KCD, DBP û HDP serdana gel kirin

  • rojane
  • 18:19 29 Kanûn 2022
  • |
img
 
 
AMED - KCD, DBP û HDP li tax û navçeyên Amedê serdana gel kirin û di serdanan de bal kişandin ser tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û peyama bidawîkirina tecrîda dan. 
 
Kongreya Civaka Demokratîk (KCD), Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) û Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) li tax û navçeyên Amedê serdana gel kirin. Di serdanan de bal kişandin ser tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan. 
 
FARQÎN
 
Parlementerê HDP'ê yê Wanê Sezaî Temellî li Farqînê serdana gel kir. Temellî di axaftina xwe de bal kişand ser Komkujiya Parîsê ya 2'yan û got ku êş û hêrs gelekî mezin e. Temellî got: "Beriya niha bi 10 salan li Parîsê em bi heman komkujiyê re rû bi rû man. Kiryar hat zevtkirin, lê berî ku sûcdar bê darizandin ser bûyerê hat nixumandin. Di Doza Denîz Poyrazê de jî heman tişt qewimî. Kesê Denîz Poyrazê kuşt, ceza lê hat birîn, lê kesên Denîz Poyrazê dan kuştin û feraseta li pişt vê bûyerê beraet kir. Sedema van komkujiyan ev desthilat e. Heya ev desthilat neyê şandin bidawîbûna van bûyeran ne pêkan e. Çar sedemên vê pêvajoyê hene; tecrîd, şer, girtiyên siyasî û qeyûm. Heya ev her çar sedem ji holê ranebin aştî, edalet û hiqûq nayê vî welatî. Ger em dilê me û edaletê hebe, divê dawî li vê tecrîdê bê. Li cihê ku tecrîd lê hebe, ne pêkan e ku tu dadgeh biryareke adil bide." 
 
Temellî destnîşan kir ku ji bo xurtkirina Rêya Sêyem û têkoşînê dixebitin û got ku dê bi rêxistinkirinê têkoşînê mezin bikin. Temellî bilêv kir ku êdî dem hatiye ku dawî li vê pergalê bê anîn û ev tişt gotin: "Çare HDP ye, vîna gelê kurd e. Gelê kurd bi salan e têdikoşe û ev têkoşîn ne ew têkoşîn e ku tawizê bide desthilatan. Ew dixwazin ev pergal wiha bidome. Dixwazin em bibin kole û nasnameya xw eînkar bikin. Dixwazin em biguherin. Lê wê ev pergal biguhere, ne em. Gelê kurd ji her wextî bêtir dê bihêrs biçe ser sindoqan, ji lew re ev gel bedêl daye. Dengên gelê kurd hêja ne, ji lew re dengên em sertîfîkaya bedêlên me ne." 
 
SÛR
 
Şandeya ku Parlementerê HDP'ê yê Amedê Îmam Taşçier, Hevşaredara Sûrê ya qeyûm tayinî şûna wê hatiye kirin Fîlîz Bûlûttekîn, rêveberên rêxistina bajêr û endamên partiyê di nav de, li HDP'a Sûrê bi gel re civiya. Heyet paşê li Taxa Mêrga Ahmedê serdana gel kir û guh li pirsgirêkên gel kir. Li vir Parlementerê HDP'ê yê Amedê baş kişand ser şer, tecrîd û aboriyê. 
 
Taşçier destnîşan kir ku tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan êrişa li ser civakê ye û got: "Li cihê ku şer lê hebe demokrasî tune ye. Lewma divê em li dijî şer rabin. Li her çar parçeyên Kurdistanê şer heye. Pereyê vî şerî ji berîka me dertê. Bi zorê ji me distînin û me birçî dihêlin. Li hemberî kê şer dikin? Li hemberî kurdan. Ger em bi yekîtiyê li ber vî şerî rabin, dê bisekine." Taşçier bal kişand ser girîngiya yekîtiya neteweyî û got: "Min serê deh hevokan carekê behsa tifaqê kir, ji lew re pêdiviya me bi tifaqê heye, pêdiviya me bi yekîtiyê heye."
 
ÇÊRMÛG, PASÛR, REZAN 
 
Parlementera HDP'ê ya Amedê Remziye Tosûn û yên pê re li navçeya Çêrmûgê bi gel re civiyan. Tosûn û yên pê re guh li pirsgirêkên gel kirin û gotin ku ew hêz açareseriyê ne. Parlementera HDP'ê ya Amedê Dersim Dag û yên pê re jî li navçeya Pasûrê serdana gel kirin û Hevserokê HDP'a Amedê Zeyyat Ceylan û yên pê re jî li gundê MEzrikê yê navçeya Rezanê û li Taxa 5'ê Nîsanê ya Rezanê bi gel re civiyan. 

Sernavên din

04/05/2023
09:57 Akademîsyenê îtalî Forgia: Tecrîd weke şantajê tê bikaranîn
09:56 Xwendekarên zanîngehê: Ji bo jiyanek adil û azad em ê ji Çepên Kesk re bêjin ‘ERÊ’
09:55 Malbata Denîz Poyraz: Dem dema hesabpirsîna ji kujeran e
09:54 Îstinafê biryara walî-qeyûm xera kir, xwest der barê Gurbuz de lêpirsîn bê kirin
09:01 Partiya Çepên Kesk dê hilbijêran veguhêze ser sindoqan
09:00 Şêniyên Westanê: Em ê bi dehfdanekî Erdogan bişînin
09:00 Li Îzmîrê dê hemû sindoq bên parastin
09:00 ROJEVA 4'Ê GULANA 2023'YAN
03/05/2023
23:59 Namzetê Partiya Çepên Kesk Koyûn hat girtin
19:57 Cenazeyê Tumen piştî 7 salan hat definkirin
19:12 Endamê Partiya Çepên Kesk ku di êrişa nijadperest de birîndar bû, hat girtin
18:17 Soylû sûc xist stuyê Erdogan
18:00 Li Denîzliyê hevdîtina bi gel re: Tirsê xwe li qesrê girtiye, oxir be Erdogan
17:33 Navçe bi navçe û gund bi gund xebatên hilbijartinê
17:01 Ozturk: Tecrîdkirina Ocalan tecrîdkirina jiyana bi rûmet e
16:39 Komeleya Dema Jinan: Çapemeniya Azad nayê bêdengkirin
16:33 Ji keça Nazêgul Boyraz diyariyek watedar bo Emîne Şenyaşar
16:11 ÇGD: Bi operasyonan gef li hemû rojnamegeran tê xwarin
15:54 Cenazeyê Tumen piştî 7 salan radestî malbata wî hate kirin
15:44 ‘Êrişên li dijî çapemeniya kurd tabloyê radixe ber çavan’
15:33 Xebatkarên AFP’ê dest bi grevê kirin
14:42 MKGP û DFG’ê girtina rojnamegeran protesto kirin: Ev faşîzm dê têk biçe, ev pergal dê biguhere
14:15 Karkerên sanayiyê: Em çawa eyar didin wesayîtan, em ê eyar bidin pergalê jî
14:14 Serokkomarê Îranê Reîsî serdana Suriyeyê dike
12:35 Li Ceyhanê gelek kes hatin binçavkirin
12:26 Kujer û tiryakfiroşê li Nisêbînê hat girtin
12:07 Îdîanameya rojnameger Safiye Alagaş hat amadekirin
12:02 Buldan: Xelkê Erziromê dê ji bo heqê apê Alî Riza xwedî li vîna xwe derkeve
11:33 AKP hewl dide qadên mitîngê yên Xarpêtê ‘dagir’ bike
11:20 Daneyên enflasyonê hatin parvekirin
11:12 Li Silopiyayê gelek ciwan hatin binçavkirin
10:53 Li Tirkiyeyê 3’yê Gulanê Azadiya Çapemeniyê ya Cîhanê: Di 11 mehan de 34 rojnamevan hatin girtin
10:39 RSF: Tirkiye di azadiya çapemeniyê de di rewşeke ‘gelek xerab’ de ye
10:32 Tiştên ku hafizeyekê ji bîr nekirîn: Ji aşê gund xwîna mirovan diherikî
10:23 Erdogan cezayê reveberê Hîzbûllahê efû kir
10:00 Artos û Gola Wanê ezametiya xemla biharê dide nîşandan
09:56 Jinên ku pêşengtiya xebatan dikin bi biryar in ku AKP’ê bişînin
09:52 Hevseroka Giştî ya DAD’ê: Çav, guh û meyla me li ser Partiya Çepên Kesk e
09:35 Turkdogan: Li Tirkiyeyê rêya çareseriyê Abdullah Ocalan e
09:12 'PDK dixwaze li ser navê olê li Şengalê aloziyan derxîne"
09:01 Li Semsûrê mexdûrên erdhejê li benda konteyneran in
09:00 Partiya Çepên Kesk li Manîsayê xwedî îdiayeke mezin e: Em ê dawî li rejîma yekzilamî bînin
09:00 ROJEVA 3'Ê GULANA 2023'YAN
07:55 Rojnamevan Yilmaz û Muftuoglû hatin girtin: Wê pergala rêbiran hilweşe
02/05/2023
22:58 Li Îdirê kelecana hilbijartinê
22:05 Ji Rêxistina Partiya Çepên Kesk a Êlihê agahdarî
20:04 Rojnamevan bi daxwaza girtinê sewqî dadgehê hatin kirin
20:00 Cizîr amadekariyên mitînga mezin dike
19:50 Çandar: Ji bo atmosfereke demokratîk divê tecrîd bê rakirin
19:44 Buroya Hiqûqê ya Asrinê: Nîqaşên tên kirin spekulatîf in, demildest divê hevdîtin bê kirin
18:34 Wezîrê Xebatê yê Ûgandayê ji aliyê parêzkarê xwe ve hat kuştin
18:29 Namzetên Partiya Çepên Kesk çûn serdana DÎSK’ê
18:11 Serdanên Partiya Çepên Kesk ên li gundên Çewligê didome
18:00 Li Semsûr û Meletiyê coşa Partiya Çepên Kesk
17:49 Îfadeya li dozgeriyê ya rojnamevanan temam bû
16:46 Li Kurdistan û Tirkiyeyê coşa Partiya Çepên Kesk: Em ê vê pergalê bi hev re biguherînin
16:42 Hat xwestin ku kujerê Ûytûn were cezakirin
16:05 Di lêpirsîna navenda wê Stenbol de hejmara binçavkiriyan derket 32’yan
16:05 Malbata Şenyaşar: Em ji bo jiyana mirovî ava bikin li ber xwe didin
16:03 Sê cenaze anîn nexweşxaneya Mêrdînê
15:20 Gergerlîoglû, giliyê Soylû yê ji hilbijartinên 14’ê Gulanê re got ‘darbe’ kir
15:04 Li Amedê nûnerên baweriyên cuda li ser heman sifreyê hatin ba hev
14:31 Li ODTU’yê bertek nîşanî binçavkirinan dan
13:26 Kaya: Zimanê me wê bibe zimanê perwerdehiyê
12:59 Danişîna doza qezaya Dêrikê hate lidarxistin
12:43 Ji Wezareta Karên Hundir pergala ‘şopandina hilbijartinê ya paralel’
12:42 Dozgeriyê dest bi îfadeyên rojnamevan Muftuoglû û Yilmaz kir
12:34 Li Hezexê 19 binçavkirî hatin berdan
12:24 Qedexeyên roja hilbijartinê eşkere bûn
12:06 Partiya Çepên Kesk li Bazarcixê ye: Em ê di 14’ê Gulanê de mezintirîn govendê bigirin
11:46 201 kesên di 1’ê Gulanê de li Stenbolê hatibûn binçavkirin hatin berdan
11:34 Peyamên ji qadên 1’ê Gulanê: Gel dê di 14’ê Gulan dê qedera xwe diyar bike
11:18 Li Stenbolê serdegirtinên malan: Herî kêm 17 kes hatin binçavkirin
11:15 Bîra salên 90’î ‘Emîn Abê’ di rêya Meclisê de ye
11:03 Li dijî Partiya Çepên Kesk êrişa nijadperest: Ne êrişkar lê şofêrê wesayîtê hat binçavkirin
11:01 Di mehekê de hezar û 81 caran bombebaran
10:52 Parêzerên ji bo hevdîtina li gel Ocalan carek din serlêdan kir
10:19 Qedexeya li gundên Çiyayê Bagokê hat rakirin, tevgera leşkerî didome
10:06 Ji bo gundê elewî rê nîne!
09:47 Qeyûm, walî û qeymeqam ji bo propaganda AKP’ê li qadan e
09:18 Li gundên Nisêbinê qedexeya derketina derve hat ragihandin
09:17 Li Semsûrê li dibistanên xesardîtî perwerdehî!
09:01 Bertek nîşanî namzetê AKP'ê yê fuzehez dan: Em ê nehêlin dijminê kurdan bên hilbijartin
09:01 Waliyê Şirnexê tevî cerdevanan ji bo AKP'ê li dengan digere!
09:00 ROJEVA 2'YÊ GULANA 2023'YAN
08:25 Ji Hevseroka DFG’ê Mufutoglû xebatên rojnamevaniyê hatin pirsîn
01/05/2023
22:57 Tê payin ku rojnamevanên di binçavan de sibê sewqî edliyeyê bên kirin
22:24 Li Rihayê ciwan ji bo Partiya Çepên Kesk li hev kom bûn
19:39 HDP: Em rê nadin dezgehên qirêj û provokasyonan
19:31 Li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê coşa 1’ê Gulanê
19:18 Li Kolik û Çewligê buroyên hilbijartinê hatin vekirin
19:12 Li Çewligê 1'ê Gulanê
18:36 Rojanemavn Gok navnîşana girtîgeha ku tê de ye parve kir
17:15 Kedkaran li Amedê bang kir: Ev pergal an dê biguhere yan dê biguhere
16:23 Kedkar li Qada Tandogan in: Em ê li dijî faşîzmê mil bidin milê hev
16:07 Li Mêrsîn û Edeneyê coşa 1’ê Gulanê
16:05 'Roja wê hat, dewran guherî, em ê vê pergalê biguherînin’
14:52 Li Qada Gundogdûyê 1’ê Gulanê: Tayîp wê biçe ev kar wê biqede
13:55 Li Dêrsimê pîrozbahiya 1’ê Gulanê: Em ê bi hev re biguherînin
13:53 Li Şirnexê 1’ê Gulanê hat pîrozkirin: Keda me dê serbikeve