Koçyîgît: Îktîdar hewl dide tevahiya Tirkiyeyê veguherîne Girava Îmraliyê

  • rojane
  • 10:56 26 Çile 2023
  • |
img
ENQERE - Parlamentera HDP’ê Gulistan Kiliç Koçyîgît diyar kir ku îktîdara AKP-MHP’ê bi siyaseta tecrîdê re Tirkiye ber bi kendalê ve dibe û wiha got: “Îktîdara AKP-MHP’ê ku dê hilbijartinan winda bike, dixwaze tevahiya Tirkiyeyê veguherîne Girava Îmraliyê.” 
 
Ji Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan û girtiyên din ên li Girtîgeha Tîpa F a bi Ewlekariya Bilind a Îmraliyê tên ragirtin zêdetirî 22 meh in agahî nayên girtin. Parlamenterên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ji bo hevdîtinên bi Ocalan re dest bi Nobeta Edaletê kiribûn û di roja 26’an de didome. Li hêla din Hevserokên Giştî yên HDP’ê Pervîn Buldan û Mîthat Sancar, Hevseroka Giştî ya Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Saliha Aydenîz, Hevserokê Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) Berdan Ozturk û gelek parlamenterên HDP’ê ji bo hevdîtinan serî li Wezareta Dadê dan lê nehatin bersivandin. 
 
Parlamentera HDP’ê ya Mûşê Gulistan Kiliç Koçyîgît têkildarî mijarê bi ajansa me re axivî û got ku îktîdara AKP’ê hewl dide tevahiya Tirkiyeyê veguherîne Girava Îmraliyê. 
 
‘HEWL DIDIN ABDULLAH OCALAN BIDIN JIBÎRKIRIN’ 
 
Parlamenter Gulistan Kiliç Koçyîgît got ku ev demekî dirêje îktîdar hewl dide Ocalan bide jibîrkirin û têkiliya wî ya bi gel re qut bike û wiha domand: “Ji bo vê polîtîkayeke taybet dimeşîne. Tevî vê yekê jî hafizeya gelê kurd zindî ye. Qutkirina têkiliya birêz Ocalan a bi gelê kurd re tenê bi tecrîdkirina wî nabe. Ji ber ku cihekî taybet ê birêz Ocalan ji bo gelê kurd heye. Çi bikin jî dê nekarin bi ser kevin. Îktîdara AKP-MHP’ê di sedsala nû ya komarê de hemû destkeftiyên gelê kurd hedef digirin. Daxwazên wan ên demokratîk paşguh dikin. Aqilekî kûr heye ku hewl dide li her çar parçeyên Kurdistanê mercên koletiyê yên li ser kurdan tên ferzkirin hîn girantir bikin. Ev, konseptekî dewletê ye û konsensûsek heye. Hemû hêzên navxweyî yên pergalê di vê mijarê de bûne şirîk. Di esasê xwe de hêzên navdewletî jî di vê mijarê de alî digirin. Bi hev re dixwazin ku gelê kurd sedsaleke din jî di nava şert û mercên koletiyê de bijî.” 
 
WATEYA WÊ YA JI BO KURDAN ÇI YE?
 
Bi domdarî Koçyîgît ev tişt anî ziman: “Gelê kurd bi paradîgmaya birêz Ocalan re bû xwedî asoyeke pir berfireh. Yek ji alavên bingehîn ên xerakirina van lîstikan, têkoşîna hevpar a Tifaqa Ked û Azadiyê ye. Li dijî hewldana krîmînalîzekirina kurdan, gelê kurd bi saya tezên pergala neteweya demokratîk, konfederalîzma demokratîk û Komara Demokratîk re bûn xwedî asoyeke pir berfireh. Niha jî amûrên têkoşîna hevpar ên gerdûnî ava kirin û pêşengtiya feraseteke demokratîk dikin. Li dijî armancên bisînorkirina tevgera azadiyê ya kurd a bi rêyên tecrîdkirina birêz Ocalan, gelê kurd bi têkoşîneke pir berfirehtir bersiv dan û ev armanc têk birin.” 
 
POLÎTÎKAYÊN TECRÎD Û NEÇARESERIYÊ
 
Bi domdarî Koçyîgît da zanîn ku îktîdara AKP-MHP’ê hewl dide bi rêya polîtîkaya tecrîd û neçareseriyê hêviya siyaseta demokratîk a gelê kurd têk bibe û wiha bi dawî kir: “Pir dixwazin ku gelê kurd di hilbijartinên 2023’yan de ji pergalê bixeyîdin û hêviya xwe ji siyaseta demokratîk qut bikin. Lê gelê me baş di ferqa vê de ye û dê bi saya têkoşîna xwe rejîma AKP-MHP’ê biavêjin sergoya dîrokê. Ji ber polîtîkaya tecrîdê, Tirkiyey ber bi kendalê ve dibin. AKP-MHP dê di hilbijartinê de têk biçin. Dixwazin têkçûna xwe weke têkçûna Tirkiyeyê bidin fêmkirin. Em dibînin ku aqilekî ku hewl dide faşîzmê sazûman bike heye. Bi tecrîdê re hewl didin teşe bidin tevahiya têkoşîna demokratîk. Tecrîda heyî ne tenê li ser birêz Ocalan lê li ser hemû jin, ciwan û kedkaran e. Ev, şêweyekê rêveberiyê ye. Heke pirsa ‘AKP-MHP civakê çawa birêve dibe’ were kirin, divê em berê xwe bidin Îmraliyê. Mafên herî biçûk jî hatine binpêkirin. Îktîdar hewl dide tevahiya Tirkiyeyê veguherîne Girava Îmraliyê. Heke em li dijî tecrîda li Îmraliyê dernekevin, dê sibe tevahiya welêt veguhere Girtîgeha Îmraliyê. 
 
Di bingeha hemû pirsgirêkan de bêhiqûqiya li Girava Îmraliyê heye. Divê em li dijî rejîma ku dixwaze ji bo îstîqbala xwe tevahiya welêt diavêje agir, dengê xwe derxînin. Ev yek berpirsyariyeke dîrokî ye. Destpêka vê berpirsyariyê jî deng derxistina li dijî tecrîd û derhiqûqiya li dijî birêz Ocalan e. Dema em li meseleya muxatabiyê ya birêz Ocalan a di pirsgirêka kurd de û pêşniyarên wî dinihêrin, dibînin ku ji hêla gelê kurd, demokrasiya Tirkiyeyê, Rojhilata Navîn û cîhanê xwedî roleke dîrokî ye.”
 
MA / Firat Can Arslan
 

Sernavên din

22/05/2023
23:16 Jinan ji bo Mexmûrê bang li NY'yê kir
20:23 Ji Platforma Ked û Demokrasiyê ya Amedê banga ji bo çûna ser sindoqê
19:00 Ciwanên ku ji ber govendê hatibûn binçavkirin hatin berdan
18:54 OHD: Em li dijî êrişên nijadperest li cem gelê kurd in
18:02 Sînan Ogan dê di tûra duyemîn de piştgiriya Erdogan bike
17:07 Cenazeyê Yalçinkaya piştî 73 rojan radestî malbata wê hate kirin
17:05 Dorpêça li ser Mexmûrê didome: Xelkê wargehê li ber xwe dide
16:59 Li Şirnexê ji bo hilbijartinê serdana dikandaran hate kirin
16:39 Ferît Şenyaşar: 28’ê Gulanê em ê bi desthilatê bidin windakirin
14:59 Ji bo ciwanên ji ber gerandina govendê rastî tundiya polîsan hatin daxwaza girtinê
14:59 Li Ewropayê çûyîna ser sindoqan zêde bû: Hêj her tişt xelas nebûye
14:58 Alimên Olî: Em dikarin vê feraseta zordar bi hev re ji holê rakin
14:07 Li Wanê xebatên tûra duyemîn: Em ê di 28’ê Gulanê de bi ser kevin
14:03 Ji bo 28’ê Gulanê banga çûna ser sindoqan kirin
13:47 15 sal cezayê hefsê dan Hevşaredara Bismilê Gulşen Ozer
13:25 Baroya Amedê bersiv da gefa Soylu: Em vî zimanî qebûl nakin
13:11 Ceylan: Herin ser sindoqan, AKP'ê bişînin, sindoqan biparêzin
12:28 Li Hezexê jinên ku qeza şermezar kirin rê li trafikê girtin
11:34 Komeleya Oy ve Otesî: Hejmara dilxwazan ji 200 hezaran derbas bû
11:20 Giliya dengbêj Axîn Biro yê hatibû derbkirin bi neşopandinê encam bû
10:56 Di serdegirtinên malan de 19 kes hatin binçavkirin
10:50 Aksoyoglû: Di nava hefteyekê de li Tirkiyeyê nêzikatiyên siyasî tam berevaj bûn
10:05 Ciwanên ji ber gerandina govendê rastî tundiya polîsan hatin sewqî edliyeyê kirin
09:48 Dolarî rekorên hemû deman derbas kir
09:41 Gora Jîna Emînî dîsa hate texrîbkirin
09:36 Sirri Sakik: Divê her kes biçe ser sindoqê û vîna xwe nîşan bide
09:02 Girtiyê nexweş ku destek wî nîne di hucreya yek kesî de tê ragirtin
09:02 Otlû: Em ê li dijî polîtîkayên dijminatiya jinan gotinên xwe bibêjin
09:01 Wezîrê berê yê îzlandayî: Îmrali dikare bibe laboratuvara aştî û demokrasiyê
09:01 ‘Em ji bo jiyana xwe di 28’ê Gulanê de biçin ser sindoqan’
09:00 ROJEVA 22'YÊ GULANA 2023'YAN
21/05/2023
23:04 Nûnertiya HDP’ê ya Hewlêrê: Divê artêşa Iraqê demildest ji Mexmûrê vekişe
21:31 Polîsan êrişî ciwanên kurd ên govendê gerandin kir
21:06 Meclisa Ciwanan a HDP’ê şehîdên meha gulanê bi bîr anîn
20:23 Li Enqereyê panela zimanê kurdî: Zimanê zikmakî hêmana sereke ya mirov e
18:36 Dag û Er: Îşkence li me tê kirin
16:20 Li Edeneyê bi mezinahiya 4,9 erdhej çêbû
16:03 Li Îzmîrê bîranîna ‘Şehîdên Meha Gulanê’
15:54 Ji ber lehiyan li Îtalyayê 36 hezar kesan malên xwe terikandin
15:04 Zaroka 2 salî ya destdirêjî lê hatibû kirin jiyana xwe ji dest da
14:55 Hevserokê CDK-F’ê Olmez: Kurd dê rê nedin dîktator
14:33 Hejmara hilbijêrên li derveyî welat dengê xwe dayîn bû çend?
14:04 Cenazeyên endamên HPG/YJA Starê li nexweşxaneyê tên sekinandin
13:30 Nobeta Edaletê ya Malbata Şenyaşar di roja 790’an de didome
13:22 HDP: Divê Qirkirina Çerkesan bê naskirin
12:27 Welatparêzê kurd Armûtlû li Amedê hate definkirin
12:12 Sê xwîşk û birayên girtiyê hatibû darvekirin hatin girtin
12:10 Li midûriyeta nifûsê hate derbkirin, li qereqolê rastî lêgerîna tazî hat
11:36 Wesayîta karkerên çandiniyê qeza kir: Kesekê jiyana xwe ji dest da
11:36 HDP: Tifaqa Cumhur ku propagandayeke qirêjî dike dê hesabê bide
11:27 Mizrakli: Bêhêvîtî li me nayê, em ê bi ser kevin
11:26 Hevberdevkê HDK’ê Çîçek: Tûra 2’yemîn têkoşîna xwedîderketina li pêşerojê ye
10:37 George Aslan bang li hilbijêrên derveyî welat kir ku biçin ser sindoqan
10:24 Berxwedana Mexmûrê ya li dijî dorpêçê di roja 2’yan de didome
10:20 Hejmara nû ya Kovara Jinê derket
10:19 Îran û Iraqê ji bo tesfiyekirina hêzên kurd lihev kirin!
10:10 Rêjeya çûyîna ser sindoqan a li Swîsreyê zêde bû
10:10 Mexmûr li dijî dorpêçê li ber xwe dide
09:55 Nas: Di hilbijartinê de hilbijêrên kurd dê diyarker bin
09:27 Prof. O’Hearn: Bi tecrîdkirina Ocalan re dê nekarin çareseriyekê peyda bikin
09:16 Aborîzan Sonmez: Ger Kiliçdaroglû bi ser bikeve wê atmosfereke aram çêbibe
09:07 Şemzînanî: Ji bo 28'ê Gulanê çi ji destê me bê em ê bikin
09:04 Ûysal: Em ê bi heman moralî biçin ser sindoqê
09:03 Li Semsûrê çandina tûtinê dest pê kir
09:03 Adalet Kaya: Me di tûra ewil de ew hejandin, em ê di tûra duduyan bi wan bidin windakirin
09:00 ROJEVA 21’Ê GULANA 2023’YAN
20/05/2023
19:41 Li Mêrdînê banga ji bo hilbijartinê
19:17 Di êrişa li ser Mexmûrê de welatiyek birîndar bû
18:24 13 kesên ku li Qada Galatasarayê hatin binçavkirin hatin berdan
17:08 Akil: Heke ziman azad bibe civak jî dê azad bibe
16:48 Li Dêrazorê êrişî QSD hate kirin
16:25 Li Erdîşê panela Cejna Zimanê Kurdî: Têkoşîna ziman pirsgirêkeke exlakî ye
16:24 Tecawizkar Musa Orhan doz li lîstikvan Farah Abdullah vekir
16:19 Artêşa Iraqê li Mexmûrê kesekî birîndar kirin
16:17 Bertek nîşanî tundiya polîsan dan: Biryara ‘binpêkirinê’ ya AYM’ê nayê nasîn
15:52 Saziyên sivîl serdana MKGP û DFG'ê kirin: Em ê piştevaniyê bidomînin
15:49 Jiyana girtiya nexweşa penceşêrê Ak di xetereyê de ye
15:26 Ji bo bîranîna windayan qerenfîl avêtin behrê
15:10 Ji bo girtiyê nexweş Kudîn banga berdanê hat kirin
14:37 TJA: Herkesê vedixwînin ku di 28'ê Gulanê de faşîzmê rawestînin
14:09 22 salî ket girtîgehê 52 salî jê derket
14:04 Li aqûbet û kujerên 7 welatiyan hat pirsîn
13:13 Meclisa Gel a Mexmûrê: Em ê îradeya xwe teslîm nekin
12:49 Dayikên Şemiyê li Qada Galatasarayê hatin binçavkirin
11:50 Li Îranê 3 kes hatin darvekirin gel daket kolanan çalakî lidarxistin
11:40 Leşkeran li nexweşxaneyê îşkence li girtiyê ji Rojava kirin
10:51 Li derveyî welat û gumrikan deng dayîn dest pê kir
10:48 Li Hezexê dîsa wesayît li zarokekê qelibî û birîndar bû
10:27 Gotina dawî ya Kirtay: Xwedî li girtiyên nexweş derkevin
10:26 Li Hatayê bandorên erdhejê didomin
09:25 Hevserokên HDP'a Şirnexê: Bila tu kes berbayê provakasyonan nekeve
09:05 'Tecrîd divê piştî hilbijartinê bibe rojeva sereke'
09:03 Li Semsûrê 4 gund ji ber bendavê tên valakirin
09:03 Dikandarên Bazara Kedê ya Jinan ji ber krîzê nikarin dikanên xwe vekin
09:01 Di 17 mehan de 93 girtiyan jiyana xwe ji dest da
09:00 ROJEVA 20'Ê GULANA 2023'YAN
08:05 Leşkerên Iraqê dixwazin Mexmûrê bi têlan dorpêç bikin
19/05/2023
21:13 Di Bagera Mochayê de 145 kesan jiyana xwe ji dest da
20:11 Tirkiyeyê baregeheke li Minbicê bombeberan kir
19:00 YSK'ê encamên dawî yên tûra yekemîn a hilbijartinê eşkere kir