Qetlîama Parîsê û binçavkirina rêveberên DBP’ê hat protestokirin

  • rojane
  • 16:45 24 Kanûn 2022
  • |
img

NAVENDA NÛÇEYAN – Qetlîama li Parîsê û binçavkirina rêveberên DBP’ê li gelek bajaran bi daxuyaniyan hat protestokirin. Di daxuyaniyan de wiha hat gotin: “Kurd li dijî qetlîaman bêdeng neman û wê îro jî bedeng nemînin.” 

 
Duh di çarçoveya lêpirsîna ku Serdozgeriya Komarê ya Amedê li dijî DBP’ê da destpêkirin, polîsan bi ser avahiyên DBP’ê yên 9 bajaran de girt. Hevserokê Giştî yê DBP’ê Keskîn Bayindir û hevserokên bajaran hatin binçavkirin. Di van kêliyên ku operasyona li dijî DBP’ê dihat şermezarkirin, agahiya êrişa çekdarî ya li dijî Navenda Çanda Kurd a Ahmet Kaya ya li Parîsê belav bû. Di êrişê de 3 welatiyên kurd hatin qetilkirin û sê welatî jî birîndar bûn. 
 
Rêxistinên HDP’ê û saziyên sivîl qetlîama li Parîsê û operasyona li dijî DBP’ê bi daxuyaniyan şermezar kirin. 
 
COLEMÊRG
 
Rêxistina HDP’ê ya Geverê operasyona li djî DBP’ê û Qetlîama Parîsê protesto kir. Daxuyanî li ber avahiya HDP’ê pêk hat û gelek kes tev li bûn. Parlamenterê HDP’ê yê Colemêrgê Saît Dede diyar kir ku bi sed salan e li dijî gelê kurd polîtîkayên komkujiyê tên kirin û duh li Parîsê qetlîamek li qetlîamên ser kurdan zêde bûye. Dede da zanîn ku qetlîam bi zanebûn hatiye kirin û xwest her kes li ber vê qetlîamê rabe. 
 
Dede operasyona qirkirina siyasî ya li dijî DBP’ê jî şermezar kir û sedema vê operasyonê ew e ku tê xwestin kurdan derveyî siyasetê bên hiştin. 
 
Rêxistina HDP’ê ya Colemêrgê jî HDP Colemêrg jî daxuyanî da û Hevserokê HDP’a Bajêr Lokman Ozdemîr diyar kir ku her roja ku diçe zext û qetlîam li ser gelê kurd zêde dibin û ew ê li dijî êrişan li ber xwe bidin. 
 
 WAN
 
Navenda Çand û Hunerê ya Aryen a Wanê jî li ber avahiya xwe daxuyanî da û qetlîama li Parîsê şermezar kir. Gelek kes tev li daxuyaniyê bûn. Muzîkjen Baran Sari axivî û bang li hikumeta Faransayê kir ku kujeran derxe holê. Sari anî ziman ku hêzên tarî dixwazin gelê kurd tune bikin û ji vê qetlîamê jî tê fêmkirin ku hêzên tarî carek din dixwazin çand, ziman, huner û hebûna kurdan tune bikin. 
Piştî daxuyaniyê çalakiya rûnştinê hat lidarxistin. Di çalakiyê de stranek ku hunermend Mîr Perwer digot, hat strandin. 
 
ÊLIH
 
Li Êlihê jî Rêxistina HDP’ê ya Bajêr li ber avahiya xwe qetlîama li Parîsê şermezar kir. Berdevka Meclisa Jinan a HDP’ê Ayşe Acar Başaran, Parlamenterên HDP’ê Feleknas Uca, Huseyîn Kaçmaz, Remziye Tosun, Mehmet Ruştu Tiryakî û Necdet Îpekyuz, aktîvîstên TJA’yê, Dayikên Aştiyê, rêveberên Navenda Çanda Biharê, ARÎ-DER, Hevşaredarên Êlihê yên qeyûm tayînî şûna wan hatiye krin, rêveberên HDP, DBP û gelek kes tev li bûn. 
 
Parlamentera HDP’ê Feleknas Ûca qetlîamê şermezar kir û got: “Heke qetilkirina 3 jinên kurd a 10 sal berê bihata ronîkirin, wê îro ev qetlîam pêk nehata. Qetlîama ji aliyê Omer Guney di 9’ê Çileya 2013’an de pêk hat nehat ronîkirin. Heke di destê wî de agahiyên MÎT’ê dane wî nebûna nikaribû qetlîamê pêk bîne. Îro li her derî li dijî kurdan suikast tên kirin. Li Rojava, li Silêmaniyê kurdan dikin hedef. Îktidara AKP-MHP’ê ji bo her tiştî daxuyanî dide, hê ji bo vê qetlîam3e daxuyanî nedaye. Ji bo sê welatiyên kurd çima daxuyanî nade? Nexwê rijandina xwîna kurdan we kêfxweş dike. Lewma divê bi hemû awayî qetlîam were ronîkirin. Çi li dinyayê diqewime, kurd dibin hedef û bazar. Kurd bêdeng nebûn û wê ji niha şûn ve jî nebin. Ji ronîkirina qetlîamê hikûmeta Fransayê berprisiyar e.”
 
HATAY 
 
Rêxistina HDP’ê ya Navçeya Îksenderûnê jî li ber avahiya xwe operasyona li dijî DBP’ê û Qetlîama Parîsê şermezar kir. Hevserokê HDP’a Îskenderûnê Abdurrahîm Şahîn daxuyanî da û got her ku îktidar têk diçe êrişî kurdan dike û divê êriş û qetlîamên li dijî kurdan bi dawî bibin. 

Sernavên din

26/12/2022
14:23 Doza Kobanê: Civîna çapemeniyê ya li avahiya KCD’ê wek sûc hatiye nîşandan
13:27 Ji bo Mereş û Roboskê edalet hate xwestin
13:14 DAIŞ’ê li Reqayê êrişî navenda Hêzên Ewlekariya Hundirîn kir
13:08 Temel hişyarî da Wezîrê Dadê: Divê pêşî li hevdîtina li Îmraliyê bê vekirin
12:30 Di bin baranê de Nobeta Edaletê
12:16 Bernameya bîranîna Komkujiya Roboskê aşkere bû
11:19 Li Fransayê êriş li ciwanek kurd ku li stranên kurdî guhdar dikir hat kirin
11:03 OHD’a Mêrsînê: Li Îmraliyê vîna çareseriya gelan di bin tecrîdê de ye
10:34 Owen a ku xwe bi wêneyên YPJ’ê re îxbar kir: Li dijî jinên kurd êrişek topyekûn heye
09:05 Li dijî tecrîdê têkoşîneke bênavber
09:04 Ji bo ku ji 34 kesên hatine qetilkirin re edalet xwest 3 salan di girtîgehê de ma
09:03 Sakik: Desthilat bên guhertin jî êrişên li dijî kurdan nayên guhertin
09:02 Ozdogan: AKP xetimî ye dikare beriya hilbijartinê operasyoneke bejahiyê bide destpêkirin
09:01 ‘Pêvajoya darizandina derbarê Fîncanci de berê hatiye plankirin’
09:00 ROJEVA 26'Ê KANÛNA 2022'YAN
25/12/2022
22:25 Hevserokê Giştî yê DBP’ê û 14 siyasetmedar 3 roj in di bin çavan de ne
22:14 Di êrişa dewleta tirk a li Efrînê de zarokekî jiyana xwe ji dest da
22:01 Faîlê Komkujiya Parîsê dîsa hat binçavkirin
19:48 Şerafettîn Elçî hat bibîranîn
18:45 Li Dêrsimê Komkûjiya Parîsê hat şermezarkirin
18:03 Li Êlihê piştî mîtîngê meş hate lidarxistin
16:57 Sancar ji bo muxalefetê got: Ji bo hevdîtina bi Ocalan re serlêdanê bikin
16:51 Bûldan: Divê ku hêzên li pişt Komkujiya Parîsê werin eşkerekirin
16:06 Aydenîz: Desthilatdarî bi binçavkirin, girtin û komkujiyan emrê xwe dirêj dike
15:45 HDK’a Mêrsînê rêveberiya xwe ya nû diyar kir
15:23 Li Nisêbînê Komkujiya Parîsê hat protestokirin
15:23 Rêxistinên elewiyan piştî komxebatê daxwazên xwe eşkere kirin
14:54 Piştî serdana Akar gelek gund hatin topbarankirin
14:52 DBP’a Nisêbînê kongreya xwe li dar xist: Ji bilî têkoşînê rêyek din nîne
14:10 Li Êlihê mitînga ‘Ji şer û xizaniyê re na’: Li dijî Komkujiya Parîsê nerazîbûn
14:07 Konferansa Ciwanên HDP'ê: Tecrîd wê bi hêza ciwanên rêxistinkirî bê şikandin
13:57 Komcivîna Elewiyan a Mezin: Em bi hevrûbûnê dest bi sedsala duyemîn bikin
13:02 Banga beşdariya nobeda li Parîsê hat kirin
12:44 Ji KCK'ê daxuyaniya têkildarî qetlîama li Parîsê
12:10 Li Hezexê cerdevanekî mamê xwe yê cerdevan kuşt
11:43 Midûrê Emniyeta Parîsê: Piştî provokasyonê li kolanan şer rû da
11:39 Nobeda Edaletê di roja 657'emîn de berdewam dike
11:23 Artêşa tirk ji hin qadên Zapê vekişiya
11:08 Li DYA'yê bahoza berfê: 17 kes mirin
10:00 PENa Kurd: Divê rayedarên Fransayê vê qetilxwînê ronî bikin
09:41 Li xwendekaran doza ‘signal’ê hat vekirin
09:17 Omer Ocalan: Sala 2023'yan dê bibe sala şikandina tecrîdê
09:09 Ciwanên HDP'î: Em ê tecrîdê bişikînin
09:08 Li Komirê têkoşîna li dijî kana mermeran didome
09:07 Birayê wê qetilkirin û hevjînê wê girtin: Heta edalet neyê Roboskiyê em ê bitêkoşin
09:06 Dewletan şer kir gel di bin de eciqîn
09:01 Ruhê ciwanan li her derê ye
09:00 ROJEVA 25'Ê KANÛNA 2022'YAN
24/12/2022
20:44 Komkujiya Parîsê li seranserê Ewropayê hat şermezarkirin
20:27 Rojavayê li kolanan komkujiya Parîsê şermezar kir
19:57 Bavê Mîr Perwer: Bila heyfa kurê min li erdê nemîne
18:57 Mexmûrê komkujiya li Parîsê protesto kir
18:50 Saziyên ziman: Gelê kurd gelek komkujî dîtine, lê tu carî serî netewandiye
18:35 Bûldan: Kurd dê li her derê cîhanê bibin yek
17:16 Ozturk: Heke Fransa qetlîamê ronî neke ew jî şirîkê qetlîamê ye
17:15 Hevserokê Giştî yê DBP’ê û siyasetmedar 2 roj in di bin çavan de ne
16:54 Sancar li ber avahiya DBP’ê bang kir: Em soz didin ku em ê teqez serbikevin
16:45 Qetlîama Parîsê û binçavkirina rêveberên DBP’ê hat protestokirin
15:43 Li Stenbolê û Îzmîrê hat xwestin ku girtiyên nexweş bên berdan
15:12 Malbatên Windakiriyan: Bila êrişa li Parîsê bi awayekî bibandor were lêkolînkirin
15:11 Dayikên Şemiyê li aqubeta Îsmaîl Bahçecî pirsîn
15:10 Girtiyê nexweş Gurban nikare pêdiviyên xwe dabîn bike
15:00 Qurbaniyên Qetlîama Mereşê hatin bibîranîn
14:26 Ciwanan di konferansê de bertek nîşanî tecrîdê dan: Birêz Ocalan wê azad bibe
13:42 Li Parîsê bi deh hezaran kes qetlîamê protesto kirin
13:35 Artêşa tirk gundekî nêzî Amediyeyê bombebaran kir
13:34 Li çargoşeya çar bajaran operasyona leşkerî hat destpêkirin
13:27 Malbata Mîr Perwer li mala xwe dilorîne
13:03 Ji cîhanê li dijî qetlîama Parîsê nerazîbûn: Em li cem kurdan e
11:49 Ciwanan bi pankartekê tecrîd şermezar kirin
11:35 TJK-E'yê ji bo Evîn Kara daxuyanî da: Tu hêz nikare têkoşîna me ya heqîqetê asteng bike
11:15 TEV-Çand Ewropa: Em ê ala têkoşîna we li erdê nehêlin
11:13 Baroya Rihayê: Em li bendê ne ku TBB û wezaret gavên pêwîst biavêjin
10:55 Li Giyadînê zarokek bi awayek guman mir
10:50 Buldan û Sancar qetlîama li Parîsê şermezar kirin: Divê qetlîam bê ronîkirin
10:44 ‘Hûnê hê jî çiqas li vê bêedaletiyê temaşe bikin?’
10:02 Mîr Perwer: Hûner rêya xwe nasînê ye
09:50 Gele Amedê: Semra Guzel vîna me ye
09:44 Tulay Hatimogûllari: Wezîrê Dadê berpirsê tecrîdê ye
09:20 ‘Lêgerîna li avahiyên DBP'ê xespkirina erkê ye'
09:19 Malbatên Roboskiyê: Rêya edaletê di Roboksiyê re derbas dibe
09:16 Partiyên Tifaqa Kurdistanê: Em ê li dijî êrişan di nav piştgiriyê de bin
09:15 Ji ber daxwaznameyên xwe yên 'ji bo vegerin gundê xwe' ketin ber lêpirsînê
09:12 'Hunermend divê erka xwe bi cih bînin'
09:09 Muftuoglû: Dê têkoşîn encama sala 2022’yan diyar bike
09:03 Hunerê guh neda qedexeyan!
09:00 ROJEVA 24'Ê KANÛNA 2022'YAN
08:04 Navên cangoriyên li Parîsê hatin qetilkirin eşkere bû
23/12/2022
23:04 Dîmenên êrîşa Parîsê derketin holê
21:25 Kurd li Ewropayê êrişa Parîsê protesto dikin
20:32 Li Dersimê destavêtina li xwendekareke jin hat şermezarkirin
20:07 Polîsên fransî êrişî girseya li ber navenda çandê kir
18:23 Bertekên li dijî êrişa li DBP'ê: Em ê AKP'ê bişînin
17:13 Cenazeyê endama YJA-STAR’ê hat definkirin
16:46 Li Êlihê banga mîtîngê hate kirin
16:29 Tora Têkoşîna bi Tundiyê re: Mûsa Sevîm çima nayê girtin?
16:04 Li Parîsê êrişî Navenda Çanda Kurd hat kirin: 3 kes hatin qetilkirin
15:49 Lêgerîna li DBP’ê 7 saetan dom kir: Dest danîn ser formên endamtiyê
15:34 Edene ji mîtîngê re amade ye
15:33 Li ber DBP’ê daxuyanî: Kurd bi ser dikevin, îktidara AKP-MHP’ê têk diçe