Jinan li Amedê jinên kurd bibîr anî: Dengê jinan dengê şoreşê ye

  • jin
  • 14:29 5 Çile 2023
  • |
img
AMED - Bi pêşengiya TJA’yê rêxistinên jinan ên li Amedê bi armanca salvegera qetilkirina sê jinên li Silopiyayê daxuyanî dan û wiha gotin: “Dengê jinan ên li dinyayê bilind dibe dengê şoreşê ye.”
 
Tevgera Jinên Azad (TJA), di salvegera qetilkirina Endama Meclisa Partiya Heremên Demokratik (DBP) Sêvê Demîr, Endama Kongreya Jinên Azad (KJA) Fatma Ûyar û Hevseroka Meclisa Gel a Silopiyayê Pakîze Nayir ku dema qedexeyên derketina derve di 4'ê çileya 2016'an de li navçeya Silopiya ya Şirnexê hatibûn qetilkirin li Qada Şêx Seîd (Deriyê Çiyê) a li Amedê çalakiyak li dar xistin. Di çalakiyê de pankarta “Hûn ê di zilma xwe de bifetisin, em ê li ber xwe bidin û şoreşa azadiyê biserxînin” û dowîzên “Jin Jinyan Azadî”, “Li ber kujeran serî rake” hatin hildan. Di çalakiyê de sê jinên hatine qetilkirin hatin bibîranîn û bertek nîşanî qetilkirina jinan hat dayîn. 
 
Rêveber û endamên Federasyona Komeleya Piştevaniya Hiqûqî ya bi Malbatên Girtî û Hikûmxwaran re ya Medê (MED TUHAD-FED), Komeleya Piştevaniyê ya bi Malbatên Girtî û Hikûmxwaran re (TUAY-DER) ya Amedê, Komeleya Yekitî Çand Piştevanî û Alîkariya bi Kesên Xizmên Xwe li Dergûşa Şaristaniyê Winda Kirine re (MEBYA-DER), Komeleya Lêkolînên Çand û Zimanên Mezopotamyayê (MED-DER), Komeleya Hiqûqnasên ji bo Azadiyê (OHD) û Hevserokên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ên Amedê Gulistan Atasoy û Zeyad Ceylan, endamên HDP û Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) ên Amedê tev li çalakiyê bûn. 
 
‘BERXWEDANA KOBANÊ JI JINÊN CÎHANÊ RE BÛ ÎLHAM’
 
Rêvebera MED TUHAD-FED’ê Safiye Akdag daxuyanî da û diyar kir ku dengê jinan ên li dinyayê bilind dibe û ev dengê şoreşê ye. Akdag da zanîn ku li Rojhilata Navîn hemû avakarên mêr ên olê îstîsmar dikin herî pêşî berê xwe dane destkeftiyên jinan. Akdagê wiha domand: “DAIŞ’a hov ku bi pêkanînên dijminahiya jinan li hemû dinyayê tirsa xwe belav kir û bi êrîşa li ser Şengalê jinên Kurd kir kole û di bazaran de firot bi van dîmenên tirsnak xof afirand. Li hemberî DAIŞ’ê di Kobanê de bi têkoşîneke bêhempa Arîn Mîrxan, Hevrîn Xelef û bi sedan jinên berxwedêr bi dirûşma jin jiyan azadî jiyana xwe feda kirin û nîşan dan ku berxwedan dibe serkeftinê. Şoreşa berxwedana Kobanê ji jinên dinyayê re bû îlham.”
 
‘XWEDÎ LI JINÊN AFGANISTAN Û ÎRANÊ DERKEVIN’
 
Akdag bal kişand ser serhildanên jinan yên li rojhilatê Kurdistanê, Îran û Afganistanê û wiha berdewam kir: “Jinan di Rojhilata ku rêgezên şerîatê derbasdar bûn de bi hişmendiya tarî ya serdema navîn re têkoşîn kirin. Bi qetilkirina Mahsa Amînî re jinan bi dirûşma Jin Jiyan Azadî serî hildan û bi qêrîn gotin êdî ew ê rêgezên şerîatê qebûl nekin. Li Afganistanê çawa Talîban bû pêşeng ewilî wekî Îranê êrîşî destkeftî û mafên jinan kir. Divê ji hêla hemû dinyayê ve xwedî li berxwedana jinên Afganistan û Îranê were derketin. Zimanên şoreşê zimanê jinan e. Li hemberî faşîzm û nijadperestiyê jin ji hemû civakê re pêşengtî dikin.”
 
SÊVÊ, FATMA Û PAKÎZE HATIN BIBÎRANÎN 
 
Akdag sê jinên li Silopyayê hatine qetilkirin bi bîr anî û wiha got: “Em wekî jinên kurd li dijî sirgûn, girtin û suîqestên ku li pêşengên me hatine destpêkirin, li vir in. Dîrok li hemberî pergala mêrane ya paşverû ya faşîst e, dîroka têkoşîna me ye. Sê jin sê rêhevalên me pêşengên tevgera jinan Sêvê Demîr, Pakîze Nayir û Fatma Uyar ên ku bawer dikirin jiyaneke azad ancax bi rêveberiya xweser ew ê mimkun be 10 sal berê li Silopiyayê hatin qetilkirin.Wan ji me re di şertên herî giran de wêrekiya berxwedanê nîşan dan. Desthilatdarî, pêşeng û rejimên dijminên jinan li her derê dinyayê jinên rêber û pêşeng hedef digrin û wan qetil dikin. 10 sal berê pêşengê têkoşîna jinan Sakîne Cansiz a ku hemû emrê xwe dabû têkoşîna li hemberî pergala kapîtalîst, parastina modela jiyaneke alternatif dikir û ji bo vê modele ava bike hewl didan, li Parîsê bi Fîdan Dogan û Leyla Şaylemez re hat qetilkirin. Yên ku dibêjin hemû jiyana min şer e, şoreşa jinan diafirînin û nirxên ku afirandine mezintir in.
 
AKARSEL Û GOYÎ HATIN BIBÎRXISTIN
 
Akdagê Nagihan Akarsel û Evîn Goyî jî bi bîr anî û wiha berdewam kir: “Felsefeya dirûşmeya Jin Jiyan Azadî bi pêşengtiya jinên Kurd li hemû dinyayê belav bû. Pergalên mêrane yên tehamûla wan ji vê yekê re tune bû, li her derê bi dijminahiya jinan êrîş pêk anîn. Di 10’ê Cotmehê de edîtora kovara Jineolojiyê Nagehan Akarsel li Silêmaniyê hat qetilkirin. Evîn Goyî ya li Rojava ku bi salan li hemberî pergala kapîtalîst di avakirina jiyaneke alternatif de cih digirt û di şerên DAİŞ’ê de li jiyanê ma, lê bi du hevalên xwe re di êrîşa Parîsê de hat qetilkirin.”
 
‘CIVAK TÊ PÛÇKIRIN’
 
Akdag windakirina Gulistan Dokû ya li Dêrsimê jî bi bîr xist û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Ev 4 sal in bêwestan û bênavber me pirsî. Îro jî 5’ê Çileyê ye û ji roja ku wenda bûye dîsa dipirisin. Gulistan Doku li ku ye. Bi polîtikayên şer hêzên mihraq, bi awayekî hatine gel hev, bedenên jinan bedenên zarokan jî kirine obje û çanda tecawûzê xwezayî û ji rêzê kirine. Xizanî tê mezinkirin, xizanî wekî polîtîka tê bikaranîn û civak tê pûçkirin. Em dizanin, Li hember in û em Qebûl nakin. Em diqîrin Jin Jiyan Azadî: dirûşma me ya li hemberî mirin û polîtikayên şerê jiyan, li hemberî mêtîngerî û paşverûtiyê azadî ye. Em dengê xwe bi jinên ku li malê, li kuçeyê, li kargehê tundî dibînin û rastî neheqiyê tên berz dikin. Dengê xwe bi jinên Îran, Belluc, Rojhilatî, Rojavayî û jinên Afgan re berz dikin. Em Dengê xwe ji bo hemû rêhevalên xwe yên ku li hemberî newekheviyê bê tirs têdikoşin berz dikin.”
 
Çalakî bi berzkirina dirûşma “Jin jiyan azadî” bi dawî bû.
 

Sernavên din

07/01/2023
22:11 Li navçeyên Stenbolê 3 jinên kurd ên hatin qetilkirin hatin bibîranîn
21:46 Li Ewropayê bi deh hezaran kesî xwest ku komkujî bê ronîkirin
19:02 Li Kobanê ciwanan komkujiyên li Parîsê protesto kirin
18:36 Diz ketin Cemiyeta Rojnamevanan a Bedlîsê
16:57 Ferît Orak nayê berdan: Nexweşiyên wî lê nû bûn
16:55 Kurtulan: Divê em li dijî tecrîdê têkoşînê berfireh bikin
16:39 ‘Tu hêz nikare siyaseta demokratîk bloke bike’
16:38 TJA’yê û HDP’ê cangoriyên Parîs û Silopiyayê bi bîr anîn
16:17 Girtiyê nexweş ê 82 salî êdî nikare biaxive!
15:40 PENa Kurd: Divê qada navnetewî xwedî li nivîskar û rojnamegerên girtî derkeve
15:24 ÎHD’ê xwest girtiyê nexweş Gurban were berdan
15:07 TJA: Em dengê xwe bi dengê jinên Kurdistanê re bilind dikin
15:03 Dayika Aştiyê Bedriye Demîr hate veşartin
14:52 Bûldan: HDP dê bi namzetê/a xwe bikeve hilbijartinê
14:41 Polîsan gule berdan dolmîşa penaberan: Kesek mir, kesek birîndar bû
14:35 35 sal in agahî ji Îsa Soysal nayê girtin
14:35 Dayikên Şemiyê : Em ji bo qûrbaniyên Basayê edaletê dixwazin
13:59 Doza Denîz Poyraz: Em ê dosyeyê bibin dadgehên bilind
13:35 Ozdogan: Di pergala hiqûqê de blokekirina alîkariyê tune ye
11:56 Berxwedana li Rojhilat û Îranê dê li Amedê were nîqaşkirin
11:27 Malbata Şenyaşar: Tawanbar xwe li pişt AKP’ê veşartiye
10:59 Li Îranê 2 kes hatin bidarvekirin
10:46 Abdullah Ocalan: ‘Gladioya nû’ nayê fêmkirin, dibe meylên bi vî rengî rû bidin
10:13 Sê jinên ku rêya wan li ser têkoşîna azadiyê gihîşt hev !
09:40 Dest ji koçertiya bi salan berdide!
09:29 Gelê Amedê: Bi bloqekirina xizîneyê nikarin vîna gel bişkînin HDP gel e
09:11 Rojnamevan Gulo: Gel li xaka Sûriyeyê li çareseriyê digere
09:02 Parêzer Yildirim: Heya hiqûq li Îmraliyê pêk neyê em ê têbikoşin
09:02 Li Amedê konsera Serê Salê tê lidarxistin
09:00 ROJEVA 7'Ê ÇILEYA 2023'YAN
08:05 Li Amedê otobusa rêwiyan wergeriya: 5 kes mirin 22 kes birîndar bûn
06/01/2023
23:00 Li Wêjegeh Amedê fîlmê ‘Pîrebok’ê
22:39 Li Kanîreşê berfê erdê spî kir
21:20 Dayika Aştiyê Demîr jiyana xwe ji dest da
16:13 Li dijî bikaranîna çekên kîmyewî bang: Divê demildest lêkolîn bê destpêkirin
15:54 Nobeta Aştiyê: Bila girtiyên nexweş bên berdan
15:36 Şandeya ku ji Başûr hat serdana DBP’ê kir
14:18 Sepanên li Deriyê Sînor ê Xabûrê rêya îxracatê dirêj kir!
14:16 OHD: Blokekirina hesabê alîkariya bo HDP’ê li dijî Destûra Bingehîn e
14:08 ÎSÎG’ê rapora sala 2022’yan aşkere kir: Hezar û 843 karkeran jiyana xwe ji dest da
14:01 Malbat û wasiyê Abdullah Ocalan ji bo hevdîtinê serî li dozgeriyê dan
13:55 Xelata Edaletê dan Emîne Şenyaşar
12:46 Li Edeneyê nan bû 5 TL
12:29 Vahyettîn Sari yê 25 sal in girtî ye sewqî Sîncanê hate kirin
12:29 Serokwekîlê Koma HDP’ê Olûç: Em bê vebijêrk nînin, em ê mezin bidin windakirin
12:02 Ji bo Îmraliyê gazî Wezareta Dadê kirin: Divê Ocalan bi parêzerên xwe re hevdîtinê bike
11:43 Sakîne Cansiz: Li Rojhilat baweriya min bi hêza jinê tê
11:34 Tifaqa Ked û Azadiyê: Em nêzî vebijêrka namzetê hevpar in
10:45 Bertek nîşanî biryara AYM’ê da: Darbeyeke li dijî siyaseta demokratîk e
10:40 Fehîm Taştekin: Li Sûriyeyê kurd dikarin hevkariyê bi ser bixînin
10:21 Wezaretê mirina Rozerîn Çûkûr weke ‘maf’ dît
10:07 Li Mêrsînê 8 kes hatin binçavkirin
10:03 Xwendekarên rastî êrişa nîjadperestan hatibûn hatin berdan
09:59 Lêçûyînên qeymeqamiyê hemû ji kîsî şaredariyê ne
09:58 Pitika ku di bin TIR’ê de ma jiyana xwe ji dest da
09:43 Li Pêtirgehê 32 qadên madenê hatine vekirin!
09:03 Şaredariya AKP'î ruxset da avahiya derqanûnî
09:03 Sînem Mihemed: Şermezarkirin têr nake, divê li dijî ambargoyê tevbigerin
09:02 Li Sêrtê seferberiya ji bo kurdî: Em xwedî li zimanê xwe derkevin
09:02 Li komeleya AVESTA'yê qursên kurdî dest pê kirin
09:01 Baltaci ku 30 sal in girtiye nayê berdan
09:01 ‘Gelo ji zilma kîmyasalê mezintir zilmek din heye?’
09:00 ROJEVA 6'Ê ÇILEYA 2023'YAN
05/01/2023
20:44 Amedsporê cardin qalevan Yokûşlû transfer kir
20:36 Platforma Jinan a Dersimê: Gulîstan Dokû li ku ye?
19:56 Li Hezêxê zarokekê hewl da ku xwe bikuje
18:54 Cenazeyê Evîn Goyiyê li Qendîlê spartin axê
16:53 Li Şirnexê jinên kurd ên hatin qetilkirin hatin bibîranîn
16:52 Togrûl: Gelo AYM di fermana kê de ye?
16:43 AYM’ê biryara HDP’ê teblîxî parêzeran nekir
16:40 ‘Berevajîkirinên emniyetê bûn mijara darizandinê’
15:34 Qeymeqamtiyê têkildarî tundiya polîsan a li Nisêbînê daxuyanî da
15:20 Cenazeyê Mîr Perwer di bin dorpêçê de hat veşartin
15:00 Parêzerên Abdullah Ocalan ji bo hevdîtinê serlêdan kirin
14:59 Qeyûm li Amedê ji bo kadroyan seferber bûn: Herî kêm 700 kesan dikin kadro
14:59 Doza GOÇÎZDER’ê: 13 kes hatin berdan
14:47 Cenazeyê Emîne Kara ber bi Qendîlê ve hate oxirkirin
14:29 Jinan li Amedê jinên kurd bibîr anî: Dengê jinan dengê şoreşê ye
14:15 Hesaba alîkariya Xizîneyê ya HDP’ê hate bloqekirin
13:52 Baroya Mêrdînê têkildarî tundiya polîsan daxuyanî da
13:04 Cenazeyê qurbaniyê êrişa Fransayê Abdurrahman Kizil hat veşartin
12:55 Derhiqûqtiya li girtîgehê: Hevdîtinên parêzer-girtiyan hatine guhdarîkirin
12:52 Cezayê gefxwarinê li kujer Onûr Gencer hat birîn
12:30 PAK’ê ji bo piştgiriyê serdana Malbata Şenyaşar kir
12:29 Tifaqa Ked û Azadiyê civiya
11:53 Çalakiya parlamenterên HDP’ê: Li Îmraliyê hiqûq ji holê hatiye rakirin
11:26 Li rojnamevana girtî Şahînliyê piştî 5 salan doz hate vekirin
11:15 Di operasyona leşkerî de daristan hatin şewitandin
10:46 Li Mezopotamyayê xetereya hişkesaliyê
10:02 Polîsan ji ber cil û bergên kurdî tundiyê li zarokek û ciwanekî kirin
09:04 Birayê Arvas ji bo Kîlyosê bang li parêzvanên mafên mirovan kir
09:04 Kursiya ku avêt polîsan wekî çekê hatiye hesibandin!
09:03 Li Nûrheqê qada ji bo kanên madenan hatiye veqetandin ji qada jiyanê berfirehtir e
09:03 Qeyûm nikaribû pere bide, 'Baxçeyê Gel' di nîvî de ma
09:03 Qeyûm ji dêvla Qada Bajêr, tuwalet çêkirine
09:03 Dadgeh: Beşdariya li civîna KCD'ê ne sûc e
09:02 Daxwazên Baroya Şirnexê yên ji bo tevlibûna dozên jinan tên redkirin
09:02 Tevî ku gurcikek wî nîne jî tedawiya wî nayê kirin
09:00 ROJEVA 5'Ê ÇILEYA 2023'YAN
04/01/2023
22:33 2 leşker ji ber destdirêjiyê hatin girtin