Li Roboskiyê çarenûsa hevpar a du birayan

  • rojane
  • 09:08 23 Kanûn 2022
  • |
ŞIRNEX - Zekî Tosûn ku 2 kurên wî di êrişên hewayî de hatine qetilkirin, diyar kir ku 11 sal di ser Komkujiya Roboskiyê re derbas bûne, lê êşa wan qet kêm nebûye û got: "Em jibîr bikin wê qirika me ziwa bibe û dengê me dernekeve." 
 
Li ser sînorê gundê Roboskiyê yê navçeya Qilêbanê ya Şirnexê di 28'ê Kanûna 2011'an de 19 jê zarok 34 kes ji aliyê balafirên şer ên Hêzên Çekdar ên Tirk (TSK) ve hatibûn qetilkirin. Kesên ku di komkujiyê de hatin qetilkirin 19 jê di biniya 18 salan re bûn. Piraniya kesên jiyana xwe ji dest dabûn, ji malbata Encûyê bûn. Çendî pîranî ji malbata Encu bûn jî, lê her 34 kes xizmên hev bûn. Ji 34 kesên ku hatibûn qetilkirin yek jê Mehmet Alî Tosûn ê 23 salî bû. Tosûn ku bavê wî 2 caran zewiciye, wekî zarokê sêyan ê malbateke xizan hatiye dinê. Bavê wî şev û rojên xwe dike yek û zarokên xwe di şert û mercên herî giran de mezin dike. Tosûn yek ji wan zarokan bûye ku dê û bavên wî pir jê hez dikirin. Ji ber ku nifûsa malê zêde bûye û mala ku tê de diman têra wan nedikir, Mehmet Alî her tim xeyala malekê kiriye û ji bo vê xeyala xwe pêk bîne jî dest bi bazirganiya sînor kiriye. Lê beriya ku vê xeyala xwe pêk bîne hat qetilkirin. 
 
Tosûn wê roja ku dê û bavê wî ne li malêbûne ji malê derdikeve û nema vedigere. Tevî hemû şîretên dê û bavên xwe jî berê xwe dide ber sînorê mirinê. Di wê şevê de Mehmet Alî Tosûn bi 33 hevalên xwe û gundiyên xwe re bi awayekî hovane tê qetilkirin. Piştî qetilkirina Tosûn, bavê wî xeyala wî pêk tîne û li hemberî goristana 34'an xeyala kurê xwe ya nîvcomayî temam dike. Piştî komkujiyê ji bo birayê wî Ramazan jî, êdî barê jiyanê diguhere. Ramazan dest ji dibistanê berdide ku pir jê hez dikir û di sala 2014'an de tevlî nava refên PKK'ê dibe. Çarenûsa Ramazan jî eynî wekî ya birayê wî ye. Ramazan di sala 2018'an de li herêma Pîranê ya Elkê ya Şirnexê di êrîşeke hewayî de, di temenê birayê xwe Mehmet Alî de tê qetilkin. Cenazeyê Ramazan ji aliyê malbata wî ve tê teşhîskirin, lê ji ber ku rapora leşkeriyê û midûriyeta polîsan hev nagirin cenaze li Goristana Bêkesan tê definkirin. Malbata wî di rojên taybet de diçe vê goristanê, serdana gora wî dike. 
 
'EW DAXWAZ WEKE KULEKÎ DILÊ WÎ DE MA'
 
Bavê Alî Tosûn, Zekî Tosûn (67) diyar kir ku wî zarokên xwe di şert û mercên pir zehmet de mezin kiriye. Tosûn bilêv kir ku xeyalên kurê wî nîvco mane û wiha axivî: "Mehmet Alî zarokê min ê duyemîn bû. Ji pêşiyên me heta niha me bi vî awayî debara xwe dikir. Me bi çavên xwe gelek xîzanî dît. Me ji bo nanê zarokên xwe şev û roj li xwe kirin yek. Me zarokên xwe di xizaniyeke gelek giran de mezin kir. Piştî ku me zarokên xwe di van şert û mercên giran de mezin kirin, dest bi dibistanê kirin. Me ew ji bo ku ne wekî me di şer tû mercên zehmet de, lê di xweşiyê de bin mezin kirin. Mehmet Alî li dibistanê gelekî jîr bû. Her salê spasname yan jî belgeya serkeftinê werdigirt. Em bi wî serbilind bûn. Min bawer dikir ku pêşeroja wî geş e. Di wî emrê xwe de barê malê girt ser milê xwe û rênçberiya malê dikir. Piştî temenekî hat, çû leşkeriyê. Li Qibrisê leşkeriya xwe kir. Piştî xelasbûna leşkeriya wî, fermandarê bolukê ji wan re dibêje, 'hûn ji ku ne?' Mehmet Alî jî dibêje, 'ez Şirnexî me.' Ji ber ku dibêje 'ez Şirnexî me' 10 rojan ceza lê dibire û 10 rojan leşkeriya wî dirêj dike. Piştî cezayê wî xelas bû hat malê. Piştî ku hat malê xwest alîkariya malê bike. Daxwaz û xeyala wî ya herî mezin malek bû. Xaniyê me hebû, lê biçûk bû. Tenê sê odeyên xanî hebûn. Ji ber ku nifûsa malê zêde bû, ji bo me teng bû. Wî jî ev tişt dît û got, 'bavo ez alîkariya te bikim û em bikaribin avahiyekî çêbikin wê baş bibe.' Avahîçêkirin ji wî re bû mereq. Ev daxwaz weke kulekê ket hûndirê wî. Ew jî negihîşt mirada xwe."
 
XEBERA KOMKUJIYÊ
 
Tosûn anî ziman ku wan li Sêrtê xebera komkujiyê bihîstiye û wiha behsa wê kêliyê kir: "Roja pêşiya komkujiyê ez û dêya wî çûn Sêrtê serdana keça min. Xwediyê mirî kore ye. Me nedizanî ku dê dewlet vê komkujiyê bîne serê me. Wê serê sibehê li vir berfek spî barîbû. Beriya biçim Sêrtê, ez çûm min kurê xwe hembêz kir û ew maç kir. Dilê min nerakir ku wî ji xewê rakim. Me berê xwe da Sêrtê û em bi rê ketin. Di rê de li min geriya. Min şîret lê kir û got, 'neçe tu deran heta em tên.' Piştre bi dêya xwe re axivî. Di sibeha 25'ê Kanûna 2011'an de bi hevalê xwe re çû sînor. Ji bo ku hewceyî malbatên xwe nebin çûn. Tişta ku digihîşt wan tenê 50 lîre bû. Çûn û hatin qetilkirin. Di serê sibeha wê rojê de ji me re telefon hat û gotin, 'komkujî çêbûye û di nav de Mehmet Alî jî heye.' Ew dîmenên ku me ew dîtin kesek nebîne. Derûniya me xera bû. Me di morga Nexweşxaneyê Dewletê ya Şirnexê de cenazeyê xwe dît. Me dît û em naxwazin kesine din bibînin." 
 
PIŞTÎ KOMKUJIYÊ KUREKÎ WÎ TEVLÎ NAV REFÊN PKK'Ê DIBE
 
Tosûn bal kişand ser kurê xwe Ramazan jî. Tosûn da zanîn ku kurê wî Ramazan jî piştî birayê xwe tevlî nava refên PKK'ê bûye û ev tişt gotin: "Wê demê kurê min Ramazan jî li Cizîrê medrese dixwend. Ji ber ku derfetên me tune bûn, kurê me li wir dima. Ramazan jî li dibistanê pir jîr bû. Pir dixwest ku dibistanê bixwîne. Ewilî li Cizîrê xwend û piştre me ew anî Şirnexê. Paşê mamostetiya wêneyan qezenc kir. Ciwanekî pir biaqil bû. Piştî ku ev komkujî çêbû dev ji dibistanê berda û got, 'ez êdî dibistanê naxwînim.' Me nedizanî ku fikra tevlîbûna nava refên PKK'ê di hişê wî de heye. Di sala 2014'an de ku di vê salê de li ser Kobaneyê êrîş hebûn tevlî nava refên PKK'ê bû. Piştî ku çû min tu agahî jê nestandin. Di sala 2018'an de agahiya şehadeta wî ji me re hat. Li herêma Piranê ya girêdayî navçeya Elkê ya Şirnexê di encama bombardumanê de jiyana xwe ji dest da. Cenazeyê wî li goristana bêkesan a li Şirnexê hatiye definkirin."
 
'EWILÎ JI ROBOSKIYÊ RE EDALET'
 
Tosûn doza edaşetê kir û got ku röya edeletê di Roboskiyê re derbas dibe û ev tişt gotın: "Zilm li me hat kirin. Xiyanet li me hat kirin. Daxwaza me tenê edalet e. Heger dewlet edeletê neyîne Roboskiyê, ez bawer nakim ku edeletê bîne tu deran. Zilm û zordestiya li ser Roboksiyê hatiye kirin li ber çavan e. Ev komkujî bi zanebûn kirin. Tiştekî veşartî tune ye. Em dixwazin ku kujerên zarokên me bên darizandin. Dibêjin ku FETO'yê ev komkujî kiriye. Demekê xwarin û vexwarina we bi wan re bû. Wan kuşt, lê çima doz nayê kirin? Çima endamekî FETO'yê ji ber vê komkujiyê nehatiye darizandin? Ew zilm û heqereta li ser me hatiye kirin heta ku em saxbin û dilopeke xwîn di laşê me de bimîne, em jibîr nakin. Em jibîr bikin wê qirika me ziwa bibe û dengê me dernekeve. Em dibêjin ewilî ji Roboskiyê re edelet û piştre jî ji tevahiya cîhanê re edelet." 
 
MA / Zeynep Dûrgût - Ahmet Kanbal
 

Sernavên din

23/12/2022
15:28 Baroya Êlihê serdana Malbata Şenyaşar kir
15:17 HDP’ê û DBP’ê li Dîlokê çalakiya nobetê da destpêkirin
15:00 Hevseroka HDP’ê ya berê ku jiyana xwe ji dest da hate veşartin
14:59 Baroya Rihayê ji bo Îmraliyê serî li Wezareta Dadê û TBB’ê da
14:50 Li Girtîgeha Eregliyê televîzyon û pirtûk hatin qedexekirin
14:43 Li Parîsê êrişî Navenda Çandê ya Ahmet Kaya hat kirin: Birîndar hene
14:18 Prof. Dr. Şebnem Korûr Fîncanci nehat tehliyekirin
14:02 Doza Kobanê: Pêdiviya Tirkiyeyê bi demokrasiyê heye
13:57 Li Dêrsimê kesê ku hatibû binçavkirin hate girtin
13:53 Parlamenterên HDP’î bang li Wezareta Dadê kirin: Heke Îmrali li Tirkiyeyê be tecrîda mutleq rakin
13:52 Polîsan li avahiya DBP’a Êlihê ajandayên vala desteser kirin!
13:43 Operasyona li dijî DBP’ê hat protestokirin: Em ê serî netewînin
13:20 Malbat û wasiyê Abdullah Ocalan ji bo hevdîtinê serî li dozgeriyê dan
12:52 Di serdegirtina Navenda DBP’ê de dest danîn ser wêneyê Orhan Dogan
12:46 Endamên DBP'ê bertek nîşanî weşana A Haberê dan
12:05 'Gel daxwaza azadiya Abdullah Ocalan dike’
11:57 MYK’a HDP’ê: Nîşana serkeftinê ya Bayindir, rêbera serkeftinê ya gelê kurd e
11:57 Fîncanci: Xebatên min dewletê aciz kiriye
11:23 Di lêpirsîna DBP’ê de ji bo 15 kesan biryara binçavkirinê
11:22 Li herêma operasyonê mirina biguman a leşkerekî
11:13 Avahiya DBP’ê bi girseyî ziyaret kirin
11:11 Li Stenbolê 7 kes hatin binçavkirin
11:03 Banga mitînga Êlihê: Em li dijî tecrîdê azadiyê biparêzin
10:59 Jinan bertek nîşanî betalkirina parlamenteriya Guzelê da: Biryarê nas nakin
10:40 Ji bo azadiya Fîncanci li ber Edliyeya Stenbolê gazî kirin
10:12 DBP: Kurdek jî dê li ber faşîzma we serê xwe netewîne
09:10 Keşîşxaneya Mor Ahoyê hatiye wêrankirin!
09:10 Şaredariya Silopiyayê Kompleksa Werzîşê ya Jinan çêdike
09:08 Li Roboskiyê çarenûsa hevpar a du birayan
09:06 Bayindir: Em ê sala 2023’yan bikin sala bingeha şikandina tecrîdê
09:05 Xweza di sala 2022’yan de dinaliya!
09:04 Jin di nava têkoşînê de bûne yek
09:00 ROJEVA 23'YÊ KANÛNA 2022'YAN
08:32 Polîsan avêt ser avahiyên DBP’ê: Hevserokê Giştî Keskîn Bayindir hat binçavkirin
22/12/2022
22:22 Rojnamevan Aygul hat berdan
21:26 Di Nobeda Azadiyê de ji bo danişîna Fîncanciyê bang kirin
21:09 HDP: Em ê hesab ji feraseta darbekar bipirsin
17:09 Li Êlihê gel vexwendin mitîngê
16:48 Parlamenteriya Semra Guzel hat betalkirin
16:46 Hefsa malê rakirin vê carê jî derveyî welat lê qedexe kirin!
16:28 Bernameya meha çileyê ya Şanoya Bajêr a Amedê diyar bû
15:51 Hevserokê HDP’î ku di êrişa polîsan de krîza dil derbas kir wê cara duyemîn anjiyo bibe
15:51 Tirkiyeyê li Kobanê êrişî îstasyonek avê kir: 3 karker birîndar bûn
15:43 Li Girtîgeha Eregliyê av, ceyran û gaza xwezayî hat qutkirin
15:43 HDP’ê bertek nîşanî mûçeyê kêmtirîn da: Xizanî tê ferzkirin
15:28 Doza rojnamevan Akogûl hat taloqkirin
15:11 ‘AKP, tehamulî çalakî û aktîvîteyan nake’
14:55 Başaran: Semra Guzel wê her parlamentera Amedê be
14:39 Danişîna Doza Kobanê berdewam dike
14:13 Parêzerên Abdûllah Ocalan ji bo hevdîtinê serlêdan kirin
14:08 Ji Wezareta Dadê re bang kirin: Deriyên Îmraliyê vekin
13:47 Ceza ji parêzer Ûlaş re hat xwestin
13:40 Kujerê Pakistan Demîr ne dîn e
13:17 Mûçeyê kemtirîn bû 8 hezar û 500 lîre
13:11 Temel: Rojeva me ya sereke mîsogerkirina azadiya Ocalan e
12:42 Malbata Şenyaşar: Bila kes baweriya xwe bi hêza xwe ya siyasî neîne
12:18 ‘Divê li dijî êrişan têkoşîneke hevpar were meşandin’
11:32 KCD'ê û HDP’ê ji bo hevdîtina bi Ocalan re serlêdan kirin
10:24 Mirinên li girtîgehan nayên lêkolînkirin
10:23 Doza Fîncanci sibê ye: Dadgerên ku Sokrates darizandin nayê bîra kesî
09:42 Li Rojhilat merasimên çilrojê welatiyên hatine kuştin têne lidarxistin
09:14 ‘Helwesta desthilatê rê li ber tahde û destdirêjiyê vedike'
09:14 Parêzer Aslan: Bi tecrîdê neçareserî hatiye tecrîhkirin
09:13 Înfaza Tûrsûn ê ku 30 sal in girtiye bi hinceta 'ne poşman e' hat taloqkirin
09:11 Tifaqa Ked û Demokrasiyê: Em ê di 2023'yan de pergaleke nû ava bikin
09:07 Karker bi berxwedana xwe bi ser ketin
09:04 Çîçek: Siyaseta kurd êdî pêşeroja welêt diyar dike
09:00 ROJEVA 22'YÊ KANÛNA 2022'YAN
21/12/2022
20:47 Li Amedê Şeva Yeldayê hat pîrozkirin
19:41 Cenazeyê Yorgûn piştî 7 mehan hat veşartin
19:22 Li Silopiyayê ajokarê TIR'ê hat kuştin
19:01 Çalakiya 'Azadî ji bo Ocalan' ket sala 2'yan
17:04 ‘Şahidê’ ku derbarê parêzerên xwe de îfade dan parêzer nas nekirin
16:51 Biryara derheqê Semra Guzel de dê sibe were dayîn
16:34 ‘Divê Girtîgeha Amedê veguhere Muzeya Mafên Mirovan’
16:32 TMMOB: Hewl tê dayîn ku Sûrê ji Mîrateya Çandê ya Cîhanê derxînin
16:26 Cenazeyên endamên HPG’ê li Goristana Bêkesan hatin veşartin
16:26 Parlamenterên HDP’ê li dijî tecrîdê wê her roj li ber Wezareta Dadê bin
16:25 HDP’ê li Sûrê serdana dikandaran kir
16:25 Dadgehê cezayê hefsê li rojnamevan Hayrî Demîr birî
15:53 Li Tekîrdagê 11 siyasetmedar hatin tehliyekirin
15:51 Tiryakî: Di şexsê Semra Guzel de kûmpasek hat çêkirin
14:46 Li Meclisê betalkirina parlamenteriya Guzel tê axaftin
14:45 Li Edeneyê amadekariyên mîtîngê didomin
14:28 Doza rojnameya Ozgurlukçu Demokrasiyê hat taloqkirin
14:27 Danişîna Akin û Sarisozen hate taloqkirin
13:57 Dayika 3 zarokan Menîce Îş hat girtin
13:35 Li Enqereyê 6 kes hatin binçavkirin
13:34 Hate îdiakirin ku li Cûdî helîkopterek ketiye
13:03 Ji bo parêzer Newroz Uysal cezayê hefsê hat xwestin
12:50 Ji bo penaberên ji Rojhilat serlêdana mafê penaberiyê hat kirin
12:13 Emîne Şenyaşar: Lawê min berdin, kujeran bigirin
11:46 ‘Heqîqeta jinan a li Rojava serweran ditirsîne’
11:00 Li ber Wezareta Dadê çalakiya li dijî tecrîdê: Heta encam jê bê girtin em ê li vir bin
10:55 Hewldana astengkirina alîkariya xezîneyê bo HDP’ê: Divê demildest AYM’ê daxwazê red bike
10:51 Li Pêrtagê welatiyek hat binçavkirin
10:11 Rojnameya Xwebûnê 4 salî ye
10:10 Li Îmraliyê serdemek krîtîk: Divê Girtîgeha Îmraliyê ji kontrola Meclisê re bê vekirin
09:17 Mexdûrên Komkujiya Mereşê 44 sal in li benda 'hevrûbûnê' ne
09:16 Ciwan: Divê Abdullah Ocalan azad be