‘Heqîqeta jinan a li Rojava serweran ditirsîne’

  • jin
  • 11:46 21 Kanûn 2022
  • |
img
RIHA - Seroka Desteya Jinê ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Adalet Omer diyar kir ku pergala li Rojava hatiye avakirin serweran ditirsîne û wiha got: “Em dikarin bi rêxistin û yekitiyê planên serweran vala derxînin. Em çiqas bikaribin bibin hêza civakbûnê ava bikiln em ê ewqas xurt serbikevin.”
 
 
Pergala netew dewletê bi şerê navxweyî yê di sala 2011’an de dest pê kir re, Sûriyeya ku veguheriye bingeha şerê parvekirina hêza hegemonîk, hema hema dîl girt. Li dijî vê esaretê, Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê yan jî weke ku di nava raya giştî de weke Rojava tê zanîn weke hêzeke rêxistinbûyî ya bi pêşengiya kurdan derket holê, li şûna hilbijartina di navbera hêzên desthilatdar de, bi paradîgmaya "demokratîk, ekolojîk, azadîperestiya jinê" ya xwe dispêre hêza xwe, ji bo sîstemeke alternatîf hatiye destnîşankirin. Jinên ku dînamîka vê sîstemê ne, di avakirin, parastin û pêşvebirina şoreşê de roleke girîng dilîzin. 
 
Jinên ku DAIŞ’a li hemû cîhanê tirs belav kir, Reqa weke paytexta xwe îlan kir têk birin, serketina xwe ragihandin û li dijî koledariya ku sîstema baviksalariyê ferz kiriye, bûn navê jiyana azad. Bêtehamuliya serdestan a li dijî pergala jinan di bin ambargo û şer de avakirine, bi êrişan didome. Êrişên ku dewleta tirk di şeva 19’ê mijdarê de dane dest pê kirin mehek li pey xwe hişt. Yek ji hedefên êrişê jî Girê Miştenûrê ku endama Yekineyên Parastina Jin (YPJ) Arîn Mîrkanê bi çalakiya xwe DAIŞ rawestandibû. Vê yekê bêtehamuliya li dijî azadiya jinê careke din raxist ber çavan. 
 
Seroka Desteya Jinê ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Adalet Omer, têkildarî êrişên ku mehek li pey xwe hişt, avakirin û berxwedana ku li herêmê bi pêşengtiya jinan de didome axivî. 
 
EWILÎ ÊRIŞÎ JINAN KIRIN 
 
Omer diyar kir ku dîrok ji aliyê civak û jinan rast nehatiye nivîsîn û anî ziman ku dewletên serdest li gorî xwe dîrokekê dinivîsin. Omer, bi lêv kir ku ev dîrok jî bi awayekî îdeolojîk hatiye nivîsîn û wiha got: “Dibêjin ‘Jin nikare siyasetê û leşkeriyê bike’. Heta niha bîrdoziya ‘jin bêaqil in, bêhêz in’ serdest bû. Civak jî ji vê re hate qanehkirin. Cihê jinan ê di dîrokê de nehate nivîsîn. Ji bo ku dewlet serdestiya xwe bidomînin li gorî xwe civakê perwerde dikin û dixwazin têxin xizmeta xwe. Ji ber vê yekê dizanin ku heta êrişî jinan nekin nikarin civakê bikin köle. Ji ber vê yekê dewletên serdest ewilî êrişî jinê dikin.”
 
‘DIVÊ JIN JÎ BI AWAYEKÎ BÎRDOZÎ XWE BIRÊXISTIN BIKIN’
 
Omer, bi lêv kir ku ji destpêka Şoreşa Rojava ve jin pêşeng in û anî ziman ku dema rêveberiya xweser hate avakirin ji siyasî, leşkerî, aborî, çandî û civakî bigire heta her qadê jinan cihê xwe girtin. Omer, destnîşan kir ku serkeftina li vir derket holê ji hemû jinên cîhanê re bû model û wiha berdewam kir: “Em ji bîr nekin ku Rêber Apo ji bo jin bên naskirin ji bo azadiya jinê ji êşên kişandin heta şewitandina jinên ku koletî qebûl nekirin her tişt bi awayekî zelal vegotiye. Em weke jin bi vê zanebûn û bi vî rûhî tev li Şoreşa Rojava bûn.”
 
‘JINA AZAD CIVAKA AZAD E’
 
Omer, destnîşan kir ku ev jiyana bi têkoşîn û berxwedanê hatiye bidestxistin ji hemû jinan re bûye hêvî û wiha pê de çû: “Ev yek li hemû cîhanê hate îspatkirin. Îro dirûşmeya me ya ‘Jin jiyan azadî’ di serhildana Rojhilat de tê berzkirin. Ji Şoreşa Rojava hêviyê digirin. Pergala kapîtalîst hemû civak kir köle. Îro ji ber vê yekê her kes xelasiyêdi azadiya jinê de dibîne. Dizanin k udi asta jinan de dikarin azad bibin. Ji ber vê yekê dibêjin ‘heta jin azad nebe civak azad nabe’. Em jî ji bo xwe û civaka xwe azad bikim êm têkoşîna xwe didomînin.”
 
DEWLETÊN KAPÎTALÎST DITIRSIN 
 
Omer, diyar kir ku pergala heyî li ser tunekirina jinê hatiye avakirin, ji ber vê yekê hedefa ewil her tim jin in. Omer da xuyakirin ku armanc ew e ku modela kapîtalîst li Rojhilata Navîn bi pêşengiya Amerîkayê serdest bibe û got: “Li Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê di çareserkirina pirsgirêkan de jin û ciwan hene. Ev sîstema rengîn ne li gorî hêzên desthilatdar e.” Omer, destnîşan kir ku pergala li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hatiye avakirin li Rojhilata Navîn yekemîn e û got: “Netewe dewlet pergaleke ku her kes di nava civakê de berpirsyar e, gelên cuda dest bi jiyana bi hev re dikin, cihêkariya ol, ziman û nîjadê lê nîne û edalet lê serdest e naxwazin. Ji ber vê yekê dewletên ku her tim hewl didin civakê parçe bikin, timî êrişî vê pergalê dikin. Bi qasî ku ji dest wan bê ew ê êriş bidomin. Rûsya, Îran, Tirkiye û heta rejîma Sûriyeyê jî ev pergal qebûl nekirin. Plan çêkirin, êriş pêk anîn. Bi avakirina gelek tifaqan re ev herêma xweser kirin hedef. Bi taybetî ji Şoreşa Rojava û vir ve dewleta tirk êrîş û destwerdan kir.”
 
‘ARMANC TUNEKIRINA GELÊ KURD E’
 
Omer diyar kir ku pergala heyî bi taybetî Tirkiyeyê ditirsîne û ev tişt gotin: “Ji ber ku Tirkiye hebûna xwe di tinekirina gelê kurd de dibîne. Ji ber wê dixwaze sîstema ku jinan li Bakur û Rojhilatê Sûriyê ava kiriye têk bibe. Zêdetir ditirsin ku jin vê pergalê pêk tînin. Ew rastiya jinê dizanin. Ji ber vê yekê herî zêde ji jinan ditirsin. Ew baş dizanin ku şoreşeke ku jin tê de ne têk naçe û jin tu carî gavekê jî paş ve naavêjin. Ji ber vê yekê timî êrîş dikin.” Omer diyar kir ku ev ne cara yekeme ku dewleta tirk herêmê û jinan hedef digire, dixwaze jinên ku pêşengtiyê ji hişyarbûna civakê re dikin tolê hilîne û wiha lê zêde kir: “Ji ber vê yekê gelek hevalên me yên jin şehîd bûn. Ji bo şer hin bêhtir dijwartir bike ji Rûsya û Amerîkayê destûrê dixwaze. Bi rejîma Sûriyeyê û Îranê re hevdîtinan dike. Yekane armanca wê tunekirina gelê kurd û li hemû herêmê yekitiya Rêveberiya Xweser avakiriye ji holê rakirine.”
 
‘GEL ÊRIŞ VALA DERXISTIN’
 
Omer, diyar kir ku di 19’ê mijdarê de li Dêrikê bi êrîşên hewayî yên Tirkiyeyê re komkujiyek pêk hatiye û da zanîn ku ev êrîş ne tenê ji aliyê Tirkiyeyê ve hatiye kirin û di vê yekê de para Rûsya, Îran û rejîma Sûriyeyê jî heye. Omer da xuyakirin ku bêdengiya van dewletan a li hemberî êrîşan nîşan dide ku ew parçeyek ji planê ne û wiha domand: “Armanca li vir tirsandina gelê Rojava bû. Xwestin ku gel dev ji axa xwe, malên xwe berde. Û xwestin komkujiyeke mezin bikin. Lê ev armanc pêk nehat. Li hemberî êrîşan gel bi hezaran daketin kolanan û şehîdên xwe oxir kirin û bersiv dan. Hefteyek piştî vê plana bi ser neket, Amerîka û Rûsya neçar man daxuyaniyên lawa bidin.” 
 
ŞERÊ ŞOREŞGER Ê GEL
 
Omer, destnîşan kir ku gel nîşan da ku ew ji şerê gel ê şoreşgerî re amade ne û bi bîr xist ku di dema êrîşên li Dêrikê de Hediye Abdullah di bombebarana duyemîn de dema ji bo rizgarkirina birîndaran di rê de bû jiyana xwe ji dest da. Omer, di berdewama axaftina xwe de ev tişt gotin: “Em dikarin bi vî ruhî bibînin ku jin heta şehadetê çawa li ber xwe didin û têdikoşin. Berxwedana van jinan ji ber vê yekê hêviyê dide hemû jinan û gelên bindest. Têkoşîn û berxwedana me wê bidome. Belê, êrîş û zext hene, em planên Tirkiye û Rûsyayê dizanin. Dixwazin Rojava ji bo planên xwe yên heyî bikin qurban. Lê em ê ji bo şerê gel ê şoreşgerî misogeriya yekîtî û rêxistinbûna xwe bidomînin. Heke em kurd û ereb bibin yek em ê wan vala derxînin. Em dizanin ku tu dewleteke navneteweyî nikare pirsgirêkên me çareser bike. Ji ber vê yekê divê em rê nedin van destên qirêj. Divê em bi rastiya xwe ya dîrokî li dijî wan têbikoşin.”
 
‘DINYA DEYNDARÊ ROJAVA YE’
 
Omer diyar kir ku Tirkiye ku armanc dike Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê tune bike di destpêkê de dixwaze bi rêya DAIŞ'ê hebûna xwe li herêmê mîsoger bike û ji ber vê yekê hemû cureyên destekdayîn û lojîstîkê pêşkêş dike. Omer bi lêv kir ku Tirkiye dixwaze xeyalên xwe bi rêya DAIŞ'ê pêk bîne û got ku berxwedana bi pêşengiya jinan xeyalên Tirkiyeyê têk biriye. Omer, destnîşan kir ku hemû jin dê weke Arîn Mîrkanê ji êrişên gengaz re bibin bersiv û got: “Me hemûyan dît ku li dijî DAIŞ a ku Tirkiyeye rê daye, kes nikare 24 saetan bisekine. Li hemberî DAIŞ a ku bi çekên mezin û bi hezaran leşkeran êrîş kir, kesî nikarîbû li ber xwe bide. Ya ku ew tune kir û ji holê rakir, vîna vî gelî bû. Heke DAIŞ nehatibûya têkbirin, wê îro li tevahiya cîhanê serdestiya xwe bidomanda. Ji ber vê yekê îro her kes deyndarê QSD’ê ye. Deyndarê Rojava û gelên wê ye. Vî gelî ji bo parastina mirovahiyê bi hezaran şehîd dan. Heta îro tu kesê bersiv nedaye van êrîşên li hemberî gel. Çima, ji ber ku ji Amerîka heta Rûsyayê her kes li gorî berjewendiyên xwe tevdigere. Tirkiye û Amerîka, Tirkiye û Rûsya vî gelî dikin qurbanê berjewendiyên xwe. Naxwazin gelê kurd azad bijî. Em mafên mirovan diparêzin. Lê belê çima hemû sazî û dewletên navneteweyî yên dibêjin 'em xerabiyê naxwazin û êrîş dikin' li hemberî vê rewşê bêdeng dimînin? Tiştekî ku Tirkiyeyê nekiriye nemaye. Sivîl kirin hedef û şehîd xistin. Zarok û rojnamagerên ku rastî derdixistin holê şehîd xistin. Tirkiye hemû êrîşên ku di hiqûqê de weke sûc hatine nivîsandin pêk anîn.”
 
BANGA YEKÎTÎ Û RÊXISTINKIRINÊ 
 
Omer, bal kişand ser girîngiya rêxistinbûyîn û yekitiyê ya ji bo pûçkirina planên dewletên serwer û axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Em dibêjin ku bi rêxistinbûyîna weke herêmekê û weke hemû gelan em dikarin li dijî planên van dewletên serwer, hegemon têbikoşin. Em dikarin bi rêxistina xwe li dijî dewletên ku ji bo berjewendiyên xwe di bin maskeyan de vedişêrin bisekinin û ji bo armancên wan li herêmê têbikoşin. Tenê bi rêxistinbûn û yekîtiyê em dikarin van planan vala derbixin. Em çiqas bi hev re hêza civakbûnê bidin, em ê ewqasî bi ser bikevin. Encax wê demê em dikarin êrîşên dewletên faşîst vala derbixînin.”
 
MA / Mujdat Can
 

Sernavên din

26/12/2022
12:16 Bernameya bîranîna Komkujiya Roboskê aşkere bû
11:19 Li Fransayê êriş li ciwanek kurd ku li stranên kurdî guhdar dikir hat kirin
11:03 OHD’a Mêrsînê: Li Îmraliyê vîna çareseriya gelan di bin tecrîdê de ye
10:34 Owen a ku xwe bi wêneyên YPJ’ê re îxbar kir: Li dijî jinên kurd êrişek topyekûn heye
09:05 Li dijî tecrîdê têkoşîneke bênavber
09:04 Ji bo ku ji 34 kesên hatine qetilkirin re edalet xwest 3 salan di girtîgehê de ma
09:03 Sakik: Desthilat bên guhertin jî êrişên li dijî kurdan nayên guhertin
09:02 Ozdogan: AKP xetimî ye dikare beriya hilbijartinê operasyoneke bejahiyê bide destpêkirin
09:01 ‘Pêvajoya darizandina derbarê Fîncanci de berê hatiye plankirin’
09:00 ROJEVA 26'Ê KANÛNA 2022'YAN
25/12/2022
22:25 Hevserokê Giştî yê DBP’ê û 14 siyasetmedar 3 roj in di bin çavan de ne
22:14 Di êrişa dewleta tirk a li Efrînê de zarokekî jiyana xwe ji dest da
22:01 Faîlê Komkujiya Parîsê dîsa hat binçavkirin
19:48 Şerafettîn Elçî hat bibîranîn
18:45 Li Dêrsimê Komkûjiya Parîsê hat şermezarkirin
18:03 Li Êlihê piştî mîtîngê meş hate lidarxistin
16:57 Sancar ji bo muxalefetê got: Ji bo hevdîtina bi Ocalan re serlêdanê bikin
16:51 Bûldan: Divê ku hêzên li pişt Komkujiya Parîsê werin eşkerekirin
16:06 Aydenîz: Desthilatdarî bi binçavkirin, girtin û komkujiyan emrê xwe dirêj dike
15:45 HDK’a Mêrsînê rêveberiya xwe ya nû diyar kir
15:23 Li Nisêbînê Komkujiya Parîsê hat protestokirin
15:23 Rêxistinên elewiyan piştî komxebatê daxwazên xwe eşkere kirin
14:54 Piştî serdana Akar gelek gund hatin topbarankirin
14:52 DBP’a Nisêbînê kongreya xwe li dar xist: Ji bilî têkoşînê rêyek din nîne
14:10 Li Êlihê mitînga ‘Ji şer û xizaniyê re na’: Li dijî Komkujiya Parîsê nerazîbûn
14:07 Konferansa Ciwanên HDP'ê: Tecrîd wê bi hêza ciwanên rêxistinkirî bê şikandin
13:57 Komcivîna Elewiyan a Mezin: Em bi hevrûbûnê dest bi sedsala duyemîn bikin
13:02 Banga beşdariya nobeda li Parîsê hat kirin
12:44 Ji KCK'ê daxuyaniya têkildarî qetlîama li Parîsê
12:10 Li Hezexê cerdevanekî mamê xwe yê cerdevan kuşt
11:43 Midûrê Emniyeta Parîsê: Piştî provokasyonê li kolanan şer rû da
11:39 Nobeda Edaletê di roja 657'emîn de berdewam dike
11:23 Artêşa tirk ji hin qadên Zapê vekişiya
11:08 Li DYA'yê bahoza berfê: 17 kes mirin
10:00 PENa Kurd: Divê rayedarên Fransayê vê qetilxwînê ronî bikin
09:41 Li xwendekaran doza ‘signal’ê hat vekirin
09:17 Omer Ocalan: Sala 2023'yan dê bibe sala şikandina tecrîdê
09:09 Ciwanên HDP'î: Em ê tecrîdê bişikînin
09:08 Li Komirê têkoşîna li dijî kana mermeran didome
09:07 Birayê wê qetilkirin û hevjînê wê girtin: Heta edalet neyê Roboskiyê em ê bitêkoşin
09:06 Dewletan şer kir gel di bin de eciqîn
09:01 Ruhê ciwanan li her derê ye
09:00 ROJEVA 25'Ê KANÛNA 2022'YAN
24/12/2022
20:44 Komkujiya Parîsê li seranserê Ewropayê hat şermezarkirin
20:27 Rojavayê li kolanan komkujiya Parîsê şermezar kir
19:57 Bavê Mîr Perwer: Bila heyfa kurê min li erdê nemîne
18:57 Mexmûrê komkujiya li Parîsê protesto kir
18:50 Saziyên ziman: Gelê kurd gelek komkujî dîtine, lê tu carî serî netewandiye
18:35 Bûldan: Kurd dê li her derê cîhanê bibin yek
17:16 Ozturk: Heke Fransa qetlîamê ronî neke ew jî şirîkê qetlîamê ye
17:15 Hevserokê Giştî yê DBP’ê û siyasetmedar 2 roj in di bin çavan de ne
16:54 Sancar li ber avahiya DBP’ê bang kir: Em soz didin ku em ê teqez serbikevin
16:45 Qetlîama Parîsê û binçavkirina rêveberên DBP’ê hat protestokirin
15:43 Li Stenbolê û Îzmîrê hat xwestin ku girtiyên nexweş bên berdan
15:12 Malbatên Windakiriyan: Bila êrişa li Parîsê bi awayekî bibandor were lêkolînkirin
15:11 Dayikên Şemiyê li aqubeta Îsmaîl Bahçecî pirsîn
15:10 Girtiyê nexweş Gurban nikare pêdiviyên xwe dabîn bike
15:00 Qurbaniyên Qetlîama Mereşê hatin bibîranîn
14:26 Ciwanan di konferansê de bertek nîşanî tecrîdê dan: Birêz Ocalan wê azad bibe
13:42 Li Parîsê bi deh hezaran kes qetlîamê protesto kirin
13:35 Artêşa tirk gundekî nêzî Amediyeyê bombebaran kir
13:34 Li çargoşeya çar bajaran operasyona leşkerî hat destpêkirin
13:27 Malbata Mîr Perwer li mala xwe dilorîne
13:03 Ji cîhanê li dijî qetlîama Parîsê nerazîbûn: Em li cem kurdan e
11:49 Ciwanan bi pankartekê tecrîd şermezar kirin
11:35 TJK-E'yê ji bo Evîn Kara daxuyanî da: Tu hêz nikare têkoşîna me ya heqîqetê asteng bike
11:15 TEV-Çand Ewropa: Em ê ala têkoşîna we li erdê nehêlin
11:13 Baroya Rihayê: Em li bendê ne ku TBB û wezaret gavên pêwîst biavêjin
10:55 Li Giyadînê zarokek bi awayek guman mir
10:50 Buldan û Sancar qetlîama li Parîsê şermezar kirin: Divê qetlîam bê ronîkirin
10:44 ‘Hûnê hê jî çiqas li vê bêedaletiyê temaşe bikin?’
10:02 Mîr Perwer: Hûner rêya xwe nasînê ye
09:50 Gele Amedê: Semra Guzel vîna me ye
09:44 Tulay Hatimogûllari: Wezîrê Dadê berpirsê tecrîdê ye
09:20 ‘Lêgerîna li avahiyên DBP'ê xespkirina erkê ye'
09:19 Malbatên Roboskiyê: Rêya edaletê di Roboksiyê re derbas dibe
09:16 Partiyên Tifaqa Kurdistanê: Em ê li dijî êrişan di nav piştgiriyê de bin
09:15 Ji ber daxwaznameyên xwe yên 'ji bo vegerin gundê xwe' ketin ber lêpirsînê
09:12 'Hunermend divê erka xwe bi cih bînin'
09:09 Muftuoglû: Dê têkoşîn encama sala 2022’yan diyar bike
09:03 Hunerê guh neda qedexeyan!
09:00 ROJEVA 24'Ê KANÛNA 2022'YAN
08:04 Navên cangoriyên li Parîsê hatin qetilkirin eşkere bû
23/12/2022
23:04 Dîmenên êrîşa Parîsê derketin holê
21:25 Kurd li Ewropayê êrişa Parîsê protesto dikin
20:32 Li Dersimê destavêtina li xwendekareke jin hat şermezarkirin
20:07 Polîsên fransî êrişî girseya li ber navenda çandê kir
18:23 Bertekên li dijî êrişa li DBP'ê: Em ê AKP'ê bişînin
17:13 Cenazeyê endama YJA-STAR’ê hat definkirin
16:46 Li Êlihê banga mîtîngê hate kirin
16:29 Tora Têkoşîna bi Tundiyê re: Mûsa Sevîm çima nayê girtin?
16:04 Li Parîsê êrişî Navenda Çanda Kurd hat kirin: 3 kes hatin qetilkirin
15:49 Lêgerîna li DBP’ê 7 saetan dom kir: Dest danîn ser formên endamtiyê
15:34 Edene ji mîtîngê re amade ye
15:33 Li ber DBP’ê daxuyanî: Kurd bi ser dikevin, îktidara AKP-MHP’ê têk diçe
15:28 Baroya Êlihê serdana Malbata Şenyaşar kir
15:17 HDP’ê û DBP’ê li Dîlokê çalakiya nobetê da destpêkirin
15:00 Hevseroka HDP’ê ya berê ku jiyana xwe ji dest da hate veşartin
14:59 Baroya Rihayê ji bo Îmraliyê serî li Wezareta Dadê û TBB’ê da
14:50 Li Girtîgeha Eregliyê televîzyon û pirtûk hatin qedexekirin