ENQERE - Serokwekîla Koma HDP’ê Meral Daniş Beştaş diyar kir ku bi qedexekirina hevdîtinên Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan ên bi malbat û parêzeran re peymanên PMME û yên navneteweyî hatine binpêkirin û têkildarî tecrîda li Îmraliyê 17 pirs ji Wezîrê Dadê Bekir Bozdag kirin.
Serokwekîla Koma Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Meral Daniş Beştaş têkildarî tecrîda girankirî ya li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan ku 21 meh in nikare bi parêzer û malbata xwe re hevdîtinan bike, ji Wezîrê Dadê Bekir Bozdag 17 pirs kirin. Beştaş, got ku ji sala 2011’an heta niha hevdîtinên Abdullah Ocalan ên bi parêzerê wî re tên astengkirin û piştî hevdîtina di 5’ê nîsana 2015’an a Şandeya Îmraliyê, li Îmraliyê tecrîda girankirî ketiye meriyetê. Beştaş, di pêşnûmepirsa xwe de wiha got: “Li gel vê, her wiha girtiyên li Girtîgeha Îmraliyê nikarin mafê xwe yên axaftina bi telefonê, hevdîtina bi malbatê re, mafê nameyan, mafê sihbetê û pirtûkên cuda bikar bînin.” Bi domdarî Beştaş bal kişand ser binpêkirinên mafên din û got ku bi vê yekê re Tirkiye peymanên navneteweyî yên ku îmze kirine binpê dike.
XALA 6’AN A PMME’YÊ TÊ BINPÊKIRIN
Bi domdarî Beştaş diyar kir ku Tirkiye Xala 6’an a Peymana Mafên Mirovan a Ewropayê (PMME) ku mafê darizandina adilane diparêze binpê dike û wiha hat gotin: “Ji bo ku pêvajoyên hiqûqî yên Abdullah Ocalan û cezayên disiplînê birêkûpêk bên şopandin, divê parêzer bikarin bi miwekîlên xwe re hevdîtinê bikin. Bi astengkirina parêeran re mafê darizandina adilane tê binpêkirin. Her wiha qanûna ‘divê hemû girtî bikarin bi parêzerên xwe re hevdîtinê bikin û rêveberiya girtîgehê van derfetan çêbikin’ jî tê binpêkirin. Di qanûnan de tê gotin ku divê her 15 rojan carekî girtî bikarin li ser telefonê 10 deqeyan bi malbatên xwe re biaxivin. Lê girtiyên li Girtîgeha Îmraliyê ji ber tecrîda heyî nikarin têkildarî bêhiqûqiya heyî ji mekanîzmaya serlêdanê jî sûd bigirin.”
SERLÊDAN BÊBERSIV TÊN HIŞTIN
Di berdewamê de Beştaş diyar kir ku Wezareta Dadê pirsên têkildarî redkirina serlêdanên ji bo mafê hevdîtinê bêbersiv dihêle. Daniş, destnîşan kir ku Ocalan di nava 11 salan de tenê 5 caran kariye bi parêzerên xwe re hevdîtinê bike û girtiyên din jî tu hevdîtin nekirine. Beştaş, diyar kir ku Abdullah Ocalan di nava 8 salan de tenê kariye 8 caran bi malbata xwe re hevdîtinê bike û ji girtiyên din Omer Hayrî Konar û Veysî Aktaş 3 caran û Hamîlî Yildirim jî tenê 2 caran hevdîtin bi malbata xwe re kiriye. Di berdewamê de Beştaş daxuyand ku Abdullah Ocalan di nava 23 salan de tenê 2 caran kariye li ser telefonê bi malbata xwe re hevdîtinê bike û mafê name û ragihandinê jî bi temamî hatine binpêkirin. Beştaş, wiha domand: “Herî dawî di 25’ê adara 2021’an de li ser telefonê karî bi malbata xwe re hevdîtinê bike ku ew jî di nîvî de hate qetukirin. Ji wê hevdîtinê heta 7’ê îlona 2022’yan parêzeran 212 caran û malbat û vasiyê wî jî 73 caran ji bo hevdîtinê serlêdan kirin. Her wiha serlêdanên Hevserokên Giştî yên HDP’ê û parlamenteran jî nehatin bersivandin. Her wiha bersiv nedan serlêdanên parêzer û malbatan. Ji sala 2018’an heta niha 12 caran cezayê disiplînê hatiye birîn lê sedemên van cezayan ji parêzeran re nehatine şandin. Balkêşe ku bersivên hincetê jî piştî ku dema îtîrazê bi dawî bûy ji parêzeran re hatine şandin.”
BIRYARA DMME’YÊ BI BÎR XIST
Beştaş, daxuyand ku di 10’ê hezîrana 2022’yan de nûnerên saziyan û serokên baroyan jî di nav de ji 29 baroyan bi giştî 775 parêzeran ji bo hevdîtina li Îmraliyê serlêdan kirine û wiha pê de çû: “Di 26’ê gulana 2021’an de jî bi îmzeya 868 parêzeran serlêdan hatibû kirin. Ji 22 welatên cuda 350 parêzeran ji bo hevdîtina li Îmraliyê serî li wezareta we dan. Piştî ku ev serlêdan bi awayekî zimnî hatin redkirin, parêzeran di 25’ê adara 2021’an de gotin ku bi tu awayî agahiyan ji miwekîlên xwe nagirin û gotin ku ‘incommunicado’ çêbûye. DMME’yê di biryara Ocalan/Tirkiyeyê ya di 18’ê adara 2014’an de biryara xwe di çarçoveya îçtîhata ‘beriya ku hêviya berdanê hebe, înfazkirina ceza ya heta mirinê binpêkirina Xala 3’yan a Peymanê ye’ de da. Piştî vê biryarê di rejîma înfazê ya Tirkiyeyê de tu pêşketin çênebûn.
ÎMRALI JI LÊKOLÎNÊ BÊPAR HATE HIŞTIN
Ji ber ku Tirkiyeyê li hemberî biryarê paşdegav neavêt, Komîteya Wezîran a Konseya Ewropayê ji ber cezayên muebbetê ji Tirkiyeyê xwest ku di çarçoveya ‘mafê hêviyê’ de gavan biavêje û qanûnan sererast bike. Di vê çarçoveyê de derheqê Tirkiyeyê de pêvajoya venihêrtinê da destpêkirin. Ji Tirkiyeyê xwest ku heta meha îlona 2022’yan têkildarî ‘cezayê muebbeta giran’ agahiyan bide. Tirkiyeyê di 14’ê cotmeha 2022’yan de têkildarî ‘mafê hêviyê’ planeke çalakiyan pêşkeş kir û ‘sûcên îstîsna’ dîsa dubare kir û bi vê yekê re girtiyên li Îmraliyê ji vê mekanîzmayê ‘bêpar’ hişt.”
Beştaş têkildarî mijarê ev 17 pirs ji Bozdag kirin:
* Ji bo hevdîtina bi Abdullah Ocalan re, parêzerên wî ji 27’ê tîrmeha 2011’an heta niha çend serlêdanên hevdîtinê kirine? Ji van serlêdan çend jê bi kîjan sedeman hatine redkirin? Gelo daneyên îstatîstîkî û kronolojîk hene yan na? Heke hebin dê bi raya giştî re parve bikin an na?
* Her wiha ji 18’ê hezîrana 2019’an heta niha parêzeran ji bo hevdîtina bi Abdullah Ocalan re çend serlêdan kirine? Ev serlêdan bi kîjan sedeman hatine redkirin?
* Ji 5’ê hezîrana 2019’an heta niha malbata Ocalan ji bo hevdîtinê çend serlêdan kirine?
* Qedexeya hevdîtinê ya ji bo Hamîlî Yildirim, Omer Hayrî Konar û Veysî Aktaş jî didome. Çend serlêdanên parêzerên wan ên ji bo hevdîtinê hatine redkirin?
* Hamîlî Yildirim, Omer Hayrî Konar û Veysî Aktaş herî dawî kengî bi parêzeran re hevdîtin kirine?
* Hamîlî Yildirim, Omer Hayrî Konar û Veysî Aktaş herî dawî kengî bi malbatên xwe re hevdîtin kirine?
* Çima di çarçoveya rapora CPT’yê de gavên hewce nayên avêtin?
* Di hevdîtina herî dawî ya bi CPT’yê re de derheqê Girtîgeha Îmraliyê de axaftin hatiye kirin an na? We têkildarî Girtîgeha Îmraliyê çi bersiv û agahî dan CPT’yê?
* Gelo hûn dê têkildarî tecrîda li Girtîgeha Îmraliyê agahiyên berfireh bi raya giştî re parve bikin an na?
* Biryara qedexekirina hevdîtinên malbat û parêzeran ên li Girtîgeha Îmraliyê kîjan sazî didin? Gelo haya wezareta we ji van biryaran heye?
* Çima biryara Ocalan/Tirkiye ya DMME’yê ya di 18’ê adara 2014’an de neket meriyetê?
* Komîteya Wezîran a Konseya Ewropayê ji ber ku Tirkiyeyê li hemberî biryarê gav neavêt, têkildarî cezayên muebbeta giran ji Tirkiyeyê xwest ku qanûnan çêbike ku rê li ber ‘mafê hêviyê’ veke. Ji bo vê jî pêvajoya venihêrtinê da destpêkirin. Gelo ji bo vê mijarê di rojeva we de çi xebat hene yan na?
* Di pêvajoya venihêrtina Komîteya Wezîran a Konseya Ewropayê de Tirkiye ji bo ku sepanên wê li gorî hiqûqê bin dê çi sererastkirinên hiqûqî bike yan na?
* Tevî biryarên DMME’yê jî Tirkiye çima di tecrîdê de israr dike?
* Çi îzaheta wê heye ku hûn bikaranîna mafên herî biçûk ên qanûnî yên kesekî jî bisînor dikin?
* Heke Tirkiye berpirsyariyên xwe yên di pêvajoya venihêrtinê de bi cih neyîne dê rastî mueyîdeyan bê. Gelo ev mueyîde hatine nirxandin an na?
* Gelo armanceke Tirkiyeyê ya ji bo ku di vê pêvajoyê de baweriya bi edaletê careke din ava bike heye yan na?