Demîr: Ji bo hilbijartinan kirdeya herî giring jin in
Bûldan: Em xwe amade bikin ku di 14'ê gulanê de têkoşîna jinê serbikeve

  • jin
  • 15:17 28 Çile 2023
  • |
img
STENBOL - Hevberdevka HDK'ê Esengul Demîr ku di Konferansa Jinan a HDK'ê de axivî, diyar kir ku kirdeya herî girîng a di vê hilbijartinê de bi tifaqa AKP'ê û MHP'ê bide windakirin jin in. Hevseroka Giştî ya HDP'ê Pervîn Bûldan jî wiha got: "Em xwe amade bikin ku di 14'ê gulanê de têkoşîna jinê serbikeve."
 
Meclisa Jinan a Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK) Konferansa xwe ya Jinan a Giştî ya Serdema 12’emîn bi dirûşmeya “Serhildana me li dijî serweriya zilam e, israra me ji bo jiyaneke azad û wekhev e. Jin jiyan azadî” li Eywana Dawetê ya Labella ya li Stenbolê li dar xist. Li eywanê pankartên "Jin jiyana azadî" , "Wê jiyana nû têkoşîna jinê ava bike" , "Têkoşîna jinê nikare bê darizandin" hatin daliqandin. 
 
Aktivîstên Tevgera Jinên Azad (TJA), endamên Meclîsa Jinê ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), jinên elewî û gelek nûnerên rêxistinan ên jin tev li konferansê bûn. Axaftina vekirina konferansê Berdevka HDK'ê Esengul Demir kir. 
 
'LI DIJÎ TECRÎDÊ EM Ê JIYANÊ AZAD BIKIN'
 
Konferans bi hilbijartina endamên dîwanê dest pê kir. Jin bi çar zimanên cuda hatin silavkirin. Piştî hilbijartina dîwanê Çilem Kuçukkeleş li ser navê dîwanê axivî. Çilemê da zanîn ku HDK li dijî pergala heyî xeta têkoşîna ava dike û got: "HDK îfadekirina heqîqetê ye. HDK mezinkirina civakê didomîne. Li dijî tecrîdê em ê jiyanê azad bikin."
 
Piştî axaftina dîwanê ji bo jinên di têkoşîna azadiyê de jiyana xwe ji dest dane deqeyekê rêz hat girtin. 
 
'EM LI DIJÎ SIYASETA ŞER BÊDENG NAMÎNIN'
 
Pişt re Berdevka HDK'ê Esengul Demir, jinên li Rojava, Rojhilat, Îran, Efganistanê li ber xwe didin silav kir û got: "Jin li dijî êrişên faşîst û nîjadperest li ber xwe didin. Jin di nava lêgerînê de ne ku ji vê tengasiyê derkevin. Li Efganistanê 6 jinan mirin dan ber çavan û derketin kolanan. Li Îranê bi serhildana Jîna Emînî jin bi daxwaza azadiyê herikîn qadan. Li Rojava jinan li dijî DAÎŞ'ê têkoşîneke mezin dan. Li Tirkiyeyê jî jin li dijî bloka AKP-MHP'ê têdikoşin."
 
Esengulê da zanîn desthilat, siyaseta şer a li dijî kurdan didomîne û bêdengiyê li ser civakê ferz dike û wiha pê de çû: "Her çiqas bi gotinên nefretê bixwazin me hepis bikin jî em ê têkoşîna xwe bidomînin. AKP-MHP di çarçoveya siyaseta şer de tundiyê li jinê dike. Em li dijî siyaseta şer bêdeng namînin."
 
'JI JIYANEKE NÛ PÊDIVÎ BI TIFAQAN Û PIŞTEVANIYÊ HEYE'
 
Esengulê bi lêv kir ku polîtîkayên şer ji qetilkirina Îpek Er, windakirina Gulistan Dokû, êrişa li xebatkarên çapemeniyê diyar e û got: "Ji bo bloka faşîst a AKP'ê û MHP'ê here divê em hilbijartinê baş binirxînin. Jin zagonên li wan tên ferzkirin qebûl nakin. Ji bo em jiyaneke nû ava bikin pêdiviya me ji tifaqan û piştevaniyê heye."
 
Piştr e Hevseroka Giştî ya HDP'ê Pervîn Bûldan axivî û got: "HDK jinan di bin banê xwe de kom dike û xwediyê roleke girîng e. HDK li dijî faşîzmê, yekperestiyê alternatîfeke bi hêz e. Jinên îro tev li konferansê bûne hêzeke mezin ji HDP'ê ya partiya jinê ye digirin. HDP wê bi vê hêzê rêya xwe bidomîne. Berî 12 salan bi dirûşmeya rêwitiya ber bi hêviyê ve em bi HDK'ê re ewqas rê hatin. Tifaqa mêr a AKP-MHP'ê elbet di ferqiya vê meşa mezin a jinê de ye. Loma me dît ku çawa li dijî jinê şer dikin."
 
'EM Ê SERKEFTINA XWE BIDOMÎNIN'
 
Bûldanê bi lêv kir ku polîtîkayên dewletê dibe sedema qetilkirina jinê û wiha pê de çû: "Jin hemû bi gefxwarina daraza qesrê re rû bi rû dimînin. Em dizanin tundiya li ser jinê polîtîk e. Gelek rêhevalên me yên jin ên têkoşîna azadiyê didomînin di girtîgehan de ne. Koçberiyê li ser jinan ferz dikin. Bi taybetî jî tundiyê li ser jinên kurd dikin. Me wekî jin li berxwe da û em bi ser ketin. Em ê vê serketinê bidomînin."
 
'EM BI HEV RE TÊKOŞÎNA XWE MEZIN BIKIN'
 
Bûldan, di axaftina xwe de bal kişand ser sala 2022'yan û wiha bi lêv kir: "Sala 2022'yan bû sala berxwedan û têkoşînê. Jin beyî ku paşve gav biavêjin peyama domandina têkoşînê dan. Em wek jin dê li ser rêya heqîqetê bimeşîn, lêgerîna xwe ya edaletê û têkoşîna xwe bidomînin. Jin dê li dijî bêhiqûqiyê nobeta xwe ya edaletê, li dijî şer nobeta xwe ya aştiyê, li dijî tecrîdê nobeta xwe ya hiqûq û edaletê bi israr dê bidomînin. Heta tecrîd were şikandin em bi hev re têkoşîna xwe mezin bikin. Sala 2023'yan dê ji bo jinan bibe sala mezinkirina têkoşîne, sala bi destxistina destkeftiyên hevpar." 
 
'DÊ JIN ENCAMA HILBIJARTINÊ DIYAR BIKIN'
 
Bûldan, di axaftina xwe de wiha behsa hilbijartinê kir: "Hilbijartin ne tenê hilbijartina serokkomariyê ye, divê wisa neyê destgirtin. Hilbijartineke dîrokî ye. Encamên hilbijartinê dê ji hêla jinan ve bê diyarkirin. Em ê bi têkoşîna xwe ya hevpar û tecrûbeyên xwe yên hevpar hilbijartinê bikin, ev dem hatiye. Me sekna xwe ya demokratîk ya hilbijartinê salekûnîv beriya niha bi belgenameya xwe aşkera kiribû. Me Tifaqa Azadî û Kedê û Tifaqa Kurd ava kiribû. Em ê wan tifaqan mezin bikin. Hilbijartina sala 2023'yan firsendeke dîrokî ye. Em wek HDP'ê berpirsiyariya xwe dizanin û ji ber vê yekê jî em ê berpirsiyariya xwe ya dîrokî bînin cih. Navê têkoşîna me Rêya 3'yemîn e. Em dibêjin demek nû û sedsaleke nû. Em ê bi vê îdiayê heta hilbijartin û piştî hilbijartinê jî bimeşin."
 
'EM Ê PERGALEKE KU JIN XWEDÎ MAF BE AVA BIKIN'
 
Bûldan, destnîşan kir ku bi siyaseta îktîdara serdest a mêr guherîneke demokratîk pêk nayê û got: "Jin hêza sazkirina pergala demokratîk e. Jin dê bi guherîne û veguherîne. Em divê bi bawerbin, rêxistinbûna mezin bikin û têkoşîna hevpar pêş bixin. Ji bo em bibin dengê hemû jinan divê em bêtir bimeşin. Jinên hilberînê dikin, jinên li ber xwe didin, jinên ku jiyaneke nû diafirînin, jinên ku ji bo mafê wekhev têdikoşîn xwedî îradeyeke mezin e. Em ê niha bi vê îradeyê di nav HDP'ê de û di nav Tifaqa Azadî û Kedê de bi gelê xwe re bin. Ev hilbijartin ya me ye. Em ê ne di nav beg û mêran de, em ê pergala ku jin xwedî mafê gotinê be, xwedî mafê hevpar be ava bikin." 
 
'EM Ê BI VÎNA 8'Ê ADARÊ DI HILBIJARTINÊ DE SERBIKEVIN'
 
Pervîn da zanîn ku di 14'ê Gulanê de jin dê bi ser kevin û wiha berdewam kir: "Em ê bi vîn û hêza 8'ê Adarê, Newroz û 1'ê Gulanê, bi îradeyeke hevpar di hilbijartinê de bi ser kevin. Em dawî li selteneta mêran binîn. Ji ber vê jî ji bo serkeftina jinan dîroka 14'ê Gulanê girîng e. Em ê li her gund, mal û herêmê, li xanî, kargehan bi hev re bi heman dilî têbikoşîn. Em carek din dibêjin ev sedsal dê bibe sedsala jinê. Em hêza xwe  û motîvasyona xwe ji dirûşma 'Jin, jiyan, azadî’ digirin. Em wisa bi rêketin, wisa mezinbûn, wisa li ber xwe da û em pêşketin. Em ê bi gotina azadiyê teqez azadiyê bi dest bixin." 
 
'EM Ê JIYANEKE AZAD AVA BIKIN'
 
Hevseroka Giştî ya SYKP'ê Canan Yuce di konferansê de bal kişand ser têkoşîna jinan û wiha got: "Şerek tê meşandin û di vê şerî de jinên Kurdistanê û Rojava bi bandor dibin. Em dibînin ku polîtîkayên şer li ser jinê tê meşandin. Li hemberî şer, îstîsmar û zilmê em jin bêdeng namînin, natirsin, guh nadin. Her ku hevalek jin rastî zilmê hat em li wir bûn û em ê her hebin. Ez îro Sakîne û Sêvêyan ji vir bi bîr tînim. Em jin teqez wê bi ser kevin. Em ê cîhanek wekhev û azad ava bikin."
 
'BI TEMAŞEKIRINÊ EM BI SERNAKEVIN'
 
Berdevka Platforama Piştevaniya Sosyalîst (SODAP) Kezban Konukçu jî bal kişand ser girîngiya HDK'ê û got: "Ji bo rêxistinkirina civakî HDK girîng e. Em dibêjin tenê bi temaşekirinê em bi ser nakevin. Divê em xwe bi rêxistin bikin û li dijî faşîzmê dengê xwe bilind bikin, derkevin qadan." 
 
'TECRÎD BELAVÎ TEVAHIYA WELAT BÛYE'
 
Berdevka Giştî ya Meclîsa Jinan a Sosyalîst (SKM) Çîçek Otlu, diyar kir ku hilbijartineke girîng li pêş e û wiha bi lêv kir: "Niha li Îran û Rojhilat bi dirûşma 'jin jiyan azadî' şoreşek pêk tê. Teqez em jin di sala 2023'yan de bi ser kevin. Em di vê baweriyê de ne. Her wiha 24 sal in li hemberî Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan tecrîdek heye û 22 sal in agahî ji Ocalan nayê girtin. Tecrîd belavî tevahiya welat bûye. Niha li girtîgehan tundiyeke mezin heye. Name hatine qedexekirin, kaxizên rengîn hatine qedexekirin, dixwazi biçî hevdîtinê bi hinceta 'lêpirsîna ewlehiyê' tê astengkirin. Ev dema pêşiya me dê bibe dema berxwedanê. Ji ber vê sedemê jî jin, LGBTÎ+, li dijî faşîzma AKP'ê û MHP'ê serî natewîne û bêdeng namîne û serhildana xwe bidomîne."
 
'EM Ê MOHRA XWE LI BINÊ SALA 2023'YAN BIXIN'
 
Seroka Giştî ya Partiya Şoreşger Elif Torun Oneren jinên li Rojava li dijî DAÎŞ'ê şer kirin û jiyana xwe ji dest dan silav kir û got: "Em ê îro behsa serkeftinên xwe yên ji Rojava heta Efganîstanê ji Efganîstanê heta Tirkiyeyê bikin. Em ê bi hev re têbikoşin. Em dixwazin jin bên parastin, ne malbat. Li dijî AKP-MHP'a faşîst em ê hêza xwe bikin yek. Em têkoşîna xwe bidomînin. Em ê li dijî mobîng û mêtingeriya mêr li ser piyan bin. Em ê bi têkoşîna xwe mohra xwe li binê sala 2023'yan bixin."
 
'PIŞTEVANIYA NAVNETEWÎ ÇEKA ME YA HERÎ BI HÊZ E'
 
Ji Emerîkayê Pêkhatina Radical Women Helen Gilbert peyama xwe ji konferansê re şand û got:"Radical Women ji Emerîkayê we silav dike. Di dema raperîn û zextê de piştevaniya navneteweyî çeka me ya herî bi hêz e. Jin dema rabin ser piya her kes bi wan radibin. Ez hêvî dikim ku fersendên xebata bi hev re bên avakirin."
 
Konferansê bi sernavên pêvajoya siyasî, rêxistinbûyinê ji çapemeniyê re girtî dewam kir. 

Sernavên din

28/01/2023
18:29 Konferansa Jinan a HDK'ê: Dê sedsala 21'ê bibe sedsala jinê
17:08 HDP li Êlihê bi rêxistinên sivîl re civiya
16:56 Ok ê 74 salî hate girtin
16:48 Delegasyona Navneteweyî: Girava Îmraliyê wek model tê bikaranîn
16:30 Li Colemêrgê bertek hate nîşandan: Girtina Karaman nayê qebûlkirin
16:19 Panela tecrîd, jin û polîtîkayên şerê taybet: Tecrîd wê bi serkeftinê bi dawî bibe
16:08 Rûniştina F: Bila girtiyên nexweş Firat û Emrah Nebîoglû bên berdan
15:53 Ji bo Sevmîş ê bi nexweşiya Wilson ketiye banga berdana lezgîn
15:45 Bi awayekî girseyî serdana şîna Avci kirin
15:41 ‘Rêya aştî û edaletê di Roboskiyê re derbas dibe’
15:41 ÎHD’ê aqûbeta Taniş û Denîz ên HADEP’î pirsî
15:17 Birîndarek qezaya TIR’ê ya Dêrikê wefat kir
15:17 Demîr: Ji bo hilbijartinan kirdeya herî giring jin in
Bûldan: Em xwe amade bikin ku di 14'ê gulanê de têkoşîna jinê serbikeve
15:00 Dayikên Şemiyê li aqûbeta Şayik û Tayboga pirsîn
14:53 Weşanxaneya Aramê 10 pirtûkên nû çap kirin
14:12 Xizmên windakiriyan aqûbeta Taniş, Denîz û Maltû pirsîn
13:28 Bîrol a HDP'î: Li dijî ferzkirina sîxurtiyê em ê serî netewînin
13:18 Şanoger piştgiriyê didin kampanya ‘Gelê me xezîneya me ye’
13:15 Ji aktîvîstên Rojhilat û Îranê banga çalakiyan: Em derkevin qadan
11:35 Lêgerîna tazî ya li dijî rojnamevanên jin hat redkirin
11:28 Malbata Şenyaşar: Daxwaza me daxwaza milyonan e
10:21 Fermandarê QSD'ê Çekjîn: Di navbera DAIŞ'ê û dewleta Tirk de koordîneyeke eşkere heye
10:17 ‘Biryara hilbijartina pêşwext a desthilatê nîşaneya ku ji ciwanan ditirse ye’
10:16 Akin Bîrdal: Tifaqa Ked û Azadiyê ji bo siberojek ronahî fersend e
09:18 Dozger fezlekeya polîsan bi îdianameyê ve zeliqandiye
09:12 Gilî û gazinên Amedê yên ji bo otobusan: Qeyûm xizmetê nake
09:11 Li Şirnexê Midûriyeta Perwerdehiyê 3 dersên hilbijartî li xwendekaran ferz dike
09:09 Hêzên li pişt komploya li dijî Ocalan
09:02 Delîlên der barê rojnamevan Verîm de tenê rojnamevaniya wî ye
09:02 Serlêdana girtiyê ku 2 saetan îşkence lê hat kirin hat redkirin
09:00 ROJEVA 28'Ê ÇILEYA 2022'YAN
27/01/2023
21:12 Cenazeyê endama YJA-STAR’ê Kûtlak jî radestî malbatê kirin
20:04 Parêzerê kiryar xwest qetilkirina Alturkê rewa bike!
18:43 Li Stenbolê sê jê zarok 4 kes bi awayekî mirî hatin dîtin
18:38 Polîsekî ji malbata xwe 3 kes kuştin
18:01 Serdanên Delegasyona Navneteweyî yên li Amedê bi dawî bûn
15:56 Delegasyona Navneteweyî ya li Dijî Tecrîdê çû serdana TBB û ÇHD’ê
15:45 Şandeyeke ji Iraqê ji bo pirsgirêka avê dê were Tirkiyeyê
15:40 HDP’a Colemêrgê: Gelê me dê alaya serkeftinê li ba bike
15:15 Di kongreya OHD’ê de berteka li dijî tecrîdê
14:58 Şandeya HDP’ê çû serdana Demîrtaş
14:30 Sûdanî bi Macrona re hevdîtin kir
14:22 Hevserokê Tevgera Azadî hate binçavkirin
14:16 Li dijî Balyozxaneya Azerbaycanê ya Tehranê êrişa çekdarî
14:10 Serhildanên gel ên li Îranê di roja 132’yemîn de ne
13:55 Lîstikvana Îranî mîhrîcana fîlman a li Tehranê boykot kir
13:36 Hevdîtinên Delegasyona Navneteweyî ya li Dijî Tecrîdê didomin
13:21 Derheqê Emîne Şenyaşar de 2 dozên nû hatin vekirin
12:58 Ji Delegasyonê banga bo Tirkiyeyê: Li Îmraliyê bila serweriya hiqûqê pêk were
12:56 Li Amedê ji bo nan zem hate kirin
12:55 Malbat û wasiyê Abdullah Ocalan ji bo hevdîtinê serî li dozgeriyê dan
12:01 Bi vegotina Abdullah Ocalan komploya navneteweyî
11:04 Nobeta Edaletê di roja 27’emîn de ye: Têkoşîna demokratîk wê bidome
10:19 Mihemedê Efrînî wê li NY'yê giliyê dewleta tirk bike
09:47 Malbatên girtiyên nexweş: Biryara Erdogan durûtî ye
09:02 Berê bê berdan înfaza wî şewitandin: Bi hiqûqa neyartiyê nêzî kurdan dibin
09:02 Lijneya Giştî ya 12'an a HDK'ê: Em ê birêxistinbûyînê mezintir bibin
09:02 Konferansa Komara Demokratîk: Pergaleke din pêkan e
09:01 Dewletê gef li şêniyan xwar: An hûn daran bibirin an jî em ê bi cerdevanan bidin birîn
09:01 Hê jî der barê polîsên ku îşkence li welatiyekî kirin îdianame nehatiye amadekirin
09:00 Tê xwestin ku 15 sal ceza li Hevserokê Giştî yê DBP'ê Bayindir bê birîn
09:00 ROJEVA 27'Ê ÇILEYA 2022'YAN
26/01/2023
23:04 Li Îzmîrê eleqeyeke mezin ji bo konsera Ma Musicê
19:18 Delegasyona Navneteweyî: Têkoşîna gelê kurd têkoşîna demokrasî û mafên mirovan e
17:29 Barzanî û Erdogan li Qesrê li hev kom bûn
17:02 Rêxistina HDP’a Erdexanê kongreya xwe li dar xist
16:58 HDP’ê kampanyaya ‘Xezîneya me gelê me ye’ da destpêkirin
16:30 Delegasyona Navnetewî ya li Dijî Tecrîdê serdana ÎHD’ê û HDP’ê kir
16:19 Di 25’ê çileyê de 14 caran çekên kîmyewî hatin bikaranîn
16:13 Alîkariya ewil a ji bo kampanyaya ‘Xizîneya me gelê me ye’: Ji xwendekar ewqas
15:28 Serhildana gel di roja 131’emîn de ye: Li dijî darvekirinan çalakî
15:23 Dayikên Aştiyê: Divê tavilê tecrîd were rakirin
14:57 Amedspor ji bo forvetê Yasîn Abdîoglû transfer kir
14:53 Derbarê serokên 12 baroyên bakurê Kurdistanê de lêpirsîn hat destpêkirin
14:31 Delegasyona Navneteweyî serdanên xwe didomîne
14:28 Dozger xwest Osman Şiban ê ji helîkopterê hatibû avêtin bê cezakirin
14:13 Kujerê Pakistan Demir dîsa neanîn danişînê
14:02 Xelkê herêmê naxwaze li Çemê Sarimê HES were çêkirin
13:49 Alîkariya xizîneyê ya HDP’ê di 5 rojan de çawa hate xespkirin?
13:47 Cenazeyên 3 endamên YJA-Starê hatin wergirtin
13:33 Delegasyona Navnetewî ya li Dijî Tecrîdê bi siyasetmedaran re civiya
13:07 Parêzerên Abdullah Ocalan ji bo hevdîtinê serlêdan kirin
13:04 Hevaşaredarên jin çûn serdana Emîne Şenyaşar
12:53 Di doza leşkeran de piştî 12 salan biryara keşfê hate dayîn
12:37 Hevşaredarê Colemêrgê Karaman ê ceza lê hat birîn, hat girtin
12:27 Bang li Wezareta Dadê kirin ku li dijî tecrîdê peywîra xwe pêk bîne
11:47 Meclisa Ciwanan a HDP’ê: Em ê faşîzma AKP’ê têk bibin û welatek azad ava bikin
11:44 KODAR: Divê têkoşîn ji bo Îran a demokratîk û Kurdistaneke xweser an jî federe pêş bikeve
11:41 AYM’ê daxwaza HDP’ê qebûl nekir
11:17 ‘Astengiya li ber berdana girtiyên nexweş Qanûna Înfazê ye’
11:03 Kekê parlamenterê MHP’ê yê berê û hevjîna xwe li malê mirî hatin dîtin
10:56 Koçyîgît: Îktîdar hewl dide tevahiya Tirkiyeyê veguherîne Girava Îmraliyê
10:27 Israra talankirina Çemê Zorava dewam dike
10:16 Li dijî tecrîdê bajar bi bajar di çalakiya greva birçîbûnê de ne
10:16 Abdullah Ocalan: Komara demokratîk nifteya çareserkirina hemû pirsgirêkan e
09:47 'Giştîname rê li ber rûxandinên Qanûna Înfazê nagire’
09:08 Rojnameger Kawe Fatehî: Divê kurd ji her derê piştgiriya serhildana Rojhilat bikin
09:04 Banga ji bo Konferansa Jinan ya HDK'ê: Em li dor 'jin jiyan azadiyê' kom bibin
09:03 Ji ber ku pere ji girtî re şand der barê wî de doz hat vekirin
09:02 Deriyê sînor heye, lê bazirganî tune ye