AMED - Li gorî rapora DFG’ê 87 rojnameger dê li girtîgehê sala nû pêşwazî bikin. Rojnameger Hakki Boltan anî ziman ku xwedîderketina li rojnamegeran di heman demê de xwedîderketina ragihandina nûçeyan e û ev mîsyona her kesî ye.
Zextên li ser çapemeniyê bi qanûna ‘dezenformasyonê’ bi awayekî dorfireh didomin. Çapemeniya kurd ku her tim bi zext, tundî û girtinan re rû bi rû dimîne, di sala 2022’yan de jî rastî gelek êrişan hat. Gelek rojnamegerên kurd ji ber nûçeyên xwe hatin girtin. Di 16’ê Hezîranê de 16 rojnamgerên kurd hatin girtin ku 6 meh in hê jî îdianameya wan nehatiye amadekirin. Her wiha zextên li ser çapemeniya azad di 28’ê Cotmehê de bi girtina 9 rojnamegerên kurd ên din jî berdewam kir. Li gorî rapora Komeleya Rojnamegeran a Dicle Firatê (DFG) 87 rojnameger dê di girtîgehan de sala 2023'yan pêşwazî bikin.
Rêveberê DFG’ê rojnameger Hakki Boltan û Berdevka Platforma Rojnamegerên Jin a Mezopotamyayê (MKGP) Roza Metînayê zextên li ser rojnamegeran ji Ajansa Mezopotamyayê (MA) re nirxandin.
87 ROJNAMEGER GIRTÎ NE
Hakki Boltan diyar kir ku zextên li ser rojnamegeran îsal zêdetir bûne û gelek rojnameger hatine girtin. Boltan anî ziman ku 87 rojnameger di girtîgehê de sala nû pêşwazî dikin û wiha got: “Li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê rojnameger her roj rastî zext û tundiyan tên. Desthilat çapemeniyeke azad ku li gorî demokrasi û mafê mirovan nûçeyên çedike naxwaze û êriş dike. Daxwazên ji bo demokrasiyê û mafên mirovan ji bo desthilatê hinceta sûc e. Bi awayekî hovane bi ser malên rojnamegeran digirin, beyî ku der heqê wan de îdianame an jî dosye hebin wan digrin. Bi vî awayî dixwazin rojnamegeriyê krîmînalîze bikin û çavê rojnamegeran jî bitirsînin ku nûçeyên sûcên desthilatê derdixin holê çênekin. Êrişa li dijî rojnamegeran li Tirkiyeyê êdî bûye siyaseteke klasîk.”
Hakki Boltan
‘XWEDÎDERKETINA LI ÇAPEMENIYÊ MÎSYONA HER KESÎ YE’
Boltan destnîşan kir ku çapemeniya Tirkiyeyê dema mijar dibe rojnamegerên kurd, xwe li ber zext û tundiyan ker û lal dike û wiha pê dê çû: “Li gorî berjewendiyên saziyan nêz dibin, naxwazin navbera xwe û dewletê xirab bikin. Dibêjin heke em piştgiriya çapemeniya azad bikin, desthilat ji aliye reklaman ve piştigiriya me nake. Lê di van salên dawî de bi xebatên çapemeniya azadbi sekna xwe ya li dijî desthilatdarê bandor li ser çapemeniya Tirkiyeyê û cihanê kir û di vê çarçoveyê de piştgiriyek jî wergirt. Di qada navneteweyî de jî bertekên tund li dijî zextên li ser çapemeniya azad hatin nîşan dan û xwedîderketineke mezin derket holê. Gelek sazî û dezgeyên navneteweyî jî hatin serdana DFG’ê û li vir daxuyanî dan. Her wiha di nav dewletan de jî Almanyayê daxuyanî da û helwesta xwe ya li dijî girtina rojnamegeran nîşan da. Li Tirkiyeyê jî her çi qas piştgiriyeke xurt nebe jî, piştgiriyek hebû. Xwedîderketina li çapemeniyê xwedîderketina li ragihandina nûçeyan e, lewma ev xwedîderketin ji bo her kesî mîsyonek e.”
‘PIŞTIGIRIYA HERÎ MEZIN PÊKANÎNA KARÊ ROJNAMEGERIYEYÊ’
Boltan bi lêv kir ku piştgiriya herî mezin ji bo rojnamegerên girtî eşkerekirina rastiyê ye û ev tişt anî ziman: “Piştgiriya rast pêkanîna karê rojnamegeriyê ye. Heke rojnamegerên li derve wekî rojnamegerên di girtîgehê de nûçeyan çebikin, piştgiriya rast ev e. Ger pêwîstiya gel a ji bo ragihandinê pêk bînin, ew hem ji bo rojnamegeran hem jî ji bo gel piştgiriya esasî ye. Heke rojnameger li dijî zextan bitirsin û paş de gav biavêjin, rojnamegerên di girtîgehê de jî lawaz dikin. Tişta ku rojnamegerên girtî naxwazin ew e ku divê rojnameger vê yekê nekin. Heke rojnameger bi şev û roj ji bo rastiyan derxîne holê bixebite, ew dê ji bo rojnamegerên girtî bibe piştgiriya herî mezin. Ji bo dewlet û desthilatê jî wê bibe bersivek. Serînetewandin kar û mîsyona çapemeniya azad e. Ew ji bo Apê Mûsa, Gurbetellî Ersoz û hevalên ku di vê rêyê de hatine qetilkirin serî netewandine divê vê yekê ikin.”
‘LI DIJÎ ÊRIŞAN TÊKOŞÎNA ROJNAMEGERAN BERDEWAM DIKE’
Berdevka MKGP'ê Roza Metîna jî anî ziman ku êrişên li dijî çapemeniya azad xwedî dîrokeke kevnar e û wiha axivî: “Bi salan e êrişên li dijî çapemeniya azad berdewam dikin. Bi taybetî di wan salên dawî de êrişên li dijî çapemeniya azad jî zêde bûne. Desthilata AKP û MHP’ê ji bo civakê bixe bin siya xwe û tiştên ku ew dixwazin bê ragihandin êrişî çapemeniya azad dike. Her wiha niha hilbijartinek li pêşiya me ye. Desthilat ji bo di hilbijartine de bi ser bikeve êriş dike. Di heman demê de êrişek li dijî vîna gelê kurd û jinan heye. Rojnamegerên jin li qadan rastî êrişên zayendpêrest û tundiyan tên. Li gorî daneyên MKGP'ê 17 rojnamegerên jin di girtîgehê de ne. Bi binpêkirinên mafan re rû bi rû dimînin. Li gorî daneyên MKGP'ê di 7 mehên 2022’yan de 161 binpêkirinên mafan li dijî rojnamegerên jin pêk hatine. Desthilata heyî bi van êrişan dixwaze hemû çapemeniyê têxe bin siya xwe. Niha li Tirkiyeyê ji sedî 90'ê çapemeniyê di bin siya desthilatê de ye. Ji bo qirêjiyên xwe veşerin êrişî çapemeniya azad dikin. Krîzeke aborî heye lê tevî vê krîze desthilata heyî ji şer re budçeyê vediqetîne, ji jinan û civakê re tu budçeyê venaqetîne. Yek ji sedemên êrişên li dijî çapemeniya azad jî veşartina krîza aboriyê ye. Ji çar aliyên Kurdistanê li dijî çapemeniya azad êriş pêk tên û ji bo guhertina rojeve jî dixwazin dengê çapemeniya azad bigirin. Di girtîgehan de jî rojnameger rastî binpêkirinên mafan tên. Li nûçegihana Ajansa Mezopotamyayê Ceylan Şahînliyê tedawiya bi awyaekî destkelemçekirî ferz kirine. Her wiha di binçavan de xwestine wêneyê rojnamegeran li ber alaya tirkan bigirin. Lê li dijî van êrişan têkoşîna rojnamegeran jî berdewam dike.”
Roza Metîna
‘NÛÇEYÊN ROJNAMEGERAN NAYÊ DARIZANDIN’
Metîna bal kişand ser 16 rojnamegerên kurd ku 6 meh in girtî ne û got: “Tevî 6 mehan jî hê jî der barê wan de tu îdîaname nehatiye amadekirin. Li dijî girtina rojnamegeran me jî kampanyaya ‘Tu jî nûçeyeke bişîne’ da destpêkirin û gelek piştgirî jî vê kampanyayê re hat. Her wiha MKGP'ê kampanyaya heyî li ser medyaya dîjîtal jî belav kir û ji bo vê bernameyên ji bo piştgiriya rojnamegeran hatin li darxistin. Em jî wekş MKGP û DFG'ê serdana malbatên rojnamegerên girtî dikin. Divê gelê kurd jî xwedî li rojnamegeran xwe derkeve. Ji ber ku qada rojnamegeriyê di têkoşîna doza kurd de xwedî rol û mîsyoneke girîng e. Ji ber vê yekê divê civak jî xwedî li rojnamegeran derkeve. Rojnameger parastina ragihandina mafê civakê dike, ji ber vê nûçeyên rojnamegeran nayên darizandin.”