Ferît Şenyaşar: Heta ku daxwaza me were qebûlkirin em li ber edliyeyê ne

  • rojane
  • 14:02 18 Çile 2023
  • |
img
RIHA - Ferît Şenyaşar ê bi dayika xwe re têkoşîna xwe ya edaletê didomîne, diyar kir ku di danişîna duh de qebûlkirina daxwaza guhdarkirina şahidan erênî ye û destnîşan kir ku heta ku birayê wî yê girtî neyê berdan wê li ber edliyeyê bin. 
 
Çalakiya Nobeta Edaletê ya Malbata Şenyaşar di 9’ê adara 2021’an de li ber Edliyeya Rihayê daye destpêkirin, di roja 681’an de berdewam dike. Malbata ku ji mala xwe ya li navçeya Pirsûsê hate ber deriyê Edliyeya Rihayê, nobeta xwe berdewam kir. 
 
Ferît Şenyaşar têkildarî danişîna ewil a doza “Komkujiya Nexweşxaneyê” ku 2 jê girtî 19 kes jê tên darizandin û duh li 5’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Meletiyê hate dîtin ji ajansa me re axivî. 
 
ÎDÎANAME FAÎLAN DERDIXE PAQIJIYÊ
 
Şenyaşar, bi bîr xist ku yek ji daxwaza wan destpêkirina darizandina têkildarî komkujiya li nexweşxaneyê û berdana birayê wî yê girtî Fadil Şenyaşar e û anî ziman ku danişîna ewil a dozê duh hate dîtin. Şenyaşar, têkildarî danişînê ev tişt gotin: “Îdianame li Rihayê hate amadekirin û îdianame li ser derxistina paqijiyê ya faîlan e. Li gorî îfadeyên şahidan jî li wir sûcekî mirovahiyê hatiye kirin lê navê kesê derbas nabe.”
 
Şenyaşar, da zanîn ku Yekitiya Baroyan a Tirkan (TBB), rêxistinên hiqûqê û serokên baroyên herêmê bi rêveberiyên xwe re tev li danişîna duh bûn û bi bîr xist ku nûnerên partiyên siyasî jî weke çavdêr beşdar bûn. Şenyaşar anî ziman ku pêşketina herî mezin a di dozê de ew bû ku Wezareta Tenduristiyê jî piştî 4 sal û nîvan bû aliyekî doza ku hatiye vekirin û wiha got: “Di danişînê de wezîfedarên Wezareta Tenduristiyê li cem me rûniştin. Têkildarî tahribata li nexweşxaneyê hate kirin û şikandina camên ambûlansê ya bi kevirê parkeye, gilî kirin. Wezareta Tendirustiyê cara yekemîne bûye aliyekî vê dozê ku ji bo me pêşketineke bi hêvî ye.”
 
XEBATKARÊN TENDURISTIYÊ Û BIJÎŞK DÊ BÊN GUHDARKIRIN
 
Şenyaşar, anî ziman ku şandeya ku darizandinê dike biçek be jî baweriya wî ya biedaletê zêde kiriye û ev tişt gotin: “Daxwaza me ya têkildarî komkujiya nexweşxaneyê de ku hemû xebatkarên tenduristiyê û bijîşk bên guhdarkirin hate qebûlkirin. Tevî vê şandeyê bi me da hîskirin ku bi awayekî hiqûqî dixwaze tiştekî bike. Vê jî baweriya me ya bi edaletê zêde kir. Elbet ji ber naveroka îdianameyê vala bû têkildarî vê ji Wezareta Tenduristiyê, miduriyeta polîsan û serbijîşkê nexweşxaneyê re nivîs nivîsandin. Têkildarî qeydên kamerayên ewlehiyê yên li nexweşxaneyê ji miduriyeta polîsan rapor xwest. Em bawer dikin ku wê qeydên kamerayan rojekê derkevin holê. Ev qeyd nehatine dizîn ji ber ku dema komkujiyê bi sedan polîs li nexweşxaneyê bûn.”
 
‘EM DEST JI EDALETÊ BERNADIN’
 
Şenyaşar, anî ziman ku bi hêvî ne û wiha berdewam kir: “Em ê dest ji daxwaza edaletê bernedin. Heta ku daxwaza me ya duyemîn jî were qebûlkirin em ê li ber edliyeyê bin. Heke birayê me yê girtî jî were berdan em ê dest ji nobeta xwe berdin û bi parêzerên xwe re pêvajoya hiqûqî bişopînin.”
 

Sernavên din

19/01/2023
14:13 Zextên li ser aktîvîstên Îran û Rojhilat zêde bûn
13:48 Rojnamevan Nişmiye Guler beraet kir
12:52 Parêzerên Abdullah Ocalan ji bo hevdîtinê serlêdan kirin
12:51 Danişînên Doza Vartînîsê bi rêbaza veke - bigire pêş dikeve!
12:34 Ji bo 7 siyasetmedaran biryara tehliyeyê hate dayîn
12:29 Malbata Şenyaşar: Heke teqîbateke baş were kirin dê qeydên kamerayê derxînin holê
11:32 Nobeda Edaletê di roja 21’emîn de ye: Çareserî bi qasî giravê nêz e
11:21 Li Efrînê navendên tecawizê
11:18 Serokatiya Herêma Kurdistanê têkildarî serdana Amerîkayê daxuyanî da
10:29 Hejmara miriyên êrişa li Mêrdînê derket 4’an
10:24 Qeyûmê Şaredariya Bajarê Nû taxekê derxist ber firotinê
09:35 Girtî: Poşmantî û serî tewandin tê ferzkirin
09:26 'Girtîgeh veguherîne navendên binpêkirinan'
09:15 Biryara tehliyeyê gotina ‘dewlet li pişt min e’ pitşrast kir: Dengê min bibihîzin
09:01 'Çiqas êriş bikin em ewqas xurttir dibin'
09:00 Gav bi gav her tiştê Efrînê kirin tirkî!
09:00 ROJEVA 19'Ê ÇILEYA 2022'YAN
08:15 Li Mêrdînê wesayîta di rê de diçû hate gulebarankirin: 4 kes mirin kesek birîndar bû
18/01/2023
20:46 Cenazeyê Tûncer piştî 4 mehan li Serêkaniyê hat veşartin
18:52 Endamê Meclîsa Ciwanan Tanrikûlû nehat berdan
17:47 Bîrdal: Ên bi ser bikevin dê kurd û hevalbendên wan bin
16:12 Di erdheja li ser sînorê Rojhilat de herî kêm 120 kes birîndar bûn
16:07 Lêgerîna nava dev û muayeneya kelemçekirî li girtî hatiye ferzkirin
15:33 Ji ber xerabûna SEGBÎS’ê doza Ayşe Gokkan hat taloqkirin
15:32 Doza êrişa bi kûçikan: Polîsan mexdûr sûcdar kirin
15:18 Gund bi gund qala tecrîdê û pêvajoyê kirin
15:14 ESP’ê û SGDF’ê çalakiya xwe ya greva birçîbûnê veguhest Stenbolê
14:56 Derbarê 6 girtiyên li Girtîgeha Evînê de doza ‘şewatê’ hat vekirin
14:42 HDP dê tev li hevdîtinên Komîsyona Makeqanûnê nebe
14:27 Balafirek Tirkiyeyê li Tirbespiyê li erebeyekê da
14:12 Rojnamevanê ku Soylû wî hedef nîşan dabû beraet kir
14:02 Ferît Şenyaşar: Heta ku daxwaza me were qebûlkirin em li ber edliyeyê ne
13:50 Ciwanan li Êlihê tecrîd protesto kirin
13:46 Li ser sînorê Rojhilat bi pileya 5.9’an erdhej çêbû
13:44 Dayika Pinar Gultekîn beraet kir
13:29 Ocalan ê HDP’î: Li gorî qanûnan tevbigerin û deriyên Îmraliyê vekin
13:18 Rapora Hevdîtinên bi Girtiyan re: Mafên rojnamevanan tên astengkirin
12:43 Doz li rojnamevan Deger hat vekirin: Qertê çapemeniyê nehat nasîn
12:32 Heta 15 salan ceza ji rojnameger Parlak re hat xwestin
12:31 Erebistana Siûdî piştgiriya ‘fînansî’ da Tirkiyeyê
12:31 KCK’ê ji bo Mehmet Akar daxuyanî da
12:06 Di doza OHD’ê û TUHAD-FED’ê de ‘şahid’ nayên dîtin!
12:06 Li Qamişloyê agir bi depoyeke petrolê ket
11:45 Wezîrê Karên Navxweyî yê Ukraynayê di qezaya helîkopterê de mir
11:34 Servet Aslan ê li Semsûrê zaroka 4 salî revandî hate binçavkirin
11:09 Kekê Kemal Kûrkût: Necezakirin rê li ber cînayetên nû vedike
11:08 Ji ber qerta serê salê derheqê girtî Çagirci de lêpirsîna disiplînê hate destpêkirin
11:01 Parêzerê malbata Kûrkût: Ji destpêkê ve ev biryar dihat xwestin
10:57 Ji Jinan Hevdîtina Herêma Egeyê: Em ê nerazîbûn û berxwedanê birêxistin bikin
10:43 Endama Navenda Lêkolînê ya Jineolojiyê: Di zanîstê de pêdivî bi perspektîfa jinê heye
10:33 Mêrga gundiyan pêşkeşî Eksîm Holdîngê tê kirin
10:23 Cenazeyê dayika Mîr Perwer li kêleka wî hat veşartin
10:08 Estukyan: Hrant ji ber ku nebû ermenê pergalê hat qetilkirin
10:01 Li Efrînê berxwedana ‘serdemê’
09:43 Girtiyên di rêya dadgehê de hatin derbkirin xistin hucreya yek kesî
09:06 Mele Korkmaz: Astengkirina veşartina cenaze binpêkirina fermana Xwedê ye
09:05 ‘Em ê krediyê bikişînin, ji xwarina xwe kêm bikin û piştgiriya HDP'ê bikin'
09:04 Tevî hemû gefan jî dest ji belavkirina rojnameyê berneda
09:02 Parêzer Yamar: CPT û Tirkiye şirîkê tecrîda li Îmraliyê ne
09:01 Walîtiya Şirnexê gef li welatiyan xwar û got ‘hûn bixwazin û nexwazin jî em ê daran bibirin’
09:01 Ji ber silavdayîna bi kurdî cezayê disiplînê lê hat birîn
09:00 ROJEVA 18'Ê ÇILEYA 2022'YAN
17/01/2023
23:59 Akarê xwe li Sûrê şewitand hat veşartin
20:31 Dêya Mîr Perwer jiyana xwe ji dest da
20:06 Doza malbata Şenyaşarê: Ên ev îdianame amade kirine şirîkên vî sûcî ne
17:32 Şenyaşar: Bi fermana Yildizê AKP'î zarokên min ên birîndar birin Nexweşxaneya Pirsûsê
16:53 Abdullah Canan ku 27 sal berê hatibû qetilkirin hate bibîranîn
16:45 Desteya Şêwirê ya HDP’ê banga ‘helwest nîşandanê’ kir
16:27 McGurk bi YNK'ê û PDK'ê re civiya
16:18 Parêzerên Abdullah Ocalan ji bo hevdîtinê serlêdan kirin
16:15 Ozer: Ez li nezaretê hîn bûm ku ji ber çi hatim girtin
15:37 Erdogan beriya êrişa Taksîmê 31 caran gef li Rojava xwariye
14:56 Bulbul ê HDP’î: Hewl didin kesê êrişî cemxaneyan kirî xelas bikin
14:55 Doza hevşaredarên Qoser û Stewrê taloq bû
14:24 Li ser dîwarê dêrê nivîsa ‘Tekane rê Îslam e’ hate nivîsandin
14:21 Emîne Şenyaşar ji bersûcan re got: Kê hevjîn û zarokên min kuştin?
14:18 Dewleta tirk di rojekê de 21 caran çekên kîmyewî bi kar anî
13:35 Malbatên qurbaniyên Komkujiya 10’ê Cotmehê wê serî li AYM’ê bidin
13:34 Akar ê li Birça Keçikê xwe şewitandibû jiyana xwe ji dest da
13:34 Bûldan: Desthilatdariya AKP-MHP'ê wê çem û çem têk biçe
13:15 Tevî biryara AYM’ê jî heman ceza dan faîlê Alî Îsmaîl Korkmaz
12:29 Zarokê malbata ku îktidarê ew li ber HDP’ê dabû rûniştandin li dijî tecrîdê xwe şewitand
12:29 Ji ber îdiayên emniyetê hevdîtina bi rojnamegeran re tê astengkirin
12:05 Doza ‘Komkujiya Nexweşxaneyê’ ya Malbata Şenyaşar dest pê kir
12:04 Dadgehê ji bo polîsê ku Kurkut qetil kiribû biryara ‘cihê cezakirinê nîne’ da
11:52 ESP û SGDF dê greva birçîbû li bajarên cuda bidomîne
11:34 Prz. Çakas: Heta ku yekane rayedar ATK be giştînameya Wezaretê nabe çareserî
11:22 Li Cizîrê 3 kes hatin binçavkirin
11:21 Rojnameger Akyuz: Bêbandorkirina çapemeniyê ji bo civakê mirin e
11:04 Nobeta Edaletê di roja 19’an de didome: Tecrîd pêşiyê li siyaseta demokratîk digire
11:00 Têkildarî mirina biguman a li girtîgehê doz hat vekirin
10:39 Li Tarsusê qeza çêbû: 2 leşker û penaberek mirin
10:37 Beriya şoreşê û piştî şoreşê Efrîn
10:16 Serlêdaneke nû ji bo CPT’yê hate kirin: Tavilê rapora xwe eşkere bikin
09:54 Rewşa girtiyê nexweş giran dibe: Ne dikare xwarin bixwe û ne jî dikare bimeşe
09:10 Beriya hilbijartinê dest bi çêkirina nexweşxaneyê kirin ku bi salan e nayê çêkirin!
09:09 Ji ber ku 'poşmanîtî' qebûl nekir berdana wê 6 meh taloq kirin
09:07 Bi îfadeya şahidê veşarî yê 'winda' ceza lê birîn
09:06 'Azadiya Abdullah Ocalan bi yekitiya gelan pêkan e'
09:05 ‘Bi bertekên xurt em dikarin pêşî li ber tunekirina xwezaya Kurdistanê bigrin’