Li dijî bikaranîna çekên kîmyewî bang: Divê demildest lêkolîn bê destpêkirin

img
NAVENDA NÛÇEYAN - Bi pêşengiya MEBYA-DER’ê li bajarên bakurê Kurdistanê li dijî bikaranîna çekên kîmyewî daxuyanî hat dayîn û di daxuyaniyan de bang hat kirin ku demildest li dijî bikaranîna çekên kîmyewî lêkolîn û lêpirsîn were destpêkirin. 
 
Bi pêşengiya Komeleya Yekitî Çand Piştevanî û Alîkariya bi Kesên Xizmên Xwe li Dergûşa Şaristaniyê Winda Kirine re (MEBYA-DER) îro li gelek bajarên bakurê Kurdistanê li dijî bikaranîna çekên kîmyewî ya li ser herêmê Zap, Avaşîn û Metînayê yên bi ser başûrê Kurdistanê ve daxuyanî hatin dayîn. 
 
AMED
 
Bi pêşengiya MEBYA-DER’a Amedê li dijî bikaranîna çekên kîmyewî li semta Dortyolê ya navçeya Rezana Amedê daxuyanî hat dayîn. Berî daxuyaniyê polîsan derûdorê dorpêç kirin. Hevserokên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) yên Bajarê Amedê Gulistan Atasoy û Zeyyat Ceylan, Parlamentera HDP’ê ya Amedê Remziye Tosûn, endam û rêveberên HDP yên Amedê û MEBYA- DER’ê jî di daxuyaniyê de amade bûn. Girse tevî astengiyan jî di bin dorpêça polîsan de daxuyanî da. 
 
Daxuyanî ji aliyê Hevseroka MEBYA-DER’ê Yuksel Almas hat xwendin. 
 
‘DIMÊN ÎDIAYÊN ÇEKÊN KÎMYEWÎ PIŞTRAST DIKE’
 
 Almas bi lêv kir ku dîmenên ji qadê hatine kişandin jî îdiayên bikaranîna çekên kîmyewî piştrast dike û wiha got: “Tevî dîmenan jî Tirkiyeyê derbarê bikaranîna çekên kîmyewî de tu daxuyanî neda û tu lêkolînek jî neda destpêkirin. Ev yek jî îdîayên ku ji bo bikaranîna çekên kîmyewî hene hê xurtir dikin.  Bikaranîna çekên kîmyewî di protokola Cenevre de jî hatine qedexekirin û Tirkiyeyê jî ew protokol qebûl kiriye. Lê tevî vê protokolê jî di şer de çekên kîmyewî tên bikaranîn û pêşî li wan çekên qedexekirî nehatiye girtin. Piştî vê yekê Neteweyên Yekbûyî (YN) di sala 1993’yan de bi peyameke çêkerina çekên kîmyewî, bikaranîna wan û stokkirina wan qedexe kir. Tirkiyeyê jî di 29’ê nîsana 1997’an de ew peyam xist meriyetê û Tirkiyeyê bi qanûnên xwe jî bikaranîna çekên kîmyewî qedexe kir.”  
 
‘DIVÊ LÊPIRSÎN BÊ DESTPÊKIRIN’ 
 
Almas di berdewama axaftina xwe de anî ziman ku divê derbarê çekên kîmyewî de lêpirsînek bê destpêkirin û wiha got: “Heke derheqê çekên kîmyewî de lêpirsînek neyê destpêkirin tu wateya peymana jî namîne û ji ber vê divê dozger, rêveber û siyasetmedar erka xwe bi cih bînin.” 
 
ŞIRNEX
 
Li  Şirnexê MEBYA-DER, KCD, DBP’ê, HDP’ê, Komeleya Ziman û Çandê ya Birca Belek, TJA, Dayikên Aştiyê li dijî bikaranîna çekên kîmyewî li ber avahiya HDP’ê ya Şirnexê daxuyaniyeke hevpar dan. Parlementera HDP’ê ya Şirnexê Nuran Îmîr û Rêxistinên HDP’ê yên navend û navçeyan tev li daxuyaniyê bûn. Di daxuyaniyê de pankarta “ Bikaranîna çekên kîmyewî sucê mirovahiyê ye” hate vekirin. 
 
 
‘DIVÊ BÊ LÊKOLÎNKIRIN’
 
Daxuyanî ji aliyê Hevserokê MEBYA-DER’ê Serhat Kuçuk ve hat xwendin. Kuçuk diyar kir ku divê li dijî bikaranîna çekên kîmyewî lêkolîn bê destpêkirin û got: “Girîngiya îdiayên derbarê bikaranîna çekên kîmyewî de divê li gorî hiqûqa navxweyî ya Tirkiyeyê ji aliyê Serdozgeriya Komarê ya mafdar ve li ber çavan bê girtin û lêkolîn bê kirin. Her wiha divê Tirkiye weke welatekî ku erkên navneteweyî li xwe digire, mekanîzmayên xwe yên kontrolkirina hundir jî çalak bike. Em di wê baweriyê de ne ku ev îdia ancax bi tevgerên bi vî rengî dikarin piştrast bikin.” 
 
‘DIVÊ KU KOMÎSYON BÊ AVAKIRIN’
 
Piştre parlementera HDP’ê Nuran Îmîr axivî. Îmîr anî ziman ku divê li dijî bikaranîna çekên kîmyewî komîsyonek bê avakirin û wiha axivî:” AKP’ê û MHP’ê politikayên hebûn û nebûnê dane destpêkirin. Dixwazin ku emrê îktîdara xwe dirêj bikin. Bi qetilkirina zarokan û ciwanan îktîdara xwe dirêj dikin.Çareserî ne înkar û îmhakirinê de ye. Çareserî di mûzekareyê de ye. Li hemberî kurdan îro li her derê di tifaqê de ne. Ji bo ku gelê kurd bi nasnameya xwe azad bijin em ê tebikoşin. Em weke HDP li dijî polîtîkayên şer disekinin û dê li dijî vê sekna me diyar be. Ew ê komkujiyê,zilmê ji gelê kurd nedin qebûlkirin. Îddîayeke bi vî rengî heke hebe divê ku komîsyon bên avakirin. Divê rayedar jî li dijî vê bêdeng nebe. Ev sucê mirovahiyê ye.”
 
Îmîr bal kişand ser blokekirina xezîneya alîkariya bo HDP’ê û got ku ew ê li dijî hemû êrişan bi gel re li kolanan li ber xwe bidin.
 
ÊLIH 
 
Li Êlihê jî bi pêşengiya MEYBA-DER’ê bi tevlibûna rêveberên HDP’ê, DBP’ê, Dayikên Aştiyê, aktîvîstên TJA’yê û nunerên rêxistinên sivîl li dijî bikaranîna çekên kîmyewî li ber Navenda Kar a Nasiroglû daxuyanî dan çapemeniyê. Hevserokê MEBYA-DER’a Êlihê Medenî Onar daxuyanî xwend û li ser qedexekirina bikaranîna çekên kîmyewî rawestiya û bang kir ku divê demildest derbarê bikaranîna çekên kîmyewî de lêpirsîn were destpêkirin. 
 
 
MÊRDÎN
 
MEBYA-DER'A Mêrdînê jî li ber avahiya ÎHD'a Mêrdînê daxuyanî da. Metna daxuyaniyê Hevserokê MEBYA-DER'ê Sabah Kuday xwend û xwest çekên kîmyewî werin lêkolînkirin. 
 
 
RIHA 
 
Komeleya Alîkarî û Piştevaniya bi Malbatên Xizmên xwe li Xaka Qedîm Winda Kirine re (KATDER) ya Rihayê jî li Meydana Topçû bi tevlibûna rêveberên HDP’ê, DBP’ê, Dayikên Aştiyê, aktîvîstên TJA’yê û nunerên rêxistinên sivîl daxuyanî hat dayîn. 
 
Kêliya ku rêveberê HDP'ê Ahmet Îstek daxuyanî da polîsan ji nişkeve mudaxileyî daxuyaniyê kir û asteng kirin. Tevî astengiyê jî Îstek daxuyanî da û got wê wan têkildarî çekên kîmyewî daxuyanî bidana lê polîsan çalakiya wan qedexe kiriye. 
 
Girseyê bi çalakiya rûniştinê astengiyê şermezar kirin. 
 
 
EDENE
 
Li Edeneyê jî Komeleya Alîkarî û Piştevaniya bi Malbatên Xizmên Xwe Winda Kirine re ya Akdenîzê (AYKAY-DER) jî têkildarî bikaranîna çekên kîmyewî li avahiya HDP'a Edeneyê civîna çapemeniyê li dar xist. Rêveberên HDP’ê, DBP’ê, HDK'ê, EMEP'ê, ESP'ê, Dayikên Aştiyê, aktîvîstên TJA’yê û nunerên rêxistinên sivîl tev li daxuyaniyê bûn. Rêveberê AYKAY-DER'ê Abidîn Eye daxuyanî da û xwest şande biçin herêmê û çekên kîmyewî lêkolîn bikin. 
 
 
 
 

Sernavên din

07/01/2023
22:11 Li navçeyên Stenbolê 3 jinên kurd ên hatin qetilkirin hatin bibîranîn
21:46 Li Ewropayê bi deh hezaran kesî xwest ku komkujî bê ronîkirin
19:02 Li Kobanê ciwanan komkujiyên li Parîsê protesto kirin
18:36 Diz ketin Cemiyeta Rojnamevanan a Bedlîsê
16:57 Ferît Orak nayê berdan: Nexweşiyên wî lê nû bûn
16:55 Kurtulan: Divê em li dijî tecrîdê têkoşînê berfireh bikin
16:39 ‘Tu hêz nikare siyaseta demokratîk bloke bike’
16:38 TJA’yê û HDP’ê cangoriyên Parîs û Silopiyayê bi bîr anîn
16:17 Girtiyê nexweş ê 82 salî êdî nikare biaxive!
15:40 PENa Kurd: Divê qada navnetewî xwedî li nivîskar û rojnamegerên girtî derkeve
15:24 ÎHD’ê xwest girtiyê nexweş Gurban were berdan
15:07 TJA: Em dengê xwe bi dengê jinên Kurdistanê re bilind dikin
15:03 Dayika Aştiyê Bedriye Demîr hate veşartin
14:52 Bûldan: HDP dê bi namzetê/a xwe bikeve hilbijartinê
14:41 Polîsan gule berdan dolmîşa penaberan: Kesek mir, kesek birîndar bû
14:35 35 sal in agahî ji Îsa Soysal nayê girtin
14:35 Dayikên Şemiyê : Em ji bo qûrbaniyên Basayê edaletê dixwazin
13:59 Doza Denîz Poyraz: Em ê dosyeyê bibin dadgehên bilind
13:35 Ozdogan: Di pergala hiqûqê de blokekirina alîkariyê tune ye
11:56 Berxwedana li Rojhilat û Îranê dê li Amedê were nîqaşkirin
11:27 Malbata Şenyaşar: Tawanbar xwe li pişt AKP’ê veşartiye
10:59 Li Îranê 2 kes hatin bidarvekirin
10:46 Abdullah Ocalan: ‘Gladioya nû’ nayê fêmkirin, dibe meylên bi vî rengî rû bidin
10:13 Sê jinên ku rêya wan li ser têkoşîna azadiyê gihîşt hev !
09:40 Dest ji koçertiya bi salan berdide!
09:29 Gelê Amedê: Bi bloqekirina xizîneyê nikarin vîna gel bişkînin HDP gel e
09:11 Rojnamevan Gulo: Gel li xaka Sûriyeyê li çareseriyê digere
09:02 Parêzer Yildirim: Heya hiqûq li Îmraliyê pêk neyê em ê têbikoşin
09:02 Li Amedê konsera Serê Salê tê lidarxistin
09:00 ROJEVA 7'Ê ÇILEYA 2023'YAN
08:05 Li Amedê otobusa rêwiyan wergeriya: 5 kes mirin 22 kes birîndar bûn
06/01/2023
23:00 Li Wêjegeh Amedê fîlmê ‘Pîrebok’ê
22:39 Li Kanîreşê berfê erdê spî kir
21:20 Dayika Aştiyê Demîr jiyana xwe ji dest da
16:13 Li dijî bikaranîna çekên kîmyewî bang: Divê demildest lêkolîn bê destpêkirin
15:54 Nobeta Aştiyê: Bila girtiyên nexweş bên berdan
15:36 Şandeya ku ji Başûr hat serdana DBP’ê kir
14:18 Sepanên li Deriyê Sînor ê Xabûrê rêya îxracatê dirêj kir!
14:16 OHD: Blokekirina hesabê alîkariya bo HDP’ê li dijî Destûra Bingehîn e
14:08 ÎSÎG’ê rapora sala 2022’yan aşkere kir: Hezar û 843 karkeran jiyana xwe ji dest da
14:01 Malbat û wasiyê Abdullah Ocalan ji bo hevdîtinê serî li dozgeriyê dan
13:55 Xelata Edaletê dan Emîne Şenyaşar
12:46 Li Edeneyê nan bû 5 TL
12:29 Vahyettîn Sari yê 25 sal in girtî ye sewqî Sîncanê hate kirin
12:29 Serokwekîlê Koma HDP’ê Olûç: Em bê vebijêrk nînin, em ê mezin bidin windakirin
12:02 Ji bo Îmraliyê gazî Wezareta Dadê kirin: Divê Ocalan bi parêzerên xwe re hevdîtinê bike
11:43 Sakîne Cansiz: Li Rojhilat baweriya min bi hêza jinê tê
11:34 Tifaqa Ked û Azadiyê: Em nêzî vebijêrka namzetê hevpar in
10:45 Bertek nîşanî biryara AYM’ê da: Darbeyeke li dijî siyaseta demokratîk e
10:40 Fehîm Taştekin: Li Sûriyeyê kurd dikarin hevkariyê bi ser bixînin
10:21 Wezaretê mirina Rozerîn Çûkûr weke ‘maf’ dît
10:07 Li Mêrsînê 8 kes hatin binçavkirin
10:03 Xwendekarên rastî êrişa nîjadperestan hatibûn hatin berdan
09:59 Lêçûyînên qeymeqamiyê hemû ji kîsî şaredariyê ne
09:58 Pitika ku di bin TIR’ê de ma jiyana xwe ji dest da
09:43 Li Pêtirgehê 32 qadên madenê hatine vekirin!
09:03 Şaredariya AKP'î ruxset da avahiya derqanûnî
09:03 Sînem Mihemed: Şermezarkirin têr nake, divê li dijî ambargoyê tevbigerin
09:02 Li Sêrtê seferberiya ji bo kurdî: Em xwedî li zimanê xwe derkevin
09:02 Li komeleya AVESTA'yê qursên kurdî dest pê kirin
09:01 Baltaci ku 30 sal in girtiye nayê berdan
09:01 ‘Gelo ji zilma kîmyasalê mezintir zilmek din heye?’
09:00 ROJEVA 6'Ê ÇILEYA 2023'YAN
05/01/2023
20:44 Amedsporê cardin qalevan Yokûşlû transfer kir
20:36 Platforma Jinan a Dersimê: Gulîstan Dokû li ku ye?
19:56 Li Hezêxê zarokekê hewl da ku xwe bikuje
18:54 Cenazeyê Evîn Goyiyê li Qendîlê spartin axê
16:53 Li Şirnexê jinên kurd ên hatin qetilkirin hatin bibîranîn
16:52 Togrûl: Gelo AYM di fermana kê de ye?
16:43 AYM’ê biryara HDP’ê teblîxî parêzeran nekir
16:40 ‘Berevajîkirinên emniyetê bûn mijara darizandinê’
15:34 Qeymeqamtiyê têkildarî tundiya polîsan a li Nisêbînê daxuyanî da
15:20 Cenazeyê Mîr Perwer di bin dorpêçê de hat veşartin
15:00 Parêzerên Abdullah Ocalan ji bo hevdîtinê serlêdan kirin
14:59 Qeyûm li Amedê ji bo kadroyan seferber bûn: Herî kêm 700 kesan dikin kadro
14:59 Doza GOÇÎZDER’ê: 13 kes hatin berdan
14:47 Cenazeyê Emîne Kara ber bi Qendîlê ve hate oxirkirin
14:29 Jinan li Amedê jinên kurd bibîr anî: Dengê jinan dengê şoreşê ye
14:15 Hesaba alîkariya Xizîneyê ya HDP’ê hate bloqekirin
13:52 Baroya Mêrdînê têkildarî tundiya polîsan daxuyanî da
13:04 Cenazeyê qurbaniyê êrişa Fransayê Abdurrahman Kizil hat veşartin
12:55 Derhiqûqtiya li girtîgehê: Hevdîtinên parêzer-girtiyan hatine guhdarîkirin
12:52 Cezayê gefxwarinê li kujer Onûr Gencer hat birîn
12:30 PAK’ê ji bo piştgiriyê serdana Malbata Şenyaşar kir
12:29 Tifaqa Ked û Azadiyê civiya
11:53 Çalakiya parlamenterên HDP’ê: Li Îmraliyê hiqûq ji holê hatiye rakirin
11:26 Li rojnamevana girtî Şahînliyê piştî 5 salan doz hate vekirin
11:15 Di operasyona leşkerî de daristan hatin şewitandin
10:46 Li Mezopotamyayê xetereya hişkesaliyê
10:02 Polîsan ji ber cil û bergên kurdî tundiyê li zarokek û ciwanekî kirin
09:04 Birayê Arvas ji bo Kîlyosê bang li parêzvanên mafên mirovan kir
09:04 Kursiya ku avêt polîsan wekî çekê hatiye hesibandin!
09:03 Li Nûrheqê qada ji bo kanên madenan hatiye veqetandin ji qada jiyanê berfirehtir e
09:03 Qeyûm nikaribû pere bide, 'Baxçeyê Gel' di nîvî de ma
09:03 Qeyûm ji dêvla Qada Bajêr, tuwalet çêkirine
09:03 Dadgeh: Beşdariya li civîna KCD'ê ne sûc e
09:02 Daxwazên Baroya Şirnexê yên ji bo tevlibûna dozên jinan tên redkirin
09:02 Tevî ku gurcikek wî nîne jî tedawiya wî nayê kirin
09:00 ROJEVA 5'Ê ÇILEYA 2023'YAN
04/01/2023
22:33 2 leşker ji ber destdirêjiyê hatin girtin