Li Girtîgeha Tarsûsê bi dehan binpêkirinên mafan

  • rojane
  • 09:49 13 Kanûn 2022
  • |
img
MÊRSÎN – Parêzer Mehtap Sert derheqê binpêkirinên li Girtîgeha Jinan a bi Tîpa T ya Tarsûsê raporek amade kir û wiha got: “Alavên paqijiyê nadin û rojê tenê 3 saetan kalorîfer tên vêxistin. Lewma jî gelek girtî ji sermayê nexweş dikevin.” 
 
Parêzer Mehtap Sert li ser navê Komîsyona Hiqûqê ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) çû Girtîgeha Jinan a bi Tîpa T a Tarsûsê û têkildarî binpêkirina raporek amade kir. Sert, da zanîn ku di çarçoveya serdanê de bi girtiyên bi navên T.S., Z.Y., F.A., Ş.G., Z.D. û A.I. re hevdîtin kirine. 
 
BI DEHAN BINPÊKIRINÊN MAFAN 
 
Parêzer Mehtap Sert da zanîn ku piştî hatine mifetîş a li girtîgehê, pirsgirêk zêdetir bûne û wiha got: “Rêveberiya girtîgehê di vê mijarê de ji girtiyan re gotiye; ‘tiştekî ji destê me were nîne.’ Her wiha nameyên girtiyan nayên dayîn, mafê wan ê sihbetê tê binpêkirin, sê qawîş nikarin derkevin qada hevpar û ji ber vê yekê jî nikarin tev li çalakiyên hevpar bibin. Girtiyan got ku li qawîşên 13 kesan dimînin. Her wiha ji ber ku ava germ bi qasî têrî wan bike nayê dayîn, di mijara şûştina serê xwe û cilên xwe de zehmetiyan dikêşin. Her wiha sepana ku her girtî tenê dikarin 10 pirtûkan li cem xwe bigirin ketiye meriyetê. Pirsgirêka pirtûkan dijîn. Girtiyan got ku bêhneke giran a gilêş û serginê ketiye girtîgehê û ji ber vê bêhne jî gelek pêşî hene. Ji bo çareserkirina vê pirsgirêkê agahî dane şaredariyê lê ev pirgirêka wan nehatiye çareserkirin. Girtîgehê derman nakin û alavên paqijiyê yên pêwîst nayên dayîn. Her wiha destûrê nadin nameyên komî. Bihayê tiştên li kantînê pir zêde ne û bi qelîte nînin. Ava germ tenê di navbera saet 16.00 û 18.00’an de tê dayîn. Fatûreyên ceyranê pir zêde tên. Her wiha têl xistine pacên wan. Cihekî ku bikarin cilên xwe lê rabixin nîne û cilên wan ziwa nabin.” 
 
KALORÎFER ROJÊ TENÊ 3 SAETAN TÊN VÊXISTIN 
 
Bi domdarî Sert anî ziman ku girtîgeh gelek sar in lê tevî vê yekê kolarîfer tenê saet di navbera 21.00 û 24.00’an de tên vêxistin û wiha pê de çû: “Girtiyan da zanîn ku kalorîferên qata jêr vênakevin. Lê nehatiye nihêrtin. Bi hinceta ku sakoyên wan biastar in nayên dayîn û nikarin xwe ji sermayê biparêzin. Ji ber sermayê girtî her tim nexweş dikevin. Bi hinceta ku qad tune ye nahêlin girtî tev li çalakiyên civakî bibin. Cihê firaqşûştinê nîne. Li cihê ser û çavên xwe lê dişon, di heman demê de îskanên xwe dişûn. Ji ber derîçeya dilê girtiya bi navê A.I. hewa diçe û li ser pêsîra wê kîst hene. Miayeneya bikelemçe lê hatiye ferzkirin. Got ku heta dema xwîn jê girtin jî destên wê kelemçekirî bûn. Dan zanîn ku bijîşk gelemperî ji cendirmeyan ditirsin, cendirme berpirsyartiyê li xwe nagirin û ji ber vê yekê jî miayeneke baş nayê kirin.” 
 
GEFA HUCREYA YEKKESΠ
 
Sert destnîşan kir ku bi îdiaya “perwerdeya bombeyê”, deterjana kilsê nadin girtiya bi navê Z.D. ku ev 2 sal û 6 meh in girtî ye û wiha bi dawî kir: “Deterjanan tevî avê dikin û dema ku êdî taybetiyeke wê nema didin girtiyan. Nahêlin ku bi girtiyên din ên ji heman tawanbariyan hatine girtin re hevdîtinê bike. Bi tena serê xwe derdixînin cihê hewadariyê. Ji ber ku li hucreya yekkesî tê ragirtin, nikare ji avantajên qawîşê sûd bigire. Pirsgirêka herî mezin jî ew e ku serê her saeta şevê bi hinceta ‘gelo tu hêj dijî’ tê hişyar kirin. Dema sedema vê tê pirsîn jî bersiva ‘em kontrol dikin bê ka nexweşî yan na’ tê dayîn. Ji ber zexta lê tê kirin, ketiye nava tirsa mirinê û xwe baş hîs nake. Ji ber sedemên aborî, malbat nikare were serdana wê. Lewma zexta li ser wê zêdetir dibe. Têkildarî nameyan jî her tim hinceta qedexeyê tê nîşandan û standartên bêeleqe têxin meriyetê. Heta bi sedema ku li ser nameyeke ji derveyî welat wêneyê telefonê li ser heye, bi hinceta şîfre li ser heye nedanê.” 
 
MA / Hamdullah Yagiz Kesen
 

Sernavên din

13/04/2023
17:31 Çalakiyên Gerok MA'yê yên li Hatayê bi dawî bûn
17:00 'Ji Tirkiyeyê re hat ragihandin ku wê Ebdî li Silêmaniyê be'
16:52 Malbata Cabîr ji ber ewlehiyê ji gund bar dikin
16:50 Danişîna faîlê tacîzê Bûrak Ercan dîsa hate taloqkirin
16:45 Li Antalyayê 5 kes hatin berdan
16:38 Li bakurê Kurdistanê coş û peroşa hilbijartinê: Em ji bo rêya demokrasiyê vekin tên
16:04 Partiya Çepên Kesk namzetên xwe da nasîn: Em ê bi Rêya 3’yemîn biçin Meclisê
15:41 Girtîgehê pirtûka Asli Erdogan qedexe kir!
15:40 Li dijî ambargoyê banga lezgîn hate kirin
15:23 Li dijî bûroya hilbijartinê ya Partiya Çepên Kesk êriş hate kirin
15:21 Ferît Şenyaşar: Wezîrê Dadê ku bûye sedema bêedaletiyê dê dengan bixwaze
15:17 Partiya Çepên Kesk li Meletiyê mal bi mal xebatên hilbijartinê dike
15:15 Kesên di protestoya GES’ê de hatin binçavkirin hatin berdan
15:02 HPG’ê têkildarî Lokman Gorgun daxuyanî da
14:35 YSK’ê pûsûlaya hilbijartina serokkomariyê erê kir
14:35 Amed dê 1’ê Gulanê li Qada Deriyê Çiyê pîroz bike
14:34 Li Aydinê starta hilbijartinê hate dayîn
14:26 Kûrtoglû yê bi awayekî birîndar hatibû binçavkirin hate girtin
14:10 Doza Kobanê: We bi biryarên DMME’yê nekirin û hûn sûc dikin
14:09 Hat îdiakirin ku piştî îfadeya Albashir di navbera wezaretan de krîz derketiye
14:03 Şaredarê AKP’î bi alîkariya erdhejê propagandaya hilbijartinê dike
13:41 Ji navbeynkariyê re ‘lepirsîna ewlehiyê’ kirin asteng
13:41 Li Bismilê buroya hilbijartinê ya jinan hat vekirin: Em ê tecrîdê bişikînin
12:49 BES'ê daxwazên xwe yên têkildarî kedkarên SGK'ê aşkere kirin
12:33 Ji Baroya Agiriyê rapor: Girtîgeha Panosê li pey xeyalên Esat Oktay e
12:03 Li Antalyayê 4 kes hatin binçavkirin
11:54 Berdana Hamît Babat ê 30 sal in girtî ye cara duyemîn hat taloqkirin
11:37 Serokên HUDA PAR’ê û PDK’ê bi rêya telefonê hevdîtin kirin
11:13 Parêzerên Abdullah Ocalan ji bo biçin Îmraliyê serlêdan kirin
10:59 Riha xwe bi rengê Çepên Kesk pêça ye!
10:54 ‘Mele Motor’ ê Ferhat Kurtay wefat kir
10:23 Li gorî dozger daxuyaniyên Altan ên têkildarî rojnamegeran sûc in!
10:15 Li Girê Spî demografî tê guhertin: 21 hezar biyanî bicih kirin
09:58 Gelo Gorgun û Kahraman hatine înfazkirin?
09:22 Li Cizîrê zarokek hat binçavkirin
09:01 Karataş: Divê înfaza cezayê der barê Abdullah Ocalan de bê bidawîkirin
09:00 Partiya Çepên Kesk a Şirnexê: Botan dê hesabê darên hatine birîn bipirse
09:00 ROJEVA 13'Ê NÎSANA 2023'YAN
12/04/2023
22:06 Li Şirnex û Amedê coşa hilbijartinê
21:17 Bûldan bû mêvanê sifreya fitarê ya malbata Şenyaşarê
20:42 Ji MEBYA-DER û TUAY-DER’ê fitarî
19:24 Gerok Ma li Hatayê bi zarokan re civiya
18:23 Îdirê bi coşeke mezin namzetên xwe pêşwazî kir
17:28 Tûncelê ji heyeta dadgehê ya Doza Kobanê pirsî: Çend kes li we geriyan?
16:50 Ji PEN’ê bo rojnamevanên girtî bang: Divê tavilê bên berdan
16:39 Di îdianameya 728 rûpelan a rojnamegeran de yek ‘delîl’ jî tune ye
16:33 Li Kerkukê 4 DAIŞ’î hatin girtin
15:14 Bernameya 1’ê Gulanê: Qedexeya li ser Taksîmê rakin
15:13 Malbata Şenyaşar: Edaleta ku em li bendê ne wê paşve were
14:57 Dayikên Şemiyê giliyê polîsan kirin
14:57 Yuksekdag: Doza Kobanê fermana tunebûna îktîdarê ye
13:47 Berdana girtiyê nexweş Sevîlgen cara çaremîn hat taloqkirin
13:33 Di Doza Kobanê de leza hilbijartinê: Em gelê xwe vedixwînin ku îktidarê di sindoqan de têk bibe
13:15 YSK’ê dîroka dengdayînê ya derveyî welat eşkere kir
13:13 Ozturk: Em ê di vê hilbijartina dîrokî de bersiva dijminên gelê kurd bidin
13:07 Tîyatro Îmge bi 2 lîstikan derdikeve pêşberî şanohezan
12:56 Mitehitê Diyar Galeriayê hate binçavkirin
12:50 Waliyê Şirnexê gef li keyayan xwar û ji bo Erdogan deng xwest
12:31 Di Cejna Çarşema Sor de şervan hatin bibîranîn
11:58 Êriş li dijî buroyên hilbijartinê yên Partiya Çepên Kes pêk hatin
11:51 Deh meh piştre doz li 16 jê girtî 18 rojnamegeran hate vekirin
11:49 Serokkomarê Iraqê û serokwezîr civiyan
11:40 Ciwan bi kelecan in: Em ê AKP’ê bişînin
11:19 Arricale: Tecrîda Îmraliyê di pirsgirêka kurd de weke amûrek tê bikaranîn
10:50 Di lîsteya namzetên AKP’ê ya Sêrtê de ‘gendelî’ heye
10:34 Rojnameger Taştekîn: Îktîdar ji bo êrişî Rojava bike li pey firsenda ye
10:30 Partiya Çep a Kesk amadekariya ‘di her sindoqê de muşahîtekê dike’
10:16 Partiya Çepên Kesk li Rihayê armanc dike ku bibe partiya yekemîn
09:07 Keça manewî ya Erdogan ku nelirêtî li ser nelirêtiyê kiriye cardin bû namzet!
09:04 Hevseroka Giştî ya OHD'ê Yeter: Rakirina tecrîdê daxwazeke rewa ye
09:04 'Meletî dê hesab ji vê desthilatê bipirse'
09:01 Kayan ê ku ji girtîgehê derket: Divê her kes bibe dengê girtiyan
09:00 ROJEVA 12'Ê NÎSANA 2023'YAN
08:54 ‘Em ê sedsala Komarê ya duyemîn azad bikin’
08:49 Rê û kolanên Cizîrê di bin avê de man
11/04/2023
21:06 Cihê ku hestiyên mirovan lê hatin dîtin hat betonkirin!
20:56 Li Wêranşarê 3 kes hatin binçavkirin
20:51 Dayikên Aştiyê bûn mêvanê sifreya fitariyê ya malbata Şenyaşarê
20:47 Coşa hilbijartinê bi vekirina buroyan didome
19:43 Li Hewremanê teqîn: Kesek mir, 2 kes birîndar bûn
19:39 Ji RJAK’ê li dijî tecrîdê kampanyaya nameşandinê
16:58 Li Antalyayê ceza ji 8 xwendekaran re hat xwestin
16:50 Malbata Şenyaşar: Xelkê Rihayê dê di 14’ê Gulanê de bersiva pêwîst bide
16:22 Gerok MA'yê li Hatayê bo zarokan çalakî li dar xist
16:09 Cendirmeyan li Çanakkaleyê kurdek qetil kirin
15:57 Li Şîban ê ji helîkopterê avêtin 7 sal û 6 meh ceza birîn
15:32 Ji bo Gorgun û Kahraman meş hat lidarxistin: ‘Bimre xiyanet’
15:24 Di danişîna doza Erhan Gorur de ji bo leşkerê bersûc ceza hate xwestin
15:20 Nûçegihana JINNEWS’ê hate berdan
14:51 ÎSÎG: Di 3 mehan de 463 cînayetên kar hatin kirin
14:35 Li Dîlokê karkerek di bin mînareya herifî de ma û jiyana xwe ji dest da
14:31 Ji ciwanan strana rep a hilbijartinê: Hatin em
14:24 Rapora girtîgehên Rihayê: Piştî lehiyê pirsgirêka ava paqij derket
14:23 Partiya Çepên Kesk danasîna namzetên xwe kir: Biharek nû li benda me ye
14:02 Uveyş Ocalan li ser gora xwe hate bibîranîn
13:56 Bi keviran êrişî bûroya hilbijartinê ya CHP’ê kirin
13:49 Di danişîna rojnameger Çoban de dozger daxwaza cezayê hefsê kir
13:24 AYM’ê dosyaya girtina HDP’ê ji raportor re şand
12:38 Ganî Kaplan di danişîna ewil de beraet kir
12:05 Kesên êrişî avahiya CHP’ê kirin hatin berdan