Rojnivîska berxwedana dîrokî ya Kobanê

RIHA - Berxwedana Kobanê ku 134 rojan bênavber dewam kir û bi milyonan kesî rakir ser pêyan, ji bo DAÎŞ'ê bû destpêka bidawîbûna wê. 
 
Di sala 2011'an de piştî ku şerê navxweyî yê Sûriyeyê rû da, gelek rêxistinên çekdar jî derketin holê. Ji van ê herî talûke jî, DAÎŞ bû. DAÎŞ ku ji ber valahiya li Iraq û Sûriyeyê keys zevt kir, di havîna 2014'an de li Sûriye û Iraqê herêmeke berfireh xist bin kontrola xwe. Di Hezîrana 2014'an de li Iraqê di çend saetan de Mûsilê û di 29'ê Hezîranê de jî li Sûriyeyê Reqayê dagir kir û "xelîfetî" îlan kir. DAÎŞ, paşê berê xwe da Dêrazorê, Heleb, Îdlîb, Hama, Şam û gevelek deverên din. 
 
Armanca dawî ya DAÎŞ'ê jî bajarên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bû ku piştî şerê navxweyî Rêya Sêyem esas girtibûn. DAÎŞ, di 15'ê Îlona 2014'an de êriş bir ser gundên Kobanê. DAÎŞ'ê wekî herêmên din armanc dikir ku di demeke kurt de Kobanê jî dagir bike. Her wiha pêwendiya di navbera Efrîn û Cizîrê de qut kir û bi vî awayî dixwest  piştgiriya lojîstîkî ya di navbera Girê Spî, Cerablûs û Reqayê de bênavber pêk bîne. 
 
DAÎŞ'ê di 17'ê Îlona heman salê de, pira li ser Çemê Firatê ku pireke girîng û krîtîk bû, xist bin kontrola xwe û ber bi navenda Kobanê ve çû. Êriş bi çekên giran ên ji artêşa Iraqê hatin kirin. Navenda Kobanê bû armanca êrişên bi tanq, roket û hawanan. Heya 2'yê Cotmehê DAÎŞ'ê ji 354 gundên Kobanê 350 jê dagir kirin. DAÎŞ, di 5'ê Cotmehê de xwe gihand Girê Miştenûrê. 
 
ÇALAKIYA ARÎN MÎRKANÊ
 
Lê belê li vir rastî berxwedaneke mezin hat. Ji fermandarên Yekîneya Parastinê ya Jinan (YPJ) Arîn Mşrkan û Rîvana, bedena xwe kirin sîper û nehiştin DAÎŞ pêş ve biçe. DAÎŞ ku ji 7'ê Cotmehê ve hewl da xwe bera nava bajêr bide, di orta Cotmehê de nîviyê bajêr dagir kir. 
 
Şervanên YPG/YPJ'î ku bajêr parastin, ji bo komkujiyeke wekî ya li Şengalê rû nede, sivîlan ji bajêr derxistin. Piştî êriş dijwar bûn û dorpêçkirin berteng bû, gelê bajêr çû gundê Til Şiîrê ku 5 kîlometre li rojavayê bajêr dikeve. Zêdetirî 300 hezar kes, berê xwe dan navçeya Pirsûs a Rihayê. Bi hezaran kesên ku li sînor nobed girtin jî bi rojan li dijî DAÎŞ'ê bûn mertal. 
 
BANGA ABDULLAH OCALAN
 
Rewşa bajêr ku li hêleke wê Tirkiye û 3 hêlên wê jî di bin kontrola DAÎŞ'ê de, her çû xedartir bû. Kantonên din nikaribûn bi tu awayî piştgiriya bajêr bikin û şervanên YPG û YPJ'ê jî bi çekên ferdî li ber xwe didan. Bangên ji bo piştgiriyê jî ji aliyê Tirkiyeyê ve dihatin astengkirin. 
 
Di vê dema krîtîk de heyeta HDP'ê li Girtîgeha Îmraliyê hevdîtin bi Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan re kir. Ocalan ji bo Kobanê banga ji bo seferberiyê kir. Ocalan got: "Kesên ku rê li ber van çeteyên mirinê vedikin û wan bi kar tînin, divê baş zanibin ku bi vê helwesta xwe aştiya herêmê û gelên herêmê ber bi talûkeyê ve dibin." 
 
Pêşmergeyên YNK'ê jî ji bo derbasî Kobanê bibin ji Tirkiyeyê xwest ku korîdorekê veke. 
 
SERHILDANA KOBANÊ
 
Tirkiyeyê di destpêkê de destûra korîdorê neda. Serokkomarê AKP'î Tayyîp Erdogan, li Dîlokê got: "Niha Ayn-el Arab, bi navê xwe yê din Kobanê, fermo, ha dikeve ha dikeve." 
 
Piştî van gotinên Erdogan, çalakiyên ji bo piştgiriya Kobanê dest pê kirin. Çalakiyên ji bo Kobanê ku di navbera 6-9'ê Cotmeha 2014'an de rû dan, di demeke pir kurt de li 35 bajaran û 96 navçeyan belav bûn. Li gorî rapora Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD), di navbera 7-12'ê Cotmeha 2014'an de, di çalakiyên Kobanê de li seranserê welêt 46 kesî jiyana xwe ji dest daye û 682 kes jî birîndar bûne û 323 kes jî hatin girtin. Piraniya mirinan, bi çekên polîs û eskeran mirin. 
 
Çalakî bi bangawaziya Ocalan bi dawî bûn. Paşê destûr hat dayîn ku pêşmerge di ser Tirkiyeyê re biçin Kobanê. 
 
BI MILYONAN KES DAKETIN QADAN
 
Li Kobanê û snorê wê ev tişt diqewimîn, li Ewropa, Asya û Rojhilata Navîn jî êrişên DAÎŞ'ê dewam dikirin. Li gel vê berxwedana dîrokî ya şervanên YPG û YPJ'ê jî didomiya û li seranserê cîhanê nerazîbûn zêde dibûn. Li 93 welatan bi milyonan mirov ji bo Kobanê û berxwedana li vir daketin qadan. Li Amerîkaya Latîn, Asya û Ewropayê xwepêşandanên girseyî hatin lidarxistin û bang li dewletan hat kirin ku li dijî van êrişan tevbigerin û piştgiriya şervanên li Kobanê bê kirin. 
 
Xwediyên Xelata Aştiyê ya Nobelê, akademîsyen, rewşenbîr, nivîskar û nûnerên saziyên civaka sivîl jî di nav de bi banga bo hezaran kesî 1'ê Mijdarê wekî Roja Kobanê ya Cîhanê hat îlankirin. 
 
JI BO DAÎŞ'Ê DESTPÊKA BIDAWÎBÛNA WÊ
 
Piştî ku protestoyên li seranserê cîhanê mezin bûn, hêzên koalîsyonê ku bi pêşengiya DYA'yê hat avakirin û 6 welatên ereb jî di nav de, ji hewayê ve êrişî kozikên DAÎŞ'ê kirin. Di Mijdara 2014'an de YPG'ê Girê Miştenûrê ji DAÎŞ'ê xalî kir. Her wiha YPG'ê rêya Helinçê jî ku DAÎŞ'ê di vê rêyê de sewqiyata lojîstîk dikir ji bo Reqa û Girê Spî, bi dest xist û kir ku muhîmat ji DAÎŞ'ê re neçin. 
 
DAÎŞ ku her roj derb xwarin, vê carê jî di ser Tirkiyeyê re li hemberî Kobanê dest bi pêleke êrişan a nû kir. Lê piştî ku ev êriş jî hatin pûçkirin, êdî ji bo DAÎŞ'ê "destpêka bidawîbûnê" dest pê kir. Her çû YPG/YPJ'ê mewziyên DAÎŞ'ê kêm kirin û gundên Kobanê yeko yeko ji destê DAÎŞ'ê xelas kirin. 
 
SERKETIN
 
Mizgîniya serketina Kobanê û têkçûyîna DAÎŞ'ê, ji aliyê şervanekî YPG'ê ve hat ragihandin. Şervanê YPG'î, piştî êrişan bi 134 rojan, di 26'ê Çileya 2015'an de serketina Kobanê wiha ragihand: "26'ê meha Çile 2015. Kobanê rizgar bû. Saet 3 kêm 10 deqe."
 
Piştî ku Kobanê ji DAÎŞ'ê hat rizgarkirin, şervanên YPG û YPJ'ê berê xwe dan Girê Spî. Girê Spî jî di 15'ê Hezîrana 2015'an de hat rizgarkirin. Bi vî awayî dorpêça 3 salan a DAÎŞ'ê û Cebhet El Nûsrayê bi temamî ji holê hat rakirin. Têkoşîna li dijî DAÎŞ'ê bi vê jî nema, di 27'ê Tîrmehê de bajaroka Sirînê ya Kobanê jî hat rizgarkirin. 
 
Piştî vê serketinê, di 10'ê Cotmeha 2015'an de li Kantona Cizîrê damezrandina Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) hat ragihandin. 
 
ŞAHIDA WÊ DEMÊ
 
Dîcle Ahmed ku di dema berxwedanê de li bajêr rojnamevanî dikir, behsa wê demê kir. Ahmed diyar kir ku di êrişên li hemberî Kobanê de armanc hedefgirtina Şoreşa Rojavayê bûye û got: "Jixwe êrişên li hemberî Kobanê ji sala 2013'an ve dest pê kiribûn. Derdora Kobanê hatibû dagirkirin û Kobanê hatibû dorpêçkirin. Di 15'ê Îlona 2014'an de jî êriş ber bi asteke din ve çûn. Êriş ewilî li gundê Teqlikê dest pê kirin. Bi hezaran DAÎŞ'î bi tanq û topan li derdora Kobanê kom bûn. Wê demê bi taybetî ji Cerablûs û Girê Spî û ji sînorê Tirkiyeyê piştgiriyeke losjîtîkê ya mezin ji DAÎŞ'ê re dihat. Gelek DAÎŞ'î di sînorê Tirkiyeyê re hatin Kobanê." 
 
RUHÊ FEDAÎ
 
Ahmed anî ziman ku şervanên YPG/YPJ'ê tenê bi keleş û bombeyên destan li ber xwe didan li hemberî çekên giran û got: "Ew şervan bi ruhekî fedaî şer kirin û ji bo ku DAÎŞ nekeve Kobanê çi ji destê wan hat kirin. DAÎŞ'ê digot, 'em ê di nava hefteyekê de Kobanê bi dest bixin û li wir nimêja cejnê bikin.' Lê li ber vîna zexm a şervanan têk şikiyan. Her roj derbên giran ji şervanên YPG/YPJ'ê xwarin. Gava DAÎŞ ket Kobanê, bi tirs pêş ve diçû. Ji lew re li hemberî DAÎŞ'ê berxwedaneke dîrokî hebû. Her ku DAÎŞ ditengijî, ji bo vîna şervanên YPG û YPJ'ê bişikîne û wan çavtirsandî bike bi wesayîtên bombebarkirî êriş pêk dianîn." 
 
'EM Ê DEST JI VIR BERNEDIN'
 
Ahmed ragihand ku piştî êriş dijwar bûn di destê YPG/YPJ'ê de tenê çend kuçe mabûne û got ku wê demê hemû xanî, kuçe û kolanên bajêr qada şer bûne. Ahmed destnîşan kir ku ji xeynî şervanan gel jî daxilî nava berxwedanê bûye û got: "Ji aliyekî ve tî û birçîbûnî, li aliyê din jî sermayeke dijwar hebû. Gelek şervan bi rojan xwarin nedixwarin. Lê dîsa jî dizanibûn wê bi ser bikevin. Gava me ji şervanan dipirsî, 'Em ê çawa ji heq van rojan derkevin?' Digotin, 'Li Kobanê tenê kesek jî bimîne, em ê vir bi dest wan bernedin.' Bi vê bîr û baweriyê şer kirin. Berxwedaneke dîrokî 134 rojan. Em rojnamevanên ku wê demê şer dişopandin, em bûn şahidê wan rojan. Şervan, bi bedena xwe bûn sîper." 
 
Ahmed wiha domand: Kesên ku nikaribûn çekê hilgirin, ji bo şervanan xwarin çêdikirin. Li birîndaran mêze dikirin. Ji çar parçeyên Kurdistanê û welatên biyanî gelek ciwan ji bo parastina Kobanê hatin vir. Gelek ciwan bêyî ku ava Kobanê vexwin jiyana xwe ji dest dan. Kurd, li sînor bûn mertalên zindî. Bi ruhekî berxwedê Kobanê bi dest ket." 
 
Ahmed bilêv kir ku di dema şer de derfetên wan jî pir kêm bûne û di şert û mercên pir dijwar de xebitîne û got: "Lê diviyabû me tiştên li vir diqewimin ragihîne cîhanê. Diviyabû me berxwedana dîrokî ya li vir rê her kesî bidana. Di vê rêçê de gelek hevalên me jiyana xwe ji dest dane. Lê pitî me berxwedana li vir ragihand cîhanê, hêzên koalîsyonê ketin dewrê û ji hewayê ve êriş birin ser DAÎŞ'ê. Bi berxwedana Kobanê re tevahiya cîhanê berxwedana gelê kurd û jinan nas kir." 
 
MA / Omer Akin
 
Sibê: Kobanê ya ji xweliya xwe welidî
 

Sernavên din

26/01/2023
09:03 Ji ber ku pere ji girtî re şand der barê wî de doz hat vekirin
09:02 Deriyê sînor heye, lê bazirganî tune ye
09:01 Keleha berxwedana jinan: Em ê dest ji Kobanê bernedin
09:00 ROJEVA 26'Ê ÇILEYA 2022'YAN
25/01/2023
20:40 Çalakiya ‘Azadî Ji Bo Abdullah Ocalan’ di meha 25’emîn de ye
18:36 Delegasyona Navneteweyî hevdîtin bi ÎHD û Baroya Stenbolê re kir
16:55 Pêkhateyên jinan ên Tifaqa Ked û Azadiyê hatin ba hev
16:10 Ji Baroya Agiriyê rapora Girtîgeha Panosê: Di odeya singêr de îşkence
15:57 Ji OHD, ÇHD û ÎHD’ê ‘Rapora binpêkirina mafê çalakiya li dijî tecrîdê’
15:30 Taniş û Denîz hatin bibîranîn
15:27 Baroya Wanê: Qedexekirina çalakî û xwepêşandana li dijî makeqanûnê ye
15:19 Dozger ji bo alîkariya xezîneya HDP’ê qut bibe, şahidê veşarî ku lê digeriya dît!
15:05 Delegasyona Li Dijî Tecrîdê serdana TTB’ê û TÎHV’ê kir
14:54 Têkildarî mirina bi guman a Muhbet C. biryara nepeniyê hate dayîn
14:51 Derbarê Yenî Yaşamê de lêpirsîn hat destpêkirin
14:48 Delegasyona Navneteweyî bi malbatên girtiyên li Îmraliyê re hevdîtin kir
14:27 Amadekariyên 12’emîn Lijneya Giştî ya HDK’ê xelas bûn
14:04 Doza Fîrdevs Babat: Dadgehê daxwaza faîl a veguhestina dozê hewaleyî Wezareta Dadê kir
13:40 Bernameya Konferansa Komara Demokratîk diyar bû
13:31 Çalakiya li ber Konseya Ewropayê berdewam dikin
13:15 Nobeta Edaletê ya Malbata Şenyaşar di roja 688’an de didome
13:07 Şandeya navneteweyî serdana parêzerên Abdullah Ocalan kir
12:53 Li Erxeniyê komkujiya sewalan
11:52 Nobeta Edaletê: Çima li Îmraliyê hiqûqa şexsî di meriyetê de ye?
11:48 Doza rojnamevan Ayşegul Dogan hat taloqkirin
11:22 Agahînegirtina ji Îmraliyê 22 meh li pey xwe hişt
11:05 Komploya 15'ê Sibatê: Dê ji 2 baskan ber bi Gemlîkê ve meş bê lidarxistin
10:47 Li Egeyê tundiya zilam: Jinek hat qetilkirin
10:04 Delegasyona Navneteweyî ya Li Dijî Tecrîdê li Tirkiyeyê ye
09:53 ‘Kobanê qibleya me ye, divê em ji hemû êrişan biparêzin’
09:52 AYM dê sibê têkildarî daxwaza HDP’ê bicive
09:32 ‘Tecrîd bêhiqûqîtî ye, Ocalan mifteya aştiyê ye'
09:24 Kobanêya hilweşiyayî ji nû ve hat avakirin
09:03 Mamosteya MED-DER'ê: Armanc ne jidil e ku encam jî jidil be
09:00 ROJEVA 25'Ê ÇILEYA 2022'YAN
24/01/2023
22:18 Li Colemêrgê mirineke bi guman
22:15 Çalakiya ji bo azadiya Abdullah Ocalan a li ber Konseya Ewropayê didome
21:34 Tifaqa Ked û Azadiyê dê bi namzetê hevpar beşdarî hilbijartinê bibe
17:55 Dozger ji 'rawestandina' xizmên girtiyan re ceza xwest
17:14 Demîrê ku Yewnanistanê ew radestî Tirkiyeyê kiribû hat girtin
16:49 Danişîna biryarê ya Rojbîn Çetîn taloqî 23'ê adarê bû
16:26 Li Agiriyê 2 leşker mirin
16:21 Doza ku 46 parêzerên Abdullah Ocalan jê tên darizandin taloq bû
16:10 Bernameya meha sibatê ya Şanoya Bajêr a Amedê aşkera bû
16:06 Li Hezexê dayika 50 salî hat girtin
15:55 Li Êlihê karkerê ku di înşaatê de ket jiyana xwe ji dest da
15:49 Li Sêrtê ciwanê ku hat angaştkirin întihar kiriye jiyana xwe ji dest da
15:40 Tifaqa Ked û Azadiyê bi rojeva hilbijartinê li hev civiya
14:37 Li Bismil ji 12 kesên hatibûn binçavkirin 10 jê hatin girtin
14:29 Li herêmên Çemço ve Sîdayê êrîşên biçekên kîmyewî pêk hatin
14:20 HDP: Li Îzmîrê li dijî partiya me xebatên şerê taybet tên meşandin
13:19 Li Agiriyê 2 gundî û şivanek hatin kuştin
13:03 Malbata Şenyaşar: Em heqê xwe li kesên bêdeng dimînin helal nakin
12:47 Nobeta Edaletê ya li dijî tecrîda Îmraliyê: Em bi hev re deng derbixin
12:35 Finlandiya: Divê ji bo hevdîtinên NATO'yê navber bê dayîn
12:05 Hêzên Şengalê gelek sîxurên MÎT û PDK’ê binçav kirin
10:52 Li dijî biryara bloqekirina HDP dest bi kampanyayekê dike
10:30 Ji ber bertek nîşanî zextan didin gefa sewqkirinê li girtiyan tê xwarin
09:35 Ma Musîcê konser da hezaran
09:06 22 sal in tu xeber ji Taniş û Denîz nayê girtin
09:04 Soza hilbijartinê ya Erdogan 'rêya duble' 20 sal in nehatiye temamkirin
09:04 Serokê Baroya Wanê Ozaraz: Divê li Îmraliyê hiqûq bê pêkanîn
09:03 Rojnivîska berxwedana dîrokî ya Kobanê
09:02 Prz. Tum: Bila TBB li dijî tecrîdê gavekê biavêje
09:01 Siyasetmedarên jin ên Botanê: Gelê me dê seltenata AKP'ê û MHP'ê hilweşîne
09:00 ROJEVA 24'YÊ ÇILEYA 2022'YAN
08:32 Li Hezexê jinek hate binçavkirin
23/01/2023
22:23 Rojnamevan Verîm ku Yûnanîstanê ew radestî Tirkiyeyê kir hat girtin
21:43 Li Cezayîrê helîkopter ket erdê: 3 leşker mirin
18:39 Li Amedê zilamekî jinekê birîndar kir
18:07 Li ber KE'yê çalakiya li dijî tecrîda li Îmraliyê
17:50 Ji ber komkujiya li Mêrdînê 4 kes hatin girtin
15:54 Li girtîgehên Behra Reş û Dumluyê mafên tenduristî û ewlehiyê tên binpêkirin
14:33 Binpêkirina ‘Mafê hêviyê’ ji Wezîrê Dadê hat pirsîn
13:32 AKP’ê di 2022’yan de tenê pêşnûmepirsek da Meclisê
13:19 AYM dê ji bo daxwaza HDP’ê di 25’ê çileyê de bicive
12:53 Ji bo Akar ê xwe şewitandibû li ser dîwaran nivîs hate nivîsîn
12:52 Ferît Şenyaşar: Li vir fermana serdestan pêk tê
12:35 Ji bo Îmraliyê Nobeta Edaletê: Sûcê li dijî mirovahiyê tê kirin
12:05 Li Girtîgeha Xarpêtê 15 girtî hatin derbkirin
11:58 Ji bo gumanbarên komkujiya li Mêrdînê daxwaza girtinê
11:46 Li Çiyayê Amanosê gelek dar hatin birîn
11:30 Xizmên serokê AKP’a Farqînê ji ber esrarê hatin girtin
10:03 KNK: Divê statu û ewlehiya Şengalê bê misogerkirin
09:26 Navên kesên li Şêxmeqsûdê jiyana xwe ji dest dan diyar bûn
09:06 Rojnameya Xwebûnê dê di roja ziman de şahiyekê li dar bixe
09:06 Li dijî tecrîdê di greva birçîbûnê de ne: Divê her kes li ber tecrîdê rabe
09:05 Malbata Emîn Ozkan: Beriya giştînameyê divê ATK ji holê were rakirin
09:04 Li Giyadînê metirsiya siyanûrê: Wê hemû Kurdistan were jehrîkirin
09:04 Parlamenterê HDP’ê Eksîk: Tecrîd rêbazek îşkenceyê ye
09:03 Du birayên nexweş nayên berdan: Birînên wan bêderman in
09:02 Tosûn: Giştînameya Wezareta Dadê çareseriyê nayîne
09:01 Kela berxwedanê: Kobanê
09:00 ROJEVA 23'YÊ ÇILEYA 2023'YAN
22/01/2023
21:55 Li Kocaeliyê li malekê teqîn rû da: 2 jê giran 5 kes birîndar bûn
21:48 Tayyîp Erdogan û Tansû Çîller mil dane milên hev!
21:35 Ciwan li Stenbolê ji bo Abdullah Ocalan meşiyan
21:25 Li Kadikoyê ‘Dîwana Dengbêjan’ hat sazkirin
19:08 HDP û pêkhateyên xwe civiyan
16:12 Komîsyona Gel û Baweriyan a HDP’ê bertek nîşanî şewitandina Qur’anê da