Platforma Parastina Bajêr û Piştevaniyê ya Amedê hat damezrandin

  • rojane
  • 13:30 19 Kanûn 2022
  • |
img
AMED - Damezrandina Platforma Parastina Bajêr û Piştevaniyê ya Amedê ji aliyê 81 rêxistinên sivîl ve hat ragihandin. 
 
Li Amedê 82 rêxistinên sivîl, ked û pîşeyî damezrandina Platforma Parastina Bajêr û Piştevaniyê ya Amedê ji raya giştî re ragihand. Platform li eywana civînê ya Hotêla Green Park a li navçeya Sûrê bi civînek çapemeniyê hat ragihandin. Nûner û rêveberên van 81 rêxistinên sivîl tev li civînê bûn. 
 
Beriya daxuyaniyê Seroka Odeya Bijîşkan a Amedê Elîf Turan bi kurdî axivî. Turan bal kişand ser girîngiya damezrandina Platformê. 
 
Piştre Serokê Odeya Bazirganî û Pîşesaziyê ya Amedê Mehmet Kaya daxuyanî hevpar ku hatibû amadekir xwend. 
 
'JI BO EM XWEDÎ LI DÎROKA XWE DERKEVIN’ 
 
Kaya bal kişand ser girîngiya bajarê Amedê û wiha got: “Ameda ku dîroka wê heta 12 hezar salan dirêj dibe, bajarekî kevnar e ku mazûvaniya gelek şaristaniyên cihêreng kiriye û gelek çand hembêz kiriye. Bajarê me; parastina dîrok, çand, mîmarî, huner, çavkaniyên aborî û tevna civakî ye. Ji bo vê armancê pêwîstî bi platformeke hevgirtin û parastinê ya bajarî heye ku hemû aktorên bajêr ên bi her cure cudahiyê re, bêyî ferqê nêrînên siyasî, nijad, ol, ziman, etnîsîte û zayendî, bîne cem hev. Pirsgirêkên wan nas bikin û çareser bikin. Bi van cudahiyan me biryar da ku ji bo parastina bajarê xwe platforma Parastina Bajêr û Piştevaniya Bajarê Amedê ava bikin."
 
SEFERBERIYA PIŞTEVANIYA DILXWAZΠ
 
Kaya behsa armanca platforma ku ava kirine jî kir û wiha axivî: “Ev Platforma ku em dixwazin ava bikin, dê li bajêr hevgirtina dilxwazî seferber bike, pirsgirêkên li bajêr bi aliyên eleqedar ên ji aktorên cihêreng re tesbît bike û bi aqilekî hevpar li ser wan nîqaş bike, lihevhatina di navbera aliyên pêwendîdar de pêk bîne, di navbera gel de kanalên diyalogê ava bike. Sazî û civak, civaka sivîl xurt bike û bi vî awayî beşdariya demokratîk di qada herêmî de xurt bike. Platforma me dê li ser têgehên pêşketina domdar, mafên welatiyan û rêveberiyê ava bibe, tenê bibe platformek hevgirtinê ya beşdar ku ji pêkhate û aliyên têkildar pêk tê. Ji bo ku bajaran bi hizireke hevpar bi rê ve bibe. Bi vî awayî wê bi biryarên xwe yên şêwirmendiyê yên li ser qadên bi pirsgirêk hatine tespîtkirin beşdarî û piştgiriyeke xurt di qada giştî de bide." 
 
Kaya armancên Platformê wiha rêz kir: 
 
"* Ji bo misogerkirina jiyanek tendurist û bi kalîte, perwerdehiya bi kalîte, wekheviya zayendî, nûbûn û jiyana bajarî ya domdar bi misogerkirina domdariya pêşketina aborî bi pêkanîna hêmanên civakî û hawîrdorê bi hev re,
 
* Ji bo pêşxistina têkiliyên civakî û çandî û parastina nirxên çandî,
 
* Ji bo tevkariyê li nêzîkatiya rêveberiyê ya li ser bingeha beşdarbûn, hevrêziya xebatê, pir-aktor û hevkariyên civakî,
 
* Piştgiriya pêşxistina civaka sivîl û xurtkirina pêwendiya di navbera rêxistinên sivîl û rêveberiyên herêmî û giştî de,
 
* Beşdarkirina ji bo geşepêdana çanda bajarî û nasnameya bajarî, zêdekirina pabendbûna bi nasnameya bajarî û hişmendiya bajarvaniyê, û misogerkirina wê yekê ku çavkaniyên aborî, civakî û jîngehê yên bajêr bi bandor û dadperwerî werin bikar anîn.
 
* Wê li dijî her cure xeterî, tehdîd û rewşên neyînî yên ku bajar di çarçoveya fizîkî, hawirdor, civakî û aborî de rûbirû bibin, dê beşdarî têkoşîna koordînekirî û berfireh a gelek dînamîk, aktor û saziyên gelemperiyê yên ku bajêr pêk tînin.”
 
Kaya da zanîn ku ew hemû komên aborî û civakî yên bajêr bi giştî dibînin û bang li her kesê ku dixwazin bêyî cudahî bikin armancên xwe tevkariyê bikin û wan vexwend hevkariyê. 
 
 

Sernavên din

21/04/2023
10:19 Namzetê Partiya Çepên Kesk ê Hatayê: Em ê herî kêm 2 wekîlan derxînin
09:53 Dê li bajarê ku bi darê zorê jê hatibû koçberkirin bibe parlamenter
09:19 'Semsûrî êdî guherînê dixwazin'
09:09 Banga ji bo hilbijêrên li derveyî welêt: Dengek dikare dîktatorekî hilweşîne
09:06 Partiya Çepên Kesk dê li Stenbolê bi 68 hezar û 500 kesî sindoqan biparêze
09:04 ‘Em ê bibin deng û wijdanê yên vederkirî'
09:03 Namzetê Agiriyê Heval Bozdag: Li dijî xespkirina mafê tenduristiyê Partiya Çepên Kesk
09:00 ROJEVA 21'Ê NÎSANA 2023'YAN
20/04/2023
21:07 Li Bazarcixê bahoz rabû: 2 kes mirin, 150 kes birîndar bûn
20:31 Partiya Çepên Kesk li Bazarcixê maseya krîzê danî
18:23 Ji HDP û MEBYA-DER'ê serdana goristanan
17:10 Xebatên Partiya Çepên Kesk didomin: Me soz da em ê yek zilamî bişînin
16:56 Malbata Şenyaşar: Di 14’ê Gulanê de dê azadî û edalet were
16:55 Li Îdirê xebatên hilbijartinê: Karê îktîdarê dizî ye lewma divê em sindoqan baş biparêzin
16:31 Li Bazarcixê bahoz rabû: Herî kêm 20 kes birîndar bûn
15:51 Li Amedê serdana goristanê hat kirin
15:38 Xelkê Amedê: Em ê cejna li pêşiya me bê Tayyîp derbas bikin
15:29 HPG’ê têkildarî Garê daxuyanî da
14:54 ÎHD: Îşkence li 52 girtiyan hatiye kirin û berdana 32 girtiyan hat astengkirin
14:38 Waniyên ku nekarîn danûstandina cejnê bikin: Em ê di hilbijartinan de bersiva pêwîst bidin
14:34 Bi boneya cejnê serdana gora Denîz Poyraz kirin
13:57 Partiya Çepên Kesk li Semsûrê çû serdana goristanan
13:43 Di erefeya cejnê de Semsûr: Qêrîn û hawar
13:31 Ferît Şenyaşar: Îktîdara ku vê zilmê dike li ber têkçûnê ye
13:30 Dewleta tirk gundên Amediyeyê bombebaran kirin
13:16 Li Sîteya Pîşesaziyê ya Mêrsînê şewat derket: 4 kesan jiyana xwe ji dest dan
12:40 Ji HDP’ê û Partiya Çepên Kesk peyama cejnê: Em dikarin 14’ê Gulanê veguherînin cejna duyemîn
12:38 Wezaretê ji bo Abdullah Ocalan bersiv da AYM’ê: Ji ber sedemên ne bi destê me
12:13 Parêzerên Abdullah Ocalan bi boneya cejnê serlêdan kirin
11:47 Hevberdevkê Partiya Çepên Kesk Akin: Lêgerîna Erdogan li Amedê pûç derket
11:29 Li Girtîgeha Tîpa F a Edîrneyê girtî bi sedyeyê ve tên kelemçekirin
10:47 Ji elewiyan bang: Em tevek di bin sîwana Partiya Çepên Kesk de bibin yek
10:23 Çîçek Otlû: Em ê têkoşîna li kolanan bibin Meclisê
09:53 Namzeta Partiya Çepên Kesk a Wanê Sayyîgît: Em ê her 8 parlamenteran jî bi dest bixin
09:39 ÎHD ji bo ewlehiya hilbijartinê dê serî li YSK'ê bide
09:15 'Ji bo dawî li vê hepsîbûnê bê em ê biçin ser sindoqan'
09:07 Namzetên Îdirê: Werin em di bin banê Partiya Çepên Kesk de bibin yek
09:03 KCK’ê li dijî provokasyonan hişyarî da
09:02 Hevseroka Komeleya Birca Belek: Em nehêlin berhemên me wekî yên xwe nîşan bidin
09:02 Namzetê Semsûrê Kenanoglû: Li herêma erdhejê a girîng ewlehiya sindoqan e
09:00 ROJEVA 20'Ê NÎSANA 2023'YAN
19/04/2023
23:42 Sancar: Armanca me, em di parlamentoyê de bibin hêza diyarker
23:11 Awayê dawî yê pûsûleyên dengan diyar bû
23:03 Turelî li warê xwe hat veşartin
22:47 Xebatên ji bo meşa jinan didomin
22:36 Li Bazîdê namzet bi meşaleyan hatin pêşwazîkirin
22:25 KESK bû mêvanê sifreya fitariyê ya malbata Şenyaşarê
21:35 'Ji ber ku Tirkiye tazmînat nedaye Iraqê îxracata petrolê hatiye sekinandin'
21:03 Li Şehbayê Çarşema Sor hat pîrozkirin
20:56 Li ber NY’yê çalakiya ji bo azadiya fîzîkî ya Abdullah Ocalan didome
20:51 YSK'ê lîsteya namzetan pesend kir
19:53 KCK: Tûrelî bi piştgiriya Parastinê ji aliyê MÎT'ê ve hat qetilkirin
19:47 Partiya Çepên Kesk li Semsûrê bi mexdûrên erdhejê re fitirî
17:41 Hevşaredara Cizîrê Kûtlû hat berdan
17:32 Li Midyadê Çarşema Sor hat pîrozkirin
17:23 Li Giyadînê eleqeyeke zêde nîşanî namzetan dan
17:05 Rapora girtîgehên Behra Reş: Hemû mafên girtiyan tên binpêkirin
16:33 Li Licê civîna bicoş: Em ê Abdullah Ocalan azad bikin
16:15 Li bajarên Kurdistanê coşa vekirina bûroyên hilbijartinê: Em ê hesabê ji îktîdarê bipirsin | TÊ NÛKIRIN
14:57 Malbata Akdogan bertek nîşanî nedayîna cenaze da
14:48 Uçar: Berpirsyarê karesata erdhejê îktîdar e û em ê pergala wan hilweşînin
14:35 YSK’ê têkildarî wezîran biryar da: Hewce nake ku îstîfa bikin
14:18 Bi hinceta ‘heqaret’ li Mûsa Orhan kiriye ji bo Hazal Kaya ceza hat xwestin
13:04 Dadgeha Îstînafê cezayê Gokkan erê kir
12:56 Namzetên jin ên Xarpêtê: Em ê ji bo guherandina vê rejîmê li meclisê bin
12:31 Li Berdevka TJA’yê Ayşe Gokkan 3 sal û 9 meh ceza birîn
12:21 Festîvala Filman a Kurt û Kurmancî diyarî Jîna, Evîn û Garîbe tê kirin
11:54 Ji TJA’yê helwestnameya hilbijartinê: Em li dora Partiya Çepên Kesk bibin xelek
11:51 Cengîz Çandar: Heke Erdogan biçe dê rêya çareseriyê vebe
11:17 Ûysal a bi wesyeta Yadê Gulê bû parêzera Ocalan ji Partiya Çepên Kesk namzet e
10:11 Lênûska nîşeyan a rojnamevan Bûlût jî kirine mijara tawanbariyê!
09:56 Ji Rênas Jiyan berhemeke nû: Êvar Încas in Şev Kersele
09:46 Seylan: Em ê gotin û daxwazên gel têxin rojeva Meclisê
09:02 Altan: Nûçevaniya me wekî unsûreke sûcî veguherandin îdianameyê
09:02 Mexdûra erdhejê: Bila ji bo hilbijartinê neyên ber deriyê me
09:00 ROJEVA 19'Ê NÎSANA 2023'YAN
08:58 Rojnamevan Serdar Akînan hate binçavkirin
18/04/2023
23:59 Li Torosan vekirina buroya hilbijartinê veguherî mîtîngê
23:57 Tirkiyeyê gundê Dibisê yê Eyn Îsayê bombe kir
21:59 Partiya Çepên Kesk li Peyasê bi gel re civiya: Em ê tecrîda Îmraliyê bişikînin
21:09 Li Lubnanê hilbijartin hat taloqkirin
21:01 Erebistana Siûdî piştî 12 salan çû Sûriyeyê
20:54 DBP, HDP û Partiya Çepên Kesk bûn mêvanê fitariya malbata Şenyaşarê
20:27 Partiya Çepên Kesk serdana Egîtîm-Sen a Çewligê kir
19:43 Li Egeyê xebatên ji bo hilbijartinê
19:23 Li Erdîşê buroya hilbijartinê ya jinan hat vekirin
18:56 Hevşaredara Cizîrê Kûtlû hat binçavkirin
18:55 HDP’ê qetilkirina Turelî şermezar kir
18:46 Bûldan ji Seyhanê bang kir: Oxir be AKP!
16:46 Omer Ocalan: Werin em bi hev re dawî li pergala şer bînin
16:25 Komeleya Dema Jinê: Pergala patrîarkal bi piştgirya raya giştî fermî bû
16:11 Namzetên Partiya Çepên Kesk xebatên xwe didomînin: Em ê di 14'ê Gulanê de serkeftinê pîroz bikin
16:07 Nûnertiya HDP'ê ya Hewlêrê qetilkirina Turelî şermezar kir
15:59 Partiya Çepên Kesk li Meletiyê bûroya hilbijartinê ya jinan vekir
15:40 Vekirina buroyên hilbijartinê veguherî mitîngan: Dem dema azadiya gelê kurd e
15:32 Bûldan: Yên nikaribin pirsgirêka kurd çareser bikin dê biçin
15:12 Partiya Çepên Kesk ji Farqînê bang kir: Ji tifaqa xirabiyê re êdî bes e
15:10 Li şaredariya qeyûm lê tayînkirî nelirêtiya mucurê: Kesek ji peywirê hate dûrxistin
14:57 Li Stenbolê amadekariyên 1’ê Gulanê dest pê kirin
14:29 Ji ber polîs nehatin ‘tespîtkirin’ dozger dawî li lêpirsînê anî