Tifaqa Ked û Azadiyê: Em nêzî vebijêrka namzetê hevpar in

img
NAVENDA NÛÇEYAN - Tifaqa Ked û Azadiyê banga beşdariya mitînga dê di 15’ê çile de li Stenbolê li dar bixe kir û got: “Em radigihînin ku di hilbijartina Serokkomariyê de di pêvajoya diyarkirina namzetê me de em nêzî namzetê hevpar in ku li gorî rêgezên me be û bi mutabakatê hatibe diyarkirin.”
 
Hevserok, serok û berdevkên pêkhateyên Tifaqa Ked û Azadiyê duh li otêlek Taksîma Stenbolê civiya bûn. Pêkhateyên Tifaqê têkildarî civînê daxuyaniya bi sernavê, “Em dibêjin vaye meydan: Em ê sala 2023’yan veguherînin sala guhertina siyasî” weşand. 
 
Daxuyaniya pêkhateyên Tifaqê wiha ye: 
 
“Karkerên hewl didin bi pereyên xwe li hev bikin, jinên ku li dijî zext û şîdetê derdikevin, ciwanên ku ji bo siberoja azad xeyal dikin, hemû nasnameyên ji bo azadiyê têdikoşin, elewiyên ku hemwelatiya wekhev dixwazin, kurdên ji bo demokrasî û wekheviyê têdikoşin; têkoşîna hemû gelên bindest têkoşîna me ye, daxwazên wan daxwazên me ne. Ev êriş li dijî tevahî civak, demokrasî, azadiyan û me ne. Em dizanin ku bi têkoşîneke hevpar em dikarin van êrişan rawestînin. Em bi xwe, bi ezmûna xwe ya têkoşînê, bi mîrateya xwe ya dîrokî, bi daxwaza gelê xwe ya guhertinê bawer in. Em bi berpirsyariya xwe ya ji bo rizgarkirina Tirkiyeyê ji rejîma yek zilamî ya zordar dizanin û bi biryar in ku wê biguherînin. 
 
ZEXTÊN LI SER HDP’Ê Û DBP’Ê 
 
Tirkiye di nava şert û mercên ku rastî ji holê rakirina demokrasî, hiqûq, maf û azadiyan tê, dikeve yek ji hilbijartinên herî girîng ên dîroka xwe. Zextên li ser siyaseta demokratîk her ku diçe zêde dibin. Ligel muxalefeta 7 endaman ku di nav wan de serokê Dadgeha Destûra Bingehîn a ji 15 kesan pêk tê jî, beriya dadgehkirina HDP'ê ku partiya herî mezin a 3'yemîn a Meclisê ye û dengên zêdeyî 6,5 mîlyon welatiyan bi dest xistibû, hesabên demkî hatin astengkirin, hesabên siyasî, beriya hilbijartinê anîn qonaxa biryarê. Hevserokê Giştî ya Partiya Herêmên Demokratîk Keskîn Bayindir, endam û rêveberên wê bi awayekî derqanûnî hatin girtin. Desteserkirina qeyûman a li dijî şaredariyên HDP’ê dewam dike. Amadekariyên ji bo desteserkirina Şaredariya Stenbolê ya bi qeyûm, piştî şaredariyên HDP'ê bi qedexekirina siyasî ya Şaredarê Bajarê Mezin ê Stenbolê Ekrem Îmamoglû dewam dikin. Bi binçavkirin, girtin, êriş, sansûr û cezayên pereyan re hewl tê dayîn hemû mekanîzmayên îtîrazê yên civakê bên felckirin û çapemeniya azad nikaribe bixebite. Weke ku di doza komploya Kobanê de, cezayên di doza Geziyê de, qedexeyên grevê û biryara Şûraya Dewletê ya derketina ji Peymana Stenbolê erê kir, daraz ji aliyê îktidarê ve weke amûreke siyasî tê bikaranîn.
 
Çend sermayedar û elîta serdest qezencê li qazancên xwe zêde dikin, nanê me her roj biçûktir dibe. Piştî karker û kedkaran, kesên teqawîtbûyî jî mehkûmî birçîbûnê hatin kirin. 
 
EM RÊ NEDIN BÊHIVIYÊ 
 
Weke Tifaqa Ked û Azadiyê, em îradeya xwe nîşan didin ku em ê bibin hêza ku vê pêvajoyê biguherîne û hemû êrişên li ser mafên me yên ku me bi diran û neynûkên xwe bi dest xistine, li ber xwe bide.
 
Em careke din diyar dikin ku ji bo parastina kursiyê xwe bi hemû beşên ku ji aliyê îktidarê ve hatine hedefgirtin, em di nava têkoşîneke mil bi mil de ne. Em bang li hemû hêzên muxalefeta civakî dikin ku nakokiyan bidin aliyekî û li dijî zilm û zordariya desthilatdariyê, xizanî û bêsiberojê bibin yekane deng. Cihê bêhêvîtiyê nemaye. Têkoşîna bi israr û mezin a endamên EYT’ê encam da. Xebatkarên Beakeart bi grevê defakto qedexe şikandin, rê li ber têkoşînê vekirin. Kampanyaya ‘ji bo her zarokî xwarinek bêpere, xwarina bi tendurist’ ku jinan li seranserê welêt pêk anî, her çend bi destkeftiyên kêm be jî, encamek derxist. Em bi çalakiyên hevpar ên karkerên Saya ya Edeneyê û karkerên Dîlokê, karkerên herêmî û penaber ên bi daxwaza zêdekirina meaş ketin sala nû. 
 
MITÎNGA EWIL DI 15’Ê ÇILE DE YE 
 
Weke Tifaqa Ked û Azadiyê em 15’ê çile roja yekşemê li Qada Kartal a Stenbolê bi dirûşma ‘Em ji xizanî, şer û zilmê re bêjin bes e’ yekemîn mîtînga xwe ya hevpar li dar dixin. Em ê bi vê mîtîngê ji rejîma yek zilamî ya dijminê gel û vê fermana bêhiqûqî re bi dirûşma ‘Em bi hev re biguherînin’ biqîrin. Bi beşdariya bi deh hezaran em ê daxwazên bi milyonan biqîrin. Em bang li hemû hêzên muxalefeta civakî dikin ku bi hev re vî dengî bilind bikin û mîtînga 2023’yan veguherînin şahiya guhertina siyasî.
 
EM NÊZÎ VEBIJÊRKA NAMZETÊ HEVPAR IN 
 
Di civîna xwe de me nirxandinên berfireh li ser hilbijartinên serokomarî û parlamentoyê yên ku dê îsal were lidarxistin, kirin. Me rê û rêbazên muhtemel, amadekarî û tevgerên xwe yên ji bo rizgarkirina Tirkiyeyê ji rejîma yek zilamî û di serdema nû de ji bo temsîliyeta herî xurt a hêzên ku ked û azadiyan diparêzin, nirxand. Geşedan veguherînek demokratîk a radîkal li ser Tirkiyeyê ferz dike. Em weke tifaq di vê mijarê de bi berpirsyariya xwe ya dîrokî dizanin û ji her demê bêhtir bi biryar in ku ji bo Tirkiyeyê ji şert û mercên heyî rizgar bikin hemû berpirsyariyên xwe bi cih bînin. Di pêvajoya diyarkirina namzetê xwe yê di hilbijartina Serokkomariyê de, em radigihînin ku em zêdetir nêzî vebijêrka namzetê hevpar in ku li gorî prensîbên me ye û bi lihevkirinê hatiye diyarkirin. Em bang li hemû hêzên civakî, bi taybetî jî mûxalefet ên ku guhertinê dixwazin û li hemberî civakê berpirsyar in, dikin ku bi cesaret bin û weke pêwîstiya vê berpirsyariya dîrokî bi awayekî vekirî û zelal berpirsyariyên xwe bi cih bînin.
 
Senaryoyên girtina partiyan, qedexeyên siyasî, nîşaneyên tund, binpêkirin û geşedanên li ser îhtîmala binpêkirina destûra bingehîn derbarê namzediya serokomariyê de nîşan dide ku tê xwestin Tirkiye ne tenê bi zext û êrişan ber bi hilbijartinan ve bibe, her wiha di hawîrdoreke mezin de jî bi rê ve bibe. Bi vê munasebetê em careke din diqîrin, Doza girtina HDP'ê ya ku tê wateya destwerdana li îradeya gel û hilbijartinan, bê rakirin, careke din neyê vekirin, her cure qedexeyên siyasî û pêkanînên qeyûman bi dawî bibin. 
 
JI BO EWLEHIYA HILBIJARTINÊ SEFERBERΠ
 
Tifaqa Ked û Azadiyê ne tenê pêkhateyên xwe, ji bo ewlehiya hilbijartinê ji bo çalakiyên hevpar bi hemû sazî û rêxistinên demokratîk re amade ye. Em dibînin ku heta niha di vî warî de gavên erênî hatine avêtin û ji bo ku îradeya gel bi temamî di sindoqan de cih bigire, tedbîrên pêwîst têne girtin û em vê yekê pêşwazî dikin. Divê hemû gelê me di nava ewlehiya hilbijartinê de cih bigire û ji niha ve seferber bibe. Xebatên hevpar û civînên gel ên li gelek bajaran bi taybetî li Enqere, Îzmîr, Edene, Stenbol û Dêrsimê pêk tên, potansiyela Tifaqa Ked û Azadiyê, bawerî û bendewariya gelê me nîşan dide. Yek ji erkên me yên siyasî yên herî bingehîn jî afirandina potansiyela siyasî û civakî ye. Li ser navê Tifaqê em careke din bang li hemû welatiyên xwe yên ku siberojek bi nirxên ked û azadiyan tê avakirin dixwazin. Werin em bi hev re biguherînin!"
 
 
 

Sernavên din

07/01/2023
22:11 Li navçeyên Stenbolê 3 jinên kurd ên hatin qetilkirin hatin bibîranîn
21:46 Li Ewropayê bi deh hezaran kesî xwest ku komkujî bê ronîkirin
19:02 Li Kobanê ciwanan komkujiyên li Parîsê protesto kirin
18:36 Diz ketin Cemiyeta Rojnamevanan a Bedlîsê
16:57 Ferît Orak nayê berdan: Nexweşiyên wî lê nû bûn
16:55 Kurtulan: Divê em li dijî tecrîdê têkoşînê berfireh bikin
16:39 ‘Tu hêz nikare siyaseta demokratîk bloke bike’
16:38 TJA’yê û HDP’ê cangoriyên Parîs û Silopiyayê bi bîr anîn
16:17 Girtiyê nexweş ê 82 salî êdî nikare biaxive!
15:40 PENa Kurd: Divê qada navnetewî xwedî li nivîskar û rojnamegerên girtî derkeve
15:24 ÎHD’ê xwest girtiyê nexweş Gurban were berdan
15:07 TJA: Em dengê xwe bi dengê jinên Kurdistanê re bilind dikin
15:03 Dayika Aştiyê Bedriye Demîr hate veşartin
14:52 Bûldan: HDP dê bi namzetê/a xwe bikeve hilbijartinê
14:41 Polîsan gule berdan dolmîşa penaberan: Kesek mir, kesek birîndar bû
14:35 35 sal in agahî ji Îsa Soysal nayê girtin
14:35 Dayikên Şemiyê : Em ji bo qûrbaniyên Basayê edaletê dixwazin
13:59 Doza Denîz Poyraz: Em ê dosyeyê bibin dadgehên bilind
13:35 Ozdogan: Di pergala hiqûqê de blokekirina alîkariyê tune ye
11:56 Berxwedana li Rojhilat û Îranê dê li Amedê were nîqaşkirin
11:27 Malbata Şenyaşar: Tawanbar xwe li pişt AKP’ê veşartiye
10:59 Li Îranê 2 kes hatin bidarvekirin
10:46 Abdullah Ocalan: ‘Gladioya nû’ nayê fêmkirin, dibe meylên bi vî rengî rû bidin
10:13 Sê jinên ku rêya wan li ser têkoşîna azadiyê gihîşt hev !
09:40 Dest ji koçertiya bi salan berdide!
09:29 Gelê Amedê: Bi bloqekirina xizîneyê nikarin vîna gel bişkînin HDP gel e
09:11 Rojnamevan Gulo: Gel li xaka Sûriyeyê li çareseriyê digere
09:02 Parêzer Yildirim: Heya hiqûq li Îmraliyê pêk neyê em ê têbikoşin
09:02 Li Amedê konsera Serê Salê tê lidarxistin
09:00 ROJEVA 7'Ê ÇILEYA 2023'YAN
08:05 Li Amedê otobusa rêwiyan wergeriya: 5 kes mirin 22 kes birîndar bûn
06/01/2023
23:00 Li Wêjegeh Amedê fîlmê ‘Pîrebok’ê
22:39 Li Kanîreşê berfê erdê spî kir
21:20 Dayika Aştiyê Demîr jiyana xwe ji dest da
16:13 Li dijî bikaranîna çekên kîmyewî bang: Divê demildest lêkolîn bê destpêkirin
15:54 Nobeta Aştiyê: Bila girtiyên nexweş bên berdan
15:36 Şandeya ku ji Başûr hat serdana DBP’ê kir
14:18 Sepanên li Deriyê Sînor ê Xabûrê rêya îxracatê dirêj kir!
14:16 OHD: Blokekirina hesabê alîkariya bo HDP’ê li dijî Destûra Bingehîn e
14:08 ÎSÎG’ê rapora sala 2022’yan aşkere kir: Hezar û 843 karkeran jiyana xwe ji dest da
14:01 Malbat û wasiyê Abdullah Ocalan ji bo hevdîtinê serî li dozgeriyê dan
13:55 Xelata Edaletê dan Emîne Şenyaşar
12:46 Li Edeneyê nan bû 5 TL
12:29 Vahyettîn Sari yê 25 sal in girtî ye sewqî Sîncanê hate kirin
12:29 Serokwekîlê Koma HDP’ê Olûç: Em bê vebijêrk nînin, em ê mezin bidin windakirin
12:02 Ji bo Îmraliyê gazî Wezareta Dadê kirin: Divê Ocalan bi parêzerên xwe re hevdîtinê bike
11:43 Sakîne Cansiz: Li Rojhilat baweriya min bi hêza jinê tê
11:34 Tifaqa Ked û Azadiyê: Em nêzî vebijêrka namzetê hevpar in
10:45 Bertek nîşanî biryara AYM’ê da: Darbeyeke li dijî siyaseta demokratîk e
10:40 Fehîm Taştekin: Li Sûriyeyê kurd dikarin hevkariyê bi ser bixînin
10:21 Wezaretê mirina Rozerîn Çûkûr weke ‘maf’ dît
10:07 Li Mêrsînê 8 kes hatin binçavkirin
10:03 Xwendekarên rastî êrişa nîjadperestan hatibûn hatin berdan
09:59 Lêçûyînên qeymeqamiyê hemû ji kîsî şaredariyê ne
09:58 Pitika ku di bin TIR’ê de ma jiyana xwe ji dest da
09:43 Li Pêtirgehê 32 qadên madenê hatine vekirin!
09:03 Şaredariya AKP'î ruxset da avahiya derqanûnî
09:03 Sînem Mihemed: Şermezarkirin têr nake, divê li dijî ambargoyê tevbigerin
09:02 Li Sêrtê seferberiya ji bo kurdî: Em xwedî li zimanê xwe derkevin
09:02 Li komeleya AVESTA'yê qursên kurdî dest pê kirin
09:01 Baltaci ku 30 sal in girtiye nayê berdan
09:01 ‘Gelo ji zilma kîmyasalê mezintir zilmek din heye?’
09:00 ROJEVA 6'Ê ÇILEYA 2023'YAN
05/01/2023
20:44 Amedsporê cardin qalevan Yokûşlû transfer kir
20:36 Platforma Jinan a Dersimê: Gulîstan Dokû li ku ye?
19:56 Li Hezêxê zarokekê hewl da ku xwe bikuje
18:54 Cenazeyê Evîn Goyiyê li Qendîlê spartin axê
16:53 Li Şirnexê jinên kurd ên hatin qetilkirin hatin bibîranîn
16:52 Togrûl: Gelo AYM di fermana kê de ye?
16:43 AYM’ê biryara HDP’ê teblîxî parêzeran nekir
16:40 ‘Berevajîkirinên emniyetê bûn mijara darizandinê’
15:34 Qeymeqamtiyê têkildarî tundiya polîsan a li Nisêbînê daxuyanî da
15:20 Cenazeyê Mîr Perwer di bin dorpêçê de hat veşartin
15:00 Parêzerên Abdullah Ocalan ji bo hevdîtinê serlêdan kirin
14:59 Qeyûm li Amedê ji bo kadroyan seferber bûn: Herî kêm 700 kesan dikin kadro
14:59 Doza GOÇÎZDER’ê: 13 kes hatin berdan
14:47 Cenazeyê Emîne Kara ber bi Qendîlê ve hate oxirkirin
14:29 Jinan li Amedê jinên kurd bibîr anî: Dengê jinan dengê şoreşê ye
14:15 Hesaba alîkariya Xizîneyê ya HDP’ê hate bloqekirin
13:52 Baroya Mêrdînê têkildarî tundiya polîsan daxuyanî da
13:04 Cenazeyê qurbaniyê êrişa Fransayê Abdurrahman Kizil hat veşartin
12:55 Derhiqûqtiya li girtîgehê: Hevdîtinên parêzer-girtiyan hatine guhdarîkirin
12:52 Cezayê gefxwarinê li kujer Onûr Gencer hat birîn
12:30 PAK’ê ji bo piştgiriyê serdana Malbata Şenyaşar kir
12:29 Tifaqa Ked û Azadiyê civiya
11:53 Çalakiya parlamenterên HDP’ê: Li Îmraliyê hiqûq ji holê hatiye rakirin
11:26 Li rojnamevana girtî Şahînliyê piştî 5 salan doz hate vekirin
11:15 Di operasyona leşkerî de daristan hatin şewitandin
10:46 Li Mezopotamyayê xetereya hişkesaliyê
10:02 Polîsan ji ber cil û bergên kurdî tundiyê li zarokek û ciwanekî kirin
09:04 Birayê Arvas ji bo Kîlyosê bang li parêzvanên mafên mirovan kir
09:04 Kursiya ku avêt polîsan wekî çekê hatiye hesibandin!
09:03 Li Nûrheqê qada ji bo kanên madenan hatiye veqetandin ji qada jiyanê berfirehtir e
09:03 Qeyûm nikaribû pere bide, 'Baxçeyê Gel' di nîvî de ma
09:03 Qeyûm ji dêvla Qada Bajêr, tuwalet çêkirine
09:03 Dadgeh: Beşdariya li civîna KCD'ê ne sûc e
09:02 Daxwazên Baroya Şirnexê yên ji bo tevlibûna dozên jinan tên redkirin
09:02 Tevî ku gurcikek wî nîne jî tedawiya wî nayê kirin
09:00 ROJEVA 5'Ê ÇILEYA 2023'YAN
04/01/2023
22:33 2 leşker ji ber destdirêjiyê hatin girtin