Li Şirnexê jinên kurd ên hatin qetilkirin hatin bibîranîn

  • jin
  • 16:53 5 Çile 2023
  • |
img
ŞIRNEX - Li navçeya Silopiyayê her 7 jinên kurd ku di dîrokên cuda de hatine qetilkirin hatin bibîranin. Parlamentera HDP'ê Nûran Îmîr a di bîranînê de axivî wiha got: "Di kesayeta jinên pêşeng de dixwazin tirsê ava bikin û tekoşina me têk bibin. Lê ew nizanin ku tekoşina me ji tirsa wan mezintir e."
 
Tevgera Jinên Azad (TJA) û Meclisa Jinan a HDP’ê li navçeya Silopiya ya Şirnexê li avahiya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) bi minasebeta salvegera qetilkirina Endama Meclisa Partiya Heremên Demokratik (DBP) Sêvê Demîr, Endama Kongreya Jinên Azad (KJA) Fatma Ûyar û Hevseroka Meclisa Gel a Silopiyayê Pakîze Nayir ku dema qedexeyên derketina derve di 4’ê çileya 2016’an de li navçeya Silopiya ya Şirnexê hatibûn qetilkirin li ser gorên wan bi bîr anîn. TJA'yê û Meclisa Jinan a HDP'ê bi vê minasebetê yek ji damezrînera PKK'ê Sakîne Cansiz, Nûnera Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê ya Parîsê Fîdan Dogan û endama Tevgera Ciwanên Kurd Leyla Şaylemez ên di 9'ê Çileya 2013'an de li paytexta Fransa Parîsê û Endama Komîteya KCK'ê Emîne Kara (Evîn Goyî) ku di 23'yê cotmehê de di êrîşa li dijî Navenda Çandê ya Ahmet Kaya de hatibû qetilkirin jî bibîranîn. Dayika Sêvê Demîr, Pakize Nayir, Fatma Uyarê, parlamenterên HDP’ê Nûran Îmîr û Serpîl Kemalbay, rêxistinên HDP’ê yên navend û navçeyên Şirnexê tev li bîranînê bûn. Di bîranînê de wêneyê her 7 jinan û Nagihan Akarsel û Jîna Emînî cih girt. Bîranîn bi deqîqeyek rêzgirtinê destpê kir. 
 
Di destpêka bîranînê de Hevseroka HDP’ê ya Sîlopiyayê Asuman Kulter axivî. Kulter diyar kir ku ew ê şopdarên tekoşina doza jinên şoreşger bin û wiha got: "Heta ku kujer hesab didin em ê şopdarên doza wan bin. Heta ku em xewn û xeyalên wan pêk tînin em ê tebikoşin."
 
Piştre sînevizyona ku jiyana her 7 jinan vedibêje hate temaşekirin.
 
‘ÊDÎ TEHAMULA ME NEMA’
 
Pişt re dayika Sêvê Demîr, Sakîne Demîr axivî. Demîr, diyar kir ku her carê jinên tekoşer tên hedef girtin û wiha axivî: "Ez bejna xwe li ber wan ditewinim. Encax jin dikare welat azad bikin. Heya kengî wê zilm li me bê kirin, ev çend sal in ji Ocalan agahî nayê standin. Çima kurd bêdeng in? Hevala Evîn çi kiri bû? Evîna Parîs parast, çima Parîsê nekarî wê biparêze? Jin çima narabin. Îro kîjan jin serê xwe rake qetil dikin. Tu tehamûla me nema ye. Li ser axa Kurdistanê cih nema ye ku cenaze bên veşartin. Em çima narabin? Divê ku em vê qebûl nekin. Agir bi çiya bikeve wê rih bi hev re bişewite. Bila jin, ciwan rabin. Ev çend sal in em ji birêz Ocalan agahî nastînin. Em nizanin sax e yan jî miriye. Bila kurd bibin yek. Yan man yan jî neman. Yan azadî yan azadî. Jin jiyan azadî. Şehîd namirin.”
 
'JI BO FAŞÎZMÊ MAYINDE BIKIN VAN KOMKUJIYAN PÊK TÎNIN'
 
Piştre parlementera HDP’ê ya Îzmîrê Serpil Kemalbay axivî. Kemlbay jî bal kişand li ser tekoşina jinan û wiha axivî: "Ji bo guhertinên radîkal li Kurdistan û Tirkiyeyê pêk bînin têkoşiyan. Ew ji şiyarbûna jinan ditirsiyan. Ditirsin ku daxwaza azadiya jinan pergalê biguherinîn. Kî ji bo guhertina vê pergala li ber xwe bide vê dewleta hov her tim êrîşî wan kiriye. Ji bo faşîzmê mayinde bihêlin van komkujiyan pêk tînin. Em ê hesaba hevalên me yên ku hatine qetilkirin bipirsin.” 
 
Piştre mewlîd hat dayin. Jin piştî mewlîdê çûn ser gorên her sê jinan ên li Goristana Nalarû ya Şirnexê.
 
‘TEKOŞINA WAN QIBLEYA ME YE’
 
Li vir jî parlementera HDP’ê ya Şirnexê Nuran İmir, axivî. Îmîr jî bal kişand li ser tekoşina her sê jinan û got: "7 sal beriya niha rêhevalên me hatin qetilkirin. 37 roj kolanên Silopiyayê bê av man. 37 roj bi bombardimanan êrîşkirin. Di van deqexeyan de 67 kes ji aliyê van hêzên tarî vê hatin qetilkirin. Di roja 19’an de ev hevalên me hatin birîndarkirin. Şuna ku wan rizgar bikin terkî mirinê kirin. Di oxira azadiyê de ev hevalên me hatin qetilkirin. Li hemberî daxwaza jiyana azad tişta ku ji gelê kurd rewa tê ditin mirin û zordestiye. Bi polîtîkayên xwe yên qirêj ku tê de sucê mirovahiyê heye êrîş dike. Di kesayeta jinên pêşeng de dixwazin tirsê ava bikin û tekoşina me têk bibin. Lê ew nizanin ku tekoşina me ji tirsa wan mezintir e. Em soz didin em ê ala daxwaza azadiyê bilind bikin. Em ê li hemberî vê hişmendiyê serê xwe netewînin. Em keda wan û tekoşina wan ji bîr nakin û em ê nedin jibîrkirin. Yê ku dixwazin van hevalên me bidin jibîrkirin bila xwe şaş nekin em ê wan ji bîr nekin. Tekoşina wan qibleya me ye. Em ji mirinê mezintirin û em ê dev ji tekoşina xwe bernedin."
 
Piştî axaftinan qerenfîl danîn ser gorên her sê jinan.
 

Sernavên din

07/01/2023
22:11 Li navçeyên Stenbolê 3 jinên kurd ên hatin qetilkirin hatin bibîranîn
21:46 Li Ewropayê bi deh hezaran kesî xwest ku komkujî bê ronîkirin
19:02 Li Kobanê ciwanan komkujiyên li Parîsê protesto kirin
18:36 Diz ketin Cemiyeta Rojnamevanan a Bedlîsê
16:57 Ferît Orak nayê berdan: Nexweşiyên wî lê nû bûn
16:55 Kurtulan: Divê em li dijî tecrîdê têkoşînê berfireh bikin
16:39 ‘Tu hêz nikare siyaseta demokratîk bloke bike’
16:38 TJA’yê û HDP’ê cangoriyên Parîs û Silopiyayê bi bîr anîn
16:17 Girtiyê nexweş ê 82 salî êdî nikare biaxive!
15:40 PENa Kurd: Divê qada navnetewî xwedî li nivîskar û rojnamegerên girtî derkeve
15:24 ÎHD’ê xwest girtiyê nexweş Gurban were berdan
15:07 TJA: Em dengê xwe bi dengê jinên Kurdistanê re bilind dikin
15:03 Dayika Aştiyê Bedriye Demîr hate veşartin
14:52 Bûldan: HDP dê bi namzetê/a xwe bikeve hilbijartinê
14:41 Polîsan gule berdan dolmîşa penaberan: Kesek mir, kesek birîndar bû
14:35 35 sal in agahî ji Îsa Soysal nayê girtin
14:35 Dayikên Şemiyê : Em ji bo qûrbaniyên Basayê edaletê dixwazin
13:59 Doza Denîz Poyraz: Em ê dosyeyê bibin dadgehên bilind
13:35 Ozdogan: Di pergala hiqûqê de blokekirina alîkariyê tune ye
11:56 Berxwedana li Rojhilat û Îranê dê li Amedê were nîqaşkirin
11:27 Malbata Şenyaşar: Tawanbar xwe li pişt AKP’ê veşartiye
10:59 Li Îranê 2 kes hatin bidarvekirin
10:46 Abdullah Ocalan: ‘Gladioya nû’ nayê fêmkirin, dibe meylên bi vî rengî rû bidin
10:13 Sê jinên ku rêya wan li ser têkoşîna azadiyê gihîşt hev !
09:40 Dest ji koçertiya bi salan berdide!
09:29 Gelê Amedê: Bi bloqekirina xizîneyê nikarin vîna gel bişkînin HDP gel e
09:11 Rojnamevan Gulo: Gel li xaka Sûriyeyê li çareseriyê digere
09:02 Parêzer Yildirim: Heya hiqûq li Îmraliyê pêk neyê em ê têbikoşin
09:02 Li Amedê konsera Serê Salê tê lidarxistin
09:00 ROJEVA 7'Ê ÇILEYA 2023'YAN
08:05 Li Amedê otobusa rêwiyan wergeriya: 5 kes mirin 22 kes birîndar bûn
06/01/2023
23:00 Li Wêjegeh Amedê fîlmê ‘Pîrebok’ê
22:39 Li Kanîreşê berfê erdê spî kir
21:20 Dayika Aştiyê Demîr jiyana xwe ji dest da
16:13 Li dijî bikaranîna çekên kîmyewî bang: Divê demildest lêkolîn bê destpêkirin
15:54 Nobeta Aştiyê: Bila girtiyên nexweş bên berdan
15:36 Şandeya ku ji Başûr hat serdana DBP’ê kir
14:18 Sepanên li Deriyê Sînor ê Xabûrê rêya îxracatê dirêj kir!
14:16 OHD: Blokekirina hesabê alîkariya bo HDP’ê li dijî Destûra Bingehîn e
14:08 ÎSÎG’ê rapora sala 2022’yan aşkere kir: Hezar û 843 karkeran jiyana xwe ji dest da
14:01 Malbat û wasiyê Abdullah Ocalan ji bo hevdîtinê serî li dozgeriyê dan
13:55 Xelata Edaletê dan Emîne Şenyaşar
12:46 Li Edeneyê nan bû 5 TL
12:29 Vahyettîn Sari yê 25 sal in girtî ye sewqî Sîncanê hate kirin
12:29 Serokwekîlê Koma HDP’ê Olûç: Em bê vebijêrk nînin, em ê mezin bidin windakirin
12:02 Ji bo Îmraliyê gazî Wezareta Dadê kirin: Divê Ocalan bi parêzerên xwe re hevdîtinê bike
11:43 Sakîne Cansiz: Li Rojhilat baweriya min bi hêza jinê tê
11:34 Tifaqa Ked û Azadiyê: Em nêzî vebijêrka namzetê hevpar in
10:45 Bertek nîşanî biryara AYM’ê da: Darbeyeke li dijî siyaseta demokratîk e
10:40 Fehîm Taştekin: Li Sûriyeyê kurd dikarin hevkariyê bi ser bixînin
10:21 Wezaretê mirina Rozerîn Çûkûr weke ‘maf’ dît
10:07 Li Mêrsînê 8 kes hatin binçavkirin
10:03 Xwendekarên rastî êrişa nîjadperestan hatibûn hatin berdan
09:59 Lêçûyînên qeymeqamiyê hemû ji kîsî şaredariyê ne
09:58 Pitika ku di bin TIR’ê de ma jiyana xwe ji dest da
09:43 Li Pêtirgehê 32 qadên madenê hatine vekirin!
09:03 Şaredariya AKP'î ruxset da avahiya derqanûnî
09:03 Sînem Mihemed: Şermezarkirin têr nake, divê li dijî ambargoyê tevbigerin
09:02 Li Sêrtê seferberiya ji bo kurdî: Em xwedî li zimanê xwe derkevin
09:02 Li komeleya AVESTA'yê qursên kurdî dest pê kirin
09:01 Baltaci ku 30 sal in girtiye nayê berdan
09:01 ‘Gelo ji zilma kîmyasalê mezintir zilmek din heye?’
09:00 ROJEVA 6'Ê ÇILEYA 2023'YAN
05/01/2023
20:44 Amedsporê cardin qalevan Yokûşlû transfer kir
20:36 Platforma Jinan a Dersimê: Gulîstan Dokû li ku ye?
19:56 Li Hezêxê zarokekê hewl da ku xwe bikuje
18:54 Cenazeyê Evîn Goyiyê li Qendîlê spartin axê
16:53 Li Şirnexê jinên kurd ên hatin qetilkirin hatin bibîranîn
16:52 Togrûl: Gelo AYM di fermana kê de ye?
16:43 AYM’ê biryara HDP’ê teblîxî parêzeran nekir
16:40 ‘Berevajîkirinên emniyetê bûn mijara darizandinê’
15:34 Qeymeqamtiyê têkildarî tundiya polîsan a li Nisêbînê daxuyanî da
15:20 Cenazeyê Mîr Perwer di bin dorpêçê de hat veşartin
15:00 Parêzerên Abdullah Ocalan ji bo hevdîtinê serlêdan kirin
14:59 Qeyûm li Amedê ji bo kadroyan seferber bûn: Herî kêm 700 kesan dikin kadro
14:59 Doza GOÇÎZDER’ê: 13 kes hatin berdan
14:47 Cenazeyê Emîne Kara ber bi Qendîlê ve hate oxirkirin
14:29 Jinan li Amedê jinên kurd bibîr anî: Dengê jinan dengê şoreşê ye
14:15 Hesaba alîkariya Xizîneyê ya HDP’ê hate bloqekirin
13:52 Baroya Mêrdînê têkildarî tundiya polîsan daxuyanî da
13:04 Cenazeyê qurbaniyê êrişa Fransayê Abdurrahman Kizil hat veşartin
12:55 Derhiqûqtiya li girtîgehê: Hevdîtinên parêzer-girtiyan hatine guhdarîkirin
12:52 Cezayê gefxwarinê li kujer Onûr Gencer hat birîn
12:30 PAK’ê ji bo piştgiriyê serdana Malbata Şenyaşar kir
12:29 Tifaqa Ked û Azadiyê civiya
11:53 Çalakiya parlamenterên HDP’ê: Li Îmraliyê hiqûq ji holê hatiye rakirin
11:26 Li rojnamevana girtî Şahînliyê piştî 5 salan doz hate vekirin
11:15 Di operasyona leşkerî de daristan hatin şewitandin
10:46 Li Mezopotamyayê xetereya hişkesaliyê
10:02 Polîsan ji ber cil û bergên kurdî tundiyê li zarokek û ciwanekî kirin
09:04 Birayê Arvas ji bo Kîlyosê bang li parêzvanên mafên mirovan kir
09:04 Kursiya ku avêt polîsan wekî çekê hatiye hesibandin!
09:03 Li Nûrheqê qada ji bo kanên madenan hatiye veqetandin ji qada jiyanê berfirehtir e
09:03 Qeyûm nikaribû pere bide, 'Baxçeyê Gel' di nîvî de ma
09:03 Qeyûm ji dêvla Qada Bajêr, tuwalet çêkirine
09:03 Dadgeh: Beşdariya li civîna KCD'ê ne sûc e
09:02 Daxwazên Baroya Şirnexê yên ji bo tevlibûna dozên jinan tên redkirin
09:02 Tevî ku gurcikek wî nîne jî tedawiya wî nayê kirin
09:00 ROJEVA 5'Ê ÇILEYA 2023'YAN
04/01/2023
22:33 2 leşker ji ber destdirêjiyê hatin girtin