PENa Kurd: Divê qada navnetewî xwedî li nivîskar û rojnamegerên girtî derkeve

img
NAVENDA NÛÇEYAN - Komîteya Nivîskarên li Zindanan a PENa Kurd têkildarî nivîskar û rojnamegerên girtî daxuyaniyek da û bang li sazî û dezgehên mafê mirovan ên navnteweyî kir ku xwedî li nivîskarên di zindanan de û li rûmeta civakê xwedî derkevin û li dijî îktidara Tirkiyeyê rabin. 
 
Komîteya Nivîskarên li Zindanan a PENa Kurd têkildarî nivîskar û rojnamevanên girtî daxuyaniyek nivîskî belav kir. Di daxuyaniyê de hat gotin her tim li ked û têkoşîna rojnameger û nivîskarên li zindanan xwedî derkevin û tu êriş û zext nikare hêviyên rojnameger û nivîskarên di zindanan de tune bike.
 
Daxuyaniya PENa Kurd wiha ye: 
 
“Li welatekî ku nivîskar, rewşenbîr, siyasetmedar, helbestkar girtîbe em nikarin bêjin li wî welatî demokrasî heye. Li Tirkiyeyê jî demokrasî di bin piyan de ye û ev yek bandoreke mezin li ser tevgera li girtîgehan dike. Loma jî bi taybet di demên dawî de li girtîgehên Tirkiyeyê binpêkirina mafên nivîsar û rojnamegeran gelekî zêde bûne. Înfaza gelek nivîskar û rojnamegeran tên betalkirin û nayên berdan. Li gel vê jî nivîskar û rojnamegerên girtî ji sekna xwe tu tiştek winda nekirine û her dem peyama ew ê têkoşîna doza xwe bidomînin, radigihînin. 
 
BINPÊKIRINÊN MAFAN 
 
Nivîskar û rojnamegerên kurd ên di zindana de ne bi salan e li dijî neheqî, binpêkirina mafên mirovan, tundî û êrişa li ser nasnameya xwe li berxwe didin. Ji bo rûmeta xwe û doza xwe di bin şerd û mercên dijwar de têkoşîna jiyanê didomînin. Li gor daneyên Komîteya Nivîskarên li Zindanan a PENa Kurd niha ji sedî zêdetir nivîskar di girtîgehan de ne û dîsa gelek pirtûkên nivîskarên di zindanan de ji aliyê dewleta tirk ve hatine qedexekirin, nivîskar her roj bi binpêkirina mafên nû rû bi rû dimînin. Dîsa li gor daneyên Komeleya Rojnamegeran a Dîcle Firatê (DFG) 87 rojnameger li Tirkiyeyê girtîne. Her wiha li gor daneyên Platfroma Rojnamegerên Jin a Mezopotamyayê (MKGP) jî niha 17 jinên rojnameger di girtîgehan de ne û tenê di 7 mehên sala 2022’yan de 161 binpêkirina mafên li dijî rojnamegerên jin derketine pêş. Li Girtîgeha Eregliyê ya Konyayê û li Girtîgeha Jinê ya Şakranê herî dawî girtî li dijî binpêkirina mafên li girtîgehan ketin greva birçîbûnê. Li Girtîgeha Eregliyê ya Konyayê Nivîskar Mehmet Oztaş jî li dijî binpêkirina mafan li berxwe dide. Her wiha li Girtîgeha Jinê ya Şakranê jî Nivîskar Leyla Saraç dîsa li dijî binpêkirina mafên li girtîgehan ket greva birçîbûnê. Nivîskar Resul Baltaci jî înfaza wî hat betalkirin û nehat berdan. 
 
REWŞA ROJNAMEVANÊN KURD
 
Her wiha Nivîskar Fecriye Benek jî ji ber înfaza wê hat betalkirin nehat berdan. Nivîskar Murat Turk jî bi hinceta cezayên dîsiplîn û hucreyê hene, înfaza wî hat betalkirin û nehat berdan. Em dikarin bêjin bi hincetên pûç û vala nivîskar înfazên wan tên betalkirin û bi vê yekê jî tên cezakirin. Di heman demê de mafê tenduristiyê yê nûçegihana Ajansa Mezopotamyayê Ceylan Şahînlî hat astengkirin. Muayeneya bi kelepçe lê hat ferzkirin. Ji ber Ceylanê ev qebûl nekir loma jî nehat muayenekirin. Dîsa di derbarê 16 rojnamegerên ku di 16’ê Hezîranê de li Amedê hatine girtin tevî 6 meh jî ji ser girtina wan re derbas bûye hîn tu iddianame jî nehatiye amadekirin. Her wiha di 29’ê cotmehê de dîsa 9 rojnameger li Enqereyê bi îşkenceyê hatin girtin û hîn derbarê wan de jî iddianame nehatiye amadekirin. 
 
EM PIŞTGIRIYA NIVÎSKARÊN GIRTÎ DIKIN
 
Lê belê ligel zor û zehmetiyên li girtîgehan jî rojnameger û nivîskar dîsa serî natewînin û gelek berhem li zindanan çap kirine. Ev jî nîşaneya berdewamkirina berxwedana mayinde ya gelê kurd e. Em jî wekî Komîteya Nivîskarên li Zindanan a PENa Kurd kurtejiyan û berhemên nivîskarên li zindanan parve dikin û dibêjin ku em piştgiriyê didin berxwedana nivîskarên ku berhemên hêja çap kirine. Ji bo van gelek nivîskarên ku em ê berhem û kurtejina wan parve bikin rojên îmzeyê me li bajarên cuda yên bakurê Kurdistanê li dar xistiye. 
 
BANGA JI BO QADA NANETEWΠ
 
Wekî Komîteya Nivîskarên li Zindanan a PENa Kurd em binpêkirina mafên li girtîgehan şermezar dikin û em ê her tim li ked û têkoşîna rojnameger û nivîskarên li zindanan xwedî derkevin. Tu êriş û zext nikare hêviyên rojnameger û nivîskarên di zindanan de tune bike. Şerd û merc çi dibin bila bibin wê têkoşîn û berxwedana wan siberoja Gelê kurd ronî bike. Nivîskarên li zindanan rûmeta civakê ye û eynika doza bi salan e. Loma em bang li raya giştî, sazî û dezgehên mafê mirovan ên navnteweyî jî dikin ku li nivîskarên di zindanan de li rûmeta civakê xwedî derkevin û li dijî bêhiqûqiya îktidara heyî ya li Tirkiyeyê dengê xwe bilind bikin." 
 
Ji bo berhem û kurtejiyana nivîskarên li zindanan bitikîne.
 
 

Sernavên din

08/01/2023
09:00 Li Şirnexê kesek hate binçavkirin
07/01/2023
22:11 Li navçeyên Stenbolê 3 jinên kurd ên hatin qetilkirin hatin bibîranîn
21:46 Li Ewropayê bi deh hezaran kesî xwest ku komkujî bê ronîkirin
19:02 Li Kobanê ciwanan komkujiyên li Parîsê protesto kirin
18:36 Diz ketin Cemiyeta Rojnamevanan a Bedlîsê
16:57 Ferît Orak nayê berdan: Nexweşiyên wî lê nû bûn
16:55 Kurtulan: Divê em li dijî tecrîdê têkoşînê berfireh bikin
16:39 ‘Tu hêz nikare siyaseta demokratîk bloke bike’
16:38 TJA’yê û HDP’ê cangoriyên Parîs û Silopiyayê bi bîr anîn
16:17 Girtiyê nexweş ê 82 salî êdî nikare biaxive!
15:40 PENa Kurd: Divê qada navnetewî xwedî li nivîskar û rojnamegerên girtî derkeve
15:24 ÎHD’ê xwest girtiyê nexweş Gurban were berdan
15:07 TJA: Em dengê xwe bi dengê jinên Kurdistanê re bilind dikin
15:03 Dayika Aştiyê Bedriye Demîr hate veşartin
14:52 Bûldan: HDP dê bi namzetê/a xwe bikeve hilbijartinê
14:41 Polîsan gule berdan dolmîşa penaberan: Kesek mir, kesek birîndar bû
14:35 35 sal in agahî ji Îsa Soysal nayê girtin
14:35 Dayikên Şemiyê : Em ji bo qûrbaniyên Basayê edaletê dixwazin
13:59 Doza Denîz Poyraz: Em ê dosyeyê bibin dadgehên bilind
13:35 Ozdogan: Di pergala hiqûqê de blokekirina alîkariyê tune ye
11:56 Berxwedana li Rojhilat û Îranê dê li Amedê were nîqaşkirin
11:27 Malbata Şenyaşar: Tawanbar xwe li pişt AKP’ê veşartiye
10:59 Li Îranê 2 kes hatin bidarvekirin
10:46 Abdullah Ocalan: ‘Gladioya nû’ nayê fêmkirin, dibe meylên bi vî rengî rû bidin
10:13 Sê jinên ku rêya wan li ser têkoşîna azadiyê gihîşt hev !
09:40 Dest ji koçertiya bi salan berdide!
09:29 Gelê Amedê: Bi bloqekirina xizîneyê nikarin vîna gel bişkînin HDP gel e
09:11 Rojnamevan Gulo: Gel li xaka Sûriyeyê li çareseriyê digere
09:02 Parêzer Yildirim: Heya hiqûq li Îmraliyê pêk neyê em ê têbikoşin
09:02 Li Amedê konsera Serê Salê tê lidarxistin
09:00 ROJEVA 7'Ê ÇILEYA 2023'YAN
08:05 Li Amedê otobusa rêwiyan wergeriya: 5 kes mirin 22 kes birîndar bûn
06/01/2023
23:00 Li Wêjegeh Amedê fîlmê ‘Pîrebok’ê
22:39 Li Kanîreşê berfê erdê spî kir
21:20 Dayika Aştiyê Demîr jiyana xwe ji dest da
16:13 Li dijî bikaranîna çekên kîmyewî bang: Divê demildest lêkolîn bê destpêkirin
15:54 Nobeta Aştiyê: Bila girtiyên nexweş bên berdan
15:36 Şandeya ku ji Başûr hat serdana DBP’ê kir
14:18 Sepanên li Deriyê Sînor ê Xabûrê rêya îxracatê dirêj kir!
14:16 OHD: Blokekirina hesabê alîkariya bo HDP’ê li dijî Destûra Bingehîn e
14:08 ÎSÎG’ê rapora sala 2022’yan aşkere kir: Hezar û 843 karkeran jiyana xwe ji dest da
14:01 Malbat û wasiyê Abdullah Ocalan ji bo hevdîtinê serî li dozgeriyê dan
13:55 Xelata Edaletê dan Emîne Şenyaşar
12:46 Li Edeneyê nan bû 5 TL
12:29 Vahyettîn Sari yê 25 sal in girtî ye sewqî Sîncanê hate kirin
12:29 Serokwekîlê Koma HDP’ê Olûç: Em bê vebijêrk nînin, em ê mezin bidin windakirin
12:02 Ji bo Îmraliyê gazî Wezareta Dadê kirin: Divê Ocalan bi parêzerên xwe re hevdîtinê bike
11:43 Sakîne Cansiz: Li Rojhilat baweriya min bi hêza jinê tê
11:34 Tifaqa Ked û Azadiyê: Em nêzî vebijêrka namzetê hevpar in
10:45 Bertek nîşanî biryara AYM’ê da: Darbeyeke li dijî siyaseta demokratîk e
10:40 Fehîm Taştekin: Li Sûriyeyê kurd dikarin hevkariyê bi ser bixînin
10:21 Wezaretê mirina Rozerîn Çûkûr weke ‘maf’ dît
10:07 Li Mêrsînê 8 kes hatin binçavkirin
10:03 Xwendekarên rastî êrişa nîjadperestan hatibûn hatin berdan
09:59 Lêçûyînên qeymeqamiyê hemû ji kîsî şaredariyê ne
09:58 Pitika ku di bin TIR’ê de ma jiyana xwe ji dest da
09:43 Li Pêtirgehê 32 qadên madenê hatine vekirin!
09:03 Şaredariya AKP'î ruxset da avahiya derqanûnî
09:03 Sînem Mihemed: Şermezarkirin têr nake, divê li dijî ambargoyê tevbigerin
09:02 Li Sêrtê seferberiya ji bo kurdî: Em xwedî li zimanê xwe derkevin
09:02 Li komeleya AVESTA'yê qursên kurdî dest pê kirin
09:01 Baltaci ku 30 sal in girtiye nayê berdan
09:01 ‘Gelo ji zilma kîmyasalê mezintir zilmek din heye?’
09:00 ROJEVA 6'Ê ÇILEYA 2023'YAN
05/01/2023
20:44 Amedsporê cardin qalevan Yokûşlû transfer kir
20:36 Platforma Jinan a Dersimê: Gulîstan Dokû li ku ye?
19:56 Li Hezêxê zarokekê hewl da ku xwe bikuje
18:54 Cenazeyê Evîn Goyiyê li Qendîlê spartin axê
16:53 Li Şirnexê jinên kurd ên hatin qetilkirin hatin bibîranîn
16:52 Togrûl: Gelo AYM di fermana kê de ye?
16:43 AYM’ê biryara HDP’ê teblîxî parêzeran nekir
16:40 ‘Berevajîkirinên emniyetê bûn mijara darizandinê’
15:34 Qeymeqamtiyê têkildarî tundiya polîsan a li Nisêbînê daxuyanî da
15:20 Cenazeyê Mîr Perwer di bin dorpêçê de hat veşartin
15:00 Parêzerên Abdullah Ocalan ji bo hevdîtinê serlêdan kirin
14:59 Qeyûm li Amedê ji bo kadroyan seferber bûn: Herî kêm 700 kesan dikin kadro
14:59 Doza GOÇÎZDER’ê: 13 kes hatin berdan
14:47 Cenazeyê Emîne Kara ber bi Qendîlê ve hate oxirkirin
14:29 Jinan li Amedê jinên kurd bibîr anî: Dengê jinan dengê şoreşê ye
14:15 Hesaba alîkariya Xizîneyê ya HDP’ê hate bloqekirin
13:52 Baroya Mêrdînê têkildarî tundiya polîsan daxuyanî da
13:04 Cenazeyê qurbaniyê êrişa Fransayê Abdurrahman Kizil hat veşartin
12:55 Derhiqûqtiya li girtîgehê: Hevdîtinên parêzer-girtiyan hatine guhdarîkirin
12:52 Cezayê gefxwarinê li kujer Onûr Gencer hat birîn
12:30 PAK’ê ji bo piştgiriyê serdana Malbata Şenyaşar kir
12:29 Tifaqa Ked û Azadiyê civiya
11:53 Çalakiya parlamenterên HDP’ê: Li Îmraliyê hiqûq ji holê hatiye rakirin
11:26 Li rojnamevana girtî Şahînliyê piştî 5 salan doz hate vekirin
11:15 Di operasyona leşkerî de daristan hatin şewitandin
10:46 Li Mezopotamyayê xetereya hişkesaliyê
10:02 Polîsan ji ber cil û bergên kurdî tundiyê li zarokek û ciwanekî kirin
09:04 Birayê Arvas ji bo Kîlyosê bang li parêzvanên mafên mirovan kir
09:04 Kursiya ku avêt polîsan wekî çekê hatiye hesibandin!
09:03 Li Nûrheqê qada ji bo kanên madenan hatiye veqetandin ji qada jiyanê berfirehtir e
09:03 Qeyûm nikaribû pere bide, 'Baxçeyê Gel' di nîvî de ma
09:03 Qeyûm ji dêvla Qada Bajêr, tuwalet çêkirine
09:03 Dadgeh: Beşdariya li civîna KCD'ê ne sûc e
09:02 Daxwazên Baroya Şirnexê yên ji bo tevlibûna dozên jinan tên redkirin
09:02 Tevî ku gurcikek wî nîne jî tedawiya wî nayê kirin
09:00 ROJEVA 5'Ê ÇILEYA 2023'YAN