‘Şahidê’ ku derbarê parêzerên xwe de îfade dan parêzer nas nekirin

  • rojane
  • 17:04 21 Kanûn 2022
  • |
img
STENBOL - “Şahidê nepen” ku derbarê parêzerên Rêberê PKK’ê Abdûllah Ocalan de îfade dabûn, di dadgehê de parêzerên ku beriya niha li ser wan îfade dabûn nas nekir. 
 
Danişîna 7’emîn a doza bi îdiaya “endamtiya rêxistinê” derbarê parêzerên Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan Rêzan Sarica, Alî Maden, Baran Dogan, Cengîz Yureklî, Înan Akmeşe, Mahmût Taşçi û Mehmet Selîm Okçûoglû de hatiye vekirin li 33’yemîn Dadgeha Cezayê Giran a Stenbolê ya Çaglayanê hate dîtin. Mahmût Taşçi, Sûat Eren û Baran Dogan û parêzerên wan Metîn Îrîz, Meltem Ozel, Ferat Bogatekîn, Ercan Kanar û Raziye Ozturk tev li danişînê bûn.
 
‘GOT MIN BIHÎSTIYE’
 
“Şahidê nepen” ku bi SEGBÎS’ê tev li danişînê bû, anî ziman ku beriya niha di nav PKK’ê de cih girtî ye û di navbera salên 1999 û 2005’an qada çapemeniyê de xebitiye. Şahid, anî ziman ku herî kêm li ser 350 kesan îfade daye û balkêş bû ku got Alî Maden ê derbarê wî de îfade daye nas nake. Şahid bi lêv kir ku bihîstiye Baran Dogan di nava PKK’ê de cih girtiye û ji Meletiyê ye. 
 
PARÊZER NASNEKIRIN 
 
Li ser pirsa dadger ya “Tu van tiştan çawa dizanî, heke tu wan bibînî tu yê wan nas bikî?” şahid got ku wî Dogan qet nedîtiye û heke bibîne jî ew ê wî nas neke. Şahid diyar kir ku wî parêzer Cengîz Yureklî û Înan Akmeşe nas nekirine û anî ziman ku ew bajar û cihê rûniştinê yê parêzer Mahmût Taşçi dizane. Şahidê ku got ew qet bi Taşçi re rû bi rû nehatiye, îdia kir ku dema xebatkarê çapemeniyê bû ev agahî bihîstiye. Şahidê ku diyar kir ku ew Rêzan Sarica û Sûat Eren jî nas nake, bersiv da pirsên dadgehê yên li ser “komîsyona hiqûqê” ku beriya niha îfade li ser dabû. 
 
XWE BI XWE DEREWAND
 
Şahid ragihand ku piştî parêzer bi muwekîlê xwe Abdullah Ocalan re hevdîtinê pêk tînin agahiyê didin PKK’ê û Aysel Tûglûk û Dogan Erbaş piştî hevdîtinên xwe yên bi Abdullah Ocalan re agahî ji PKK'ê re şandine. Li ser vê yekê şandeya dadgehê navê parêzeran yek bi yek xwend û pirsa “Ev navên li vir di komîsyonê de cih digirin?” kir. Şahid jî anî ziman ku agahiya wî nîne ku navên hatine xwendin di komîsyonê de cih digirin û îfadeya xwe ya beriya niha dabû derewand. Pişt re parêzerên ku tên darizandin yek bi yek derketin pêşberî kameraya SEGBÎS’ê. Balkêş e ku şahidê nepen ku yek ji wan jî nas nake. Dû re serokê dadgehê îfadeyên wî yên berê û nakokî jê pirsîn. Şahidê nepen got ji ber demê derbasbûye nayê bîra wî.
 
Pişt re parêzer Sûat Eren, Mahmût Taşçi, Baran Dogan, Ercan Kanar, Raziye Ozturk, Ferat Bogatekîn, Metîn Îrîz parastin kirin û bal kişandin ser nakokiya îfadeyên şahidê nepen û dan zanîn ku divê îfadeyên şahidê nepen li ber çav neyên girtin. 
 
Dozger jî xwest ku ji bo mutalaayê amade bike dosya ji wî re were teblîxkirin. 
 
Dadgeha ku biryara xwe ya navberê aşkere kir, daxwaza dozger qebûl kir û danişîn taloqî 16’ê sibatê kir. 
 
 
 

Sernavên din

23/12/2022
15:28 Baroya Êlihê serdana Malbata Şenyaşar kir
15:17 HDP’ê û DBP’ê li Dîlokê çalakiya nobetê da destpêkirin
15:00 Hevseroka HDP’ê ya berê ku jiyana xwe ji dest da hate veşartin
14:59 Baroya Rihayê ji bo Îmraliyê serî li Wezareta Dadê û TBB’ê da
14:50 Li Girtîgeha Eregliyê televîzyon û pirtûk hatin qedexekirin
14:43 Li Parîsê êrişî Navenda Çandê ya Ahmet Kaya hat kirin: Birîndar hene
14:18 Prof. Dr. Şebnem Korûr Fîncanci nehat tehliyekirin
14:02 Doza Kobanê: Pêdiviya Tirkiyeyê bi demokrasiyê heye
13:57 Li Dêrsimê kesê ku hatibû binçavkirin hate girtin
13:53 Parlamenterên HDP’î bang li Wezareta Dadê kirin: Heke Îmrali li Tirkiyeyê be tecrîda mutleq rakin
13:52 Polîsan li avahiya DBP’a Êlihê ajandayên vala desteser kirin!
13:43 Operasyona li dijî DBP’ê hat protestokirin: Em ê serî netewînin
13:20 Malbat û wasiyê Abdullah Ocalan ji bo hevdîtinê serî li dozgeriyê dan
12:52 Di serdegirtina Navenda DBP’ê de dest danîn ser wêneyê Orhan Dogan
12:46 Endamên DBP'ê bertek nîşanî weşana A Haberê dan
12:05 'Gel daxwaza azadiya Abdullah Ocalan dike’
11:57 MYK’a HDP’ê: Nîşana serkeftinê ya Bayindir, rêbera serkeftinê ya gelê kurd e
11:57 Fîncanci: Xebatên min dewletê aciz kiriye
11:23 Di lêpirsîna DBP’ê de ji bo 15 kesan biryara binçavkirinê
11:22 Li herêma operasyonê mirina biguman a leşkerekî
11:13 Avahiya DBP’ê bi girseyî ziyaret kirin
11:11 Li Stenbolê 7 kes hatin binçavkirin
11:03 Banga mitînga Êlihê: Em li dijî tecrîdê azadiyê biparêzin
10:59 Jinan bertek nîşanî betalkirina parlamenteriya Guzelê da: Biryarê nas nakin
10:40 Ji bo azadiya Fîncanci li ber Edliyeya Stenbolê gazî kirin
10:12 DBP: Kurdek jî dê li ber faşîzma we serê xwe netewîne
09:10 Keşîşxaneya Mor Ahoyê hatiye wêrankirin!
09:10 Şaredariya Silopiyayê Kompleksa Werzîşê ya Jinan çêdike
09:08 Li Roboskiyê çarenûsa hevpar a du birayan
09:06 Bayindir: Em ê sala 2023’yan bikin sala bingeha şikandina tecrîdê
09:05 Xweza di sala 2022’yan de dinaliya!
09:04 Jin di nava têkoşînê de bûne yek
09:00 ROJEVA 23'YÊ KANÛNA 2022'YAN
08:32 Polîsan avêt ser avahiyên DBP’ê: Hevserokê Giştî Keskîn Bayindir hat binçavkirin
22/12/2022
22:22 Rojnamevan Aygul hat berdan
21:26 Di Nobeda Azadiyê de ji bo danişîna Fîncanciyê bang kirin
21:09 HDP: Em ê hesab ji feraseta darbekar bipirsin
17:09 Li Êlihê gel vexwendin mitîngê
16:48 Parlamenteriya Semra Guzel hat betalkirin
16:46 Hefsa malê rakirin vê carê jî derveyî welat lê qedexe kirin!
16:28 Bernameya meha çileyê ya Şanoya Bajêr a Amedê diyar bû
15:51 Hevserokê HDP’î ku di êrişa polîsan de krîza dil derbas kir wê cara duyemîn anjiyo bibe
15:51 Tirkiyeyê li Kobanê êrişî îstasyonek avê kir: 3 karker birîndar bûn
15:43 Li Girtîgeha Eregliyê av, ceyran û gaza xwezayî hat qutkirin
15:43 HDP’ê bertek nîşanî mûçeyê kêmtirîn da: Xizanî tê ferzkirin
15:28 Doza rojnamevan Akogûl hat taloqkirin
15:11 ‘AKP, tehamulî çalakî û aktîvîteyan nake’
14:55 Başaran: Semra Guzel wê her parlamentera Amedê be
14:39 Danişîna Doza Kobanê berdewam dike
14:13 Parêzerên Abdûllah Ocalan ji bo hevdîtinê serlêdan kirin
14:08 Ji Wezareta Dadê re bang kirin: Deriyên Îmraliyê vekin
13:47 Ceza ji parêzer Ûlaş re hat xwestin
13:40 Kujerê Pakistan Demîr ne dîn e
13:17 Mûçeyê kemtirîn bû 8 hezar û 500 lîre
13:11 Temel: Rojeva me ya sereke mîsogerkirina azadiya Ocalan e
12:42 Malbata Şenyaşar: Bila kes baweriya xwe bi hêza xwe ya siyasî neîne
12:18 ‘Divê li dijî êrişan têkoşîneke hevpar were meşandin’
11:32 KCD'ê û HDP’ê ji bo hevdîtina bi Ocalan re serlêdan kirin
10:24 Mirinên li girtîgehan nayên lêkolînkirin
10:23 Doza Fîncanci sibê ye: Dadgerên ku Sokrates darizandin nayê bîra kesî
09:42 Li Rojhilat merasimên çilrojê welatiyên hatine kuştin têne lidarxistin
09:14 ‘Helwesta desthilatê rê li ber tahde û destdirêjiyê vedike'
09:14 Parêzer Aslan: Bi tecrîdê neçareserî hatiye tecrîhkirin
09:13 Înfaza Tûrsûn ê ku 30 sal in girtiye bi hinceta 'ne poşman e' hat taloqkirin
09:11 Tifaqa Ked û Demokrasiyê: Em ê di 2023'yan de pergaleke nû ava bikin
09:07 Karker bi berxwedana xwe bi ser ketin
09:04 Çîçek: Siyaseta kurd êdî pêşeroja welêt diyar dike
09:00 ROJEVA 22'YÊ KANÛNA 2022'YAN
21/12/2022
20:47 Li Amedê Şeva Yeldayê hat pîrozkirin
19:41 Cenazeyê Yorgûn piştî 7 mehan hat veşartin
19:22 Li Silopiyayê ajokarê TIR'ê hat kuştin
19:01 Çalakiya 'Azadî ji bo Ocalan' ket sala 2'yan
17:04 ‘Şahidê’ ku derbarê parêzerên xwe de îfade dan parêzer nas nekirin
16:51 Biryara derheqê Semra Guzel de dê sibe were dayîn
16:34 ‘Divê Girtîgeha Amedê veguhere Muzeya Mafên Mirovan’
16:32 TMMOB: Hewl tê dayîn ku Sûrê ji Mîrateya Çandê ya Cîhanê derxînin
16:26 Cenazeyên endamên HPG’ê li Goristana Bêkesan hatin veşartin
16:26 Parlamenterên HDP’ê li dijî tecrîdê wê her roj li ber Wezareta Dadê bin
16:25 HDP’ê li Sûrê serdana dikandaran kir
16:25 Dadgehê cezayê hefsê li rojnamevan Hayrî Demîr birî
15:53 Li Tekîrdagê 11 siyasetmedar hatin tehliyekirin
15:51 Tiryakî: Di şexsê Semra Guzel de kûmpasek hat çêkirin
14:46 Li Meclisê betalkirina parlamenteriya Guzel tê axaftin
14:45 Li Edeneyê amadekariyên mîtîngê didomin
14:28 Doza rojnameya Ozgurlukçu Demokrasiyê hat taloqkirin
14:27 Danişîna Akin û Sarisozen hate taloqkirin
13:57 Dayika 3 zarokan Menîce Îş hat girtin
13:35 Li Enqereyê 6 kes hatin binçavkirin
13:34 Hate îdiakirin ku li Cûdî helîkopterek ketiye
13:03 Ji bo parêzer Newroz Uysal cezayê hefsê hat xwestin
12:50 Ji bo penaberên ji Rojhilat serlêdana mafê penaberiyê hat kirin
12:13 Emîne Şenyaşar: Lawê min berdin, kujeran bigirin
11:46 ‘Heqîqeta jinan a li Rojava serweran ditirsîne’
11:00 Li ber Wezareta Dadê çalakiya li dijî tecrîdê: Heta encam jê bê girtin em ê li vir bin
10:55 Hewldana astengkirina alîkariya xezîneyê bo HDP’ê: Divê demildest AYM’ê daxwazê red bike
10:51 Li Pêrtagê welatiyek hat binçavkirin
10:11 Rojnameya Xwebûnê 4 salî ye
10:10 Li Îmraliyê serdemek krîtîk: Divê Girtîgeha Îmraliyê ji kontrola Meclisê re bê vekirin
09:17 Mexdûrên Komkujiya Mereşê 44 sal in li benda 'hevrûbûnê' ne
09:16 Ciwan: Divê Abdullah Ocalan azad be