‘Ne em kesên ziman qedexe dikin pergalê xera dikin’

img
STENBOL - Yek ji hunermendên NÇM’ê Baran Bozyel, têkildarî qedexekirina konserên bi hinceta “ewlehiya cemaweriyê” wiha got: “Kesên ku pergala cemaweriyê xera dikin ew in. Bi qedexekirina ziman sûc dikin.”
 
Qedexeyên têkildarî aktivîte û konserên Navenda Çanda Mezopotamyayê (NÇM) ku di 27’ê îlona 1991’ê de li Stenbolê ji aliyê komek rewşenbîran ve hat avakirin û di nav de zanyarê kurd Mûsa Anter jî hebû, dewam dikin. Konsera “Em ê bêjin” ku NÇM’ê dixwest di 17’ê kanûna 2022’yan de li Navenda Rapêşî ya Yahya Kemal Beyatliyê ya li Kuçukçekmeceyê li dar bixe, ji aliyê Qeymeqamtiya Navçeyê ve bi hinceta “Dê bibe sedemê xerakirina cemaweriyê” hate qedexekirin. Hunermendên NÇM’ê li ser vê biryarê konsera xwe li avahiya Rêxistina HDP’a Bagcilarê bi coşeke mezin li dar xist. Yek ji hunermenda NÇM’ê Baran Bozyel, li ser qedexeyên dawî konserên hunermend û rêxistinên kurd axivî. 
 
SEDEMÊ PIRSGIRÊKAN
 
Bozyel, anî ziman ku di hedefa qedexeyên li ser çanda kurd, nasnameya kurd heye û wiha got: “Sedemê van qedexeyan ji bêtehamuliyê wêdetir e. Niha têkoşîna têkildarî çand û zimanê gelê kurd her ku diçe mezin dibe û herîkîneke ku pêşiya wê nikare were girtin heye. Ez difikirim ku êriş jî li ser vê yekê pêk tên.”
 
Bozyel, di berdewama axaftina xwe de ev tişt gotin: “Heke pergal kurdî qebûl bike, wê neçar bimîne gelê kurd jî qebûl bike. Wê hebûna kurdan rewa bike. Ji ber vê yekê naxwaza kurdî rewa bike û qedexe dike. Lê ne tenê ji ber em kurdî distrên konserên me tên qedexekirin. Helwesteke me heye; em bi helwesta xwe pergala heyî rexne dikin û qebûl nakin. Heke tenê me muzîka kurdî çêkiribûya û pergal parastibûya ev qedexe nedibûn. Ji ber vê yekê hem helwesta me ya polîtîk hem jî pêşxistina zimanê dayikê, dibe sedemê qedexekirin û tirsandina wan.”
 
‘KESÊN PERGALÊ XERA DIKIN EW BI XWE NE’
 
Bozyel, bal kişand ku konsera wan a dawî bi hinceta “pergala cemaweriyê û xerakirina asayîşê” hatiye qedexekirin û wiha got: “Esas kesên pergala cemaweriyê xera dikin ew bi xwe ne. Heke hûn bi qedexeya zimanekî, bi tunekirina çandekî wî gelî teşwîqî serhildanekê bikin, wê demê sûcdar hûn in. Li vê derê dewlet sûc dike.”
 
Bozyel, diyar kir ku êrişên li dijî çanda gelê kurd bi Tirkiyeyê re sînordar nînin û êrişa li dijî Navenda Çanda Kurd a Ahmet Kaya ya di 23’yê kanûnê de li paytextê Fransayê Parîsê pêk hat bi bîr xist. Bozyel, axaftina xwe bi van gotinan bi dawî kir: “Komkujiyeke eynî weke ku di 9’ê çileya 2013’an de 3 hevalên me yên jin hatin qetilkirin pêk hat. Êdî şermezarkirin tê re nake, lanet dikim. Esas em di demekî ku şerê hebûn û nebûnê didin de ne. Ev ne çalakiyeke hesan ku nijadperestekî kiriye ye. Ev sûîkasteke bi plankirî bû. Ev suikast jî plana hêzên navneteweyî ya hevkar bû. Em ê gotina stranên xwe yên bi kurdî û axaftina xwe bidomînin.”
 
 
 
 
 
 

Sernavên din

04/01/2023
20:54 Berteka ciwanan a li dijî tecrîdê: Aştî nayê tecrîdkirin
20:39 Kesên di Komkujiya Parîsê de jiyana xwe ji dest dan hatin bibîranîn
19:32 Rêveberiya Xweser a Şengalê: Şoreşger Menal Mêrdîn bi êrîşeke bêbext şehîd bû
16:36 HABER-SEN’ê ji bo piştevaniyê serdana Şenyaşar kir
16:18 Aslan: Kesên keça min revandine tên parastin
15:56 Beştaş: Îktidarê ji zû ve hilbijartinê winda kiriye
15:49 MKM: Em xwedî li cenazeyan derkevin
15:24 Li Îranê berxwedana bê navber
15:08 Li pêşiya TUÎK’ê protesto: Em ne budçeya şer lê ya kedkaran dixwazin
14:40 Doza GOÇÎZDER’ê: Bihayê barkêşiyê bû mijara sûc
14:13 ÎHD’ê ji bo pirsgirêka girtiyên nexweş çareseriya mayînde pêşniyar kir
14:01 Li Girtîgeha Afyonê greva birçîbûnê dest pê kir
13:50 Hestiyên li Geliyê Zîlan derketin holê di rojeva Meclisê de ye
12:42 Ferît Şenyaşar: Gelê Rihayê ber edliyeyê nîşanî bijartiyan dide
12:16 Nobeta Edaletê di roja 10’an de didome: Dawî li sûcê xwe yê li Îmraliyê bînin
12:00 Ji bo Perwer û Kizil ên li Parîsê hatin qetilkirin wê sibê merasîmek bê lidarxistin
11:58 AYM’ê qedexeya çalakî û şahiyan wek ‘binpêkirina maf’ nirxand
11:53 Peymana Stenbolê: Em biryara ku nehatiye teblîxkirin qebûl nakin
11:42 Demîrtaş: Her ku diçe qesr dewlemend, gel feqîr dibe
11:07 Çopên Wanê dirijînin golê û Çemê Botanê
10:52 Ambargoya Şamê bû sedemê mirina zarokekî
10:51 ‘A ku tê qetilkirin felsefeya jinan e’
10:18 Li Erxevanê bi hezaran kew bi kuştinê re rû bi rû ne
10:18 ‘Ne em kesên ziman qedexe dikin pergalê xera dikin’
10:08 Jinên rêveberên saziyan dê têkoşîna Emîne Şenyaşar berfirehtir bikin
09:03 Li Newala Qesaba vîlayên luks tên çêkirin!
09:03 Li Wanê nifûs bi 'projeya siyasî' tê kêmkirin
09:03 Serokê Giştî yê EHP'ê: Heke ên hilberîner em bin, nexwe divê ên welêt bi rê ve bibin jî em bin
09:02 'Cihê ku bêhiqûqîtî lê dest pê kiriye Girava Îmraliyê ye'
09:02 Parêzerê malbata Kazanhan Dîlsîz: AYM'ê biryareke emsal da
09:00 ROJEVA 4'Ê ÇILEYA 2023'YAN
03/01/2023
19:16 Li nexweşxaneyê tekmîl li girtiyan tê ferzkirin
16:42 Cangoriyên li Parîsê ber bi Kurdistanê ve tên oxirkirin
16:26 Li Amedê dîmenê tundiya polîsan ê dûyemîn derket holê
16:21 EŞÎK ji bo pêşniyarqanûnê çû serdana HDP’ê
16:10 Di doza 5 kesên bi wesayîta zirxî hatin kuştin de wê rêjeya ‘qisûr’ were diyarkirin
16:02 HDP’ê serî li AYM’ê da: Daxwaza Dadgeha Bilind destwerdaneke yekser a li siyasetê ye
15:57 ŞanoWan bernameya xwe ya çile eşkere kir
15:40 Ji cîgirê midûrê dibistanê gotinên nijadperest
15:27 Çawişê pispor ê Mehmet Ûytûn qetilkirî li Efrînê li ser peywîrê ye!
15:02 Wezareta Dadê ji bo girtiyên nexweş giştîname weşand
14:51 Buldan: Sala 2022’yan sala berxwedanê bû, 2023 jî wê bibe sala serkeftinê
14:38 KESK: Em ê teslîmî enflasyonê nebin
14:24 HDP çû serdana berxwedêrên Kartonsanê
14:23 Li Girtîgeha Şakranê çalakiya greva birçîbûnê dest pê kir
13:31 Parêzerên Abdullah Ocalan ji bo hevdîtinê serlêdan kirin
13:17 Wênesaz Ozgur Evran jiyana xwe ji dest da
12:33 'Heke derfet ji bo Abdullah Ocalan bê nasîn dê li Rojhilata Navîn şer biqede’
12:33 Di navbera daneyên enflasyonê yên ENAG û TUÎK’ê deji sedî 73 ferq heye
12:32 Malbata Şenyaşar: Pirsgirêka bingehîn a welêt bêedaletî ye
12:10 ÎHD’a Amedê ji ber ‘îşkenceya li kolanê’ dê giliyê polîsan bike
12:00 Ocalan: Divê makeqanûneke ku tundiya 40 salan li gelê kurd û tirk bide derbaskirin hebe
11:17 Li Tirkiyeyê cînayetên siyasî û polîtîkaya necezakirinê
11:15 Tifaqa Ked û Azadiyê li Stenbolê dicive
10:20 Ji bo cenazeyên li Goristana Kilyosê bang: Bila malbat serlêdanê bikin
09:55 Têkildarî hestiyên li Geliyê Zîlan hatin dîtin hê jî lêpirsîn nehatiye destpêkirin
09:44 Ji bo zaroka hatiye revandin meleye mizgeftê xistin dewrê!
09:43 Sarisozen: Hevdîtina Tirkiye-Şamê nîşaneya têkçûnê ye
09:16 ‘Keça me li ber zilmê rabû û çû çiyê’
09:04 Naxwazin li gundê wan tesîsa komkirina bermayiyên hişk bê çêkirin
09:02 Bavê Kûrtayê ku bi çekên kîmyewî jiyana xwe ji dest da: Çima her kes tenê temaşe dike?
09:01 Berxwedana ji Gabarê ber bi Silopiyayê ve: Fatma Uyar
09:00 ROJEVA 3'YÊ ÇILEYA 2023'YAN
08:57 2 polîsên ku Elaltunterî derb kirin ji peywirê hatin dûrxistin
02/01/2023
23:18 Kesên di qezayê de mirin hatin veşartin
23:12 Li Amedê polîsan li welatiyekî xist
22:47 Cenazeyê Kûrt piştî 7 salan li Amedê hat veşartin
20:00 Li Girtîgeha Afyonê girtî dê dest bi greva birçîbûnê bikin
18:33 Danişîna doza çalakiyên Kobanê hat lidarxistin
16:56 Malbata Kurt piştî 7 salan cenazeyê kurê xwe wergirt
16:42 Tecrîda Îmraliyê di rojeva Meclisê de ye: 17 pirs ji Bozdag kirin
16:20 Karataş ê 30 sal in girtî ye xistin hucreya yek kesî
15:31 Kazan: Daxwaza ‘bila tevdîrê deynin ser alîkariya Xizîneyê ya ji bo HDP’ê’ skandala hiqûqî ye
15:27 HDP'ê li Amedê serdanên gel bi dawî kir
14:51 Febrîqeya Nan a Gel li Qereçobanê dest bi hilberînê kir
14:42 Planên Tirkiyeyê yên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê
14:20 Wezîrî 2 sal berê ji bo rêya ku 6 kes lê mirîbûn soza ‘rêwîtiya biewle’ dabû
13:36 Rojhilat û Îranê bi protestoyan dest bi sala 2023’yan kir
13:23 Îbrahîm Seydo Aydogan qala hûrguliyên Komkujiya Parîsê kiriye
13:04 Li Qamişloyê 36 DAIŞ’î û hevkarên wan hatin girtin
12:48 KON-MED: Em bi girseyî cenazeyên xwe bişînin Kurdistanê
12:45 Li Stenbolê polîsan 2 ciwan bi çekê birîndar kirin
12:41 Malbata Şenyaşar: Yên ku çavê xwe ji bêdaletiyê re digrin wê têk biçin
12:30 NPG’ê bîlançoya şer a salekê parve kir
11:14 Parlamenterên HDP’ê: Divê demildest hevdîtin li gel Abdullah Ocalan bê kirin
10:58 Îsraîlê Balafirgeha Şamê bombebaran kir
10:45 Cenazeyê welatiyê ku di Çemê Dîcleyê de winda bûbû hat dîtin
10:28 Li Mêrdînê wesayîta xebatkaran qelibî: 6 kes mirin, 5 kes jî birîndar bûn
10:08 Li Meksîkayê bi wesayîtên zirxî ser girtîgehê de girtin: 14 kes mirin
09:02 Alaya têkoşînê ya keça xwe hilgirtiye
09:00 ‘Li girtîgehan ewlehiya jiyanî ya girtiyan ji holê rabûye'
09:00 Parêzera Fîncanci: Dadgeh di bin zextan de ye
09:00 ROJEVA 2'YÊ ÇILEYA 2023'YAN
08:30 Xebatkarê şaredariyê întîhar kir
08:21 Berdana wî bû mizgîniya sersalê
01/01/2023
21:04 Welatiyek di Çemê Dîcleyê de wer bû
19:36 Balafirên şer Geliyê Bazêyanê bombeberan kirin
17:18 Nobeda li dijî tecrîdê didome
17:08 Li Kolombiyayê bi 5 hêzên çekdar re agirbest
16:03 Di Operasyona Birûska Cizîrê de 40 DAIŞ’î hatin girtin