ENQERE - Rojnamevan Selma Akkaya, bi bîr xist ku êrişa li dijî Navenda Çanda Kurd a Ahmet Kaya di qeydên deng ên Omer Guney ê li Parîsê 3 jinên kurd qetil kir de hebû û got: “Dewleta Fransayê ya ku çavdêriyê dike lê naparêze, xwedî berpirsyariya bingehîn e.”
Di 23’yê kanûnê de endama Konseya Rêveber a Koma Civakên Kurdistanê (KCK) û yek ji pêşenga Tevgera Jinên Kurd Emîne Kara (Evîn Goyî) hunermend Mîr Perwer (Mehmet Şirin Aydin) û welatparêzê kurd Abdurrahman Kizil di encama êrîşa çekdarî ya li dijî Navenda Çanda Kurd a Ahmet Kaya ya li paytexta Fransayê Parîsê de hatin qetilkirin. Kujer Wîllîam M. bi hinceta “Rewşa wî ya tenduristiyê bi şert û mercên ragirtinê re ne guncav e” sewqî klînîka psîkiyatrî ya girêdayî miduriyeta polîsan hat kirin. Piştî bertekên hatin nîşandan biryar hate dayîn ku dê kujer girtî bê darizandin.
Komkujî di serî de li Fransayê, li gelek deverên cîhanê hate şermezarkirin. Dîsa di şermezarkirinan de ronî nekirina qetilkirina jinên kurd Sakîne Cansiz, Leyla Şaylemez û Fîdan Dogan a di 9’ê çileya 2013’an de hate bibîrxistin. Rojnamevan Selma Akkaya, komkujiya li Parîsê qewimî, şermezarkirinên pişt re çêbûn û helwesta Fransayê ya li dijî komkujiyê nirxand.
‘KURD CARA DUYEMÎN HATIN KUŞTIN’
Akkaya, bi bîr xist ku Sakîne Cansiz, Fîdan Dogan û Leyla Şaylemez di 9’ê çileya 2013’an de hatin qetilkirin û destnîşan kir ku ev jin ji bo tevgera jinên kurd sembol in. Akkaya, bal kişand ku di êrişa hate kirin de dîsa jineke kurd hate qetilkirin, kurd, gelê kurdistanê û tevgera jinên kurd hedef hatiye girtin û wiha axivî: “Dîsa em bi qirkirineke li ser gelê kurd re rûbirû ne. Heman serdem û saet dişibe komkujiya din. Di vê wateyê de kurd li Parîsê cara duyemîn hatin kuştin.”
QEYDÊN DENG ÊN OMER GUNEY
Akkaya, anî ziman ku komkujiya 9’ê çileye nehatiye ronîkirin û wiha got: “Kurd dîsa bûn hedef. Ji ber vê yekê nikare bê gotin ku ‘bûyereke ji rêzê ye û kesekî nijadperest pêk anî ye’. Ev ne daxuyaniyeke ku gelê kurd qebûl bike ye. Piştî komkujiya 1’emîn di qeydên deng ên Omer Guney de qala vê saziyê û gulebarandina wê dikir. Li herêma sewqa dadgehê ji bo Omer Guney dihat gotin ku Omer Guney, fermana komkujiyê ji MÎT’ê an jî ji komeke di nav MÎT’ê de wergirtî ye.”
‘BERPIRSYARÊN EWIL DEWLETA FRANSAYÊ YE’
Akkaya, anî ziman ku tevî gelek daneyên têkildarî bûyerê, dihat zanîn ku xebatkar tên şopandin û qeyda deng jî 10 sal in ewlekariya saziyê nehatiye girtin û wiha berdewam kir: “Dewleta Fransayê ya ku çavdêriyê dike lê naparêze, xwedî berpirsyariya bingehîn e. Ji Fransayê re hate gotin ku heta komkujiya yekemîn neyê ronîkirin wê ya duyemîn heta 3-4’emîn pêk were lê tevî vê jî Fransayê komkujî ronî nekir. Kurd dibêjin ku divê Kurd li ser axa Fransayê careke din nebin hedefa guleyan.”
HEWLDANÊN PROVOKASYONAN
Akkaya, diyar kir ku ew şahidê kiryarên li Fransayê pêk hatine ye û diyar kir ku dema nûnerên saziyên Kurd xwestine der barê tiştên qewimîne de agahiyan bigirin Wezîrê Karên Hundir ê Fransayê bersiv nedaye kesên ku gule berdane saziyê. Akkaya, destnîşan kir ku li dijî bersiva nehate dayîn hêrsek derket holê û wiha pê de çû: “Walîtiya dewletê têkildarî tiştên di roja şemiyê de qewimîn dibêje ‘provokasyon’ e. Provokasyon ew e ku dema wesayîtek li ber çavên we dikeve nav girseyê. Bêguman di nava aloziyeke ku saziyên Kurdistanî yên xwepêşandan organîze kirin de hewl dan bibin bend, bûyerên nayên xwestin rû dan. Lê wesayît vedigerin; Evîn, Mîrê ciwan nayên. Kesekî ku ji bo bêhnê bistîne û çayê vexwe were saziya xwe paşve nayê. Tu tişt wê şok û êşa karkerên li wê eywana porkurkirinê kişandin nikare vegerîne. Sîgorte dikar wan wesayîtan paş ve bîne lê ev mirov paş ve nayên. Kurdan nedixwest encameke wisa derkeve holê. Berpirsyarê van tiştên qewimîn ne kurd in, lê belê rayedarên ku tevî hemû hişyariyan tedbîrên têrker ên ewlekariyê negirtin û wesaîta kete nava girseyê nesekinandin berpirsyar in.”
ŞÊWAZA BIKARANÎNA DOSYEYAN
Akkaya, diyar kir ku serlêdana penaberiyê ya Evîn Goyî ji aliyê dewleta Fransayê ve ji ber pirsgirêkên ewlekariyê hatiye redkirin û anî ziman ku destûr hatiye dayîn Goyî li ser axa Fransayê bê kuştin. Akkaya, diyar kir ku kuştina hunermend Mîr Perwer ku îltîcaya siyasî kiriye û bi Peymana Cenevreyê re hatiye parastin a li kolanên Parîsê terorek bi serê xwe ye û axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Li hemberî me dewleteke ku vê ferasetê qebûl nake heye. Em bi polîtîkayeke dewletê re rû bi rû ne ku kesê mijara gotinê standardîze bike û vê dosyaya bûyerê weke çalakiyeke normal a kuştinê dibîne.”
MA / Yusra Batihan