ÎZMÎR - Denîz Poyraz a di êrişa li dijî avahiya HDP’a Îzmîrê de hatibû qetilkirin, di rojbûna xwe de li ser gora xwe hate bibîranîn.
Denîz Poyraz a di 17’ê hezîrana 2021’an de di êrişa li dijî Rêxistina Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Îzmîrê de hate qetilkirin, di rojbûna xwe de li ser gora xwe ya li Kaynaklar a Bûcayê hate bibîranîn. Malbata Denîz Poyraz, Parlamenterê HDP’ê yê Stenbolê Mûsa Pîroglû, rêveberên TJA’yê û HDP’ê, nûnerên Jin Bi Hev Re Bihêzin ên Îzmîrê û gelek kes beşdar bûn.
Dayika Denîz Poyraz, Fehîme Poyraz a li ser gora keça xwe axivî, wiha got: “Ne tenê bi Denîzê bi hemû şehîdan serbilind im. Dema mirovek neheqî û bi nemerdane hate kuştin nayê ji bîr kirin. Tu caran ji dilê me dernakeve. Rojbûna te pîroz be.”
QALA DOZÊ KIR
Parlamenterê HDP’ê Mûsa Pîroglû jî di darizandina têkildarî komkujiyê de derbarê cezagirtina Onûr Gencer a bi tenê kir û wiha got: “Kesên ev biryar dane şirîkên komkujiyê ne. Dîroka me bi van komkujiyan tejî ye. Li Parîsê jî êriş kirin. Bi van êrişan, qetilkirina hevrêyên me û bi sûîkastan hewl didin çokan bi me bidin danîn.”
DÎROKA BERXWEDÊRIYÊ
Pîroglû, destnîşan kir ku êrîşên li dijî HDP’ê û gelê kurd ji bo pêşîgirtina li siyasetê tên kirin û wiha berdewam kir: “Em ê li hemberî van êrîşan çokan nedeynin, em ê li ser rêya ku hevrêyê me hiştiye berdewam bikin. Ji ber ku dîroka me dîroka berxwedêriyê ye. Niha divê ev faîl bên aşkerakirin. Hêzên li pişt wê û armancên wan ên siyasî divê bên aşkerakirin. Ji ber ku heta ev neyê aşkerakirin, ev welat wê di bin gefa êrîşan de bimîne. Em ê hesab ji kujeran bipirsin û siberoja ronî ya welêt bi hev re ava bikin.”
‘EM Ê SERÊ XWE LI BER DIJMIN NETEWÎNIN’
Bavê Denîz Poyraz Abdulîllah Poyraz jî anî ziman ku heta dilopa xwîna xwe ya dawî wê li pey şehîdan û Îmraliyê bin û wiha axivî: “Em ê serê xwe li ber dijmin netewînin. Xwîna şehîdan wê li erdê nemine.”
Bîranîn bi dirûşmeyên “Şehîd namirin” û “Denîz Poyraz nemire” bi dawî bû.