Delegasyona Navneteweyî ya Li Dijî Tecrîdê: Divê pergala Îmraliyê bê fesixkirin

  • rojane
  • 20:54 28 Çile 2023
  • |
img
STENBOL - Di deklerasyona Delegasyona Navneteweyî ya Li Dijî Tecrîdê de, hat destnîşankirin ku demildest divê pergala Îmraliyê bê fesixkirin. 
 
Delegasyona Navneteweyî ya Li Dijî Tecrîdê ku di nav de siyasetmedar, rewşenbîr, nivîskar, hiqûqnas û rojnamevan hene û ji 7 welatan ji 36 kesan pêk tê, piştî serdanên xwe yên li Amed, Stenbol û Enqereyê, li Stenbolê Forûma Navneteweyî ya Li Dijî Tecrîdê li dar xist. Forûm li Taksîmê li otêlekê hat lidarxistin. Hevberdevkê Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK) Cengîz Çîçek, Hevserokê Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) Berdan Ozturk, Hevseroka Giştî ya Partiya Herêmên demokratîk (DBP) Salîha Aydenîz, Berdevka Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Ebrû Gunay, parêzerên Buruya Hiqûqê ya Sedsalê, Hevserokê Giştî yê Komeleya Hiqûqnasên Ji Bo Azadiyê (OHD) BUnyamîn Şeker, endamên Meclîsa Dayikên Aştiyê, siyasetmedar, rojnamevan û aktivîst tevlî forûmê bûn. 
 
Forûm bi awayekî ji çapemeniyê re girtî hat lidarxistin. Di forûmê de têkoşîna li dijî tecrîda li Îmraliyê, rewşa girtiyên nexweş, çalakiyên Nobeda Edaletê yên ji bo girtiyên nexweş hatibûn destpêkirin hatin nîqaşkirin û pêşniyar hatin kirin. Di forûmê de endamên Delegasyona Navneteweyî çavdêriyên xwe yên der barê serdanên 3 rojan de ragihandin û beşdarvanan jî pêşniyaz kir ku divê têkoşîn li qada navneteweyî jî bê belevakirin. 
 
Piştî nîqaşan Delegasyona Navneteweyî ya Li Dijî Tecrîdê, metna deklerasyona hevpar eşkere kir. 
 
Di metna Deklerasyonê de ev tespît û pêşniyaz hatin kirin:
 
* Pêkanînên li Îmraliyê, tecrîdê derbas kirine û hatine asta nepêwendiya mutleq. Ev yek tenê ne meseleya hiqûqê ye, di heman demê de divê wekî pirsgirêkeke polîtîk bê pênasekirin. 
 
* Heya meseleya kurdî derî Îmraliyê bê xwendin û hevrûbûn bi hêlên wê yên siyasî û civakî neyê kirin, dê raya demokratîk jî nikaribe xwe ji berpirsiyartiya tecrîdê xelas bike. 
 
* Tenê ne birêz Ocalan û girtiyên siyasî, tevahiya muxalefeta civakî tê tecrîdkirin. Jiyana me bi temamî ji aliyê pergala kedxwariyê ve hatiye dorpêçkirin. Xelasiya ji vê dorpêçê, ancax bi têkoşîna hiqûqî, polîtîk û civakî pêkan e. 
 
*Astengkirina xebatên parêzeran û parêzvanên mafên mirovan ên li dijî liv û tevgerên hiqûqî yên li hemberî girtiyên li Girava Îmraliyê, cihê fikaran e. Ev yek bi xwe jî nîşan dide ku qada hiqûqê û mafên mirovan bi êrişan re rû bi rû ye. 
 
* Bêdengiya dewletên Ewropayê, Peymana Mafên Mirovan a Ewropayê û peymanên din ên navneteweyî ya ji bo binpêkirina mafên mirovan ên gerdûnî, nayê qebûlkirin. Li dijî vê bêdengiyê rêxistinkirina têkoşîna maf û hiqûqê ya di asta globalî de bivênevê ye. 
 
* Em cardin bang dikin ku li Tirkiyeyê kesên li meqama berpirsiyariyê demildest divê li Girtîgeha Îmraliyê serdestiya hiqûqê ava bikin. Em berpirsiyariya hemû dewletên Ewropayê ya li hemberî pirsgirêkan cardin bibîr dixin û em bang dikin ku divê mafên bingehîn ên mirovan nebin qurbana berjewendiyên jeopolîtîk û aboriyê. 
 
* Helwesta ji bo Girava Îmraliyê û helwesta hiqûqî-polîtîk a li wir, kaxeza tûrnûsolê ya standardên demokratîk û rewşa siyasî ya Tirkiyeyê ye.
 
* Bêpêwendiya mutleq û pergala îşkenceyê ya li Îmraliyê heya neyê feisxkirin, çareserkirina pirgsirêka kurdî û xizanî, birçîbûnî, koçberî, penaberî, erozyona çandî, pirsgirêka jinê û rûxandina ekolojîk ên girêdayî wê ne pêkan e. Lewma di meseleya demokratîkbûyîna Tirkiyeyê  û meseleya bi awayekî mayinde çareserkirina pirgsirêkan de, rewşa li Îmraliyê gelekî girîng e. 
 
* Divê rejîma înfazê ya cihêkar ku ewilî li Îmraliyê hatiye pêkanîn û gav bi gav li girtîgehên din belav bûye, bi dawî bibe. Di serî de girtiyên nexweî, divê rêz li mafên hemû girtiyan bê girtin. 
 
* Pergala Îmraliyê wekî teknîkeke rêveberiyê tê pêkanîn. Ev ne tiştekî îstisna ye, li tevahiya welêt hatiye belavkirin û veguheriye rejîmeke hiqûq-polîtîk a asayî. Bekaya desthilatê ketiye pêşiya siberoja bi milyonan kesî. 
 
* Birêz Ocalan, 24 sal in muxatabê her cure îşkenceyên xeyrî exlaqî, xeyrî mirovî ye. Armanca sereke ya van pêkanînan, tasfiyekirina têkoşîna demokratîk û rewa ya muxalefeta civakî ye. Lewma divê armanca sereke ya hêzên muxalefeta civakî, bi temamî fesixkirina pergala Îmraliyê be. 
 
* Meseleya kurdî bi kapasîteya xwe bûye pirsgirêkeke Rojhilata Navîn û cîhanê. Lewma divê çareserkirina wê jî li gor geşedanên Rojhilata Navîn cîhanê bibe rojev. Ji bo vê jî divê mirovahî hemû înîsyatîfê wergire û tevbigere. 
 
* Bêpêwendiya mutleq a li Îmraliyê jî cihê fikaran e. Lewma em cardin CPT'yê vedixwînin berprisiyariyê. Di serî de dostên me yên li Ewropayê, em li benda hemû parêzvanên hiqûq û mafên mirovan in ku zorê bidin CPT'yê. Her wiha CPT divê serdana xwe ya dawî ya li Îmraliyê demildest bi raya giştî re parve bike. 
 
* Forûma me ya îro, civîneke tezekirina bîrê û cardin hevrûbûnê ye. Hat bilêvkirin ku divê piştevanî û têkoşîn bê xurtkirin û pêşengiya vê jî peywira sereke ya pêkhateyên forûmê ye. 
 
* Di meseleya Îmraliyê de tenê gel ji mafê agahîwergirtinê nayê mehrûmkirin. Di vê atmosfera nediyar de sazûmaniya siyasetê jî di nava manîspulasyonan û agahiyên qirêj de diperpite û rêya xwe winda dike. Demildest divê dawî li vê rewşa bifikar bê. 
 
* Navnîşana çareseriya van pirsgirêkan hemûyan, bia wayekî demokratîk çareserkirina meseleya kurdî ye. Ji bo meseleya kurdî bi awayekî siyasî û aştiyane bê çareserkirin û Tirkiye demokratîk bibe, azadiya Ocalan bivênevê ye. 

Sernavên din

25/05/2023
09:56 Dilxwaza EŞÎK’ê Koçak: Parlamentoya herî neteweperest ava bû
09:55 AKP sewalkarî û cotkariyê qedand
09:34 Ji bo tûra duyemîn bang li hilbijêran kirin: Werin em faşîzmê hilweşînin
09:23 Li derveyî welat çend hilbijêran dengê xwe daye?
09:19 'Îşkence veguherî awayê rêveberiyê'
09:03 Ji Dosso Dossî re serbest e ji NÇM'ê re qedexe ye
09:02 Li Hatayê banga ji bo 'çûna ser sindoqan'
09:01 Cotkar nikarin tiştekî bikirin: Heke ew biçin dê her tişt baş bibe
09:00 Di 17 saliya xwe de kurdî hîn bû û da pey dengbêjiyê
09:00 Ji bo hilbijartinê hê neçûne zozanan: Divê her kes dengê xwe bide
09:00 ROJEVA 25'Ê GULANA 2023'YAN
24/05/2023
22:54 Li Solothûrnê ji bo Mexmûrê bang li NY'yê kirin
20:27 Ji MED-DER’ê şahiya belgedayînê
20:08 Ahmet Turk: Divê em dersekê bidin hikûmetê
19:33 Partiya Çepên Kesk û HDP dê helwesta xwe sibê eşkere bikin
18:57 Ji Dayikên Aştiyê banga ji bo xwedîderketina li Mexmûrê
18:41 Xwediyê Îmtiyazê yê MA'yê Çelîk hat berdan
17:55 Koordînastorê MA Musîcê Kanîwar hat berdan
17:30 'Em ê bi hev re vê desthilatê bişînin'
16:57 Seroka Giştî ya Egîtîm Sen’ê Kûrûl li peywîra xwe hate vegerandin
16:39 Li Şirnexê gund bi gund xebatên hilbijartinê
15:58 Derbarê rojnamevan Batihan de lêpirsîna erdhejê hate destpêkirin
15:43 Serokê Baroya Amedê Eren: Axaftinên Soylû sûc in
15:42 Buldan ji bo 28’ê Gulanê bang kir: Em ê bi faşîzmê bidin windakirin | HATE NÛKIRIN
15:38 Bi girseyî serdana şîna Yalçinkaya hat kirin
15:18 Îdamên li Îranê li pêşiya avahiya darazê tên protestokirin
15:16 ÎHD’ê nerazîbûn nîşanî tecawiz û tacîza li dijî zarokan da
15:13 Li Îzmîr û Manîsayê 5 kes hatin berdan
15:02 Tifaqa Azadî û Demokrasiyê ya Kurd: Em ê piştgiriyê bidin Kiliçdaroglû
14:50 Ji rewşenbîr, nivîskar, hunermend û siyasetmedaran bang: Ray bide bila biçe û ev rewşa tarî biqede
14:49 Sancar çû serdana Emîne Şenyaşar
14:34 Ciwanên HDP’î hatin berdan
14:33 Ciwanê ku lê dan: Di mûayeneyê de polîs digot, bijîşk dinivîsand
14:33 MYK’a Partiya Çepên Kesk û HDP’ê dicivin
14:33 Serokê Şaxa Genel Îş a Mêrdînê û malbata wî hatin binçavkirin
14:23 ÎHD: Daxwaza me ya heqîqet û edaletê bi cih bînin
14:14 Li Dêrikê du malbatan li hev xist: 11 kes birîndar bûn
13:42 Akin: Ji bo rawestandina faşîzmê divê teqez em biçin dengdayînê
13:33 Nûçe weke ‘banga rêxistinê’ hate qebûlkirin: 15 sal cezayê hefsê hate xwestin
13:10 Hikûmeta Iraqê hate protestokirin: Hêzên xwe ji Mexmûrê vekişînin
12:39 Li Êlihê serdegirtinên malan
12:39 Daxwaza rakirina şertê kontrola edlî ya parlamenter Dogan hate redkirin
12:38 Li Îzmîrê 12 muzîkjen hatin binçavkirin
12:32 Qeyûm avahiya şaredariyê firot
12:20 Partiya Zafer biryar da ku piştgiriya Kiliçdaroglû bike
12:09 Zaroka ku wesayita zirxî lêxistibû taburcu bû
12:00 Rojnamevan Delal Akyuz hat berdan
11:59 Malbata Şenyaşar: Daraza ku hesabê napirse jî sûcdar e
11:38 Li Rihayê derheqê 33 kesan de lêpirsîn hate destpêkirin
11:19 Alimê olî Înal: Qasî AKP’ê kesekî ev qas zirar neda vî olî
11:03 Serokê AKP’ê bi fermandarê qereqolê re gef li gundiyan xwar
10:42 Ahmet Turk: Tu rewabûna Erdogan nemaye, em ji 14’ê Gulanê xurttir biçin hilbijartinê
10:40 21 salan dengê xwe dida AKP’ê: Guherîn şert e, ez ê dengê xwe bidim Kiliçdaroglû
10:09 Parêzera Ergîn Aktaş: Divê muxalefeta civakî xwedî li girtiyên nexweş derkeve
10:03 Piştî hilbijartinê ava gund hate birîn
09:50 Rewşa dawî ya derveyî welat
09:46 Li gelek bajaran serdegirtinên malan: 22 kes hatin binçavkirin
09:45 Kolanên Wanê: Em ê kesên nasnameya me nas nakin di sindoqê de têk bibin
09:44 Baroya Amedê dê giliyê Zehîr ê AKP’î bike
09:44 Personelê Nexweşxaneya Bismilê dest avêt zarokekî
09:43 Aborînas Altintaş: AKP pesnê xwe bi aboriya sedeqeyê dide
09:08 Rojnamevan Şahînlî: Em ê di rojnamevaniyê de israr bikin
09:07 Bîrol: Tûra duyemîn ne hilbijartin e dê referandûm be
09:07 Banga ji bo tûra duyemîn: Dengek dikare çarenûsa 85 milyon kesî biguherîne
09:06 Parlamentera Partiya Çep a Swêdê Karlqvist: Bêdengiya ji bo tecrîdê cihê şermê ye
09:06 Endamê PADÊ: PDK, Iraq û Tirkiyeyê li ser xeta Mexmûr, Kerkûk û Şengalê li hev kirine
09:01 Mexdurên erdhejê yên Semsûrê: Em êdî guhertinê dixwazin
09:00 Parêzer Kertîş: Tecrîd pirsgirêkeke civakî ye
09:00 ROJEVA 24'Ê GULANÊ YA 2023'YAN
23/05/2023
21:12 Li Edeneyê 12 kes hatin berdan
20:46 Mexmûriyan daxwazên xwe ragihandin rayedaran
20:31 Li Mêrsînê binçavkirin hatin şermezarkirin
18:51 Polîsan ciwanên ku rastî êrişê hatin binçav kir
17:51 Polîs bi kuştinê gef li rojnamevan Yalçin xwar
16:48 Xwediyê Îmtiyazê yê Ajansa Mezopotamya Çelîk hat binçavkirin
16:06 Emîne Şenyaşar: Min bi tenê nehêlin
15:52 DBP’ê bertek nîşanî binçavkirinan da: Dê nekarin bi ser kevin
15:21 Ciwanê hatiye îşkencekirin: Ma gerandina govendê sûc e?
15:11 Welatiyên li Enqereyê hatibûn binçavkirin dema binçavkirina wan hat dirêjkirin
15:02 Di lêpirsîna navenda wê Tekîrdag de nêzî 30 kes hatin binçavkirin
14:40 Li navçeyên Mêrdînê 13 kes hatin binçavkirin
14:04 Tevgera Azadî ji bo Mexmûrê daxwazname da Parlamentoya Iraqê
13:43 Hatîmogûllari bang li hilbijêrên neçûn ser sindoqan kir: Pêşeroja vî welatî di destê we de ye
13:32 Partiya Çepên Kesk ji bo tûra duyemîn li qadê ye
13:29 Biryara sînordarkirinê danîne ser dosyeya rojnamevan Akyuz
13:22 Li Edeneyê û Mêrsînê gelek cih di bin avê de man
13:07 Di operasyona navenda wê Mêrsînê de 24 kes hatin binçavkirin
12:47 Dayika Aştiyê Alagaş jiyana xwe ji dest da
12:00 Yalçinkaya ku li Bestayê jiyana xwe ji dest dabû hate definkirin
12:00 Hejmara kesên li derveyî welat deng didin ji milyonek û nîvan derbas kir
11:59 Ji Şenyaşar banga 28’ê Gulanê: Ji bilî guhertinê tu şansekî me yê din nîne
11:58 Bayindir: Gelê kurd dê Erdogan têk bibe
11:58 MARSÛ’yê taxek bêav hişt
11:31 Rêveberên Mexmûrê: Divê hikumet dest ji dorpêçê berde û guhdariya gel bike
11:20 Li derveyî welat rewşa dawî: Vê carê hilbijêr zêdetir diçin dengdayînê
11:17 Parêzeran ji bo hevdîtina li gel Ocalan carek din serlêdan kir
11:16 Xelkê Amedê: Werin em biçin ser sindoqan û vê tirsê têk bibin
10:35 Akça: Jinên ku mifteya guhertinê ne divê biçin ser sindoqan
10:28 Gergerlîoglû: Îktîdar hewl dide kêmasiyên xwe bi îstîsmarkirina olê veşêre
10:17 Hefteya Windayan di sala 28’emîn de ye