Li her perçeyekî Kurdistanê Dilxwazek: Dê muhtacî kurdan bibin

  • rojane
  • 10:11 31 Kanûn 2022
  • |
img
 
MÊRDÎN - Sekvan Mûtlû yê 87 salî ku kurekî wî li Cizîrê, keçeke wî li Avaşîn û kurekî wî jî li Amûdê di têkoşîna azadiyê de jiyana xwe ji dest dane, bertek nîşanî êrişên bi çekên kîmyewî yên Tirkiyeyê da û got: "Dê muhtacî kurdan bibin." 
 
Polîtîkayên înkarkirin û qirkirinê yên li dijî kurdan hem fîzîkî, hem çandî û hem jî di warê siyasî de didomin. Li hemberî van polîtîkayan jî heqîqeteke berxwedêr a kurdan heye. Ji kesên ku di nava vê heqîqeta berxwedêr de mezin bûye, yek jê jî Sekvan Mûtlûyê 87 salî ye. Jiyana Sekvan Mûtlû li navçeya Kercewsê ya Êlihê dest pê kiriye. Mûtlû ji 15 saliya xwe heya niha li gundê Zivingê yê Nisêbîna Mêrdînê dimîne. Mûtlû ku bûye şahidê gelek bûyeran, di salên 1990'î de gava gundê wan bi darêz zorê hatiye valakirin ji neçarî koçî gundê Bamidê yê Nisêbînê kiriye. Mûtlû di salên 2000'î de cardin vegeriyaye gundê xwe. 
 
JI BO HER PERÇEYEKE KURDISTANÊ DILXWAZEK
 
Sekvan Mûtlû, zarokên xwe jî bi feraseteke azad û girêdayî xaka xwe mezin kir. 3 zarokên Mûtlû daxilî nava têkoşîna azadiyê bûn. Kurê wî Abdullah (Dilxwaz Agir), di sala 2011'an de tev li nava PKK'ê bû. Di sala 2016'an de ji bo tev li berxwedanên xwerêveberiyê bibe çû Cizîra Şirnexê û li vir di şer de jiyana xwe ji dest da. Keça wî Songul (Eylem Dilxwaz), di sala 2014'an de tev li PKK'ê bû. Di mijdara 2020'an de di êrişên Tirkiyeyê yên li dijî başûrê Kurdistanê de li qada Avaşînê jiyana xwe ji dest da. Kurê wî Osman jî navê birayê xwe û xwişka xwe wergirt û bi navê Dilxwaz Agir çû Rojavayê Kurdistanê û daxilî nava rêkoşîna azadiyê bû. Dilxwaz Agir jî di 3'yê kanûnê de di êrişeke hewayî ya Tirkiyeyê de li Amûdê jiyana xwe ji dest da. 
 
Bavê cangoriyan Sekvan Mûtlû, piştî zarokên wî tev li têkoşîna azadiyê bûn qet ew nedîtin. Tenê cenazeyê kurê xwe Abdullah li Nisêbînê defin kir. Keça wî Songul li Avaşînê û kurê wî Osman jî li Amûdê hat definkirin. Mûtlû ku got "Ez bavê 3 şehîda me" wiha axivî: "Çima ev zilm ji ser serê me ranabe. Sûcê me çi ye? Bi tiştekî dizanim, ew jî em kurd in. Ev hemû ji ber kurdbûna me ye. Ev qas zilm ji ber ku em dibêjin em kurd in tê serê me. Tirk hene, ereb hene, ma qey tenê navê me qedxe ye? Gelê me ji ber zextan ji bêgavî diçe Ewropayê. Hin ji wan di behran de, hin ji wan di rêyan de mirin." 
 
'DÊ MUHTACÎ KURDAN BIBIN'
 
Mûtlû destnîşan kir ku heya vî emrî bi zilma dewletê re rû bi rû maye û got: "Derketina me ya derve jî qedexe bû. Niha jî heman tişt tê serê me. Me wekî kole jî qebûl nakin. Dixwazin em nemînin. Dixwazin navê me tune be." Mûtlû bilêv kir ku tu wateyeke şerê Tirkiyeyê yê li hemberî kurdan tune ye û got ku roj bê Tirkiye dê muhtacî kurdan bibe. 
 
Mûtlû bal kişand ser tevkariya PDK'ê ya bi Tirkiyeyê re jî û wiha got: "Barzanî keça min kuşt. Her du zarokên min jî bi vî awayî jiyana xwe ji dest dan. Kurdek, radibe xirabiyeke wiha tîne serê gelê xwe. Ma bi hev re biaxivin, qey ji çekê ne çêtir e?" 
 
BERTEKA LI DIJÎ BIKARANÎNA ÇEKÊN KÎMYEWÎ
 
Mûtlû bertek nîşanî bikaranîna çekên kîmyewî da ku Tirkiye ew li Zap, Avaşîn û Metînayê li dijî HPG'ê bi kar tîne û ev tişt gotin: "Hem dibêjinq edexe ye, hem jî bi kar tînin. Ewropa jî dibêje nayên bikaraîn, lê halbûkî her roj tên bikaranîn. Lê Ewropa xwe li bêdengiyê datîne. Li hemberî her kesî qedexe ye, lê tenê li hemberî kurdan serbest e. Dixwazin krut qir bibin, li cîhanê kurdek jî nemîne. Tekane daxwaza min bidawîbûna vê zilmê û serketina me ye. Me ev qas şehîd ji bo vê dan." 
 
MA / Ahmet Kanbal
 

Sernavên din

02/01/2023
18:33 Danişîna doza çalakiyên Kobanê hat lidarxistin
16:56 Malbata Kurt piştî 7 salan cenazeyê kurê xwe wergirt
16:42 Tecrîda Îmraliyê di rojeva Meclisê de ye: 17 pirs ji Bozdag kirin
16:20 Karataş ê 30 sal in girtî ye xistin hucreya yek kesî
15:31 Kazan: Daxwaza ‘bila tevdîrê deynin ser alîkariya Xizîneyê ya ji bo HDP’ê’ skandala hiqûqî ye
15:27 HDP'ê li Amedê serdanên gel bi dawî kir
14:51 Febrîqeya Nan a Gel li Qereçobanê dest bi hilberînê kir
14:42 Planên Tirkiyeyê yên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê
14:20 Wezîrî 2 sal berê ji bo rêya ku 6 kes lê mirîbûn soza ‘rêwîtiya biewle’ dabû
13:36 Rojhilat û Îranê bi protestoyan dest bi sala 2023’yan kir
13:23 Îbrahîm Seydo Aydogan qala hûrguliyên Komkujiya Parîsê kiriye
13:04 Li Qamişloyê 36 DAIŞ’î û hevkarên wan hatin girtin
12:48 KON-MED: Em bi girseyî cenazeyên xwe bişînin Kurdistanê
12:45 Li Stenbolê polîsan 2 ciwan bi çekê birîndar kirin
12:41 Malbata Şenyaşar: Yên ku çavê xwe ji bêdaletiyê re digrin wê têk biçin
12:30 NPG’ê bîlançoya şer a salekê parve kir
11:14 Parlamenterên HDP’ê: Divê demildest hevdîtin li gel Abdullah Ocalan bê kirin
10:58 Îsraîlê Balafirgeha Şamê bombebaran kir
10:45 Cenazeyê welatiyê ku di Çemê Dîcleyê de winda bûbû hat dîtin
10:28 Li Mêrdînê wesayîta xebatkaran qelibî: 6 kes mirin, 5 kes jî birîndar bûn
10:08 Li Meksîkayê bi wesayîtên zirxî ser girtîgehê de girtin: 14 kes mirin
09:02 Alaya têkoşînê ya keça xwe hilgirtiye
09:00 ‘Li girtîgehan ewlehiya jiyanî ya girtiyan ji holê rabûye'
09:00 Parêzera Fîncanci: Dadgeh di bin zextan de ye
09:00 ROJEVA 2'YÊ ÇILEYA 2023'YAN
08:30 Xebatkarê şaredariyê întîhar kir
08:21 Berdana wî bû mizgîniya sersalê
01/01/2023
21:04 Welatiyek di Çemê Dîcleyê de wer bû
19:36 Balafirên şer Geliyê Bazêyanê bombeberan kirin
17:18 Nobeda li dijî tecrîdê didome
17:08 Li Kolombiyayê bi 5 hêzên çekdar re agirbest
16:03 Di Operasyona Birûska Cizîrê de 40 DAIŞ’î hatin girtin
14:34 Ji bo Kûrtayê di êrişên bi çekên kîmyewî de jiyana xwe ji dest da şîn hat danîn
14:13 Li ser sînor 30 kolber hatin qetilkirin
13:52 Di qezaya li Cizîrê de kesekî jiyana xwe ji dest da
13:42 Kesên li Parîsê hatin qetilkirin dê bi girseyî bên oxirkirin
12:55 Rojhilat û Îranê sala xwe bi berxwedanê derbas kirin
12:52 Li Mûsilê hezar û 500 mayinên DAIŞ’ê hatin îmhakirin
12:03 Malbata Şenyaşar: Bila sala 2023’yan bibe sala azadiyê
11:18 Bîlançoya sûcên Tirkiyeyê yên li Girê Spî
11:12 Dozgerê Komarê li mala xwe bi awayekî mirî hat dîtin
10:35 Endama Qebîleya Amazonê bû Wezîra Gelên Xwecihî
10:05 Sala nû bi zeman dest pê kir
10:04 Hevseroka GOÇÎZDER’ê Kandal: Em ê têkoşîna xwe bidomînin
09:36 Rêya M4'ê hat topbarankirin
09:17 Foza Yûsif: Sûriye di ferqa lîstika Tirkiyeyê de ye
09:12 Roja ewil a 2023’yan: Bi berxwedanê ketin sala nû
09:10 ‘Jin, jiyan, azadî ku keda jinên kurd e serdest hejandin’
09:00 Ataşê ÎHD’î: Divê cihekariya di înfazê de bê bidawîkirin
09:00 ROJEVA 1'Ê ÇILEYA 2023'YAN
31/12/2022
22:40 Ciwanan tecrîda li Îmraliyê bi stîkiran şermezar kir
22:34 Demîrtaş ji bo sala nû peyamek parve kir: Bila bibe sala azadiyê
20:44 KCD’ê, DBP’ê û HDP’ê serdanên xwe yên gel domandin
20:34 Meclisa Ciwanan a HDP’ê ji bo sersalê peyamek weşand
18:16 Çavûşoglû têkildarî hevdîtina bi Sûriyeyê re daxuyanî da
17:02 Denîz Poyraz di rojbûna xwe de li ser gora xwe hate bibîranîn
16:20 Serdanên piştevaniya ji bo DBP’ê didomin
15:56 Ji ÎHD’ê banga dawî ya salê: Hemû girtiyên nexweş berdin
15:30 Girtiyê ku hat sirgûnkirin di hucreya yek kesî de tê ragirtin
15:15 Bayindir: Sala nû wê bibe sala azadiya gelê kurd
15:05 Operasyona 'Birûska Cizîrê' didome: 32 endamên DAIŞ'ê hatin girtin
14:59 Bi bombeyên qedexekirî êrişî gundê Sîda hat kirin
14:20 Girtiyê nexweş Gurban di hucreya yek kesî de tê ragirtin
13:56 Dayikên Şemiyê: Em bi hesreta windayên xwe 2023'yan pêşwazî dikin
13:55 Çalakiya malbatên windayan: Bila kêlikek gora bapîrê min jî hebe
13:38 Pirtûka 'Henaseya Jiyanê' ya nivîskarê girtî Mahîr Bagok der çû
13:24 Li Silêmaniyê bi dehan zilam êrişî jinekê kirin
13:05 Peyama Malbata Şenyaşar a roja dawiya salê: Bila sala 2023’yan bibe sala edaletê
13:04 Girtiyên li Girtîgeha Xarpêtê greva birçîbûnê bi dawî kirin
12:52 Li Girtîgeha Afyonê jimartina li ser pêya li girtiyan tê ferzkirin
11:22 Ji bo qurbaniyên Komkujiya Parîsê dê merasîm bê lidarxistin
11:03 Girtîgehê ji ber 14 dirûşman 14 meh cezayê ragihandinê li girtiyan birî
10:50 Berdana nivîskarê kurd hat taloqkirin
10:44 Bûldan û Sancar: Sala 2023 dê bibe sala bihara gelan
10:25 Bertek nîşanî biryara bo Fîncanci dan: Heke vegotina rastiyan sûc be em jî sûcdar in
10:11 Li her perçeyekî Kurdistanê Dilxwazek: Dê muhtacî kurdan bibin
09:52 Di Doza Kobanê de bêyî parastin biqedin biryara mutalayê hat dayîn
09:47 Parêzerê Abdullah Ocalan: Piştgirî berdewam bike dê tecrîd bê rakirin
09:04 Ji ber sondaja TPAO'yê gundek bê av maye
09:02 Dengê kolanên Wanê: Çare Tifaqa Ked û Azadiyê ye
09:01 ‘Em ê di 2023'yan de ji bo azadiya fîzîkî ya Ocalan têbikoşin'
09:00 ROJEVA 31'Ê KANÛNA 2022'YAN
30/12/2022
22:22 Jinan ji Fransayê re got: We çima hişt ku ev komkujî çêbibe?
22:12 Li Reqayê 9 DAÎŞ’î hatin zevtkirin
22:02 Li Amedê civînên gel: Dê têkoşîna gelê kurd bi ser bikeve
19:59 Li Bernê mîtînga ‘Bila Komkujiya Parîsê bê ronîkirin‘ hat lidarxistin
19:11 Li Bornovayê 5 karker jiyana xwe ji dest dan
18:41 Yildizê ku înfaza wî 2 caran hatîbû şewitandin hat berdan
16:58 Ayşe Gokkan ji bo çekên kîmyewî werin lêkolînkirin serlêdan kir
15:51 Rojnamevan Can Dundar li ‘lîsteya gewr’ hate zêdekirin
15:35 Başaran: Em ê desthilata ku dijminê jinane têk bibin
15:09 Demîrtaş: Tenê delîlek dosyeyê heye ew jî beyanên Erdogan in
15:09 Li Çemçoyê êrişa bi çekên kîmyewî
14:58 Kedkarên tenduristiyê yên li Cizîrê hatibûn qetilkirin hatin bibîranîn
14:45 ‘Dê tu partiyên kurd serî netewînin’
14:30 ÎHD'ê li ber girtîgehê daxuyanî da: Sedema girtinan daraza alîgir e
13:50 Girtî bang li Meclisê kir ku biçin li kamerayan binêrin
13:13 Cenazeyên qurbaniyên Komkujiya Parîsê bi hêceta sersalê tên sekinandin
13:06 Malbat û wasiyê Abdullah Ocalan ji bo hevdîtinê serî li dozgeriyê dan
12:33 Li Wanê zilamekî hewl da jinekê bikuje