Polîsan ji ber cil û bergên kurdî tundiyê li zarokek û ciwanekî kirin

img
MÊRDÎN - Li Nisêbînê polîsên tîmên taybet şeva sersalê li du ciwanên ku cilên netewî li xwe kiribûn dan û îşkence li wan kirin. Dîmenê bûyerê ji aliyê kameraya ewlehiyê ve hat kişandin. Ciwanan derbarê polîsan de gilî kir. 
 
Li navçeya Nisêbînê ya Mêrdînê derket holê ku şeva sersalê B.K. (16) û Huseyîn Gokalp (18) ên ku cil û bergên netewî li xwe kiribûn û ji dawetek xizmê xwe vedigeriyan malê, polîsên tîmên taybet pêşiya wan girtin û li wan dan. Tundiya polîsan li taxa Dîcleyê li kolana Can derdora saet 23.30’an qewimî ye. Kamareya ewlehiyê ya dikanekê vê kêliya tundiya polîsan ku li her du ciwanan kirine, tomar kiriye. Lê hat zanîn ku saeta kamerayê li pêş bûye. 
 
SERÊ WAN LI WESAYÎTA ZIRXÎ DIXIN 
 
Di dîmen de tê xuyakirin ku polîs bi wesayîta zirxî pêşiya her du welatiyan digirin û sê polîsên tîmên taybet ji wesayîta zirxî peya dibin û ji nişkeve êrişî her du ciwanan dikin. Polîs serê van her du ciwanan li wesayîta zirxî dixin û pişt re jî bi pehîn û kulman li wan didin. Di vê kêliyê de dilê polîsê di wesayîtê de ye rehet nabe û peya dibe bi pehînan li her du ciwanan dide. Piştre her du ciwan li erdê tên dirêjkirin û dîsa polîs li wan didin. Di dîmen de tê dîtin ku polîsek bi pehînan li serê ciwanekî dide. Piştî tundiya ku li erdê diqede her du welatiyan radikin ser pêya û kontrola nasnameya wan dikin û paşê jî wan berdidin. 
 
Li gorî agahiyên hatin bidestxistin, ciwanan tundiya li wan hatiye kirin ji malbatê xwe re vegotine. Ciwan piştî hîn bûn ku li cihê bûyerê kameraya ewlehiyê heye, serî li Komeleya Hiqûqnasên ji bo Azadiyê (OHD) a Şaxa Mêrdînê dan. Ciwan bi rêya parêzerên endamên OHD’ê serî li Serdozgeriya Komarê ya Nisêbînê dan. 
 
TIŞTÊN HAT SERÊ WAN JI DOZGER RE VEGOTIN 
 
Huseyîn Gokalp di îfadeya daye dozgeriyê de dibêje ku kêliya ku li kolana dimeşiyan polîsan bi wesayîta zirxî pêşiya wan girtiye û gotine, “(…) ev cilên li ser we çine” û çêr û heqaret li wan kirine. Gokalp diyar kiriye ku polîsan li wan daye û polîsek rûpoşkirî serî avêtiye wî û di vê navberê de serê wî li wesayîtê ketiye. Gokalp di dewama îfadeya xwe de dibêje, “Paşê min û B.K. li erdê dirêj dikin. Li ser me lêgerîn pêk anîn. Polîsan bi pehînan li me da. Çi dihat ser devê wan digotin û çêr û heqaretên giran li me dikirin. Polîsan ji me re digot, ‘wek din cilek nîne’. Ji ber van cilên me tundiyê li me kirin.” 
 
BI ÇEKÊ GEF XWARIYE 
 
B.K., ê 16 salî jî di îfadeya xwe de destnîşan kiriye ku polîsan heqaret û çêra li wan kiriye û paşê jî tundiyê li wan kirine û wiha dibêje: “Ji nişkeve bi pehîn, kulm û şimaqan li me dan. Kêliyek me li erdê dirêj kirin û li me dan. Nasnameyên me girtin û kontrola GBT’ê kirin. Polîsek sîleha xwe danî ser ranê min û heqaret dikir. Ranê min pir êşiya. Hê jî şopa sîleha wî di ranê min de heye. Li gorî encamên GBT’ê polîsek ji min re got, ‘tu kurê Zekî K.’yî’ min got erê. Li ser vê yekê polîsekî şidiyayî serî min li wesayîta zirxî da.” 
 
GILIYÊ POLÎSAN KIRIN 
 
Ciwan bi hêceta “nefret û cihêkariyê”, “çêr û heqaret” û “gefxwarinê” derbarê polîsên ji ber cilên wan netewî de li wan dan, gilî kirin. Dayika B.K., Canan K., jî ji ber polîsan li lawê wê daye giliyê wan kir. 
 
OHD: LÊPIRSÎN HAT DESTPÊKIRIN 
 
OHD’a Mêrdînê tişta ku hatiye qewimandin wek “li dijî mirovatiyê, muameleya rûmet şikandinê û îşkenceyê” pênase kir û destnîşan kir ku du ciwan ji ber cilên xwe yên netewî bi îşkence, gef û heqaretê re rûbirû mane. OHD diyar kir ku li ser gilîkirina ku hat kirin, lêpirsîn hatiye destpêkirin. 
 
MA / Ahmet Kanbal
 

Sernavên din

07/01/2023
22:11 Li navçeyên Stenbolê 3 jinên kurd ên hatin qetilkirin hatin bibîranîn
21:46 Li Ewropayê bi deh hezaran kesî xwest ku komkujî bê ronîkirin
19:02 Li Kobanê ciwanan komkujiyên li Parîsê protesto kirin
18:36 Diz ketin Cemiyeta Rojnamevanan a Bedlîsê
16:57 Ferît Orak nayê berdan: Nexweşiyên wî lê nû bûn
16:55 Kurtulan: Divê em li dijî tecrîdê têkoşînê berfireh bikin
16:39 ‘Tu hêz nikare siyaseta demokratîk bloke bike’
16:38 TJA’yê û HDP’ê cangoriyên Parîs û Silopiyayê bi bîr anîn
16:17 Girtiyê nexweş ê 82 salî êdî nikare biaxive!
15:40 PENa Kurd: Divê qada navnetewî xwedî li nivîskar û rojnamegerên girtî derkeve
15:24 ÎHD’ê xwest girtiyê nexweş Gurban were berdan
15:07 TJA: Em dengê xwe bi dengê jinên Kurdistanê re bilind dikin
15:03 Dayika Aştiyê Bedriye Demîr hate veşartin
14:52 Bûldan: HDP dê bi namzetê/a xwe bikeve hilbijartinê
14:41 Polîsan gule berdan dolmîşa penaberan: Kesek mir, kesek birîndar bû
14:35 35 sal in agahî ji Îsa Soysal nayê girtin
14:35 Dayikên Şemiyê : Em ji bo qûrbaniyên Basayê edaletê dixwazin
13:59 Doza Denîz Poyraz: Em ê dosyeyê bibin dadgehên bilind
13:35 Ozdogan: Di pergala hiqûqê de blokekirina alîkariyê tune ye
11:56 Berxwedana li Rojhilat û Îranê dê li Amedê were nîqaşkirin
11:27 Malbata Şenyaşar: Tawanbar xwe li pişt AKP’ê veşartiye
10:59 Li Îranê 2 kes hatin bidarvekirin
10:46 Abdullah Ocalan: ‘Gladioya nû’ nayê fêmkirin, dibe meylên bi vî rengî rû bidin
10:13 Sê jinên ku rêya wan li ser têkoşîna azadiyê gihîşt hev !
09:40 Dest ji koçertiya bi salan berdide!
09:29 Gelê Amedê: Bi bloqekirina xizîneyê nikarin vîna gel bişkînin HDP gel e
09:11 Rojnamevan Gulo: Gel li xaka Sûriyeyê li çareseriyê digere
09:02 Parêzer Yildirim: Heya hiqûq li Îmraliyê pêk neyê em ê têbikoşin
09:02 Li Amedê konsera Serê Salê tê lidarxistin
09:00 ROJEVA 7'Ê ÇILEYA 2023'YAN
08:05 Li Amedê otobusa rêwiyan wergeriya: 5 kes mirin 22 kes birîndar bûn
06/01/2023
23:00 Li Wêjegeh Amedê fîlmê ‘Pîrebok’ê
22:39 Li Kanîreşê berfê erdê spî kir
21:20 Dayika Aştiyê Demîr jiyana xwe ji dest da
16:13 Li dijî bikaranîna çekên kîmyewî bang: Divê demildest lêkolîn bê destpêkirin
15:54 Nobeta Aştiyê: Bila girtiyên nexweş bên berdan
15:36 Şandeya ku ji Başûr hat serdana DBP’ê kir
14:18 Sepanên li Deriyê Sînor ê Xabûrê rêya îxracatê dirêj kir!
14:16 OHD: Blokekirina hesabê alîkariya bo HDP’ê li dijî Destûra Bingehîn e
14:08 ÎSÎG’ê rapora sala 2022’yan aşkere kir: Hezar û 843 karkeran jiyana xwe ji dest da
14:01 Malbat û wasiyê Abdullah Ocalan ji bo hevdîtinê serî li dozgeriyê dan
13:55 Xelata Edaletê dan Emîne Şenyaşar
12:46 Li Edeneyê nan bû 5 TL
12:29 Vahyettîn Sari yê 25 sal in girtî ye sewqî Sîncanê hate kirin
12:29 Serokwekîlê Koma HDP’ê Olûç: Em bê vebijêrk nînin, em ê mezin bidin windakirin
12:02 Ji bo Îmraliyê gazî Wezareta Dadê kirin: Divê Ocalan bi parêzerên xwe re hevdîtinê bike
11:43 Sakîne Cansiz: Li Rojhilat baweriya min bi hêza jinê tê
11:34 Tifaqa Ked û Azadiyê: Em nêzî vebijêrka namzetê hevpar in
10:45 Bertek nîşanî biryara AYM’ê da: Darbeyeke li dijî siyaseta demokratîk e
10:40 Fehîm Taştekin: Li Sûriyeyê kurd dikarin hevkariyê bi ser bixînin
10:21 Wezaretê mirina Rozerîn Çûkûr weke ‘maf’ dît
10:07 Li Mêrsînê 8 kes hatin binçavkirin
10:03 Xwendekarên rastî êrişa nîjadperestan hatibûn hatin berdan
09:59 Lêçûyînên qeymeqamiyê hemû ji kîsî şaredariyê ne
09:58 Pitika ku di bin TIR’ê de ma jiyana xwe ji dest da
09:43 Li Pêtirgehê 32 qadên madenê hatine vekirin!
09:03 Şaredariya AKP'î ruxset da avahiya derqanûnî
09:03 Sînem Mihemed: Şermezarkirin têr nake, divê li dijî ambargoyê tevbigerin
09:02 Li Sêrtê seferberiya ji bo kurdî: Em xwedî li zimanê xwe derkevin
09:02 Li komeleya AVESTA'yê qursên kurdî dest pê kirin
09:01 Baltaci ku 30 sal in girtiye nayê berdan
09:01 ‘Gelo ji zilma kîmyasalê mezintir zilmek din heye?’
09:00 ROJEVA 6'Ê ÇILEYA 2023'YAN
05/01/2023
20:44 Amedsporê cardin qalevan Yokûşlû transfer kir
20:36 Platforma Jinan a Dersimê: Gulîstan Dokû li ku ye?
19:56 Li Hezêxê zarokekê hewl da ku xwe bikuje
18:54 Cenazeyê Evîn Goyiyê li Qendîlê spartin axê
16:53 Li Şirnexê jinên kurd ên hatin qetilkirin hatin bibîranîn
16:52 Togrûl: Gelo AYM di fermana kê de ye?
16:43 AYM’ê biryara HDP’ê teblîxî parêzeran nekir
16:40 ‘Berevajîkirinên emniyetê bûn mijara darizandinê’
15:34 Qeymeqamtiyê têkildarî tundiya polîsan a li Nisêbînê daxuyanî da
15:20 Cenazeyê Mîr Perwer di bin dorpêçê de hat veşartin
15:00 Parêzerên Abdullah Ocalan ji bo hevdîtinê serlêdan kirin
14:59 Qeyûm li Amedê ji bo kadroyan seferber bûn: Herî kêm 700 kesan dikin kadro
14:59 Doza GOÇÎZDER’ê: 13 kes hatin berdan
14:47 Cenazeyê Emîne Kara ber bi Qendîlê ve hate oxirkirin
14:29 Jinan li Amedê jinên kurd bibîr anî: Dengê jinan dengê şoreşê ye
14:15 Hesaba alîkariya Xizîneyê ya HDP’ê hate bloqekirin
13:52 Baroya Mêrdînê têkildarî tundiya polîsan daxuyanî da
13:04 Cenazeyê qurbaniyê êrişa Fransayê Abdurrahman Kizil hat veşartin
12:55 Derhiqûqtiya li girtîgehê: Hevdîtinên parêzer-girtiyan hatine guhdarîkirin
12:52 Cezayê gefxwarinê li kujer Onûr Gencer hat birîn
12:30 PAK’ê ji bo piştgiriyê serdana Malbata Şenyaşar kir
12:29 Tifaqa Ked û Azadiyê civiya
11:53 Çalakiya parlamenterên HDP’ê: Li Îmraliyê hiqûq ji holê hatiye rakirin
11:26 Li rojnamevana girtî Şahînliyê piştî 5 salan doz hate vekirin
11:15 Di operasyona leşkerî de daristan hatin şewitandin
10:46 Li Mezopotamyayê xetereya hişkesaliyê
10:02 Polîsan ji ber cil û bergên kurdî tundiyê li zarokek û ciwanekî kirin
09:04 Birayê Arvas ji bo Kîlyosê bang li parêzvanên mafên mirovan kir
09:04 Kursiya ku avêt polîsan wekî çekê hatiye hesibandin!
09:03 Li Nûrheqê qada ji bo kanên madenan hatiye veqetandin ji qada jiyanê berfirehtir e
09:03 Qeyûm nikaribû pere bide, 'Baxçeyê Gel' di nîvî de ma
09:03 Qeyûm ji dêvla Qada Bajêr, tuwalet çêkirine
09:03 Dadgeh: Beşdariya li civîna KCD'ê ne sûc e
09:02 Daxwazên Baroya Şirnexê yên ji bo tevlibûna dozên jinan tên redkirin
09:02 Tevî ku gurcikek wî nîne jî tedawiya wî nayê kirin
09:00 ROJEVA 5'Ê ÇILEYA 2023'YAN
04/01/2023
22:33 2 leşker ji ber destdirêjiyê hatin girtin