Weşanxaneya Aramê 13 pirtûkên nû çap kir

img

AMED - Weşanxaneya Aramê di dawiya salê de jî bi pirtûkên nû derkete pêşberî xwînerên xwe. Weşanxaneyê 13 pirtûkên nû çap kir.

 
Weşanxaneya Aramê 13 pirtûkên nû çap kir. Romana "Dildarên Feraşînê" ya Elî Çabuk, çîroka "Bazinê Pola" ya Tîtal Elî Adiman, wergera bo kurmancî ya 6 klasîkên zarokan, pirtûka Hatip Dîcle ya bi navê "Efrîn Direniş Günlüğü" û seta Nupelda Engîn a bi navê "Unutulmasınlar" ku ji 4 pirtûkan pêk tê, di refên pirtûkfiroş û malperên online de cihê xwe girtin. 
 
DILDARÊN FERAŞÎNÊ
 
Romana Elî Çabuk a bi navê "Dildarên Feraşînê" ji 352 rûpelan pêk tê. Di danasîna li ser bergê dawî ya pirtûkê wiha tê gotin: "Te got ku grûba duyemîn, bila ji aliyê rojava ve êrîş bike. Lê belê ew alî pir asê ye û cihekî guncav ku wê grûbê biparêze li wir tune ye. Loma veqetandina dozdeh hevalan ji bo vê grûbê pir e. Lewre dê di cihekî zehmet re derbasî wir bibin. Loma divê em wê grûbê sivik bigirin. Ji ber ku heger dijmin zû bi hevalan bihese îhtimala ku em derbeyekê bixwin jî heye. Ji ber van sedeman gişan, pêwîst e em vê grûbê bi şiklekî taybet bigirin dest û hevalên bijare tê de bi cih bikin. Lewre hêza ku encama çalakiyê diyar bike ev grûb e. Bi kurtasî serkeftin jî, binkeftin jî bi vê grûbê ve girêdayî ye..."
 
BAZINÊ POLA 
 
Pirtûka çîrokan a bi navê "Bazinê Pola" ya Tîtal Elî Adiman ji 120 rûpelan pêk tê. Danasîna li ser bergê dawiya pirtûkê wiha ye: "Dengê Tekîn him bilind bû û him ji pir zîz bû. Hema bi gotinên wî re bû xurme xurma guleyan. Leşker li biniya me, li rastê bûn. Em li berwar bûn û nêzî zinaran bûn. Min hema zûka bi lezgînî hesp ber bi zinaran ve kişand. Hê me xwe negihandibû zinaran, gule wek taviya teyrokê bi ser me de barîn, hespê şînboz di destê min de ket erdê. Tekîn ji ser pişta wî kete xwarê û ber bi jêr ve tilol bû. Min jî xwe avet erdê û ber bi aliyê ku gule jê dihatin ve çend gule reşandin. Kêliyekê dengê guleyan sekinî. Şînboz birîndar bûbû. Xwîn ji birînên wî diherikî û berf bi xwîna şînboz sor bûbû..."
 
GIRAVA XIZÎNÊ
 
Weşanxaneya Aramê ku berî jî 11 pirtûkên klasîkên zarokan wergerî kurmancî kiribû, ev car jî 6 pirtûkên nû li pirtûkxaneya zarokan zêde kir. Yek ji wan jî "Girava Xizînê" ya Robert Louis Stevenson e. Ev romana ku ji hêla Mem Farqînî ve hatiye wergerandin ji 360 rûpelan pêk tê. “Girava Xizînê” ku ewilîn di sala 1881’ê de di kovarekê de wek tefrîqe hatiye weşandin him bi atmosfer û qerekterên xwe him bi vegotina xwe ya kelecan a ji bo nêçîra defîneyê, heta îro jî xwêndevanên xwe cezb kiriye.
 
HUCKLEBERRY FÎNN ÇAVHILKIRIYÊN LEHENG
 
Romana Mark Twain a bi navê "Huckleberry Fînn Çavhilkiriyên Leheng" ji 240 rûpelan pêk tê. Navê resen ê berhemê "Adventures of Huckleberry Fınn" e. Pirtûk ji hêla Nîhat Baran ve hatiye wergerandin. Serpêhatiyên Huckleberry Finn, romana ewilîn a nivîskarê amerîkî Mark Twain a ku di sala 1884an de hatiye weşandin. Huckê bêperwerde, xwediyê baweriyên batil ji bavê xwe yî bêkar û serxweş direve. Bi kolê reşik Jim re ku wek wî qaçaxe li ber robara Mississippiyê dikeve rêwîtiyek bi serpêhatî. Twian di romana xwe de portreyên her cure mirovên ku li herdu aliyê qeraxê dixebitîne. Di heman demê de li hin cihên bi uslûbeke îronîk vegotinên xwe dibêje."
 
ÎNCÎ
 
Romana John Steinbeck a bi navê "Încî" ji hêla Nihat Baran ve hatiye wergerkirin û ji 144 rûpelan pêk tê. Navê romanê yê resen "The Pearl" e. Danasîna dawiya pirtûkê wiha ye: "Li navçeyê tim tim behsa înciyek mezin dikin. Behsa çawaniya dîtina wê ya ewilîn, di dûv re çawaniya wendabûna wê dikin. Behsa Kinoyê masîvan, jina wî Juanna û zarokê wan Coyotito dikin. Çîrok ewqas hatiye dubarekirin ku êdî di hişê herkese de cih girtiye. Wek çîrokê din yên di dile mirovan de cih girtine div ê çîrokê de jî tenê baş û xerab, reş û spî heye navbera wan tune. Heke ev çîrok metelokek dersgirtinê be belkî herkes li gor xwe dersek jê digire, jiyana xwe li gor vê çîrokê şîrove dike.  Nêse li navçeyê wiha dibêjin ku…”
 
MÎRKO
 
Romana Antoine De Saint-Exupêry a bi navê "Mîrko" ji hêla Menaf Osman ve hatiye wergerandin. Navê resen yê romanê "Le Petit Prince" ye û 144 rûpel e. Ev pirtûka nivîskar û pîlotê Fransî Antonie de Saint-Exupéry ya di sala 1943’an de hatiye weşandin, heta niha li 210 ziman û zaraveyî hatiye wergerandin.
 
Danasîna dawiya bergê pirtûkê wiha ye: "Balefira nivîskêr ji nişkêve xerab dibe û ji bêgavî li Çola Sahrayê datîne. Li çolê rastî Mîrko tê. Mîrko ji nivîskêr re dest bi behsa cihê ku lê dijî û serpêhatiyên xwe dike. Li gorî vegotina wî,  ew mîrzayek bi tena serê xwe li asteroîda B- 612 dijî ye. Di gerestêrka xwe de gula pir jê hez dike, xwedî dike. Dixwest bi awayê herî baş li gula xwe binêre. Ji bo rêyên sûdewertir peyda bike, neçar maye ku biçe gerestêrkên din. Di gerestêrka qralî de bengîniya otorîteyê, di ya hunermend de ezezîtî, di ya serxweş de hingofî, di ya karmend de bengîtiya xwedantiyê ya bêarmanc, di ya çirager de îtaeteke bêguherîn û bêhînbûn ku tenê fermanan bicih tîne û di ya erdnîgarnas de jî zanyar û feraseta zanyariyê ya ji bîr kiriye ka zanistê ji bo kê pêk tîne, dibîne. Mîrko ji hemû gerestêrkan bi awayek xemgîn vedigere. Getestêrka ku herî dawî lê digere jî Dinya ye. Dinya bi mezinahiya xwe û qerebalixîya xwe ji yên din cudatir e. Cihek ku mirov ji nirxên xwe yên mirovîn bêtir bi cilûbergên xwe nirx dibîne û watedar dibe ye."
 
SÊ ÇEKDAR
 
Romana Alexandre Dumas a bi navê "Sê Çekdar" ji hêla Güven Süvarioğulları ve hatiye werger kirin û 168 rûpel e. Navê berhemê yê resen "Les Trois Mousquetaires" e. Danasîna dawiya bergê wiha ye: 
"Li Fransayê di dema Louîsê 13'mîn de, sê çekdarên bi navên Athos, Portos û Aramîs di Yekineya Parastina Qrêl de erkdar bûn... Dartanyanê bi kelecan û îdealîst ê ku hatiye Parîsê jî tev li wan dibe. Erka wan, parastina Qrêl û Banûyê ji dijminê wan ê sereke Kardînal Richelieu û ji hemû neyaran bû. Diruşmeya van çekdarên bi dil û can girêdayî hev wiha bûn; “Yek ji bo tevahiyê, tevahî ji bo yekê.” Şûrên wan di hemû serpêhatiyên tev lê dibûn de, bi heman awayî bêtirs dibiriqiyan.
“Sê Çekdar” ji romanên herî xweş yên dîrokî yên ji hêla Alexandre Dumas ve hatine nivîsandin e.  Di romanê de, entrika, têkiliyên hestiyarî, duelo, serpêhatiyên wan ên bêtirs bi hunereke hostayî hatiye honandin. Ji roja hatiye weşandin heta îro li cîhanê olaneke pir mezin daye. Îro jî ji bandorkeriya xwe tiştek winda nekiriye. Di hişê xwendevanan de serpêhatiyên serdemekê vediguhezîne serpêhatiyên herdemî.
 
SÊWÎ
 
Romana Hector Malot a bi navê "Sêwî" ji hêla Güven Süvarioğulları ve hatiye wergerandin. Navê romanê yê resen "Sans Famille" ye û ji 112 rûpelan pêk tê. Beşek ji danasîna dawiya bergê wiha ye: "Di wêjeya Fransî de vegotina êşên zarokan jî ji wan mijarên ku zêde li ser tê nivîsîn e. Ev pirtûk ji me re jiyana zarokek ku li ber dêrê hatiye danîn û di heşt saliya xwe de hîn rastiyên bi êş û wan zehmetiyên jiyanê ku dê leqayî wan bibe vedibêje. ji ber ku bi mirov nîşan dide ku alîkarî û dostaniyên fedakar çawa mirov dewlemend dike û zehmetiyan hêsantir dike, pirtûkek xwendina wê kêfxweşîyê dide mirov..."
 
UNUTULMASINLAR
 
Seta Nupelda Engin a bi navê "Unutulmasınlar" ji 4 pirtûkan pêk tê û bi tevahî 1304 rûpel e. Pirtûka yekemîn a setê "Geliyê Tiyarê", pirtûka duyemîn "Güneş Bakışlı Çocuklar", pirtûka sêyemîn "Dağın Kalbinde Yücelen Kadın", pirtûka çaremîn jî "Bizim Egîd" e. Weşanxaneya Aramê her wiha pirtûka Hatip Dicle ya bi navê "Efrîn Direniş Günlüğü" jî çap kir. Pirtûka Hatip Dicle ya bi navê "Yargılayanlar Yargılanıyor" jî ji heman weşanxaneyê derketibû. 
 
PIRTÛKÊN DIN YÊN ARAMÊ KU DI 2022YAN DE ÇAP KIRIBÛ
 
Navê pirtûkên din yên Weşanxaneya Aramê di sala 2022yan de çap kiribû wiha ne: 
 
* Nîhat Ekmez - Bilginin Oluşum Tarihi
 
* Hayrî N. Berfîn - Tarihi Canlı Yaşamak
 
* Zerrîn Yilmaz - Esmer Yara Beyaz Kurt
 
* Îsmaîl Tuzun - Gidenlerin Ardından
 
* Naîf Ozkiliç - Tek Tanrılı İlk Din: Yahudilik
 
* Nevzat Çapkin - Tasavvuf Üzerine Düşünceler
 
* Suleyman Yildirim - Troya Ayini
 
* Kemal Yîgît - Efsûna Welatê Min
 
* Ergîn Atabey - Bihara Bêdawî
 
* Sertacê Karêzî - Rexneyên Li Ser Civaknasiya Nûjen
 
* Esmer Kiyar - Gün Işığında Büyürken
 
* Şemsettîn Ozer - Devrimci Sanat Felsefesi
 
* Besê Anûş
 
* Ahmet Tahîr - Kızgın İklim
 
* Numan Amed - Şahmaran Kentinde Kayıp Bir Yolcu
 
* Cemal Şerîk - Sendikalizmin Eleştirisi ve Demokratik Emek Konfederalizmi
 
* Lewis Carroll - Serpêhatiyên Alîcê
 

Sernavên din

15/12/2022
12:44 Dadger cezayê mîna xelatê da îşkencekaran
12:32 Bîlançoya 8 mehan hate eşkerekirin
12:21 Parêzerê rojnamegerên girtî Temûr: Dê hewldana bidestxistina delîlan vala derkeve
12:14 Baroya Rihayê ji bo girtiyê nexweş Ozkan bê berdan serlêdan kir
12:13 Rewşa girtiyên di greva birçîbûnê de xerabtir dibe
11:53 ‘Ciwan wê tecrîdê rakin û şer bidin sekinandin’
11:51 Cenazeyê Gokalan piştî 23 salan li Amedê hate definkirin
11:32 Eksîk: Li Îmraliyê rêbaza îşkenceyê ya herî xedar di meriyetê de ye
11:19 Ji Şûreya Dewletê biryara madenê: Rapora ÇED’ê hewce ye
10:27 ‘Jina rêxistinbûyî dikare li dijî qirkirin û tundiyê bisekine’
09:03 Dayika ku di dema qedexeyê de kurê wê û hevjînê wê hatin qetilkirin: Ma ji vê mezintir zilm heye?
09:02 Baro dê ji bo Denîz Poyrazê Nobeda Edaletê bigirin
09:01 ‘Bi qedexeyan dixwazin kurdî bidin jibîrkirin'
09:01 Hevjîna Mela Hesenê ku cenazeyê wî 13 rojan li malê hat sekinandin: Kula dilê wî Kurdistaneke azad bû
09:00 ROJEVA 15'Ê KANÛNA 2022'YAN
14/12/2022
23:24 Li ÎHD'a Amedê belgefîlma 'Ji bo Edaletê' hat temaşekirin
20:45 2 girtî piştî 30 salan ji girtîgehê derketin
20:23 'Em feraseta ku jinan û zarokan tune dihesibîne qebûl nakin'
19:36 Berdana girtî Tûncel careke din hat taloqkirin
18:50 Baroya Şirnexê helwesta ATV’ê ya li dijî zimanê kurdî şermezar kir
18:22 Şaredariya Dersimê: Armanca qutkirina ceyranê astengkirina xizmetê ye
17:12 Cenazeyên ku şewitîne 13 roj in di nexweşxaneyê de tên sekinandin
16:59 HDP: Li Şirnexê tenê tiştek neguheriye tundî û qetlîam!
16:56 Eksîk ê HDP’î li Meclisê axivî: Bila tecrîd bi dawî bibe
16:48 Di Nobeta Edaletê de bang: Tecrîda li Îmraliyê bi dawî bikin
16:38 Baroya Şirnexê ji bo Îmraliyê serlêdan kir
16:31 Temel: Heke li cihekî 60 hezar kes miribin, li wê derê ne ‘teror’ lê şer heye
15:45 Piştî 23 salan cenazeyê birayê xwe wergirt
14:57 Binçavkirinên li Mêrsînê hatin protestokirin
14:55 Di doza GOÇÎZDER’ê de parêzeran negirtin hundirê eywanê
14:49 Jinan li dijî tundiyê broşur belav kirin
14:36 Aygul ê ku nûçeya tacîzê çêkiribû hate girtin
14:36 Salvegera qedexeyên Cizîrê: Bila kujer hesab bidin
14:34 Rewşanbîrên navdar têkildarî êrişan ji Ingilistanê re name şandin: Êrişan bidin sekinandin
14:16 Meclisa Jinan a HDP’ê bi nûnerên Konsolosxaneya Almanyayê re hevdîtin kir
14:16 Ji bo mîtînga ‘Em nikarin debara xwe bikin’ bang kirin: Werin em vê lîstikê xera bikin
14:14 Li Meclisê berteka li dijî çekên kîmyewî: Dixwazin Dêrsimeke din bi serê kurdan bînin
14:05 Sazî û rêxistinên kurdî: Têkoşîna parastina ziman li her derê bilind bikin
13:50 Di civîna PE’yê de ji bo Rojava daxwaza ‘herêma ji balafiran re qedexe’ hate kirin
13:22 Di doza GOÇÎZDER’ê de parastin hat astengkirin û gef li parêzeran hat xwarin
12:43 Doza yek ji damezîrînerên Komeleya Rosayê Gultekîn hate taloqkirin
12:37 Li Îranê serhildana ‘azadiyê’ di roja 89’emîn de ye
12:27 Malbata Şenyaşar: Em çi bixwazin ji bo mirovahiyê jî dixwazin
11:40 Atlig ku 30 salan girtî bû: Em bi saya israra xwe ya di jiyana azad de li ser pêyan man
11:13 Li Çewlikê 20 kes 2 roj in di bin çavan de ne
10:57 Baroya Amedê ji bo Ocalan serî li Wezareta Dadê da
10:54 Li kolanên Amedê nivîsên ku daxwaza azadiya Ocalan dikin hatin nivîsîn
10:53 Li Mêrsînê 9 kes hatin binçavkirin
10:25 Serokê Baroya Şirnexê Dîlsîz: Li dijî tecrîdê wê hewldanên me hebin
10:19 Xetereya li ser Rûbarokê Êlihê mezin dibe!
10:07 CPJ: Tirkiye di nava 5 welatên rojnameger herî zêde lê hatine girtin de ye
10:06 Jinên îranî: Ji bo em koka rejîmê bînin şer dikin
09:41 Li Îranê ji bo çalakvanan li dadgehan şaxên taybet hatin avakirin!
09:05 Dayikên Aştiyê: Bila hevdîtin bi Abdullah Ocalan re bê kirin
09:04 Dadgeha Bilind cezayê ku li rojnamevan Guleş hatibû birîn xera kir
09:04 Bi biryara dadgeriyê kameraya veşarî li komeleyê hatiye bicihkirin
09:03 Dayikên ku di dema qedexeyê de bi tililiyan li ber xwe dan: Kes bi hawara aştiyê ve nehat
09:02 Navê berxwedana Cizîrê: Asya Yuksel
09:00 ROJEVA 14'Ê KANÛNA 2022'YAN
08:49 Cenazeyê Suer di bin dorpêça polîsan de hate veşartin
08:48 Rojnamevan Sînan Aygul hat binçavkirin
13/12/2022
22:42 Cenazeyê Suerê piştî 5 mehan radestî malbatê kirin
19:58 ÎHD'ê serdana Dayikên Aştiyê kir
16:26 Jinên kurd dê ‘Yekitiya Jinên Kurdistanê’ ava bikin
16:25 Rêxistinên sivîl serdana MA’yê û JinNewsê kirin
16:24 Rojnamevan Gumuş piştî 11 salan hate berdan
15:50 Bertek nîşanî hedefgirtina TTB û Fîncanci dan
15:48 Saziyên sivîl ên Amedê bang kirin: Divê demildest dawî li binpêkirinên mafan ên li girtîgehan were anîn
15:39 Hefteya Mafê Mirovan: Li şûna febrîqeyan girtîgeh tên vekirin
15:12 Nobeta Edaletê: Bila mirin çênebin
15:10 Taşdemîr: Rojava ji bo AKP’ê veguheriye kabûsê
15:09 3 DAIŞ’iyên amadekariyên êrişê dikirin hatin girtin
15:04 Di doza ku 19 kes tên darizandin de dozger dê mutalaayê amade bike
14:50 Doza GOÇÎZDER’ê: Mesrefa epîlasyonê jî bi PKK’ê ve hatiye girêdan
14:41 Huda Kaya: Gelo ma helal e ku diyanet vê budçeyê bi kar bîne?
14:21 ‘Budçeya şer li ser dijminatiya kurdan tê ferzkirin’
14:12 Nîjadperestan êrişî avahiya HDP’ê ya Keçîorenê kirin
14:02 Baroya Edenê giliya HSK’ê ji HSK’ê kir
13:58 ‘Wezerata Ragihandinê serokatiya dezenformasyonê ye’
13:45 Pirsa çekên kîmyewî: Ji bo şandeyên serbixwe çima derfet nayên çêkirin?
13:14 Ji bo Îmraliya ku 20 mehan zêdetire agahî jê nayên girtin dîsa serlêdan kirin
12:34 Nobeta Edaletê di roja 645’an de didome
11:26 Greva sendîkayan bi hinceta ‘ewlehiya neteweyî’ hate qedexekirin
11:05 Li Amedê wesayîtekê li 2 xwendekaran da
10:56 Ji bo projeya HES’ê ya li Geliyê Zîlan biryara betalkirinê hat dayîn
10:55 Leşkerê ku ji ber sûcê zayendî ceza lê hatiye birîn li derveyî sînor hat peywirdarkirin!
10:33 Erdal Eren hê jî 17 salî ye: Zîhniyet neguheriye
10:28 Li Çanakkaleyê bi pileya 4.3 erdhej çêbû
10:26 ‘Tekane daxwaza gelê Îranê guherandina rejîmê ye’
09:49 Li Girtîgeha Tarsûsê bi dehan binpêkirinên mafan
09:47 Ji ber astengkirina emeliyata girtiyê nexweş, serdana Komîsyona Meclisê hate kirin
09:44 Weşanxaneya Aramê 13 pirtûkên nû çap kir
09:07 Karkerên ku di înşaeta mizgefta qaçax de birîndar bûn pere pêşniyazî wan hatiye kirin
09:06 Endamên Meclisa Ciwanan a HDP'ê: Em ê tecrîdê bişikînin
09:04 Înfaza girtî Tûncel cara 3'yan hat şewitandin
09:03 Li Rihayê girtiyên nexweş nikarin dermanan peyda bikin
09:00 ROJEVA 13'Ê KANÛNA 2022'YAN
08:59 Dewleta tirk li Rojava 16 dibistan bombebaran kir
12/12/2022
23:14 Li Amedê jina ku bi giranî hatibû birîndarkirin jiyana xwe ji dest da
21:58 Li Zanîngeha Mûnzûrê sîxurtî li Xwendekaran tê ferzkirin