NAVENDA NÛÇEYAN - TJK-E û KCDK-E’yê banga tevlêbûna ji bo merasîma ku wê 3’ê çileyê 2023’an li banliyoya Vîllîers le Bel a Parîsê ji bo Evîn Goyî, Mîr Perwer û Abdûrrahman Kizil bê lidarxistin, kir.
Ji bo Endama Konseya Rêveber a KCK’ê Evîn Goyî (Emîne Kara), endamê Yekitiya Hunermendên Kurd Tev Çandê Mîr Perwer û welatparêzê kurd Abdûrrahman Kizil ên 23’ê kanûnê di êrişa li ser Navenda Çanda Kurd a Ahmet Kaya de jiyana xwe ji dest dan, wê 3’ê çileya 2023’an saet di 12.00’an de bîranîn û merasîma oxirkirinê bê lidarxistin. Tevgera Jinên Kurd a Ewropayê (TJK-E) û Kongreya Civakên Demokratîk ên Kurdistanî yên Ewropayê (KCDK-E) daxuyaniyek hevpar dan û bang li gelê kurd û dostên wan kirin ku bi awayek xurt tev li merasîma bîranîn û birêkirina cenazeyan bibin. Wê merasîma bîranîn û şandina cenazeyan li Bîs Avenûe des Entrepreneûrs, 95400 Vîllîers-le-Belle, France, li salona Palace de Vîllers bê lidarxistin.
Piştî merasîmê wê cenazeyê Emîne Kara ber bi Mexmûrê ve, cenazeyê Abdurahman Kizil ber bi Qersê ve û cenazeyê Mîr Perwer jî ber bi Mûşê ve bê şandin. Cenaze wê li van her sê deveran bi girseyî bên veşartin.