Ji ber komkujiya li Mêrdînê 4 kes hatin girtin

  • rojane
  • 17:50 23 Çile 2023
  • |
img
MÊRDÎN - Li Mêrdînê 4 kes ji ber qetilkirina 5 welatiyên ji Başûrê Kurdistanê hatin girtin. F.A.'yç ku berê parastibû tu eleqeya wî ji bûyerê tune ye, îdia kir ku A.K. welatî kuîtine û got ku ji aliyê kesên ku dibêjin ew dewltparêzên kûr in gef li wan hatiye xwarin. 
 
Di 19’ê Çileyê saet li derdora 00.30’an de wesayîteke bi plakaya Iraqê li devereke di navbera navçeya Nisêbîn û Qeserê de de rastî êrişa çekdarî hatibû. Di êrişê de welatiyên bi navên Hindirîn Abdullah Salih (39), Wahîda Heyder Casim (63), Abdullah Saleh Mûstafa (69) Çîmen Şahîn Xalid (75) û Ahmed Celaleddîn Îbrahîm (45) ên ji Herêma Federe ya Kurdistanê hatibûn qetilkirin. Di çarçoveya lêpirsîna der heqê bûyerê de 5 kes hatibûn binçavkirin. Kar û barên îfadegirtinê yên li fermandariya cendirmeyan bi dawî bûn.
 
F.A., A.K., Ç.B., M.Y. û M.Ş. ên piştî îfadeyê sewqî Edliyeya Mêrdînê hatin kirin, dozger bêyî ku îfadeyên gumanbaran bigire, yekser bi daxwaza girtinê ew sewqî Dadgeriya Cezayên Sulhê ya Mêrdînê kirin. Her wiha ji bo nimûneya DNA'yê ji gumanbaran 3 jê sewqî Nexweşxaneya Perwerde û Lêkolînê ya Mêrdînê hatin kirin.  
 
Piştî ku her 3 kes dîsa anîn, lêpirsîna li Dadgeriya Cezayên Sulhê ya Mêrdînê dest pê kir.
 
‘DIGOTIN DEWLETPARÊZÊN KÛR IN'
 
F.A.'yê ku A.K. gotibû wî tetik kişandiye, parast ku A.K. cinayet kirine û bi darê zorê ew daxilî nav kirine. F.A. di îfadeya xwe de diyar kir ku beriya êrişê hin kesên xwe wekî" dewletparêzên kûr" dane naskirin gef lê xwarine û got: "Tu deynekî min û A.K. tune ye. A.K. bi rêya kesên bi navê Tolga, Mehmet û Ûgûr gef li min xwarin. Min nêzî 400 hezar TL pere şand. Dekontên wê di bankeyê de hene. Min bi rêya Western Unionê şand. Li Nisêbînê du caran tûp teqiyabû. Gef dixwarin digotin dê li mala te jî tûp biteqe. Digotin ew dewtletparêzên kûr in. Ev peyam ji hejmara telefona A.K. dihatin Whatsapê. Cihê ku kurê min lê ye dişandin. Ji bo zirar negihê zarokên min, min jî pere ji wan re dişand." 
 
PEYAM 
 
F.A. da zanîn ku beriya êrişê bi rojekê hatiye Tirkiyeyê û got: "Sibeha din di ser Whatsappê re peyamek ji min re hat. Tolga şandibû. Peyamek wekî hûn ê kesekî ji Iraqê bişêlînin. Ji telefona A.K. şandibû. Gava min ji A.K. pirsî, got heman peyam ji wî re jî hatiye. Digot, herî kêm divê ez du cendekan bibînim. Paşê dîsa peyam hat. Digot, zarok li bendê ye. Saet li dor 21.30'yî ez çûm cem hêwana dawetê ku A.K. lê bû. Gava hat çek pê re hebû. Çekê da min." 
 
F.A. derpêş kir ku A.K. jê re gotiye ew ê cîpa reş bişêlînin û got: "A.K. ji min re got divê tu bera wesayîtê bidî. Min jî berdayê. Wesayît sekinî. Ajovan jê daket. Ez jî çûm cem ajovan. Paşê A.K. hat. Pêşî bera ajovan da, paşê ji destê rastê derbek jî bera hundir da. Paşê çû aliyên din. Ji min re got rahêje çente. Min jî ji tirsa rahişt çente. Ji min re got hhere li qoltixa dawî rûnê. Ew jî çû ser cesedan kontrol kir. Paşê ji min re got kincan bavêje kêleka rê. Paşê li nava gundekî ji min re got çente bavêje. Ez navê gund nizanim. Tenê 300 TL jê derket. Abdullah rakir wî pereyî. Min ranehişt tu tiştî. Paşê em çûn Qoser, Mêrdîn, Midyad û cardin Nisêbîn. Paşê saet li dor 02.30'yî ez danîm cem rêhesinê. Çek bi A.K. re bû. Piştî bûyerê ji min xwest ku wê deynim cihê di bin qoltixê de. Min jî wiha kir." 
 
A.K. jî di îfadeya xwe de, beyanên xwe yên li qereqola cendirmeyan dubare kir û derpêş kir ku F.A. ew kuştine. A.K. got: "F.A., gava ji Iraqê hat, me li mala Ç. hev du dît. Roja bûyerê em li mala Ç. hatin cem hev. Deynê min û F.A. hebûn. Me biryar da ku em kesên ji Iraqê hatine bişêlînin. Min ajovaniya wesayîtê kir. Rastgele me wesayîteke reş şoipand. Min qet ranekir çekê. Serê sibehê gava ez çûm malê, malbata min telefon kir. Paşê em hatin girtin." 
 
A.K., her wiha ji bo kesên "dewletparêzên kûr" ku F.A. behsa wan kiribû got: "Kesên bi navê Tolga, Ûgûr û Mehmet ên di îfadeya F.A. de rast in. Min ev kes bi awayekî xeyalî afirandine." 
 
Piştî parastinan dadgeriyê navber da lêpirsînê. 
 
4 KES HATIN GIRTIN
 
Dadgeriyê ji bo F.A., A.K., Ç.B. û M.Y. biryara girtinê da û M.Ş. jî bi şertê kontrola edlî berda. 

Sernavên din

26/01/2023
09:03 Ji ber ku pere ji girtî re şand der barê wî de doz hat vekirin
09:02 Deriyê sînor heye, lê bazirganî tune ye
09:01 Keleha berxwedana jinan: Em ê dest ji Kobanê bernedin
09:00 ROJEVA 26'Ê ÇILEYA 2022'YAN
25/01/2023
20:40 Çalakiya ‘Azadî Ji Bo Abdullah Ocalan’ di meha 25’emîn de ye
18:36 Delegasyona Navneteweyî hevdîtin bi ÎHD û Baroya Stenbolê re kir
16:55 Pêkhateyên jinan ên Tifaqa Ked û Azadiyê hatin ba hev
16:10 Ji Baroya Agiriyê rapora Girtîgeha Panosê: Di odeya singêr de îşkence
15:57 Ji OHD, ÇHD û ÎHD’ê ‘Rapora binpêkirina mafê çalakiya li dijî tecrîdê’
15:30 Taniş û Denîz hatin bibîranîn
15:27 Baroya Wanê: Qedexekirina çalakî û xwepêşandana li dijî makeqanûnê ye
15:19 Dozger ji bo alîkariya xezîneya HDP’ê qut bibe, şahidê veşarî ku lê digeriya dît!
15:05 Delegasyona Li Dijî Tecrîdê serdana TTB’ê û TÎHV’ê kir
14:54 Têkildarî mirina bi guman a Muhbet C. biryara nepeniyê hate dayîn
14:51 Derbarê Yenî Yaşamê de lêpirsîn hat destpêkirin
14:48 Delegasyona Navneteweyî bi malbatên girtiyên li Îmraliyê re hevdîtin kir
14:27 Amadekariyên 12’emîn Lijneya Giştî ya HDK’ê xelas bûn
14:04 Doza Fîrdevs Babat: Dadgehê daxwaza faîl a veguhestina dozê hewaleyî Wezareta Dadê kir
13:40 Bernameya Konferansa Komara Demokratîk diyar bû
13:31 Çalakiya li ber Konseya Ewropayê berdewam dikin
13:15 Nobeta Edaletê ya Malbata Şenyaşar di roja 688’an de didome
13:07 Şandeya navneteweyî serdana parêzerên Abdullah Ocalan kir
12:53 Li Erxeniyê komkujiya sewalan
11:52 Nobeta Edaletê: Çima li Îmraliyê hiqûqa şexsî di meriyetê de ye?
11:48 Doza rojnamevan Ayşegul Dogan hat taloqkirin
11:22 Agahînegirtina ji Îmraliyê 22 meh li pey xwe hişt
11:05 Komploya 15'ê Sibatê: Dê ji 2 baskan ber bi Gemlîkê ve meş bê lidarxistin
10:47 Li Egeyê tundiya zilam: Jinek hat qetilkirin
10:04 Delegasyona Navneteweyî ya Li Dijî Tecrîdê li Tirkiyeyê ye
09:53 ‘Kobanê qibleya me ye, divê em ji hemû êrişan biparêzin’
09:52 AYM dê sibê têkildarî daxwaza HDP’ê bicive
09:32 ‘Tecrîd bêhiqûqîtî ye, Ocalan mifteya aştiyê ye'
09:24 Kobanêya hilweşiyayî ji nû ve hat avakirin
09:03 Mamosteya MED-DER'ê: Armanc ne jidil e ku encam jî jidil be
09:00 ROJEVA 25'Ê ÇILEYA 2022'YAN
24/01/2023
22:18 Li Colemêrgê mirineke bi guman
22:15 Çalakiya ji bo azadiya Abdullah Ocalan a li ber Konseya Ewropayê didome
21:34 Tifaqa Ked û Azadiyê dê bi namzetê hevpar beşdarî hilbijartinê bibe
17:55 Dozger ji 'rawestandina' xizmên girtiyan re ceza xwest
17:14 Demîrê ku Yewnanistanê ew radestî Tirkiyeyê kiribû hat girtin
16:49 Danişîna biryarê ya Rojbîn Çetîn taloqî 23'ê adarê bû
16:26 Li Agiriyê 2 leşker mirin
16:21 Doza ku 46 parêzerên Abdullah Ocalan jê tên darizandin taloq bû
16:10 Bernameya meha sibatê ya Şanoya Bajêr a Amedê aşkera bû
16:06 Li Hezexê dayika 50 salî hat girtin
15:55 Li Êlihê karkerê ku di înşaatê de ket jiyana xwe ji dest da
15:49 Li Sêrtê ciwanê ku hat angaştkirin întihar kiriye jiyana xwe ji dest da
15:40 Tifaqa Ked û Azadiyê bi rojeva hilbijartinê li hev civiya
14:37 Li Bismil ji 12 kesên hatibûn binçavkirin 10 jê hatin girtin
14:29 Li herêmên Çemço ve Sîdayê êrîşên biçekên kîmyewî pêk hatin
14:20 HDP: Li Îzmîrê li dijî partiya me xebatên şerê taybet tên meşandin
13:19 Li Agiriyê 2 gundî û şivanek hatin kuştin
13:03 Malbata Şenyaşar: Em heqê xwe li kesên bêdeng dimînin helal nakin
12:47 Nobeta Edaletê ya li dijî tecrîda Îmraliyê: Em bi hev re deng derbixin
12:35 Finlandiya: Divê ji bo hevdîtinên NATO'yê navber bê dayîn
12:05 Hêzên Şengalê gelek sîxurên MÎT û PDK’ê binçav kirin
10:52 Li dijî biryara bloqekirina HDP dest bi kampanyayekê dike
10:30 Ji ber bertek nîşanî zextan didin gefa sewqkirinê li girtiyan tê xwarin
09:35 Ma Musîcê konser da hezaran
09:06 22 sal in tu xeber ji Taniş û Denîz nayê girtin
09:04 Soza hilbijartinê ya Erdogan 'rêya duble' 20 sal in nehatiye temamkirin
09:04 Serokê Baroya Wanê Ozaraz: Divê li Îmraliyê hiqûq bê pêkanîn
09:03 Rojnivîska berxwedana dîrokî ya Kobanê
09:02 Prz. Tum: Bila TBB li dijî tecrîdê gavekê biavêje
09:01 Siyasetmedarên jin ên Botanê: Gelê me dê seltenata AKP'ê û MHP'ê hilweşîne
09:00 ROJEVA 24'YÊ ÇILEYA 2022'YAN
08:32 Li Hezexê jinek hate binçavkirin
23/01/2023
22:23 Rojnamevan Verîm ku Yûnanîstanê ew radestî Tirkiyeyê kir hat girtin
21:43 Li Cezayîrê helîkopter ket erdê: 3 leşker mirin
18:39 Li Amedê zilamekî jinekê birîndar kir
18:07 Li ber KE'yê çalakiya li dijî tecrîda li Îmraliyê
17:50 Ji ber komkujiya li Mêrdînê 4 kes hatin girtin
15:54 Li girtîgehên Behra Reş û Dumluyê mafên tenduristî û ewlehiyê tên binpêkirin
14:33 Binpêkirina ‘Mafê hêviyê’ ji Wezîrê Dadê hat pirsîn
13:32 AKP’ê di 2022’yan de tenê pêşnûmepirsek da Meclisê
13:19 AYM dê ji bo daxwaza HDP’ê di 25’ê çileyê de bicive
12:53 Ji bo Akar ê xwe şewitandibû li ser dîwaran nivîs hate nivîsîn
12:52 Ferît Şenyaşar: Li vir fermana serdestan pêk tê
12:35 Ji bo Îmraliyê Nobeta Edaletê: Sûcê li dijî mirovahiyê tê kirin
12:05 Li Girtîgeha Xarpêtê 15 girtî hatin derbkirin
11:58 Ji bo gumanbarên komkujiya li Mêrdînê daxwaza girtinê
11:46 Li Çiyayê Amanosê gelek dar hatin birîn
11:30 Xizmên serokê AKP’a Farqînê ji ber esrarê hatin girtin
10:03 KNK: Divê statu û ewlehiya Şengalê bê misogerkirin
09:26 Navên kesên li Şêxmeqsûdê jiyana xwe ji dest dan diyar bûn
09:06 Rojnameya Xwebûnê dê di roja ziman de şahiyekê li dar bixe
09:06 Li dijî tecrîdê di greva birçîbûnê de ne: Divê her kes li ber tecrîdê rabe
09:05 Malbata Emîn Ozkan: Beriya giştînameyê divê ATK ji holê were rakirin
09:04 Li Giyadînê metirsiya siyanûrê: Wê hemû Kurdistan were jehrîkirin
09:04 Parlamenterê HDP’ê Eksîk: Tecrîd rêbazek îşkenceyê ye
09:03 Du birayên nexweş nayên berdan: Birînên wan bêderman in
09:02 Tosûn: Giştînameya Wezareta Dadê çareseriyê nayîne
09:01 Kela berxwedanê: Kobanê
09:00 ROJEVA 23'YÊ ÇILEYA 2023'YAN
22/01/2023
21:55 Li Kocaeliyê li malekê teqîn rû da: 2 jê giran 5 kes birîndar bûn
21:48 Tayyîp Erdogan û Tansû Çîller mil dane milên hev!
21:35 Ciwan li Stenbolê ji bo Abdullah Ocalan meşiyan
21:25 Li Kadikoyê ‘Dîwana Dengbêjan’ hat sazkirin
19:08 HDP û pêkhateyên xwe civiyan
16:12 Komîsyona Gel û Baweriyan a HDP’ê bertek nîşanî şewitandina Qur’anê da