di encama opearsyoneke navend Enqere de 9 hevalên me yên rojnameger hatin girtin. Bi ‘Qanûna Dezenformasyonê’ ku li Meclisê hate qebûlkirin re êdî ne tenê rojnameger lê ji bo zordestiya li ser civakê pêngava herî dawî avêtin. Êdî li ser her welatiyekê ku dixwaze di mijarekê de fikr û ramanên xwe vebêje xetere heye. Weke ku di mînaka Seroka TTB’ê Şebnem Korur Fîncanci de jî tê dîtin, dema gotineke herî biçûk a bi xweşiya wan naçe tê kirin an jî daxuyanî û rexneyek, demildest dê bikevin nava van hewldanan. 
 
LI SER HEMÛ DERDORÊN CIVAKÊ GEF HEYE 
 
Di rewşeke ku aborî di halekê wiha kambax de, heta dema kesên rexneyan li vê rewşê dikin jî dibin hedef. Di halê hazir de aboriya welêt, di dîroka xwe de nebaştirîn rewşa xwe dijî. Di pêvajoya ku xwe li şer germ dikin de di her qadê de zext û êrişan dibin ser kurdan û hewl dan neçareriyê hîn kûrtir bikin. Êrişên li dijî Rojava û başûrê Kurdistanê, lûtkeya van polîtîkayên şer e. Êrişa bombeyî ya li Cadeya Îstîklalê ya Stenbolê ku raste rast kiryareke çeteyan e, nîşan da bê ka îktîdara AKP-MHP’ê ji bo şer çavên xwe çiqasî sor kirine. Hewldanên ji bo şilokirina rastiyan û hewldanên li dijî qada dijîtal, raste rast hewldana bi mebesta veşartina rastiyan bû. Di vê serdemê de ku qada polîtîk bi qasî ku were kirin tê tengkirin, gavên li dijî muxaletê êdî vediguherin hewldanên hişk û tund. Bi taybet jî di serî de HDP, êrişên li dijî kurdan û derdorên çep-sosyalîst her ku diçe zêdetir dibin. Hewl didin saziyên rêxistinên civaka sivîl bêbandor û tune bikin. Mîna tundiya li dijî jinan a di 25’ê Mijdarê Roja Têkoşîna li Dijî Tundiya Ser Jinan a Navneteweyî de hatiye kirin, em dibînin ku îktîdar di nava hewldanan de ye ku mafên jinan û destkeftiyên wan tune bike. Bi kurt û kurmancî gefeke wiha li ser tevahiya derdorên civakê heye. 
 
HEQÎQETÊ VEDIŞÊRIN 
 
Ev geşedan û qewimîn tevek nîşanî me didin bê ka ji hewldanên bêperwa yên li dijî rojnamegeran bi çi mebestê tên kirin. Dixwazin ku ev tiştên diqewimin û tên jiyîn kesek jê hay nebe. Dixwazin ku rastî di tariyê de bimînin û kesek bi heqîqetê nezane. Dema rojnameger bi darê zextê hatin bêbandorkirin, wê demê kar û barê wan hêsantir dibe û bingehek amade dibe ku civakê li gorî dilê xwe manîpûle bikin. Sedem ev e ku em 6 meh in girtî ne û bi dehan hevalên me bi salan e di girtîgehê de tên ragirtin û rojnameger tên darizandin û cezakirin. 
 
BANGA PIŞTEVANIYÊ 
 
Li gel ku bi ser girtina me re 6 meh derbas bûn jî hêjta îdianame nehatiye amadekirin. Anku em hêj nizanin bê ka bi çi tên tawanbarkirin. Lê daxwaza me ew e ku ev yek were zanîn; hemû tawanên li me tên kirin hêj ji niha ve tu hukmê wan nîne. Ji ber vê jî divê em di zûtirin demê de bên berdan. Ne tenê em lê divê hemû rojnameger di zûtirin demê de azad bibin. Hêviya me ji rêxistinên pîşeyî yên çapemeniyê, hempîşeyên me û tevahiya raya giştî ew e ku di vê mijarê de bêhtir hestiyar tevbigerin. Divê were zanîn ku heke çapemenî azad nebe civak jî azad nabe û heke piştevanî nebe wê demê serkeftin jî nabe. Ez we tevan careke din bi rêz û hurmet silav dikim.” 
 

Sernavên din

12/12/2022
21:47 48 kesên ku li Wanê hatibûn binçavkirin hatin berdan
20:54 Li Amedê li dijî destdirêjiya li zarokan çalakiya 'xeleka mor'
19:35 Cenazeyê endamê HPG’ê Tok piştî 5 mehan radestî malbatê hat kirin
18:48 Banga ji bo mîtînga 'Em nikarin debara xwe bikin'
18:28 Banga ji bo xwedîderketina li doza GOÇÎZDER'ê
16:43 Di doza girtina HDP’ê de geşadaneke nû
15:44 Dosyeya ku bûye sedema sekinandina cînayeta Sîncar dê bê lêkolînkirin
15:35 Doza teqîna Pasûrê hate taloqkirin
15:27 Dayikên Aştiyê yên Rihayê bi laçikên spî çalakî li dar xistin
15:15 Qeyûmê Êlihê ji bo ‘Serkeftina Milazgirê’ 400 û ji bo TUGVA’yê 270 hezar TL xerc kir
15:02 Li Duhokê êrişî hêzên asayişê hate kirin
14:53 Di Nobeta Edaletê de wê tecrîd were şermezarkirin
14:33 Polîsan li Wanê êrişî meşa li dijî tecrîdê kirin
14:16 Ji bo mitîngê bang kirin: Li dijî bêedaletiyê em ê li Enqereyê bin
14:01 Li Zambiyayê cenazeyê 27 penaberan hatin dîtin
13:35 ÎSÎG: Di mijdarê de 127 karkeran jiyana xwe ji dest daye
12:55 Li Meclisê rageşiya Weqfa Hîranûrê: Berpirsyar îktîdar e
12:41 Malbata Şenyaşar: Doza ku serokkomar alîgir be wê adil nebe
11:57 Polîsan li Stenbolê jinek qetil kir
11:35 Sewqên girtiyê nexweş Ayik ên nexweşxaneyê tên betalkirin
11:16 Ceyrana mizgefta ku fatûreya wê nehatiye dayîn hate birîn
11:14 TUÎK’ê daneyên bêkariyê parve kir
10:51 Kiliçdaroglû ber bi Wezareta Dadê ve meşiya
10:37 Di encama darizandina 18 rojan de Mecîd Riza Rehneverd hate darvekirin
10:34 Hevserokê DFG’ê Altan: Heke çapemenî azad nebe civak jî azad nabe
09:03 Li dijî hişmendiya qedexeker wê konsera ‘Em ê bêjin’ were lidarxistin
09:03 CPT bixwaze dikare bike
09:01 ROJEVA 12'Ê KANÛNA 2022'YAN
11/12/2022
23:45 Li kampa koçberan a Hewlêrê şewat derket: Zarokekî 17 salî jiyana xwe ji dest da
22:47 Li Rihayê salvegera 27’emîn a KESK’ê hate pîroz kirin
19:40 Nagihan Akarsel li Zurîhê hat bibîranîn
19:31 HDP û DBP li Egeyê bi gel re civiyan
18:30 Amedsporê li deplasmana Duzcesporê pûanek stand
18:10 Di hevdîtinên budçeyê de xwestin kurdî bibe zimanê fermî
16:45 Surucu: Ji qadên ber projeya GAP’ê diketin tenê li sedî 35’an avdanî tê kirin
16:06 Tîma Futbolê ya Jinan a Amedsporê tîma Fenerbahçeyê têk bir
15:56 Keskîn: AKP’ê bi dewleta kûr re li hev kir
15:27 Kaya: Hemû xerabiyên xwe di bin ol û alayê de vedişêrin
14:49 Li Amedê protestoya tecrîdê: Muxatab Abdullah Ocalan e
14:31 Gelê Wanê ji bo meşa sibe amade ye: Werin em bi hev re tecrîdê têk bibin
14:08 Tevî biryara dadgehê jî qeyûm 306 karkeran mexdûr dike
13:54 Ciwanan di konferansa xwe ya Rihayê de bertek nîşanî tecrîdê dan
13:12 Malbata Şenyaşar: Hemû dinya vê bêedaletiyê dişopîne
13:08 TJA’yê ji bo ‘mafên mirovan’ daxuyanî da: Em ê têkoşîna xwe bidomînin
12:44 Tevî êrişan jî li gelek bajarên Îranê meş hatin lidarxistin
12:16 Di êrişa dewleta tirk de sivîlek hate qetilkirin
11:52 Kurdo Baksî hêjayî xelata 'Azadiya Îfadeyê ya David Isak' hat dîtin
11:39 Dozgerê berê ji bo tecawiza li nava cemaetê hişyarî kir: Dibe ku delîl bên tunekirin
11:04 NPG’ê piştî îdiaya Akar ku digot ‘şande çûye’ daxuyanî da
10:46 Nexweşiya girtî ji malbata wî hat veşartin
10:09 Şandeya Hikûmeta Başûr dîsa çû Bexdayê
10:03 ‘Gelê herêma Soranê ji ber êrişên dewleta tirk koçber dibe’
09:56 Konseya Federe ya Swîsreyê: Em geşedanên têkildarî îdiayên çekên kîmyewî dişopînin
09:38 Ji Latîn Amerîkayê bo kurdan bang li civaka navneteweyî hat kirin
09:02 Xwendekarên Fakûlteya Hiqûqê: Berxwedana me didome
09:01 ‘Di budçeya 2023’yan de ne kesên teqawidbûyî lê şer heye'
09:00 Seroka Navenda Parastina Mafên Zarokan Hamîdî: Dewlet divê dest ji rewakirina kiryarên terîqetan berde
09:00 ROJEVA 11'Ê KANÛNA 2022'YAN
10/12/2022
21:15 Di êrişên Tirkiyeyê de leşkerekî rejîma Şamê mir
19:41 Li Amedê jina 91 salî ya ji avahiyê ket xwarê jiyana xwe ji dest da
19:06 Li Mexmûrê starta çalakiyên li dijî tecrîdê
17:28 Tirkiyeyê êrişî Kobanê, Til Temir û Eyn Îsayê kir
17:08 Ji bo girtiyê di beşa lênêrîna awarte de bêhiş e banga berdanê hate kirin
16:57 ‘Di bingeha binpêkirinan de neçareserkirina pirsgirêka kurd heye’
16:40 Ramazan Ateş ê di sala 1992’yan de hatibû girtin tehliye bû
16:33 Ji bo meşa li dijî tecrîdê bang kir: Em ê li dijî faşîzmê li kolanan bin
16:17 HDP’ê bersiva Soylû da: Yên ku ji te bitirsin bila wek te bin
16:06 Li Mûşê civîna ciwanan: Kesên ku derfetê didin tarîkatan sûcdar in
15:52 Hat xwestin ku girtiya nexweş Ozge Ozbek bê berdan
15:39 Kiliçgun Ûçar: Di bingeha tundiya li Tirkiyeyê de bêhiqûqiya li Îmraliyê heye
15:13 'Tahîr Guldal ji ber xemsariyê jiyana xwe ji dest da'
14:55 ÎHD: Li Girtîgeha Kiriklarê îşkence li girtiyê nexweş hatiye kirin
14:50 Qeyûm Amed bi tûxreya Osmanî da naskirin
14:38 Li Wanê banga meşê hate kirin: Heta tecrîd neyê şikandin çareserî nikare bê axaftin
14:32 Dayikên Şemiyê xwestin kujerên Demîr û Akîpa bên darizandin
13:54 Çalakiya malbatên windakiriyan: Polîtikayên bêcezakirine li dijî kurdan pêk tên
13:30 Malbata Şenyaşar: Em ê serbikevin
13:21 ‘Dibe ku hilbijartin bibe destpêka stratejiyeke xurt’
12:41 Serpel û çawişê pispor ji ber bertîlê hatin girtin
12:40 Girtiyê nexweş Gurdal li Geverê hate veşartin
12:18 ‘Sedemê binpêkirina mafên mirovan a sereke pirsgirêka kurd e’
12:13 104 qurbanî hatin bibîranîn: Em ê raperîna xwe mezin bikin
11:49 Dadgeha Îstînafê biryara doza Şenyaşar xera kir: Divê her du dosye bibin yek
10:51 Cenazeyê Bedîrhan Abî li Wanê hate veşartin
10:42 Prz. Akîpa: ‘Jin jiyan azadî’ di pergalê de derzên kûr afirand
10:11 Rojnamevan Ozûgûrlû: Tevgera bejahiyê wê Tirkiyeyê têk bibe
09:02 Perwerdehiya di konteyneran de!
09:01 Ji bo bernameya vekirinê ya Erdogan qada tenduristiyê kirin qada avahiyan û firotin
09:00 Hevserokên HDP'î: Kesên doza azadiyê dikin dive tev li meşê bibin
09:00 ROJEVA 10'Ê KANÛNA 2022'YAN
08:21 Girtiyê nexweş Tahîr Gurdal 13 roj piştî taloqkirina cezayî jiyana xwe ji dest da
09/12/2022
21:47 Cenazeyê Abî piştî 6 salan dan malbatê
18:41 Kesên di Nobeda Edaletê hatibûn binçavkirin, hatin berdan
18:35 Herêma Bradostê hat bombebarankirin
17:02 ‘Zewicandina’ zaroka 6 salî: Em neçar in ku bi vê tarîtiyê re têbikoşin
16:27 Bîlançoya ‘Binpêkirinên Mafên Mirovan’: Pirsgirêka herî girîng pirsgirêka kurd e
16:21 Tifaqa Ked û Azadiyê dê bi gel re bicive
16:20 ‘Bacên me weke tank û top li me vedigerin’
15:48 Li Çemçoyê çekên kîmyewî tên bikaranîn
15:47 Xizmên girtiyan guh nedan dorpêç û qedexeyan