‘Tekane daxwaza gelê Îranê guherandina rejîmê ye’

  • jin
  • 10:26 13 Kanûn 2022
  • |
img
ENQERE - Parniyan Yeganeh got ku rêveberiya Îranê awayê DAIŞ’ê yê şieyan e û wiha got: “Armanca bingehîn a gel ne refrom lê guherandina rejîmê ye.” 
 
Di serî de çapemeniya welatên rojava, ji destpêka meha kanûnê ve gelek poratlên nûçeyan ên cîhanê ragihandin ku hikûmeta rejîma Îranê hêza “polîsên exlaqê” ku bi qetilkirina Jîna Emînî ketibûn rojevê ji holê rakiriye. Jêderka nûçeyan jî daxuyaniya Serdozgerê Îranê Mohammad Jafar Montazerî dihat nîşandan. Lê bi saetan piştî daxuyaniyê, medyaya dewletê ya Îranê gotinên serdozger derewand. 
 
“Yekîneya Polîsên Exlaqê” ku parçeyeke Hêzên Ewlekariya Komara Îslamî (LEF) ye, di pêvajoya şoreşê ya Îranê de li dijî gel pir zêde tên bikaranîn. Li gorî rapor û belgeyên têkildarî rayedarên rejîma Îranê ku ketine destê çapemeniyê, hêzên ewlekariyê cisareta xwe winda kirine û gelek endamên LEF’ê ji bo teqawidbûna xwe ya pêşwext serlêdan kirine. Gelek aktîvîst û analîstên îranî dibêjin parvekirina agahiya “tunekirina hêzên polîsên exlaqê” beriya greva giştî hatine parvekirin û bi mebesta beşdarbûna protestoyan hatiye kirin. Jinên ku bi Ajansa Mezopotamyayê (MA) re axivîn, dan zanîn ku heta rejîma Îranê neyê rûxandin, mimkin nîne ku “polîsên exlaqê” jî ji holê bên rakirin.  
 
ARMANC EW E KU ŞOREŞÊ TÊXIN BIN KONTROLA XWE
 
Parniyan Yeganeh ku ji ber zextên rejîmê ji Îranê derketiye da zanîn ku hêzên ku biryarê didin hewl didin şoreşê têxin bin kontrola xwe û wiha got: “Lewma jî agahiyên bêbingeh parve dikin. Tu pirsgirêka hêzên rojavayî bi çalakiyan re nîne. Qaşo piştgiriyê didin lê dema peyva şoreşê tê kirin, hizûra tevan jî diçe. Hikûmeta Îranê jî ji bo ku rejîmê zindî bihêle bila her tişta dixwaze bike, sûcan bike û tu bedela vê jî nebin. Lewma rejîm û medyaya rojava çi dibêje bila bibêje, pozîsyona me pir zelal e. Em ne reforman lê guhertina rejîmê dixwazin.” 
 
LI KURDISTANÊ 75 ROJ IN GREV DIDOME
 
Bi domdarî Yeganeh da zanîn ku greva giştî ya di 5’ê mijdarê hatiye lidarxistin, di dîroka Îranê de mezintirîn grev bû û wiha pê de çû: “Divê dinya vê qêrînê bibihîse û dawî li vê rejîmê bîne. Lê ji bo bidawîkirina şoreşê nûçeyên derew parve dikin. Divê hemû rojnameger beriya ku nûçeyên xwe parve bikin, bila baş li ser bifikirin. Gelo heke çapemenî deng nede dê dîktatorek hebûna xwe çawa bidomîne? Girêdana dersokê ya bi darê zorê di DNA’ya vê rejîmê de heye. Gelê Îranê ji bo tunekirina rejîmê niha bi hemû hêza xwe hewl dide aboriyê bihejîne. Ji bo vê jî grevan dike. Bi van grevan re gel jî birçî dimîne. Ji bo ku ev rejîm birçî bimîne, em xwe jî birçî dihêlin. Niha li Kurdistanê ev 75 roj in grev didome.” 
 
TEKANE DAXWAZ GUHERANDINA REJÎMÊ YE
 
Di berdewamê de Yeganeh bi lêv kir ku rêveberiya Îranê, awayê DAIŞ’ê yê şîe ye û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Rejîm nêzî Hamaney û Artêşa Mihafizên Şoreşê ya Îranê (IRGC) ye. Hikûmeta Îranê pir nêzî komên terorîst ên li herêmê ye. Li hêla din jî Misilmanên Şîe yên nerm hene. Em van kesan weke reformîst pênase dikin. Ji bo her du koman jî hêzeke girîng e. Hêza xwe bi Îslamê pênase dikin û Îslama Şîeyan ji xwe re kirine nasname. Mixabin ku ev her du kom mîna hev bûne.”
 
GREVA GIŞTÎ Û BANGA JI BO ROJNAMEGERAN
 
Yeganeh, bi lêv kir ku tekane daxwazeke çalakiyên ku piştî qetilkirina Jîna Emînî dest pê kirin heye û wiha bi dawî kir: “Ew jî guherandina rejîmê ye. Em ê destûrê nedin ku avadaniya ji xwe re dibêje muxalefet vê yekê weke daxwaza reformê pênase bike. Gelek raperînên bi daxwaza reforman çêbûn ku me di hilbijartina 2009’an de piştgirî da namzetê reformîst. Dengên me nehatin hilbijartin û ser re jî bi hezaran mirov hatin kuştin. Serokkomarê di raperîna mijdara 2019’an de reformîst bû. Dîsa înternet qut kirin û hezar û 500 kes hatin kuştin. Hikûmet ji kîjan alî be jî rêbazên rejîmê naguherin. Rejîm dikuje, digire û tecawiz dike. Bi hezaran mînakên vê hene. Her kesê ku dirûşma ‘jin, jiyan, azadî’ diparêzer, divê van rêzikan baş bixwîne. Divê em vê carê baweriya xwe bi gelê xwe yê 75 roj in di grevê de bînin. Rejîm dixwaze ku em bala xwe nedin ser greva giştî. Divê ajans û rojnameger bi taybet jî van grevan derxînin pêş. Tekane rojeveke gel heye û ew jî guherandina rejîmê ye. Heke girêdana dersokê ya bi darê zorê were rakirin, dê rejîm bênasname bimîne. Rejîmên totalîter jî bêyî nasname nikarin bijîn. Heke girêdana bi darê zorê ya dersokê rakin, dê neçar bimînin ku di gelek mijaran de guhertinan bikin. Bi vê yekê re jî dê rejîma Îranê êdî rejîmeke îslamî nebe. Li gorî we ma dê tiştekî wiha bike?” 
 

Sernavên din

15/12/2022
12:44 Dadger cezayê mîna xelatê da îşkencekaran
12:32 Bîlançoya 8 mehan hate eşkerekirin
12:21 Parêzerê rojnamegerên girtî Temûr: Dê hewldana bidestxistina delîlan vala derkeve
12:14 Baroya Rihayê ji bo girtiyê nexweş Ozkan bê berdan serlêdan kir
12:13 Rewşa girtiyên di greva birçîbûnê de xerabtir dibe
11:53 ‘Ciwan wê tecrîdê rakin û şer bidin sekinandin’
11:51 Cenazeyê Gokalan piştî 23 salan li Amedê hate definkirin
11:32 Eksîk: Li Îmraliyê rêbaza îşkenceyê ya herî xedar di meriyetê de ye
11:19 Ji Şûreya Dewletê biryara madenê: Rapora ÇED’ê hewce ye
10:27 ‘Jina rêxistinbûyî dikare li dijî qirkirin û tundiyê bisekine’
09:03 Dayika ku di dema qedexeyê de kurê wê û hevjînê wê hatin qetilkirin: Ma ji vê mezintir zilm heye?
09:02 Baro dê ji bo Denîz Poyrazê Nobeda Edaletê bigirin
09:01 ‘Bi qedexeyan dixwazin kurdî bidin jibîrkirin'
09:01 Hevjîna Mela Hesenê ku cenazeyê wî 13 rojan li malê hat sekinandin: Kula dilê wî Kurdistaneke azad bû
09:00 ROJEVA 15'Ê KANÛNA 2022'YAN
14/12/2022
23:24 Li ÎHD'a Amedê belgefîlma 'Ji bo Edaletê' hat temaşekirin
20:45 2 girtî piştî 30 salan ji girtîgehê derketin
20:23 'Em feraseta ku jinan û zarokan tune dihesibîne qebûl nakin'
19:36 Berdana girtî Tûncel careke din hat taloqkirin
18:50 Baroya Şirnexê helwesta ATV’ê ya li dijî zimanê kurdî şermezar kir
18:22 Şaredariya Dersimê: Armanca qutkirina ceyranê astengkirina xizmetê ye
17:12 Cenazeyên ku şewitîne 13 roj in di nexweşxaneyê de tên sekinandin
16:59 HDP: Li Şirnexê tenê tiştek neguheriye tundî û qetlîam!
16:56 Eksîk ê HDP’î li Meclisê axivî: Bila tecrîd bi dawî bibe
16:48 Di Nobeta Edaletê de bang: Tecrîda li Îmraliyê bi dawî bikin
16:38 Baroya Şirnexê ji bo Îmraliyê serlêdan kir
16:31 Temel: Heke li cihekî 60 hezar kes miribin, li wê derê ne ‘teror’ lê şer heye
15:45 Piştî 23 salan cenazeyê birayê xwe wergirt
14:57 Binçavkirinên li Mêrsînê hatin protestokirin
14:55 Di doza GOÇÎZDER’ê de parêzeran negirtin hundirê eywanê
14:49 Jinan li dijî tundiyê broşur belav kirin
14:36 Aygul ê ku nûçeya tacîzê çêkiribû hate girtin
14:36 Salvegera qedexeyên Cizîrê: Bila kujer hesab bidin
14:34 Rewşanbîrên navdar têkildarî êrişan ji Ingilistanê re name şandin: Êrişan bidin sekinandin
14:16 Meclisa Jinan a HDP’ê bi nûnerên Konsolosxaneya Almanyayê re hevdîtin kir
14:16 Ji bo mîtînga ‘Em nikarin debara xwe bikin’ bang kirin: Werin em vê lîstikê xera bikin
14:14 Li Meclisê berteka li dijî çekên kîmyewî: Dixwazin Dêrsimeke din bi serê kurdan bînin
14:05 Sazî û rêxistinên kurdî: Têkoşîna parastina ziman li her derê bilind bikin
13:50 Di civîna PE’yê de ji bo Rojava daxwaza ‘herêma ji balafiran re qedexe’ hate kirin
13:22 Di doza GOÇÎZDER’ê de parastin hat astengkirin û gef li parêzeran hat xwarin
12:43 Doza yek ji damezîrînerên Komeleya Rosayê Gultekîn hate taloqkirin
12:37 Li Îranê serhildana ‘azadiyê’ di roja 89’emîn de ye
12:27 Malbata Şenyaşar: Em çi bixwazin ji bo mirovahiyê jî dixwazin
11:40 Atlig ku 30 salan girtî bû: Em bi saya israra xwe ya di jiyana azad de li ser pêyan man
11:13 Li Çewlikê 20 kes 2 roj in di bin çavan de ne
10:57 Baroya Amedê ji bo Ocalan serî li Wezareta Dadê da
10:54 Li kolanên Amedê nivîsên ku daxwaza azadiya Ocalan dikin hatin nivîsîn
10:53 Li Mêrsînê 9 kes hatin binçavkirin
10:25 Serokê Baroya Şirnexê Dîlsîz: Li dijî tecrîdê wê hewldanên me hebin
10:19 Xetereya li ser Rûbarokê Êlihê mezin dibe!
10:07 CPJ: Tirkiye di nava 5 welatên rojnameger herî zêde lê hatine girtin de ye
10:06 Jinên îranî: Ji bo em koka rejîmê bînin şer dikin
09:41 Li Îranê ji bo çalakvanan li dadgehan şaxên taybet hatin avakirin!
09:05 Dayikên Aştiyê: Bila hevdîtin bi Abdullah Ocalan re bê kirin
09:04 Dadgeha Bilind cezayê ku li rojnamevan Guleş hatibû birîn xera kir
09:04 Bi biryara dadgeriyê kameraya veşarî li komeleyê hatiye bicihkirin
09:03 Dayikên ku di dema qedexeyê de bi tililiyan li ber xwe dan: Kes bi hawara aştiyê ve nehat
09:02 Navê berxwedana Cizîrê: Asya Yuksel
09:00 ROJEVA 14'Ê KANÛNA 2022'YAN
08:49 Cenazeyê Suer di bin dorpêça polîsan de hate veşartin
08:48 Rojnamevan Sînan Aygul hat binçavkirin
13/12/2022
22:42 Cenazeyê Suerê piştî 5 mehan radestî malbatê kirin
19:58 ÎHD'ê serdana Dayikên Aştiyê kir
16:26 Jinên kurd dê ‘Yekitiya Jinên Kurdistanê’ ava bikin
16:25 Rêxistinên sivîl serdana MA’yê û JinNewsê kirin
16:24 Rojnamevan Gumuş piştî 11 salan hate berdan
15:50 Bertek nîşanî hedefgirtina TTB û Fîncanci dan
15:48 Saziyên sivîl ên Amedê bang kirin: Divê demildest dawî li binpêkirinên mafan ên li girtîgehan were anîn
15:39 Hefteya Mafê Mirovan: Li şûna febrîqeyan girtîgeh tên vekirin
15:12 Nobeta Edaletê: Bila mirin çênebin
15:10 Taşdemîr: Rojava ji bo AKP’ê veguheriye kabûsê
15:09 3 DAIŞ’iyên amadekariyên êrişê dikirin hatin girtin
15:04 Di doza ku 19 kes tên darizandin de dozger dê mutalaayê amade bike
14:50 Doza GOÇÎZDER’ê: Mesrefa epîlasyonê jî bi PKK’ê ve hatiye girêdan
14:41 Huda Kaya: Gelo ma helal e ku diyanet vê budçeyê bi kar bîne?
14:21 ‘Budçeya şer li ser dijminatiya kurdan tê ferzkirin’
14:12 Nîjadperestan êrişî avahiya HDP’ê ya Keçîorenê kirin
14:02 Baroya Edenê giliya HSK’ê ji HSK’ê kir
13:58 ‘Wezerata Ragihandinê serokatiya dezenformasyonê ye’
13:45 Pirsa çekên kîmyewî: Ji bo şandeyên serbixwe çima derfet nayên çêkirin?
13:14 Ji bo Îmraliya ku 20 mehan zêdetire agahî jê nayên girtin dîsa serlêdan kirin
12:34 Nobeta Edaletê di roja 645’an de didome
11:26 Greva sendîkayan bi hinceta ‘ewlehiya neteweyî’ hate qedexekirin
11:05 Li Amedê wesayîtekê li 2 xwendekaran da
10:56 Ji bo projeya HES’ê ya li Geliyê Zîlan biryara betalkirinê hat dayîn
10:55 Leşkerê ku ji ber sûcê zayendî ceza lê hatiye birîn li derveyî sînor hat peywirdarkirin!
10:33 Erdal Eren hê jî 17 salî ye: Zîhniyet neguheriye
10:28 Li Çanakkaleyê bi pileya 4.3 erdhej çêbû
10:26 ‘Tekane daxwaza gelê Îranê guherandina rejîmê ye’
09:49 Li Girtîgeha Tarsûsê bi dehan binpêkirinên mafan
09:47 Ji ber astengkirina emeliyata girtiyê nexweş, serdana Komîsyona Meclisê hate kirin
09:44 Weşanxaneya Aramê 13 pirtûkên nû çap kir
09:07 Karkerên ku di înşaeta mizgefta qaçax de birîndar bûn pere pêşniyazî wan hatiye kirin
09:06 Endamên Meclisa Ciwanan a HDP'ê: Em ê tecrîdê bişikînin
09:04 Înfaza girtî Tûncel cara 3'yan hat şewitandin
09:03 Li Rihayê girtiyên nexweş nikarin dermanan peyda bikin
09:00 ROJEVA 13'Ê KANÛNA 2022'YAN
08:59 Dewleta tirk li Rojava 16 dibistan bombebaran kir
12/12/2022
23:14 Li Amedê jina ku bi giranî hatibû birîndarkirin jiyana xwe ji dest da
21:58 Li Zanîngeha Mûnzûrê sîxurtî li Xwendekaran tê ferzkirin